Kordînasyona KJB
Binesazî û dewlet-neteweyên dewlet û desthilatên girêdayî zihniyeta olperest, zanistperest, netewperest û zayendperestiya pergala serdestiya zilam a 5000 salan, di roja me de di serî de li Rojhilata Navîn û gelemperiya cîhanî de pêxirtengî, hejandin û rûxandinek pir cidî ava kiriye. Pergala Kapîtalîst a ku xwedî paşerojek 400 salî ye, du sed salên xwe yên dawîyê her tim bi pêxirtengiyên pergalê ve derbas bûne. Dema em dîroka herî nêz a şahîdiya şerê herî bixwîn kiriye lêdikolin, modelên dewlet neteweyên bi navendiya Rojava ve girêdayî pêş ketiye, di Rojhilata Navîn û tevahî civakê de hatiye hunandin, êdî nikare liber xwe bide.
Yek wateya şer, penaberî, raberîn û pirsgirêkên civakî yên di nava civakê de berfireh dibin heye; ew jî rastiya ku êdî pergala modernîteya kapîtalîst xetimî ye û nikare xwe bide berdewamkirine. Di mijara derbaskirina qeyrana pergalî ya dawiya kapîtalîzmê tînê de, gelek hewldan û mijûlbûn çêbûn û hewl didin encamên şerê cîhanê ya 3. sivik bikin. Lê dîsa jî, tevahî diyarde û pêşketin bi her awayî rûxandina pergala kapîtalîst destnîşan dikin. Di navenda kapîtalîzmê de cara yekeme bertekên civakî ew qas cidî xwe didin hîskirin û li hember modernîteya kapîtalîst li qada civakî hevpariya DIJ-KAPÎTALÎST a ku dijberiya pergalê pêş ketiye derketiye pêş. Ango li hember mêtînkariya kûresel têkoşîna tevahî hawirdorên civakî yên têkoşîna maf, edalet, demokrasî û azadiyê didin, bi vî rengî bi kûresel dibin. Ev rewş jî, zemîna amadekariyên ku gel bi xwe bikaribe xwedî li nirx, çanda cewherî, nasnameya cewkerî û rêxistinbûna cewherî ya civakê derbikeve pêş dixe û avakirina civaka jiyana azad a di eksenê jinê de kamil û bihêz dike.
Hêzên kapîtalîst ên ku herêma me tam veguherandine girêka kor û gola xwînê, di qonaxa niha de tengaviyê dijîn. Hêzên pergala Kapîtalîst êdî ne bi rejîmên heyî re, ne jî bi îslama desthilat a niha pêş dikeve ve, li gorî berjewendiyên xwe guncav dibîne. Her du vebijêrkên pergalê ava kirine jî, li dijî pergalê vegeriya ye û tengezariya xwe kûr kiriye. Niha jî weke vebijêrka siyemîn jî bi navê hêzên muxalîf ên bi xwe ve girê dane komên çete yên cur bi cur ava kirine û hewl dide birêve bibe. Li gel van bi pêkanên dîplomatîk, siyasî û aborî ve, di nava plansaziyê de hewl dide pêvajoyê birêve bibe. Bi taybet di dema dawiyê de di rastiya Sûrî de polîtîkayên hatine pêkan vî rewşê heyî hîn zêdetir radixe ber çavan.
