• TÜRKÇE
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
No Result
View All Result

PAJK Rihê PKK’ê ye

November 26, 2023
in Daxuyanî
A A
PAJK Rihê PKK’ê ye
Share on FacebookShare on TwitterwhatsappTelegramEmailQR Code

Di şexsê ji kadroyên pêşeng ên partiya me PKK’ê Sakîne Cansiz, Mazlûm Dogan, Kemal Pîr, M. Hayrî Dûrmûş û şopdarên vê xetê hevrê Rojhat Zîlan û Erdal Şahîn ên çalakiya fedaî kirin, hevrê Axîn Mûş, Leyla Amed û Dîcle Eylem ên li Amed, Botan, Serhed, Mêrdîn, Zap, Avaşîn û Metînayê bi lehengî li dijî dijmin li ber xwe dan û şehîd bûn, şehîdên xwe yên şoreşê hemûyan bi hurmet û minet bi bîr tînin. Salvegera damezrandinê ya 45’emîn a partiya xwe li Rêber Apo, li hevrêyên PKK-PAJK’ê yên li zindanan li ber xwe didin, li çiyê şer kirin, li jinên têkoşer, gelên me yên berxwedêr û tevahiya mirovahiyê pîroz dikin.

Rêber Apo ji roja destpêkê ve pêvajoya partîbûnê ji bo jinan û gelê me veguherand pêvajoya azadiyê, jin kir xwedî hêza xweparastinê, bi rêya partiyê kir xwedî çalakî û rêxistinê. Rêber Apo bi rêya PKK’ê gelê Kurd ê dihate talankirin, kir xwedî îrade, xeta ‘Jin, Jiyan, Azadî’ afirand. Jinên Kurd bi têkoşîna PKK’ê re xwe gihandin şoreşê, li dijî koletiyê bûn xwedî derfetên têkoşînê û bûn PAJK. PAJK weke xeta azadî û wekheviyê ya PKK’ê afirî. PAJK mejî û kesayetiya mêr û jinê ya azad e. PAJK rihê PKK’ê ye. Her jineke PAJK’î pêşenga PKK’ê ye. Kesayetiyên ku bibin bingeh ji damezrandina civakî ya nû re, bi milîtaniya Partiyê hatin afirandin.

PKK weke lêgerînera rastiyê, partiya rûmeta mirovahiyê ye. Weke tevgera herî şoreşger, dînamîk û veguherîner a sedsala 21’ê ji her demê bêhtir bûye hêviya rizgariyê ji gelên Rojhilata Navîn re. PKK bi paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê, ji bo tevahiya mirovahiyê çavkaniya sûdwergirtinê ye. PKK li dijî rêxistiniyên dewletperestiya netewe, neteweperestiyê, bi mejiyê neteweya demokratîk temsîla çareseriya aştiayne û jiyana demokratîk dike. PKK bi nêrîna xwe ya jineolojîk li dijî mejî û çanda baviksalariyê tevgereke azadiyê ya herî bi îdîa ye. Li dijî sîstema modernîteya kapîtalîst, partiya me PKK yekane hêz e ku modernîteya demokratîk bi rêxistin kiriye. Em sala têkoşînê ya 46’an a PKK’ê bi daxwaz, biryardarî û coşeke mezin pêşwazî dikin.

Êrîşên tunekirinê yên desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ku bi piştgiriya xiyaneta PDK’ê hatin kirin, bi têkoşîna gerîla û gelê me hatin têkbirin. Planên ji bo tasfiyekirina tevgera civakî PKK’ê, mehkûmî têkçûnê ne. Li dijî şerê qirkirinê yê Erdogan ê faşîst, jin, ciwan û gelên Kurdistanê wê bi pêşengiya PKK-PAJK’ê rabin ser piyan û sala 2024’an bikin sala azadiyê ya Rêbertî.

Em bang li ciwanên Kurdistanê dikin ku bi jin û mêr tevlî nava refên azadiyê yên PKK’ê bibin, li dijî sîstema kapîtalîst şoreşê mezin bikin û heta azadiyê, jiyanê li dijî mirinê biparêzin.

Koordinasyona PAJK

ShareTweetSendShareSendScan

Herî Dawî

PKK’Ê FELSEFEYA JIYANA AZAD AFIRAND
Nirxandin

PKK’Ê FELSEFEYA JIYANA AZAD AFIRAND

May 19, 2025

Read moreDetails
PKK’BÛYÎN WÊ JI BO ME TIMÎ SERBILINDÎ Û RÛMET BE
Nirxandin

PKK’BÛYÎN WÊ JI BO ME TIMÎ SERBILINDÎ Û RÛMET BE

May 16, 2025

Read moreDetails
DIVÊ EM RÊBERTÎ RAST FÊHM BIKIN Û BI CIH BÎNIN
Nirxandin

DIVÊ EM RÊBERTÎ RAST FÊHM BIKIN Û BI CIH BÎNIN

May 16, 2025

Read moreDetails
SIYASETA DEMOKRATÎK BÊYÎ XWEPARASTINÊ NABE
Nirxandin

SIYASETA DEMOKRATÎK BÊYÎ XWEPARASTINÊ NABE

May 15, 2025

Read moreDetails
  • Destpêk
  • Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
  • Lêkolîn
  • Galerî

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk

No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
    • Perspektifên Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • TÜRKÇE

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk