Amadekar: Nûjiyan Erhan
Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan saleke xwe tejî kir. Tecrît roj bi roj girantir û dijwartir dibe. Gelê Kurd ji bo Rêberê xwe li ser lingan e. Di heman demê de Tevgera Azadiya Jinên Kurd û Tevgera Azadiyê hemleyên nû ji bo azadiya Ocalan dane destpêkirin. Di qada gêrîla de jî ji bo azadiya Ocalan û naskirina statûya Kurdan pêngavên şoreşgerî destpêkirine. Li Şemzînanê nêzî 18 rojin tevgereke berfireh a gêrîla heye û herêm ji hêla wan ve dorpêç bûye. Şemzînan di bin kontrola gêrîlayan de ye.
Her wiha li Çelê jî operasyonên şoreşgerî têne lidarxistin. Dewleta Tirk û hukûmeta AKP’ê li hemberî hemleyên gêrîla ketine nava tengasiyekî pir mezin. Dîsa yek ji tengezariya wan a herî mezîn jî li hember pêşketinên li Rojavayê welat derketine pêş e. Li dijî destkeftiyên Kurdan ketine nava tirs û fûkarên giran. Hem ji bo yekîtiya ku di nava Kurdan de hatî çêkirin xirab bikin, hem jî ji bo binketina xwe ya li hemberî gêrîla veşêrin, dest bi hevdîtinên berfireh kirine. Di derbarê van mijaran de me nirxandinên endama komîteya Jineolojiyê rêhevala Leyla Agirî girtin û ew bi we re parve dikin.
N. Erhan: Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan selek derbas kir. Gel û gêrîlayên Kurdistanê li hember vê rewşê di nava çalekiyan de ne. Ruxmî hemû hewldanan jî dewleta Tirk tecrîdê girantir dike. Li gorî we armanca dewleta Tirk ji vê pêkanînê çiye?
L. Agirî: Hûn jî dizanin di 27’ê Tîrmehê tecrîd salek timam kir. Ji bo tecrîd girantir bibe hukûmeta AKP’ê polîtîkayeke bi plan da meşandin. Di nava salekê de di serî de parêzerên Rêbertî, gelek xebatkar û siyasetmedar di bin navê operasyona KCK’ê de hatin girtin. Qirqirineke siyasî bi dijwarî hate meşandin. Ne tenê Kurd hemû kesên ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd dixebitîn, hatin girtin. Kesên akademîsyen, dost, sempatîzan hatin binçavkirin. Kê nêzî Kurdan bû bi êrîşeke tund re rûbirû ma. Di kesayeta Rêbertî de tevahî gelê Kurd di bin tecrîdekê de ye. Kêmasiya me çibû? Ruxmî ku hewldanên me hebûn jî, di encam de me nekarî di nav vê salê de tecrîda li ser Rêbertî rabikira. Ev ji bo me xaleke ku em rexnadayîna xwe bidin. Ev di me de êşandineke pir mezin da avakirin. Nêzîkatiya ji Rêbertî re xala şer û aştiyê ye. Ev ji hêla dewletê ve pir eşkere tê zanîn. Ji bo vê jî rêxistina me hemû pêvajo nirxand. Me çi biryar da. Me got ku heya em hemleyekê nedin destpêkirin, em nikarin tecrîdê bişkênin. Ji ber ku di hundirê salekê de me çiqas hewldanên aştiyê pêş xistin jî, dewlet ewqas tecrîd giran kir. Kete nava hesabên cuda ji bo di Rojhilata Navîn de ji xwe re ciheke cuda çêbike. Ev nêzîkatî hişt ku em careke din hin mijaran binirxin û bigihîjin biryarên nû. Di platformên cûr be cêr de cardin ji ber rewşa Rêbertî, bi nazenînî û berfirehî taktîkên me hatin bidestgirtin. Me got di vê pêvojoyê de divê bi awayeke hamleyî de em derketinekê çêbikin û bikaribin tecrîdê bişkênin, azadiya Rêbertî misoger bikin û bikaribin li hemberî êrîşên pergala desthilatdar xwe biparêzin.
