Oy Delala Min
Arjîn Gerzan
Were perperîka min
Bifire li ezmanên bihara dilê min
Bibe dilopên barana ewrên vê biharê
Eşqa xwe di nav sedefên Munzur de biherikîne
Destûr bide ku Munzur evîna xwe
Di reşkên çavên te de biresimîne
Ta ku bi hevre biherikin
Ewê gul û giyayên welatê me şîn bikin
Ewê welatê me êdî gilî û gazindan sala neke
Delal xwe ji rondikên welatê xwe neparêze
Ewê te şil bike lê qet te nacemidîne
Wê dilopên êşa zarokên xwe li ser te bibarîne
Wê ji Kemal û Heqiyan dest pê bike
Heya Rojbîn û Fîdanan
Ji qêrîna zindana Diyarbekir
Heya kolanên parîsê
Ji cîgerên ku dinalin
Heya zarokên di destên wan de kevir
Wê bi axîneke kûr binale
Ûli çiyayên bedew li ser şopa şepalan
Wê bihejîne dergûşa xwedevanan
Wê ji te re bilorîne oo oy delala mın
Porsora min;
Wê bihêle ku jiyan ji nûve
Di damarên te de şax bide
Tu bûye dengê îsyanên bê deng
Dîrok çîrok a te li ser rupelên xwe neqişande
Win bûn sê dil û di bedenên cuda de lê didin
Lê li ser yek dozê win hevdû himêz dikin
Ewê bayê biharê bi xelekên porê Te re bileyze
Ewê dîrok hertim qala destana te bike
Tê her û her di dil û mejiyê mirovan de şîn bê