Hacer Zagros
Civaka Sûriyê yek ji civakên Rojhilata Navîn e. Ev yek jî tê wateya ku çawa di Rojhilata Navîn de dewlemendiya çand, netew, ol, etnîsîte û baweriyên cihêreng heye, heman taybetmendî di civaka Sûriyê de jî tê dîtin. Netew, etnîsîte û baweriyên cuda li ser vê axê dijîn.
Ev aliyeke rastiya vî welatî ye. Ji milê din ve taybetmendiya herî girîng ewe ku li vê herêmê çanda civaka dayîksalar roleke bingehîn di rêxistin kirina civak û meşandina karên civakî, her wiha çareserkirina hemû pirsgirêkên jiyanî de leyîstiye û pir bi kûranî bandor kiriye. Her wiha şêwazê rêvebirina jinê ku bêyî cihêrengiyên heyî red bike, hiştiye ku bi awayeke hevbeş jiyan bi aheng bi hezar salan werê jiyîn. Lewma mirov dikarê bêjê ku bidespêkirina pergalên desthilatdar xiyaneta herî mezin li vê çandê hatiye kirin. Ev jî bû sedem ku ev civak ji rastî û nasnameya xwe ya civakî dûr bikeve. Hemû pirsgirêkên ku îro li vî welatî rû didin, encama vê wendahiya mezin in.
Pergala desthilatdar a ku bi Sûmeran destpê kir, nasnameya xwe ya zilamsalar û hişmendiya xwe ya serdest ku dibe sedemê parçabûna zayend û gelan diparêze. Ev zihniyeta ku bêtir wek zayendperestî û netewperestî derdikevê pêş, bûye sedem ku civak ji rastiyên xweyên mirovbûnê xerîb bimînin. Bi giştî civak, dinav civakê de jî herî bêtir jin û etnîsîte bûne wek eşyayekê di destên çîna serdest de ku çawa bixwazê wê karibê çarenûsa wan diyar bike. Ji xwe rûyê herî dawîyê vê pergalê dewlet-netewa nîjadperest di esas de li ser hîmê parçekirina civakê, çêkirina sînoran û pêkanîna komkujiyan xwe ava kiriye. Bi taybet piştî şerê cîhanê yê yekemîn bi hevpeymana Sykes-Pîcot a ku sînor dinava gelan de ava kir, zemînê Masontiyê û Modernîteya kapîtalîzmê ji bo temenê xwedi rêjbike û hêza xwe kombike pêşxist. Ji wê demê şûnve, gelên Sûriyê jî wek hemû gelên Rojhilata Navîn, li jêrdestên pergala desthilatdar a zayendperest ku xwe dispêre hişmendiya yek-rengî û yek destî, kete nav rewşa perçiqîn, talanbûn û parçebûnê.
Çawa ku di jorê de jî hate diyarkirin, civaka Sûriyê ango ew civaka ku xwedî şêwazê jiyaneke pir reng bû, bi demê re her ku rejîmek hat û ya din çû, an jî hukûmet guherîn kete nava rewşeke hîn xirabtir. Herî dawî jî di çarêka dawîya sedsala bîstan de, bihatina pergala BAAS ku zêdeyî çil sal e li ser hukmê, rewşa civakê aniye astekê ku êdî nema dikare tehemul bike. Jiber zaxtên desthilatdariya yek partî, yek netew, yek ziman û yek al bûye sedem hemû gelên Sûriyê Ereb, Kurd, Ermenî, Suryanî, Asûrî, Çerkez û her wiha tevahiya beşên civakî di rewşa qeyran û aloziyê de bijîn. Ev rewş gihîştiye asteke bilind a nerazîbûnên li hemberî desthilatdariyê. Li ser vê yekê taqîna gelemperî ya ku pêşketiye û destpêkirina şoreşê, ji bûyerên muhtemel bûn ku ji mêj ve dihatin texmîn kirin.