N. Erhan: We jî da diyarkirin tevgera jin û tevgera Azadiyê ji bo azadiya Ocalan hemle dane destpêkirin. Di vê pêvajoyê de di qada gêrîla de jî wek pêngavekî operasyonên şoreşgerî destpê kiriye. Armanca van operasyonan çiye?
L. Agirî: Di serî de ez dixwazim vê bibêjim ku ev 17- 18 rojin li Şemzînan û 5-6 rojin jî li Çelê hevalên ku beşdarî operasyona şoreşgerî bûne, ez wana bi dil û can slav dikim. Di xebata wan de serketinê dixwazim. Pêdiviyeke jiyanî bi vê pêngava şoreşgerî hebû. Ev pêngav bi şêwazeke radîkal wê berdewam bike. Armanca esasî ya vê pêngavê azadiya Rêbertiya me ye. Heya azadiya Rêbertî pêk neyê, tevgerên leşkerî û siyasî berdewam bikin, wê têkoşîna me jî bênavber bidome. Jixwe heke em li dîroka dema borî jî mêze bikin em ê bibînin ku dewleta Tirk li hember tevgara me rêbazên şer bikar aniye. Salên demdirêj li hemberî Kurdan konsepta înkar û îmhayê esas girtin. Hin hukûmet wer nîşan dan ku dixwaze pirsgirêkê çareser bike, lê belê di bingeh de ne wisa bû. Li jêr van nêzîkatiyan de jî hesabên cuda hebûn. Bi hukûmeta AKP’ê re ev rêbaz cardin derkete pêşberî me. Bi giştî li hember me Kurdan rêbaza şerê taybet her hatiye bikaranîn. Ev nêzîkatî jî jixwe çareseriyê nayîne. Bi vê re girêdayî di pêvajoya borî de binketina Pilingên Tamîl an jî em hîna ronîtir bêjin, bi komployan re qetlkirina Tamîlan, hukumet jî xiste nava nav liv û tevgerê. Wisa hesibandin ku dikarin tevgera me jî bi wan rêbazan tine bikin. Lê belê em ne rêxistina Tamîl in. Di nav du salan de hemû teknîkên leşkerî li ser Herema Parastina Medya hatiye bikaranîn. Di serî de çekên kîmyewî, top, hewan, obîs, bombarana balafiran û hwd. Çiyayên Kurdistanê bihost bi bihost bombe kirin. Operasyonên leşkerî ne li bakur ne jî li başur sekinîn. Bêguman gelek hevalên me yên hêja di van operasyonan de şehît bûn. Li hemberî van operasyon û şehadetan me jî xwe ji bo bersivdayînê amade kir. Îro hem jî bo hilanîna tola şehîdên xwe, hem jî ji bo bêdengiya li ser tecrîd û qirkirina siyasî bişkênin û dawî li polîtîkayên dijmin bînin, ev operasyonên şoreşgerî têne lidarxistin. Armancs me ewe pêşiya polîtîkayên înkar û tinekirinê yên qirêj bigrin. Em bikaribin hêz û vîna xwe careke din ji hemû cîhanê re bidin nîşandayîn. Em bikaribin tola şehîdên xwe rabikin. Nirxandinên cuda cuda jî têne kirin. Lê belê ev operasyon pir meşrû ne. Kes nikare van operasyonan bi awayeke din binirxîne. Em ji bo mafê gelê xwe têkoşîn didin. Ji bo mafê me yê xezayî em mecburin tê bikoşin û parastina xwe bikin. Lewma jî ev operasyonên şoreşgerî rewa ne. Li hember ewqas êrîşên dijmin, em nikarin bêdeng bimînin. Em hêzeke gerîla ne. Hêza gêrîla tê çi wateyê? Tê wateya parastina azadiyê. Di milekî de nirxên me yên siyasî, nirxên me yên menewî têne pelçiqandin -ku nirxa me ya sereke Rêbertî ye-, Di mileke din de jî bi operasyonan ji hêla fîzîkî ve jî dixwazin me tune bikin. Di kolanan de li jin, zarok, pîr û kalan dixin, parlementerên Kurd ji polîsan şîdet dibînin, ev hemû nêzîkatî hinceta me ya têkoşînê ne. Ruxmî hemû hewldanên me ji bo çareseriyeke mayînde, dext û zordestiya dewleta Tirkiyê zêdetir dibe. Ji bo vê jî pêngaveke wisa wek pêwîstî hate dîtin.