Pergala Kapîtalîst li Rojhilata Navîn di bin navê “ di olê de reform” diyardeya olî li gorî berjewendiyên xwe ji nû ve pênase kiriye. Xwestiye bi vê re feraset û zihniyeta jiyana bîrdoziya lîberal bide rûniştandin. Bi navê ol û baweriyan nêzîkbûnek ola girêdayî desthilatî û dewletê ji civakê re tê dayîn. Hêzên dewletparêz û desthilatdar bi nêzîkbûnên pragmatîst dest digirin û dixwazin sûd jê werbigirin. Ev mêhla ji sala 2000’an ve lezgînî destpê kiriye ketiye nava hemû şaneyên civakê, xwe bi lez pêş dixe û di hewldana xwe birêxistinkirinê de ye. Di demê dawî de bi navê olî gelek tevgerên di serî de weke El Kaîde bi zihniyeta dewletparêz ve xwe birêxistin dikin, komên zêde û berfireh dibin tev, ji aliyê pergalê ve bi zanebûn têne pêşxistin. Rêxistinên weke El Kaîde, El Nusra û Cemeata Gulen, berhemên van zihniyeta ne. Zihniyeta dewletparêz û desthilatdar bi navê ol û baweriyan kirine şûna xwedê de. Di vê manê de ti eleqeya xwe bi Ol-Bawerî, Misilmanî û Îslamiyetê re tine ye. Ev modela desthilat û îslamê li tevahî welatên Ereban, Efrîka, Asya û Rojhilata Navîn şer, şîdet û wêranê rewa dibînin û bi vî rengî armanc û hedefa zihniyeta vê baweriyê zelal diyar dikin. Di rastiyê de ev armanc polîtîkayên civakê parçe dike, nirx, bawerî û çanda wê bişaftinê re derbas dikin, dişibînin hinek din, ji cewhera wan dûr dixin dimeşînin. Hemû nêzîkbûn û çalakiyên weke bi nasnameya El Kaîde û El Nusra re derketine holê di cewhera xwe de, êrîşên li hember hemû nirxên çandî, bawerî, feraseta jiyana exlaqî û polîtîk ên pîroz û qedîm ên Rojhilata Navîn in.
Şerê li Kurdistanê di eksena Rojava de tê meşandin rewşek ne tesadufî ye. Bi zanebûn û planan Kurdistan û gelê Kurd kirina nava hedefan û hatine hilbijartin û ev encam bidest xistine. Êdî gelê Kurd di bin pêşengiya seknek Rêbertiyek azad û serbixwe de xwe ava kiriye, hebûna xwe ya îradî diyar kiriye, li hember her cure zihniyetên serdest, hegemon û navendî bi berxwedaniyek mezin peyîtand ku têkoşîn daye û wê her tim jî bide. Di vê manê de reng, vîn û xeta xwe ya têkoşînê zelal kiriye, navê aliyê xwe jî pir vekirî diyar kiriye. Rêber APO navê vî alî pir vekirî weke xeta sêyemîn destnîşan kir. Ev jî li ser bingeha paradîgmaya modernîteya demokratîk girêdayî pergala konferderala demokratîk, pergala gel a xwe bi xwe birêvebirinê ye. Dîsa pergalek ku dixwaze feraseta pîvan û jiyana civaka exlaqî û polîtîk hem bijî hem bide jiyîn e. Lewma pergala me ya di bin pêşengiya Rêber APO de pêş dikeve, ji her alî ve nûbûnan diafirîne, li hember zihniyeta desthilatdar û dewletparêz, tam paradîgmaya modela alternatîf ava dike. Berî her tiştî rûyê pergala kapîtalîzmê yê veşartî û pêçayî deşîfre kiriye. Li hember hemû nêzîkbûnên nirxên jiyan, ol û baweriyan ji bo berjewendiyên pergala desthilatî û siyasetê bikar tîne disekine û red dike. Diyardeyên ol û baweriyan weke nirxên çandî yên demokratîk ên civakê dihesibîne. Di berfirehiya rêgez û pîvanên çanda demokratîk de têdikoşe. Lewma pergal jî di wê zanebûnê de ye ku wê ev sekna bi xwedî îrade ye wî bixe nava tengezariyan. Ji ber vê ji bo têkoşîn û destkeftiyên têkoşîna azadiya gelê Kurd