Newroza Rêber APO, Şehîdan, Gel û Dostên Me Pîroz Be

0Shares

Cejna Newrozê ya ku gelên Rojhilata Navîn dikevin roj û saleke nû, li pêş me ye. Hemû gelên li herêmê bi coş û heyecaneke mezin Newrozê pîroz dike û ji bo Kurdan jî cejna netewebûnê ye. Ev rastî bi meşa hebûn û azadiya ku Rêbertiya me daye destpêkirin, wateyeke xurt wergirtiye. Li ba Kudan Newroz tê wateya berxwedan, hebûn û azadiyê. Berxwederê mezin Rêber Apo di serî de, em di şexsê Mazlûm Doganê Kawayê Hesinkar ê hemdem e, Zekiye, Ronahî, Bêrîvan û Ûgûr Şakar de, Cejna Newrozê ya şehîdên xwe, gelê xwe û rêhevalên xwe yên ku li her dera dinyayê li ber xwe didin, pîroz dikin.

Kurdan li Kurdistanê têkoşîna jiyanê wekî têkoşîna hebûnê meşandine û ev têkoşîn bi ser ketiye. Vê meşa têkoşînê ya ku Kurdan dane destpêkirin pêşiya hemû civakên etnîk û siyasî vekiriye. Ji ber vê jî Newroz dibe Nûroj.

Rêbertiya me di Newroza 1973’an de di civîna pêşîn a komê de, gotibû ‘Kurdistan mêtingeh e’ û vê tezê pêvajoyeke nû dabû destpêkirin. PKK a ku pêşengtiya Kurdan dike, li gorî vê nirxandina îdeolojîk tevgeriya û kiriye ku agirê Newrozê zêdetir bibe. Di 21’ê Adara 1982’an de jî rêheval Mazlûm Dogan li zindana Amedê berxwedan daye destpêkirin û bedena xwe veguherindiye agirê Newrozê.

Di Newrozên salên 1992 yên li Cizîr û Nisêbînê agirê serhildanê yê Newrozê hatiye vêxistin. Êdî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd gihiştiye girseyên mezin, tevî têkoşîna gerîlayan Newroza li kolanan gihiştiye heta serê çiyayan.

Her Newroz ji bo gelên Kurdistanê dibe destpêkeke nû. Kurd bi têkoşîna li dijî Dehaqê zalim pêşiya hemû etnîsîteyan vekiriye û li dijî Dehaqên hemdem têkoşîna xwe didomîne. Ji DAÎŞ’ê heta faşîzma AKP û MHP’ê li dijî hemû hêzên faşîst têkoşîna xwe didomîne û pergala xwe ya azadiyê jî ava dikin.

Têkoşîna ku li dijî Dehaq ê hegonomiya navendî ya demê bû, îro ne tenê li dijî rejîma AKP-MHP’ê tê kirin. Li dijî êrîşên hegonomiya navendî ya topyekûn têkoşîn tê kirin. AKP-MHP yek ji navendên xwecihî ya vê sîstemê ye. Weke Rêbertiya me îfade kirî, li dijî modernîteya kapitalîs a bi xwe krîz e, têkoşînkirineke redîkal divê. Her ku gel ber bi rojeke nû, ber bi meşeke azadiyê ve diçe, netew dewlet, kapitalîzim, endustriyalîzim ên sîstemên vê krîzê ne, li dijî civakê şerekî mezin daye destpêkirin. Di encama van polîtîkayên navendîbûna wê mirovî ne, kir ku di roja îro de Covîd-19 bi navê din nexweşiya Korona derket. Her çendî yek ji nexweşiyên vê daiyê her tim zindî be jî sedemên nexweşiyên bingehîn ên weke penceşêr, AÎDS, Sars û hwd. bingehê xwe ji xirabiyên modernîteya kapitalîst ên dihilberînde digire.

Em Tevgera Azadiya Jinan a Kurdistanê (PAJK) bi rasthatina Newroza îsal ji ber nexweşiyên li gelek cihan neçar ma ku bernameya Newrozê bê betalkirin. Lê divê ev yek nebe sedem ku gelê me cejna netewî pîroz neke. Her çendî ji ber tenduristiyê pîrozbahiyên girseyî neyê kirin jî, lê divê bi teqez agirê Newrozê bê pêxistin. Agirê Newrozê yên em li ser banên xwe û kolanan pê bixin, wê bibe sedemê zindî hiştina ruhê Newrozê. Divê gelê me tenduristiya xwe li ber çavan bigire û bi teqez agirê Newrozê bi rêbazekê pê bixe.

Em PAJK diyar dikin ku di bingehê hemû xirabiyan de ji îdeolojiya kapitalîst a mêrserweriyê tê. Hemû nexwseşiyên derdikevin jî nîşaneya vê yekê ne, nesaxim hemû tiştên ku ev sîstem pêşkêşî me dike mirin û hilweşîne. Em îdeolojiya azadiya jinê ku bi xwezayê re yek e, bi polîtîkayên nû re û tenduristiya xwezayê bi hev re digirin dest. Di bingehê têkoşîna me de ev heye.  Ev Newroz jî wê raste rast îdeolojî û berxwedana me mezin bike. Li ser vî bingehî di serî de Newroz mîmarê afrênerê vê îdeolojiyê li Rêber Apo, şehîd, gel û hemû hevrêyên me yên li her cihê dinê têkoşînê dike, dîsa dostên xwe pîroz dikin û di têkoşîna wan de serketinê dixwazin.

Attachment