Em heke temaşe bikin îro di şerê Şemzînanê de artêşa Tirk têk çûye. Hêza artêşê şikest. Li hemberî hêza gêrîla artêş şikestinekî pir mezin jiya. Wendahiyên gêrîla zêde didin nîşandan ku lewaziya xwe veşêrin, encax hemû cîhan dibîne ku dewlet û artêş çiqas tengav bûne. Lewma jî em dibêjin operasyonên şoreşgerî armanca wan diyar e û wê berdewam jî bikin.
N. Erhan: Di çalekiyên Şitazin, Şemzînan û ya Çelê de gelek leşkerên Tirk hatin kuştin. Lê belê di çapemeniya Tirk de hijmarê her kêm didin û tenê navê serfermandar an jî kesên rûtbêyê wan bilind e, tê dayîn. Çima navê kesên din naye dayîn û li gorî vê çawa wendahiyên xwe vedişêrin. Malbat û mirovên wan kesan çawa bêdeng dikin?
L. Agirî: Hukumeta AKP’ê di Tirkiyê de beşên li hember wî bisekine, an jî mûxalefet bike nehîşt. Ne tenê Kurd, li hember kesên mûxalîf jî heman nêzîkatî reber kir. Xwendevanekî/ê ku perwerdeya bêpere bixwazi jî nehîşt. Hemu kesên wek xeterî dît xiste bin çavan. Niha li Tirkiyê kesekî ku bikaribe pankartekê veke, durûşmeyekê biavêje nemaye. Ji ber ku ev kirin suç in. Vê şêwazê jî hişt ku muxalîf nemînin û kesên ku dixwazin xwe bidin jiyandin, bibin xulamê AKP’ê. Yek ji qada ku di xwezaya wê de mûxalefet heye ango çapemenî jî bû berdevka AKP’ê. Ev qad jî nema dikare derveyî tiştên ku AKP dibêje, tiştekê biweşîne. Nikarin rastiyan eşkere bikin. Îro di çapemeniya Tirkan de yê ku li ser esasê rêgezên çapemeniyê kar dikin pir kêm in. Ji bo ku heqîqet neyê dîtin, rastiyan reş dikin. Ev rêbaz ji hêla desthilatdaran ve herdem tê bikaranîn. Ev xwîna ku îro dirije berpirsyara wî hukûmeta AKP’ê ye. Bêguman çapemeniya ku rastiyan vedişêre jî dibe hevkarê gunehên Erdogan.
Di vê pêvajoyê de di binyada artêşê de gelek guhertin hatin çêkirin. Artêşa leşkerên bi pere avakirin. Leşkerên bi pere kar dikin beriya ku bikevin nava kar, hevpeymanekê îmze dikin. Di wê hevpeymanê de madeyek heye ku dema ew mirin, wê navê wî nayê eşkerekirin. Ango dema ev leşker werin kuştin ji raya giştî re eşkere nakin û malbatên wan jî nikarin ji kesî/ê re bêjin. Bi piranî ji ev artêş ji bo operasyonên li Kurdistanê têne şuxulandin. Jixwe ji bo li hemberî me şer bikin ev artêş hatiye avakirin. Em berê xwe bidin di Şemzînanê de ji sedî zêdetir kuştî hene, lê nabêjin. Ji ber piraniya wan ji vê hêza kirêgirtî pêk tên. Di çelê jî ewqas leşker hatin kuştin, encax hajmara rast nedan. Lê belê li gorî agahiyên ku çavkaniyên heremî didin, bi dehan ambûlansan cenazeyên leşkeran rakirine. Ji milekê ve wendahiyên xwe vedişêrin, ji milê din ve jî wendahiyên gêrîla zêde dikin ku raya giştî û civaka xwe bixapînin. Ji ber ku artêş hêza xwe wenda kiriye. Ji bo ku di çavên gel de xwe mezin bidin nîşandan hejmaran li gorî xwe zêde û kêm dikin. Jixwe wendahiyên me çine, HPG rojane eşkere dike.