tasfiye û tine bike, serî li her cure rêbazan dide. Bi taybet di mijara ol û baweriyan de dixwaze bi du rêbazên şerê taybet li tevgera azadî û têkoşîna me ya azadiyê bixe. A yekemîn; rêbaza yên weke El Kaîde û Cemeata Gulen bi girêdayî pergalê birêxistin dikine. Ya duyemîn jî; rêbaza di nava qada nav-neteweyî de tevgera me ya azadiyê weke dijberê ol û baweriyan dide nasîn, weke rêxistinek teror diyar dike, ji bo vê hewl dide bi propagan de û kampanyayên cur bi cur ve ji gel û hemû derûdorên civakê qut bike ye. Di vê manê de li her qadê bi israr nahêlin ya ku xwediyê hêzek gelê birêxistinkiriye nirxên bawerî û vîna siyasî ya gelê Kurd were nasîn û red dikin. Di dema niha de hêzên hegemonîk ên nav-neteweyî çavên xwe ji rejîmên kevin ên nûnertiya berjewendiyên wan re nakin digire. Yên ku çavkaniya hemû pirsgirêkane rejîmên dewlet-netewe jî diparêze û hewl dide bi hinek guhertinan ve bide domandin. Gel û civakên ji bo azadî, demokrasî û wekheviyê rabûne, bi destên rejîmên statîkoperest û komên çete yên dijberê rejîmê didin çewsandin. Bi vî rengî xwe jî weke xwediyê rola rizgarkirinê diyar dike. Çi bi navê birayên mislimîn dibin, çi jî komên weke Selefiyên girêdayî El Kaîde û El Nusra dibin, hemû jî dijminê gel, Kurdan û jinê ne. Bi taybet ev komên çete ji bihara sala 2013’an ve li hember gelên Kurd, Ereb û Xiristiyanan terorê dibarînin. Tevî ku li herêma Kurdistanê rejîm tine ye, ev komên henê hewl didin li Kurdistanê şoreşa 19’ê Tîrmehê ya gelê Kurd xilas bikin, bi komkujiyan gel koçber dikin, diçewsînin, ji bo gel jî radest bigirin û Kurdistanê vala bikin her tim şer dikin. Ti eleqeya vî şerî bi şerê li hember rejîmê re tine ye.
Di vê demê de rewşa em di navê de dijîn, tam dema ku divê gel derketina xwe ya îrdeyî destnîşan bike ye. Di vê manê de pêvajoya serûjêrbûnê ji bo gel bikaribin projeyên xwe jîndar bikin dîroka herî zêde derfet dide nîşan dike. Pêdiviya Rojhilata Navîn bi guhertin û veguhertinê heye. Êdî ne dikare bi binesaziyên dîktator û navendî civakê birêve bibe, ne jî hêz û mîrasa dîrokî ya herêma me dikare binesaziyên dewlet-netewe bipejirînin. Di guhertina demokratîk a Rojhilata Navîn û avakirina civaka nû de, rol û cihê têkoşîna azadiya gelê Kurd gelekî girîng e. Mifteya Rojhilata Navîn a diçe aştî, demokrasî û azadiyê, di nava têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de ye. Êdî li herêmê ast û rola gelê Kurd weke hêza siyasî ya sereke bibandor, diyarker û dînamîk naye înkarkirin. Bêguman wê gelê Kurd vî rolî bi tena serê xwe nelîze. Wê li ser bingeha bûna xeta 3. de pêşketina ku gelê Kurd dide nîşan de, bi hemû gel û komên Rojhilata Navîn re hevdîtina rasteqînî pêk bîne û eniya demokrasiyê jî li ser esasên azadî-wekheviyê mezin bike û pêş bixe. Wê li gel van xebatên xwe yên li ser esasên siyasî, dîplomasî, civakî û parastina rewa pêş bixe, astengiya ji holê rabike, di vê manê de şeref û berpirsyariya serkeftina erka bûna muxatabê eslî girtiye ser milan. Asta têkoşîna azadiyê ya paradîgmayî, vîna birêxistinkirî, rengê wê yê civakî bûyî ev qeneet baş daniye holê, derûdora civakê di astek mezin de vê asta pêşketinê erê dike.
