Nujiyan Wek Rêheval a Rêhevalan Zanî Par Ji Heqîqetê Bigre

0Shares

Rêhevala me, mîlîtana pêşeng ya Tekoşîna Azadiya Jinê Nujiyan Amed (Salîha Akbiyik) piştî têkoşîna bê sekin ya 30 salan gihêşte nava karvanên şehîdan. Hevala Nujiyan, di pêvajoyek ku Tevgera Azadiya Jin ber bi pêngavên mezin ve diçû, tekoşîna xwe gihandîbû asta herî jor, di sala 1993’yan ku bi şehadeta Rêheval Bêrîtan re Rêber Apo perspektîfa artêşbûna jinê daye de wek ferdekî westan nasnake di refên herî pêş yên tekoşînê de cihê xwe girtiye.

Rêheval Nujiyan di tekoşîna xwe ya 30 salî de dema cihê wê hat di xebatên leşkerî de di refên herî li pêş de cîh girt, li cihê wê hat jî wek fermandarekî jin di nava Şerê Gelê Şoreşgerî de navê xwe di Tevgera Azadiyê da nivîsandin. Cihê wê hat xebatên siyasî û civakî da meşandin.

Rêheval Nujiyan ji bo paradîgmaya Apo yî ku jê heya dawî bawerkir û di oxira wê de têkoşîn da de parazvaniya siyasî kir, bu yêk ji avakerên jiyana azad.

Rêheval Nujiyan bi tekoşîna xwe ya bêsekin wek kesayeta mîlîtan ya Apo yî ya tekûz bû mînak û navê xwe bi ked û fedekariya xwe ya mezin li dîroka têkoşîna me nivîsandiye. Rêheval Nujiyan zanîbû di dilê civakê de cihê xwe bigre, para xwe wek Rêhevala Rêhevalan ji heqîqetê bigre.  Xwe di warê bîrdozî, siyasî û leşkerî de her ku çu kûr kir, ezmûna xwe bihêztir kir û di sekna jina azad de her roj zêdetir bû xwedî hêz. Li gel van hemûyan di hemû kar û xebatên xwe de girîngî daye xebatên ziman, çand û perwerdeyî ya civakî. Tam jî li dijî zîhniyeta faşîst ya AKP-MHP ya ku li hemberî Kurdî bêtehemûlsizîya mezin û qedexeyan ferz dike, li dijî yên ku dest avêtiye nirxên çandî û govendê, dijî ya ku heman demî civaka Kurd bi asîmîlasyonekî mezin re derbas kiriye û hewildide li ser navê Kurdbûnê tiştek nehêle re bûye xwedî helwest û sekna mezin.

Ji bo ciwanên Kurd li dijî her cûre êrîşên li ser çand bêne perwerde kirin, ji bo bikarin li ser ziman û çanda xwe şîn û geş bibin bo xwediyê kedekî mezin. Li hemberî her cûre pêkanînên qirker û faşîzan xwe bi arastekirinê re sînordar nehişt, her mirovê ku nêzî wê bûyî re jî vê zanebûnê parve dikir.

Rêheval Nujiyan di jiyanê de her daîm bi Kurdî axaftinê re, bi terzê jiyana Kurdewarî de israrkirinê re, di kesayeta xwe de mayînde û jîndar kirinê re li her çar aliyê Kurdistanê bê rawestan kar û xebat meşand, ji bo rêhevalên xwe bo mînak. Bi vê seknê re ji jin û ciwanên Kurd re di mijara tekoşîna li dijî pêkanînên qirqirina çandî de bû rêzanekî mezin.

Rêheval Nujiyan bi hişyarbûn, hesasiyet û enerjiya mezin ya jin xwe beşdarî hemû kar û xebatan kir. Di wêjeya wê de nabe nînbû, yê çawa bê kirin hebû. Li cihê ku jêre dihate gotin yê qet nebe de bi enerjiya erênî û çêker ku belavî derdorê xwe jî dikir re her aliyê xwe dixist nava tevgerê. Çavên wê yên diberiqîn teyisandina tekoşîna şoreşgerî ya 30 salan bû. Di pêşengtiya jin de her ku çû xwe kûr kir, her ku çu bu fermandarekî milîtan yê pêşeng yê Tekoşîna Azadiya Jinê. Xwe di terzê fermandeya jin de kûr kir û ferqa xwe danî holê. Rêheval Nujiyan bu navê bedewî, sadebûn, dilovanî û hîsiyata jinê.

Rêheval Nujiyan ku di encama êrîşên nemerdane yên rejîma faşîst ya AKP-MHP gihêşte şehadetê bi tekoşîna xwe re ji mere mîrasekî mezin yê berxwedaniyê hiştiye. Îro berxwedaniya bêhempa ya ku gerîla di bin fermandariya Rêheval Nujiyan de nîşan dide rejîma faşîst mehkûmî wunda kirinê kiriye. Rejîma şerê taybet ku di warê civakî û siyasî de bi ti awayî meşruiyeta xwe nemaye li her qadê êrîşên xwe zêdekiriye û hewil dide kêliyên dawî yên hebûna xwe domdar bike. Pergala Qirkirina Îmralî ya li ser Rêber Apo tê meşandin bi awayek kûrkirî berdewam dike. Rojane bi dehan jin ji aliyê kujerên zilam yên dewletê birêxistinkiriye û piştgirî dide ve têne qetilkirin. Li Kurdistanê jî bi piştgiriya îxanet û nokertiya PDK-HÛDAPAR re êrîşên qirkirinê yên leşkerî û çandî berdewam dikin. Êrîşên nîjadperest li ser karkerên Kurd berdewam dike. Mirov ji ber ku Kurdî axivîne têne qetilkirin, ji ber ku nirxên xwe yên çandî parastine di girtîgehan de dîl têne girtin. Yekane reya ku van êrîşan vala derbixîne weke Rêheval Nujiyan ji berê xwe dayîna azadiyê derbas dibe. Li dijî pêkanînên faşîzan yên ku jiyana tevahî jin û ciwanên Kurdistanê her diçe tengav dike berê xwe dayîna qadên jiyana azad, têkoşîn û berxwedanê bilind kirinê re dikare ji Rêheval Nujiyan re layik bibin.

Em jî cardin soza bilindkirin û pêşxistina berxwedaniya bi têkoşîn û sekna Rêheval Nujiyan hatî ronî kirin didin. Em soza Şoreşa Jin bi înşa ya Jiyana Azad tacîdarkirinê dûbare didin. Em di serî de ji malbata Rêheval Nujiyan re, ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz de sersaxî dixwazin.

Koordînasyona PAJK

Attachment