Hişmendiya zilamên desthilatdar û olîgarşiya navendî ku vîna gelên Sûriyê tine dihesibîne, di roja îro de gihîştiye asta hilweşînê û pêvajoyeke nû destpêkiriye. Gelên Sûriyê îro di pêvajoya serhildanê de ne, ango zayîneke nû wê pêş bikeve. Avabûna pergalekê ku nasname û vîna gel û zayendan nas bike, siyaseta ku di hundirê xwe de her kesî/ê hembêz bike û bihewîne; li gor cewhera vê axê ye. Lê niha di Sûriyê de pirsgirêka stratejîk; pêşengî û serkêşiya şoreşê di xeteke rast de were meşandine. Li gorî rastiya heyî di Sûriyê de ger ku siyaseteke avaker a demokratîk neyê pêşxistin, negengaze ku hemû aliyên şoreşê werin fêmkirin û dawî li aloziyan bê.
Cihêrengiyên mezhebî, etnîsîte û çandên ku di Sûriyê de îro serî hildidin, ger siyaseta demokratîk ku bikaribe wan hembêz bike nebe, wê demê dê pirsgirêkên heyî hîna zêdetir kûr bibin û wê bibê wek meseleya leyîstoka zivirandina heman topê. Yanî ger ku tenê hêzek an jî aliyeke refên şoreşê bibe desthilatdar, wê heman formula berê dubare bibe û piştî demeke kurt wê ev aliyê nû jî bişibe pergala hukimdara heyî. Çarenûsa şoreşên rizgariya netewî ku di dema derbasbûyî de qewimîn, wê dubare bibe. Ango ruxmî ewqas bedel, têkoşîn, hêvî û hewldanan, wê rewş bizivirê ser pergala desthilatdara zilamsalar û navendî. Di encam de ên ku wenda bikin dîsa wê gel û civak bin. Lewma ji bo ev yek neqewimê, ev trajedî neyê dubarekirin û ked, têkoşîn û xebata gel û berxwedêran vala neçe, gereke rêbertiyeke pêşeng a rast ji şoreşêre were kirin ku wê ber bi xeteke rast ve bibe.
Dema ku mirov mêzîn(denge) û hesabên ku ji bo Sûriyê têne kirin dişopîne, hîna baştir têdigihîje ku hêzên emperyal bi hemû îmkanên xwe ve di nav hewldanê de ne. Ji bo rêya ku xwe dispêre siyaseta ‘parçe bike û birêve bibe’ a ku di hevpeymana Sykes-Pîkot destpêkiribû neyê xetimandin. Hişmendiya modernîteya kapîtalîst hewl dide derketina siyaset û xebatên dijberê siyaset û hişmendiya xwe asteng bike.
Di vir de girîngiya avakirin û şopandina siyaseteke yekgirtî û avakirina eniyeke netewî ya demokratîk ku rêbertiya şoreşê bike û pergaleke demokratîk di Sûriyê de avabike heye. Nexwe wê pirsgirêkên heyî hîn zêdetir kûr bibin, wê rijandina xwîna bi hezaran mirovên bêguneh dewam bike. Jixwe ya herî zêde li vir wenda bike dîsa wê jin be. Lewma jî tê xwestin ku jinên li Sûriyê û bi taybet jinên cihê xwe bi rengeke stratejîk û çalak di nav refên şoreşê de û avakirina pergala demokratîk de bigrin. Şoreşê bi reng û taybetmendiyên xwe bixemilînin, bibin xwedî îdea û hewldana avakirina civakê li ser esasê vegerandina îrade û nasnameya xwe.
Jiber ku jina Kurd di Rojavayê Kurdistanê de xwedî îdeolojî û rêxistineke siyasî û demokratîk e û cihê xwe bi awayeke çalak di nav xebatên azadî û demokrasiyê de digre, jê tê xwestin ku wek pira ku hemû netew, gel û baweriyan bigihîne hevdu rol bileyîze. Ew tabloya di cewher de kombuyîna gelek rengane, zindî bike. Bi vê yekê re jin dikare yekîtiya netewî ya demokratîk di Sûriyê de biser bixîne.
Civaka Sûriyê, îro pêdiviya wê bi jiyaneke hevbeş heye ku hemû cihêrengiyên çandî, hizrî û bawerî wekhev û azad bijîn. Ev li milekê, ji milê din ve jî ger yekîtiya di nav jinên Sûriyê de bi giştî çênebê û jin di nav çalekiyên şoreşê de cih negirin, nemumkine ku pergala zilamsalar a desthilatdar birûxe. Jin wê nikaribe bigihîje pergaleke demokratîk ku li gor pêdiviya demê ji bo tevahiya beşên civakî yên Sûriyê hewce ye.