Bi taybet di salên dawî de gelê Kurd eniyên ku dixwazin bi gef, zor, şîdet û çewsandinan bikin aliyek red kiriye, serkeftina xeta sêyemîn bi rasteqînî mîsoger kiriye. Di heman demê de di çareseriya pirsgirêka Kurd de di asta herêmî û nav-neteweyî de pêşketinên pir girîng ava kirine, hemû êrîşên provakatîf û tasfiyekirinê vala derxistine. Ev xet, xeta ku Rêbertiya me di paraznameya 5. de bi projeyan destnîşan kiriye. Ger ji pirsgirêka Kurdistan û gelê Kurd ên di nava dilê Rojhilata Navîn de cih digire re, çareseriyek mayînde neyê dîtin, ne gengaz e ku ti proje li herêmê werin jîndarkirin. Êdî gelê Kurd bi berxwedaniya xwe ya mezin ve, li herêmê di nava yekîtiyek demokratîk de, gihaye radeya bidestxistina statuya zagonî ya Kurdistana azad. Wê herî dawiyê hêzên eleqeder ên muxatap jî neçar bimînin ku vê rastiyê bipejirînin. Di vê manê de di serî de paraznameya 5. û hemû paraznameyên Rêbertiya me tevahî nirxandinên vê pêvajoya pevçûnan dest digire, li hember aloziya pergalê avakirin û projeyên têkoşîn û civaka exlaqî û polîtîk digire nava xwe, nirxê manîfestoya têkoşîna gelan a zêrîn e.
Tê payîn şerê li Sûrî ya tevahî hêzên cîhanî pê ve hatine girêdan heta demek din berdewam bike. Li hember rejîma Sûrî ya ku Îran, Iraq, Rusya û Çîn piştewaniyê dike, DYE-Tirkî, Suudî Erebîstan û alîgirên weke wan ji bo bi dawî anîna vî şerî heta niha ti projeyên siyasî yên cidî ava nekirine. Berxwedaniya gelê Kurd ên li Sûrî raber dikin, berxwedaniya azadiya gelên Kurdistan û Rojhilata Navîn e. Bi vî perspektîfî ve nêzîkbûn hatiye kirin û şoreşa 19’ê Tîrmehê pêş ketiye. Bi qasî avakirina şoreşê ew qas jî pêşxistin, parastin û mîsogerkirina şoreşê jî pêwîstiya têkoşînek xurt û zehmet datîne holê. Ji serî ve ji bona gelê Kurd li Sûrî ti mafan bidest nexin, biperçiqin û tevahî polîtîkayên xwe yên derve ji bo vê kiriye meriyetê dewleta Tirk bin ketiye û bê encam maye. Lê di encama pişgiriya êrîşên çeteyên derve dike de, bi deh hezaran mirovên me neçarî koçberiyê hatiye kirin. Hejmarek zêde ciwan û jinên Kurd di van pevçûnan de jiyana xwe jidest dane. Dîsa di pêşengiya KDP’ê de hêzên hevkar ên Başûr jî, li ser esasê piştewaniya alîgirê dewleta Tirkî aliyên xwe jî zelal kirine. Di vê mijarê de KDP’ê rolek çalek lîstiye. Bi taybet ji bona gelê Kurd di xeta Rêber APO de ber bi şoreşê ve diçe, ji bo binkeftina vê şoreşê çi ji dest hatiye kiriye û dike. Heman weke rola şoreşek dijber dilîze. Ji aliyekê ve hêzên netewên serdest li ser Kurdistanê şerê serdestiya xwe dimeşînin, di heman demê de ji aliyekê ve KDP jî şerê serdestiyê dimeşîne. Dixwaze çarenûsa hemû Kurdan bi dewletoka Başûrê Kurdistanê ya ji aliyê hêzên kapîtalîst ve hatiye sazûmankirin ve girê bide. Bi vî awayî hewl dide bi riya xwe girêdana bi pergala kapîtalîst a modernîst û DYE’yê ve teqez bike û di bin venêrîna ( kontrol) xwe de bigire.
