Roj derbas nabin ku nûçeyeke qezayên kar ên bi mirina çend mirovan dernakevê. Her roj ji deverekê Tirkiyeyê agahiya qezayeke din derdikeve pêş. Hê birînên Somayê nehatibûn pêçan îcarê li Karamanê bûyereke bi heman rengî qewimî. Bi sedan mirov (bi piranî jin) li ber deriyê kana komurê li hêviya agahiyeke ji zû ve ye hêvî jê nemaye disekinin. Dîmenên mirovên perîşan, dayîk û hevjînên çavên wan tije hêstir… Zarokên çavên wan li hêviya bavê wan ê ku her êvar an jî berdestê sibê, di nav tenî û toza komurê de vedigeriyan malê.
Çapemeniya di xizmeta desthilatdariya hikûmeta AKP û hevkarên wê de ye bi heyecan zend û bendên xwe badane û li ser kar in. Çawa be wê nûçeyek bigihînin navendên xwe û ragihînin raya giştî! Carê mîkrofona xwe didin ber dayîkeke kurê wê an jî jineke ku hevjînê wê di kana madenê de di bin ax û heriyê de maye. Hinek ji van jinan axaftin ji wan nayê; ewqas mit bûne ku dev û ziman li wan nagerê, ziwa bûne. Naxwazin bawer bikin ku wê careke din hevjînê xwe, bavê zarokên xwe, hevparê jiyana xwe nebînin. Hinek ji wan jî qala perîşaniya xwe dikin û bi her axînê re hezar hêstir ji çavên wan dibarin. Kul û derdên xwe vedibêjin û vedibêjin naqedin. Kîjan dest pê dike aliyekî kambax ê jiyanê tîne ziman.
Her çîrokek trajediyek bi serê xwe ye. Pirsgirêk tê û diçê li dora pirsgirêka aboriyê dizîvirê. Karkerên di van kanan de dixebitin hemû jî ji ber zehmetiyên debara jiyanê mecbûr mane ku di van şertên hanê û evqas di bin erdê de bixebitin.
Hemwelatiyên Tirkiyeyê di vê pergalê de di nav şert û mercên newekheviyeke dijwar de dijîn. Ji aliyekî ve komek (ji sedî 20 jî nînin) patron, karbidestên bi piranî li ser keda karkerên xizan dewlemend bûne. Her cure xerîdariya bêhesab ji xwe re layiq dibînin. Lê aliyê din jî hemwelatî (ji sedî heştê) her roj di nav keft û lefta debara xwe û malbatê de bi her aliyî ve dibezin. Karker di sendîqayan de birêxistin dibin lê nikarin bi rêya van rêxistinan doza mafên xwe bikin. Ji ber ku dewlet bi tevahî li aliyê xwediyên kargehan e. Kesên ku şert û mercên kar ên giran qebûl nekin dora rojê datînin ber derî, bêkar dihêlin. Çawa be di dorê de ji bo heman karî bi hezaran kes hene ku razî ne bi heqdestekî kêmtir jî bixebitin.
Li gor îstatîstîkên ku Saziya Îstatîstîkan a Dewleta Tirk di meha mijdarê de weşandin; li Tirkiyeyê rêjeya bêkariyê derketiye ser ji sedî dehan. Yanê ji heft milyonan zêdetir mirov bêkar in. Ew jî li gor dane û agahiyên fermî yên dewletê. Ev hejmar her ku diçe zêdetir jî dibe.
Zêdebûna vê hejmarê ji aliyê polîtîkaya aboriyê ve bêîstiqrariyekê nîşan dide. Rewşa krîz û aloziyê êdî nayê veşartin. Polîtîkayên tenê ji bo ji sedî bîstê (dewlemendan) hemwelatiyan tên diyarkirin û meşandin bivê nevê wê encamên wiha derxîne holê. Di encam de yên ku mexdûr dibin; gelê bêrêxistinkirî, muxtacî xebata nanozikoyî kirine ye.
Nirxandinên propagandîst ên hikûmeta AKP’ê bi tu awayî nikarin ser vê rewşê bigirin. Her carê dixwazin bi awayekî rojevê biguherînin lê feydeya xwe tune ye. Carê agahiya mirina bi dehan karkeran bi ser hemû rojevan dikeve.
Niha weke Jinelojî em bûyerên bi vî rengî bi her aliyî ve berfireh digirin dest û dinirxînin. Ji ber ku mîna tevahî bûyer, qewimîn û pirsgirêkên civakê ev jî bi tevahî mijarên me bi xwe ne. Rewşa ku di roja me de dertê holê em bi şêwazê jinê, ji dîrokê ve digirin dest û tevî hemû paşxaneya wê ji nû ve dinirxînin. Ji ber ku her bûyer û pirsgirêk ji bingeha dîrokî qut nîne, heta encama paşxaneya dîrokî bi xwe ye.
Beriya her tiştî pêwîstî bi nirxandina sosyolojiyeke nû heye. Li holê civakek heye, lê pênaseya vê civakê şaş hatiye kirin û ev şaşî hê jî berdewam dike. Ji ber vê yekê jî ev civak gihîştiye asta îflasê. Piştî Şerê Rizgariyê yê Anatoliya Navîn Komara Tirkiyeyê hat damezirandin. Ji du sed salên dawîn ve ye sal derbas nebûye ku li aliyekî Tirkiyeyê şer û pevçûn nebûye. Hemû gelên li ser axên Tirkiyeyê bi hev re jiyan dikin mil dane hev û dagirkerên Rojavayî ji ser axên xwe derxistine. Lê piştre jî hemû (ermen, rûm, kurd, laz, çerkez, pomak û yên din) di aşên qirkirinê re derbas kirine. Polîtîkayên neteweyek, alek, zimanek, gelek ên dewleta netewî xistine meriyetê. Û li ser vî kavilî dest pê kirine û neteweyeke nû înşa kirine.