Di vê pêvajoyê de AKP gelek tengav bûye. Ji bo ku rewşa wan neyê dîtîn, dibêjin nizanim kîjan dewlet alîkariya PKK’ê dike. Bi derewên wisa encax bikaribin xwe bixapînin. Ev 40 sale dewlet bi me re şer dike. Wek ku me nas nakin, nizanin em li ser ti hêzan xwe nadin meşandin. Ev tevger hêza xwe tenê ji gelê xwe, ji Rêbertiya xwe digre. Hemû cîhan vê rastiyê dizane ku arteş û AKP li Şemzînanê binkeftiye. Ya girîng ewe ku rastiyên heyî em derxin holê, derewên hukûmetê ji cîhanê re eşkere bikin.
N. Erhan: Hukûmeta AKP’ê bi cîranên xwe re û di polîtîkaya xwe ya derve de jî gelek nakokiyan re rûbirû ye. Herî dawî ji bo yekîtiya ku li rojavayê Kurdistanê pêk hatiye xirab bikin, wezîrê karê derve Ehmed Davutoglu çû Başûrê Kurdistanê. Bi hin kesan re hevdîtinên veşartî jî kir. Hûn çûnna Davutoglu ya Başûr çawa dinirxin?
L. Agirî: AKP li Rojhilata Navîn xwest xwe wek modelekê bide pêş. Wek Osmaniyan xwest xwe bi giştî mîna împaratoriyekê bide rûnişkandin, elbet bi piştgîriya dewletên desthilatdar. Erdogan jî kete hewaya împarotorekî. Li gorî planên Emerîkayê Tirkiye wek modela dewlet û Erdogan jî modela Rêber hate hilbijartin. Ji ber ku Erdogan û Tirkiye taşeronên hêzên hegemonîk in. Kî/kê hêz be bila bibe dema bi piştgiriya hinekan bimeşe, bi demê re wê bin bikeve. Jixwe rewşa Tirkiyê jî li ber çavan e. Siyaseta wan a navnetewî îflas kiriye. Beriya demekê Erdogan çû Rûsyayê bi Pûtîn re hevdîtinek çêkir. Pûtîn wisa lê kir ku nehîşt Erdogan biaxive jî. Erdogan di destpêkê ewçend hate werimandin, niha jî her ku diçe diçilmise. Rastiya Erdogan û AKP’ê jî wisa ye. Di aliyê dîplomatîk û têkîliyên navnetewî de polîtîkayên AKP’ê îflas kiriye.
Di aliyê din de li rojavayê Kurdistanê gelê Kurd pergala xwe ya xweser avakir, ev ji hêla hukûmta Erdogan bi tirseke mezin hate pêşwazîkirin. Gelê Kurd li vir xweseriya xwe îlan kir. Niha li her derê rêveberiyên heremî têne rêxistinkirin. Şoreşek heye û gele me yê li wê derê, ev şoreş di encama têkoşîna xwe ya bi salan bi dest xist. Niha herkes li gorî xwe heseban dike li ser rojava. Rêxistinên li başûr jî hesaban dikin. Di rojava de hêza herî rêxistinkirî TEV-DEM û partiya PYD’ê ne. Di pêvajoyeke bi vî rengî de ku li Rojhilata Navîn gelek guhertin çêdibin û Kurd jî statûya xwe bi dest dixîne de, yekîtiya netewî pêwîst e. Di nêzîkatiya me de xwestek û israr di avakirina yekîtiyê heye. Lê belê divê hêzên ku em bi wan re yekîtiyê ava dikin jî li gorî berjewendiyên netewî tev bigerin. Encax, di hevdîtînên veşartî yên bi Davûtoglu re hatin kirin de jî me dît ku hin alî hesabên şaş dikin. Ev tevger ji hesabên şaş re destûr nade. Em yekîtiya netewî dixwazin, lê li ser esasa hin pîvanan divê ev yek were çêkirin. Di yekîtiyê de kes nikare li gorî berjewendiya xwe tev bigere. Konseya bilind li rojava hate sazkirin. Ev konsey ji tevahiya karan berpirsyar e. Her du eniyên Kurd jî û pir rêxistinên din jî di nav de cih girtin. Ev pêşketineke baş e. Lê belê ji meclîsa nîştîmanî bê ku agahiya hemû endamên konseya bilind hebe bi Davûtoglu re hevdîtîn hate çêkir. Davûtoglu ji bo çi hatibû, herkes vê dizane. Ev polîtîkayeke qirêj e. Pêşketinên li rojava çêdibin encama têkoşîna me ya 40 salan e. Ev şoreş encama vê kedê ye. Kes nikare erzan nêzî vê kedî bibe. Ji ber vê jî pêvajo pir hesas e. Divê li ser esasê destkeftiyên netewî têkoşîn were bilindkirin. Zemîn ji bo lîstokên ji derve re neyê hiştin.