pêvajoya çareseriya demokratîk a Rêbertiya me di dîroka 21’ê Adara 2013’an Newroza Amedê de bi gotinên “ îro em bi Tirkiyek nû, Rojhilatek Navîn a nû û pêşerojek nû re çavên xwe vedikin, Rizgariya Demokratîk û jiyana azad ava dikin” ve, di dîroka têkoşîna me de rûpelek nû vekiriye. Rêbertiya me bi danasîna daxwiyaniya wê di Newroza Amedê dayî re, mizgîniya firsendên pir mezin bi navê azadî û demokrasiya serdema me hatine girtin daye. Bi gotina ku dibêje; “ ji bona min bûna dijberê kapîtalîzmê bes e” re perspektîfa têkîlî û îtîfakên ku pêwîst e di avakirina civaka demokratîk de werin pêşxistin ronî kirine. Peyama Rêbertiya me ya çareseriya demokratîk, di raya giştî ya cîhanê de bandorek mezin ava kir. Lê hukumeta AKP’ê ya ev pêşketin hezim nekirin, da diyarkirin ku hevdîtin bi ser riya MÎT’ê re têne kirin. Her çi qasî xwest asta bandora Rêbertiya me di nava civakê de ava kiriye bişkîne, ser ne ket. Pêşketinên ku çêbûne rewatiya Rêbertî û tevgera me, mutabakata civakî, di qada siyasî û dîplomatîk de zemînên pêşîlêvekirinê bihêz kirine.
Rêbertiya me bi lez xwest pêvajoya bê çalakî, demokratîkbûn, guhertinên zagonî û asayî bi nav dike pêvajoya 3 pêngavan bi gavên her du aliyan ve girêdayî li ser bingeha muzakereyan were berdewamkirin. Di vê mijarê de weke tevger tiştên ku ketine ser milên me hatine pêkanîn, piştî biryara agirbestê pêvajoya paşvekişînê, tevî hemû hewldanên dewletê yên provakatîf bi serkeftî pêk hatine, di vê manê de pêvajoya 1. A Rêbertiyê guncav dîtiye temam bûye. Pêşiya pêngava 2. A veguhere muzakereyên şênber vebûye. Lê hukumeta AKP’ê û dewleta parelel helwesta ku di pêngava 1. de raber kiriye hîn zêdetir kûr kiriye. Rê ji paşketin û xetimandina pêvajoyê re vekiriye. Di azadî, tendûristî û ewlekariya Rêbertiya me de guhertinên cidî ne hatin kirin. Di tevgera me û pêşketina pêvajoya çareseriya demokratîk de bi derûdorên cur bi cur ên bikaribin rol bilîzin re derfetên hevdîtinan pêş ne ket. Dewletê di vê mijarê de ti gav ne avêtin. A ku mafek huquqî ye hevdîtina parêzeran jî bi temamî hatin qutkirin, hevdîtinên bi malbatan re jî bi rêbazên keyfî hatine pêkanîn. Hukumeta AKP’ê di vekişandina hêzên me yên gerîla de ji bo vekişandin hêsan be ti guhertinên zagonî çênekirin. Berovajî li her cihên Kurdistanê çêkirina qereqol, qelekol, bendavan, avakirina cerdevanên nû û hêza arteşa Tirk a li metrepolan veguhestina Kurdistanê re ket nava amadekariyên şerek pir cidî. Girtiyên siyasî yên di radeya mirinê de û zarok ne hatin berdan, di bin navê KCK’ê de li ser bingeha pêkanên qirkirinê bi hezaran mirov hîna jî girtîne. AKP di van pêkanan tevan de israr dike, gavan navêje, hewl dide pêvajoyê mijûl bike, ji demê re bihêle, weke amadekariyên hilbijartinan helwestên xwe berdewam dike. Bi destkeftiyên pêvajoya hevdîtinan a sala xwe tije kiriye re, pêvajoya niha xetimiye, ji bo pêvajo veguhere pêvajoya muzakereyan divê dewleta Tirk û hukumeta AKP’ê gavên şênber bavêje. Di rewşa niha de divê pêvajoya muzakereyan destpê bike û ji bo vê jî pozîsyona agirbestê têrê dike. Nexwe êdî wê pêvajo ji yek alî ve nemeşe, lewma divê em weke tevger û gelê me pergala xwe li ser bingeha proje û perspektîfa Rêbertiya me erê dike pêş bixin.