Di pênaseyê de şaşiya herî mezin jî di dema vê înşayê de hatî jiyankirin. Înşa bi tevahî li ser nirxên civaka Rojava hatine kirin. Li gor vê jî di civakê de sererastkirinên cur be cur hatine kirin; mîna şoreşa cil û bergan, şoreşa tîpên elfabeyê, girtina teke û dergahan û hwd. Ji ber ku civaka xwe li hember Rojava biçûk û paşketî dîtine xwestine bi carekê ve civakê biguherînin. Çand û nirxên bi sedsalan, hezar salan in li ser vê axê hatine hunandin tune hesibandine. Guherînên şeklî esas girtine. Gotine qey bi guherînên şeklî wê ruh û nirxên civakê jî biguherînin. Jixwe armanca bingehîn jî gihandina şaristaniyên muasir, Rojavayî ye. Gelekî ku bi piraniya xwe gundî bûye xwestine nûjen, modern bikin.
Damezrînerê komarê Ataturk, ji bo moralê bide gundiyên xizan û zarokên xwe hemû di şerên dawîn de winda kirine gotibe “gundî efendiyên miletê ne” jî armanc her nûjenkirin bûye. Qismeke hindik bi lez û bez ketiye ser rêya vê nûjeniyê û çîneke navîn hê ji wê demê ve hatiye amadekirin. Gelê mayî jî ji bo li gor guherînên hatine kirin gav neavêtine, vê jiyanê qebûl nekirine her cure ceza li wan hatiye birîn. Mînaka vê pêkanînê ya herî dijwar; gelên ji bilî tirkî bi zimanê xwe axivîne –bi taybetî kurdî- cezayê pere li wan hatiye birîn.
Civakeke ku heta wê demê bi tevahî nirxên xwe, di nav hev de, her kes li gor çanda xwe jiyane li gor polîtîkayên tek-kirinê civakbûna wan ji hev hatiye belavkirin. Serhildanên dijberî vê polîtîkaya dewleta neteweyî bi qirkirinê hatine perçiqandin û belavkirin. Serhildana Şêx Seîd, Seyîd Riza, Serhildana Agiriyê, Serhildana Ethemê Çerkez û hwd. ji vana tenê çend ên sereke ne. Rûm, ermen, kurd, laz, çerkez her yek bi aliyekî ve hatine sirgûnkirin. Di nav lepê qirkirinê de civakê ji civakbûnê derxistine.
Niha jî li gor vê civaka ku xwestine ava bikin nirxandinên sosyolojîk dikin. Lê kîjan aliyî pîne dikin aliyekî dinê ji derve dimîne. Ji ber ku civakê ji heqîqeta wê dûr xistine, ji civakbûnê derxistine. Heta ku mafên mirovî, çandî yên hemû gelên li Anatoliya Navîn bi fermî neyên naskirin û pênasekirin, her kes di vê civakê de bi nirxên xwe yên eslî cî negire, ji qirkirinên heta niha hatine kirin lêborîn neyên xwestin wê rewşa heyî xerabtir bibe. Kaos û alozî kûrtir bibe. Gava yekem divê li ser vê rastiyê were avêtin.
Dîsa mijara ekonomiya komunal û demografya di van bûyerên dawîn de careke din derdikeve holê ku nirxandin, sererastkirin û çareseriyên bingehîn pêwîst dikin.
Civakek ku xwedî aboriyeke komunî nebe, hemwelatiyên wê di komunan de xwe birêxistin nekin wê tu car ev bûyer ji rojevê kêm nebin. Ew dîmenên ku me di destpêka nivîsê de anîn ziman wê her tim lê her zêdetir bibin û dubare bikin.
Bi taybetî û bi girîngî, bi lez û bez çandinî û sewalkarî divê were zindîkirin. Hilberîna çandiniyê were esasgirtin û teşwîqkirin. Ji bo geşkirina wan divê derfet werin avakirin. Li Kurdistanê astengiyên li pêşiya vegera gundan werin rakirin.
Di rewşa heyî de mirov nikare behsa civakîbûneke şêniya (nifûsa) di bajaran de zêde zêde gihane hev bike. Her pirsgirêkên civakê ew qas zêde bûne ku êdî li van deran nayê jiyankirin. Mirovên ji axê qut bûne zêdetir ne afirîner lê xerîdar in (xerc dikin). Ji bo hilberîner bibin û civakîbûna xwe ji nû ve ava bikin bi rêya komunên taxan û meclîsan dikarin xwe birêxistin bikin.
Ji bo vegera gundan divê polîtîkayên cidî werin pêşxistin. Civaka gund û mirovên gundî bi piranî hê bi çand û nirxên komunî dijîn. Yanê komunalîteyeke xwezayî heye. Pêşxistina vê komunalîteyê, gel li ser van esasan birêxistinkirin wê bike ku modernîteya demokratîk were jiyankirin.
Ev hemû tespît, kar û xebatên me diyar kir destpêkê teoriyeke xurt dixwazin. Ji ber ku civak her kêlî di bin bomberana îdeolojîk a desthilatdariya mirov dike kole de ye. Zanista jin û jiyanê Jineolojî di avakirina vê teoriyê de hemû daneyên xwe ji civaka xwezayî digire. Bi lêkolîn, nîqaşên bi akademîsyen, gel û her beşên civakê re werin kirin wê zanista Jineolojiyê pêşve bibe. Her kesê di van xebatan de cî bigire di heman demê de wê di înşakirina civaka demokratîk, ekolojîk û azad, yanê di karekî bi rûmet de jî cî bigire.
Sema Amed