Ji aliyeke din ve jî yek ji mijara herî girîng a ku çarenûsa şoreşê di Sûriyê de elaqedar dike rewşa ewlehî û parastina rewaye. Jiber tişta ku di bin navê dijberiya pergalê û berxwedana li hember wî tê kirin, ji aliyê hin grûbên çekdar ve tê pêşxistin ku ev alî bi alîkariya hêzên derve birêxistin dibin. Jixwe pratîka van çeteyan jî li ber çavan e. Bêkontrol êrîşî her kesî/ê dikin. Ev derdor, berovajiya armanca ku îdea dikin tev digerin. Bi armanca gihîştina desthilatiyê ku bikaribin daxwaziyên xwe yên takekesî û polîtîkayên hêzên derve pêk bînin, şer gur dikin. Li hember vê yekê, gerek dike hişyarî hebe. Bi taybet jî jin bikeve ferqa van lîstokan. Pêwîste were zanîn ku ev rewş xeteriyeke mezine. Ev çi ji bo ewlehiya heremê, çi ji bo çarenûsa gelan, çi jî ji bo civaka Sûriyê xeteriyeke mezin e. Jixwe tê zanîn ku dewleta Tirkiyê û hin dewletên Ereb ên ku bi pergala kapîtalîzmê, DYE û YE ve girêdayî ne, di bin navê muxalefetê de destek didin van koman. Çek û alavên leşkerî ji bo wan temîn dikin. Vê jî tenê jibo berjewendî û hin hesabên xwe dikin, ti armancên wan ku alîkariya gelên Sûriyê bikin tine ye.
Li vir pêwîste ku gelênSûriyê, bi taybet jî jin pergala xwe ya parastina rewa birêxistin bikin û her wiha di tevahiya qadên siyasî, civakî, huqûqî û ewlehiyê de xebatên xwe pir xurt bidin meşandin. Jiber di berxwedanî û parastina li hember her curê êrîşên derve û hundir, ev rêbaza herî rast e. Dema ku ev werin kirin, pêdivaya gel bi ti hêzeke derve namîne. Ew yek jî bi rabûna jinên Kurd, Ereb, Ermenî û hemû jinên ku li vî welatî dijîn re dibe. Bi yekbûna wan bi hevre û bi avakirina pargala xweser re dibe. Jiber rastiya ku pêwîste were dîtin û zanîn; çi li Qamîşlo be, çi li Helebê be, çi li Şamê an jî li bajarên mezin û biçuk ên vî welatî be, jinên Kurd, Ereb û yên din ku li gel hev dijîn, rojane di nava têkîlî û parvekirinê dene. Li vir Kurd bi zimanê Erebî jî dipeyîvin, Ereb bi zimanê Kurdî jî dipeyîvin, Ermenî Kurdî dizanin û Kurd bi Ermenî dizanin. Her wiha ji bo avakirina civakeke netewî ya demokratîk û azadiya zayendî, di dereceya yekemîn de şarte ku jin rêxistinên xwe saz bikin. Bi hevre li ser esaseke demokratîk avaniyên civakî, aborî û ewlehî bidin avakirin. Jibo ku bi hevre li hemberî pergala zilamsalar û kiryarên qirêj ên hêzên derve -ku hewldidin bi navê cihêrengiya bawerî û mezhebî nakokiyan pêş bixin, bi navê mudaxelekirina pevçûnên hundir jî ji xwe re li zemînê mêtingeriyê digerin, biser bikevin hewcehiya birêxistinbûneke xurt heye. Lewma li hembervan metirsiyan, teqez pêdivî bi parastineke hevbeş a hemû nîştecihên vî welatî heye. Ger ku civak xwe bigihîne yekîtiyeke demokratîk wê welatê Sûriyê careke din bigihîje nasnameya xwe ya dewlemend. Ev welatê ku parçayek ji rastiya civaka komînal bû, wê dîsa bigihîje civakeke demokratîk û komînal. Bi rêya rêxistinkirina civaka exlaqî û polîtîk wê cewhera xwe ya veşartî nûjen bike.