Tevgera azadiya jinê dema borî de li hember êrîşên ku beramberî jinê hatine meşandin li her qadê li ber xwe daye, bi berpirsyariyek mezin bandor tevlî pêvajoyê bûye û êrîşên pergala kapîtalîst û dewleta Tirk vala derxistine. Tevgera me ya jinê di vê pêvajoyê de di pêngava şerê gel ê şoreşgerî de, li her çar parçeyên Kurdistan û li tevahî eniya têkoşînê çalak beşdarî pêvajoyê bûye. Li gel van bi xebat û projeyên xizmeta têkoşîna jinê dikin ên weke 2. Konferansa Jin a Netewî, 1. Konferansa Jin a Rojhilata Navîn, konferansa Aştî ya bi Jinên Tirkî re, projeyên siyasî, çalakiyên rojane û şahiyan ve xebatên dîrokî hatine meşandin. Di qonaxa niha de ya ku ji têkoşîna azadiya jina Kurdistanê re pêşengî dike tevgera me ya jinê, li çiyan, zindanan, meydanan berxwedaniyek mezin ve hem çanda serdestiya zilam a bi hezarên salan di nava civakê de kok daye hejandiye, hem jî bi reng û dengê xwe ve tevlî siyaseta netewî ya demokratîk bûye. Bi vî rengî zihniyeta dibêje “siyaset karê zilam e” bin pê kiriye. Ji ber pergala kapîtalîst pêşketin, mezinbûn û bandorbûna rêxistinbûna jinê ya li derûdora têkoşîna azadiya jina Kurdistan ava dibe ji bo xwe xeter dibîne, bi her cure êrîşan ve konseptan pêk tîne û hewl dide têkoşîna azadiya jinê bê bandor bike. AKP û Cemeata Gulen a taşerontiya pergala kapîtalîst dike li Kurdistanê jinan bi taybet hedef digire, hewl dide pêşengiya jinan bişkîne û civakê radest bigire. Di dema dawî de pergala serdestiya zilam li hember polîtîkayên xwe yên tasfiyekirinê astengiya herî mezin jinan dibîne û li her qadê jiyanê êrîşî jinan dike. Di vê demê de zihniyeta mêtînkar û dagirker xeta me ya azadiya jinê bi taybet hedef girtiye. Di êrîşên bi çavek mîsoger tasfiyekirina tevgera me tê hesapkirin de, parastina rewa û pêşengiya qadên civakî û siyasî ya tevgera me ya jinê jî berfireh hatiye hedefkirin. Di dema borî de li hember projeya jina azad a ku Rêbertiya me pêş xistî, her cure propagandayên dervî exlaqî yên reşkirinê, li ser bingeha hewldana di nava şerê gel ê şoreşgerî de tasfiyekirina hêza me ya jinê, şahadetên çêbûne bi armanca şerê taybet bikaranîn, di qada civakî de pêşengên jinê hedef girtin, ji her alî ve şîdet hatine meşandin. Hêzên dewletên nav-neteweyî yên bi hovane 9’ê Çile li Parîsê hevala Sara, Rojbîn û Ronahî qetil kirîn, xwestin di serî de pêvajoya çareseriya demokratîk a Rêbertiya me dest pê kiriye sabote bikin. Bi komkujiya Parîsê re Rêbertî û Tevgera me ya Jinê hatiye hedefkirin. Rêbertiya me got; “ ev êrîş beramberî min hatiye kirin”, yekser berfirehiya komplo fêm kiriye û ji bo vala derxistina wê bi lezgînî pêşvebirina pêvajoyê xwestiye. Di heman demê de rêveberiya me li hember komkujiyên bi vî rengî yên rû bidin jî em hişyar kirin. Di dema borî de tevgera me ya azadiya jinê bi hemû pêkhate û saziyan re li Kurdistan û derveyî welat bi hewldanek hûrûkûr ve ji her demê zêdetir beşdarî qadên têkoşînê bûye. Lewma