N. Erhan: Dema ev hevdîtin hatin çêkirin, gelê Hewlêrê helwesta xwe dane nîşan dan, Konseya Bilind a rojava jî yekîtiya xwe cardin îlan kir. li gor we Davûtoglu dest vala zivirî Tirkiye an na?
L. Agirî: Jixwe Davûtoglu ji vê hevdîtinê ti encam bidest nexist. Di çapemeniyê de hinek alî propaganda dikin lê bingeha wan vala ye. Rêbaza aliyê Meclîsa Nîştîmanî şaş bû. Heke pêwîst dikir hevdîtin were çêkirin, diviyabû hemû konsey biryara vê bidana. Heke ji niha ve perçebûn çêbibe, ev konsey nikare gelê xwe jî biparêze û tiştek jî bidest bixe. Ew berteka ku gelê Hewlêrê da nîşandan pir bi rûmet bû. Helwesta gelê me li Hewlêrê hişt ku hesabên şaş eşkere bibin. Gelê me êdî gihîştiye vê zanebûnê, ji lîstok û komployên cuda re rê nade. Ji ber ku gelê me rêxistinkirî ye, di asteke bilind de jî zane ye. Em dixwazin netewa demokratîk pêşbixin û xurtir bikin. Israr û têkoşana me li ser vê ye.
Davûtoglu ji ber tiştek bi dest nexist, êrîşê PDK’ê dikin. Encax em Kurd bibin yek û yekîtiya xwe ava bikin, wê ti hêz li hemberî Kurdan nekaribe bisekîne û Kurdan binbixe. Lê heke em pişta xwe bidin hêzên derve û yekîtiya xwe xirab bikin, em ê bibin maşayê hinekan û wenda bikin.
Kesek ku nikaribe pirsgirêka xwe çareser bike, nikare pirsgirêka yeke din jî çareser bike. AKP jî hîna pirsgirêka xwe ya hundirîn çareser nekiriye, dest diavêje der û dor. Bi van rêbazan AKP dawiya xwe jî tîne.
N. Erhan: Birêz Agirî em spasiya we dikin, peyam û gotina we ya dawî hebe, hûn dikarin bi me re parve bikin?
L. Agirî: Em di pêvajoya şoreşê de ne. Ev encama keda Rêbertî, keda şehîdan e. Ev pêvajo pir hesas û krîtîk e. Em çiqasî di aliyê xweseriya demokratîk de xwe birêxistin bikin, ewqas em ê bikaribin xwedî li keda Rêbertî derbikevin. Di înşakirina civaka exlaqî û polîtîk de roleke me ya sereke heye. Ev înşa serkeftina me wê mayînde bike. Hem di milê siyasî hem jî di milê leşkerî de avantajên me gelek in. Ezmûnên me pir in. Divê ev operasyonên şoreşgerî bi ruhê serhildanê pêşve biçin. Em hemû qadan bikin qadên serhildanê, heya azadiya Rêbertiya me pêk bê. Ciwanên me çalekiyên cûr be cûr çêdikin. Dem dema şoreşê ye. Divê çalekiyên me jî li gorî vê be. Em di pêvajoya awarte re derbas dibin. Di hemû aliyan de jî pêwîste çalekiyên me, sekna me li gorî vê astê be. Ku em bigihîjin serkeftinê. Ez cardin hevalên ku beşdarî çalekiya operasyona şoreşgerî bûne, gelê me yê Rojava û serhildêr, bi giştî hemû gelê Kurd bi dil û can slav dikim. Ji bo biserxistina şoreşê wan pîroz dikim. Di berdewama xebatên şoreşgerî de jî serkeftinê dixwazim.