
Ne Gengaz E Ku Tu Wê Mîna Tevlîbûneke Nû Bıdî Nırxandın
Jı Bo Bîranîna Rêhevala Havîn Havîn (Ayşe İşçi)
Nasnav: Havîn Havîn
Nav û Paşnav: Ayşe İşçi
Dîrok û Cihê Jidayikbûnê: 08.12.1988/Şirnex
Navê Dayikê: Xezal
Navê Bav: Mehmet
Dîrok û Cihê Tevlîbûnê: 20.07.2010/Botan
Dîrok û Cihê Şehadetê: 13-15’ê Sibata 2012’an li Botan-Besta
Ayşe İşcen a gerîlaya YJA-Starê bi nasnav Havîn; di pêvajoya serhildanên gel ên dî sala 1990’an de li Botanê tên jiyankirin, li bajarokê Balveren (Gundikê Melê) a girêdayî Şirnexê, weke keça malbatekî welatparêz lêtê cîhanê. Wê hîn di temenê xwe yê biçûk de şahidî ji serhildanên gel û şerê gerîlayan re dike. Ew bi van hest û hizran re li ber himêza Botanê mezin dibe. İşcen Dibistana Navîn xelas dike û li derdora xizmên wan ên nêzîk bi dehan bedel dayîne û li ser bingeha girêdayîna ji wan bedelan re berê xwe dide têkoşînê. Demekê di nava têkoşîna siyasî de cih digire û tevlî xebatên Komaleyên Ciwanan dibe.
Heval didin diyarkirin ku mîna tevlîbûna ji xebatên siyasî re, di xebatên leşkerî de jî tevlîbûnekî zindî û bi moral bingeh digire. İşcen di bihara 2010’an de li ser Botanê re tevlî gerîla dibe, di demekî kin de digihe û di nava taximên bihereketlî de cihê xwe digire. Rexmê ku İşcen nû ye, pir bi hêz tevlî jiyanê dibe, bi taybetî di xeta azadiya jinê de ji bona ku rastiya xwe nas bike, pîvanên ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatine dayîn, ji bona ku xwe gibihînê dikeve di nava hewldanekê de. Ji bona ku gerîlatiyê li ser xakên lêmezin bûye dike, İşcen di wateya pratîkê de ti zoriyê nabîne, sekna xwe ya bi vîn û bi biryardarî bi rêhevalên xwe re di berxwedaniya Bestayê ya ku jiyanên xwe lêdayîne fedakirin de datîne holê.
Gerîlayê HPG’ê Rêzan Cûdî di berbarê xaltiya xwe û rêhevala xwe İşcen a dozê de wiha dibêje; “Hevala Havîn dibe xaltiya min. Ji Gundikê Melê yê girêdayî Şirnexê lêtê cîhanê. Ji ber ku ez jî li gund dimam, em bi hev re mezin bûn, em bi hev re diçûn dibistanê. Em di nava malbatekî feodal a welatparêz de mezin bûbûn. Ji ber ku em ji yek cihên Kurdistanê herî zêdetir tarzê hizirandina feodal lêtên jiyankirin mezin bûbûn, bandorên ser jinê û çewisandinên ser wê pir bi kûranî hîs dikir. Zoriyên ku dijiyan bi min re parvedikir û dixwest here çiya û tevlî gerîla bibe. Me di wê demê de heval didîtin. Rojekî xalê wê Haşim ên piştre di sala 2011’an de şehîd dikeve, hatibû gel hevala Havîn. Dema ku hevala Havîn, daxwazên xwe ji hevalê Haşim re vedibêje, daxwazên wê yên tevlîbûna ji gerîla re pêktê.”
Hevala Havîn a piştî 20 salan xalê xwe dibîne, moraleke pir mezin digire û Cûdî gotinên xwe hiwa dide berdewamkirin: “Hevalê Haşim şoreşgerekî rojên ku hevala Havîn hatiye cîhanê tevlî nava refên PKK’ê bûbû. Di heman demê de hevala Havîn ew şoreşgerê dibû xalê wê cara yekemîn didît. Bi dîtina wî re moraleke mezin digire û hîn zêdetir bi partiyê ve hatibû girêdan. Xalê xwe yê qet neditî û ew bîst sal in gerîla dîtibû. Wê hezkirineke cuda dijiya. Ez jî bi wê re tevlî refên gerîla bûbûm. 20’ê meha Tîrmehê bû. Piştî demekê û pêde perwerdeya me ya şervanên nû dest pê kir. Bi tevlîbûna wê ya bicoş, heta dereceya dawiyê morala dewreya me jî bandor dikir.”
Cûdî dide diyarkirin ku piştî perwerdeyê li yekîneyên cuda cuda cih girtine û wiha tîne ziman; “Dema ku perwerdeya me xelas bû, vesazbûyîna me ji qadên cuda cuda re hatin çêkirin. Vesazbûyîna havala Havîn ji Taxima bihereketlî A Bestayê re çêbû. Me heta salekî hev nedît. Di bihara sala piştî wê de me li Katoyê hev dît. Tê zanîn, berfa li wan deran pir zêde ye. Ji ber ku zivistana li wir demdirêj diajo, derfeta pir berfireh dîtina perwerdê çêdibe. Min ew piştî xelasbûyîna perwerdê, ji nû ve li qada Bestayê dît. Dîsa moralê wê pir bilind bû, heta tu bibêjî aliyê wê yên teorî û sekna wê pêşketibû. Guhertina wê heta tu bibêjî ez bandor kirimbûm û matmayî mabûm. Ew, di jiyanê de fedekar bû. Ew, diçû her karî, dema ku peywirek derbiketibûna hema xwe pêşniyar dikir. Heta payîza 2011’an me dem dem hev didît, piştî wê demê û pêde êdî me hev nedît. Wê zivistanê, gelek operasyonên dijmin li ser qada Bestayê çêbûn. Zivistan pir bi zor derbas dibû, berf pir zêde hatibû. Derfeta derketina ji der ve tinebû. Me pêşketin encax di cîhaz û radyoyan de dişopandin. Me agahiya şehadeta wê jî wiha girt” bi wî awayî dawî li gotinên xwe tîne.
Hevrêyên Wê Yên Têkoşînê