li qada siyasî jî hêza jinê ji her demê zêdetir diyar bûye. Ev sekna jina Kurd, di nava qada gerdûnî de jî baldariyek girîng ava kiriye, di nava civaka Kurdistanê de jî bûye navenda hêvî, bawerî û bendewariyan. Her roj li Tirkî xisletên netewparêz, nijatparêz, şoven ên pergala dewletparêz û desthilatî herî zêde jî li jina dixe. Berxwedaniya azadî û demokrasiya ku jin jî li hember van çewsandinan pêş dixin ji her demê zêdetir tê berdewamkirin. Divê ev berxwedanî bi jinên cîhanê yên din re jî li ser bingeha têkoşîna hevbeş xetek were avakirin û derfetê vê jî ji yê berê zêdetirin. Têkoşîna azadiya jinê ya ku di her demê de pêşengiyê ji şoreşa Rojava re dike ji qada parastina rewa, heta perwerde, tendirûstî di nava berfirehiyekê de, bi fedekarî û wêrekiyek mezin beşdarî hemû xebatên şoreşê bûye, di vê mijarê de li gorî mîsyona pêşengiyê berpirsyariyek mezin hatiye bidestxistin. Divê ev asta hatiye bidestxistin bikaribe hemû jinên ji Sûrî û hemû jinên ku li wê derê dijîn bigire nava xwe yekîtiyek çareseriya demokratîk were avakirin. Divê destpêkê konferansa beriya niha ya bi navê însiyatîfa jinên Sûrî hatiye lidarxistin baş were birêxistinkirin, ji bo ev têkîlî li ser bingeha îtîfakan pêş bikeve jî, divê lezgînî giranî ji vê xebatê re were dayîn.
Paradîgmaya me ya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê di nava jin û gelên herêm û cîhanê de hêviyek mezin ava kiriye. Hîn zêdetir tê hîskirin, şênber dibe û kelecanek mezin ava dike. Di 1. Konferansa jinê ya Rojhilata Navîn de pirsgirêkên jinên me yên herêmê dijîn, baldarî, hevî û bendewariya li hember xeta me ya azadiyê, ji bo me carek din mîsyona me ya pêşengiyê pir dijwar diyar dike. Di vê manê de mîsoger divê biryardariya 1. Konferansa jinên Rojhilata Navîn de derketiye holê, li ser bingeha veguhere pratîkek serkeftî bi erk û berpirsyarî werin destgirtin. Li qada gerdûnî di serî de li welatên Afrîka Başûr, Latîn Emerîka derket holê ku, hemû tevgerên jin ên têkoşîna şoreşgerî dimeşînin, dîsa tevgerên jinên femînîst pêşengiya xeta me ya azadiya jinê ji bo xwe jî weke hêviya rizgariyê dibînin. Ji bo tevger û rêxistinên di nava pêxirtengiya pergalê de nikarin derketinê bikin, her ku diçe hêvî û baweriya xwe winda dikin, xwe di nava xwe de digire, tevgera me bûye çavkaniya hêz, moral û hêviyê. Piştî komkujiya Parîsê asta xwedîderketina derket holê, ev rastî pir vekirî nîşa me kir.. Di vê demê de asta tevgera me ya jinê girtiye û bendewariyên ava kirine, mîsoger pêwîstiya derbaskirina şêwazê heyî ferz dike. Bersiva herî rast a em bidin vê asta ku di pêşengiya Rêbertiya me de pêş ketiye, bi derbaskirina rêhevaltiya kêm re, li ser bingeha Rêbertiya Azad, Jina Azad, Civaka Azad jiyînê re gengaz e. Her ku pergala îmralî bidome, ti pêşketin ji bo me nabe pîvanê serkeftinê. Serkeftina pêvajoya em di navê de ne, bidestxistina azadî, tendûristî û ewlekariya Rêbertiyê ve girêdayî ye.