Ciwan stûnê bingehîn ê civakêne û bêyî wan ne gengaze şoreşên civakî pêk bên. Rêber Apo di parêznameya xwe a Parastina Gelekî de balê dikşîne ser rola ciwanan û vê nirxandinê dike. “Perwerdeya ciwanan sebir û xebateke mezin dixwaze. Di berdêla vê de ciwan bi dînamîzm û zîrekiya xwe amadeye destanan bide nivîsandin. Wexta baş li armanc û rêbazê serwext bibe kar nîne tê de bi ser nekeve. Dema armanc û rêbazê wek hîmê bingehîn ê disîplîna jiyanê bibîne û seferber bibe, sebir û înada xwe kêm neke, dikare alîkariyeke mezin li dozên dîrokî bike.” Em di nirxandinên rêbertiyê de jî dibinin, ger ciwan xwe bikin xwedî hêz dikarin şoreşên mezin ên civakî pêk bînin.
Bêgoman em nikarin ciwan û rola wan ya pêşengtiyê ji civakê qut bigirin dest û ji nedîtî ve bên. Di roja me ya îro de li ser ciwanan polîtakayek taybet tê meşandin, heya mirov dikare bêje bêhn li wan hatiye çikandin. Di nav pergala heyî de ji bo ciwanan feraseteke çewt heye. Nahêle ku potansiyela ciwanan a xurt derkeve ser dika dîrokê. Tê xwestin ku kesayetek bê lêgerîn, bê armac û felçbûyî bê av kirin. Pergal ciwanên bi hêz naxwaze jê dirtirse. Lewam pênaseyên weke X-Y-Z a dike. Pergala modernîteya kapîtalîst ku dixwaze civakê bi tevizîne li ser ciwanan û hêza wan zêdetir radiweste, bi wan re mijul dibe. Heya wan neke xefka xwe dev ji wan berna de. Di xwaze ciwanên bê nasname ava bike da ku li dijî wê serî raneke. Di şexsê şerê Kobanê’de rêbertiya me pênaseyek wiha ji bo ciwanan kiribû: “Tu pênç kes rêxistin bikî ew yê tê ye.” Ji xwe gotina “ Me bi ciwantiyê destpêkir û emê bi ciwanê bi ser bikevin.” rastiya şoreşa me ya Kurdistanê baş rave dike. Li aliyê dinê jî lehîstokeke cidî a pergalê li ser ciwanan heye. Ev rewş ji bo her çar parçeyên Kurdistanê jî derbas dare. Ji bo ciwanên Kurd ji ax û nasnameya xwe dur bikevin.
Dibêjin hema bila nêzî PKK’ê nebin, çi dikin bila bikin. Ji ber wê îro li Kurdistanê asta bikaranîna madeyên hişbir û fihûşê zêde bûye. Ji xwe têkiliyên keên Kurd yên bi leşkerên Tirk re mijarek gelek biêşe. Keç û jinên Kurd ên ku di dîrokê de ji ber tecawiza leşkerên Tirk xwe ji zinaran avêtinê xwarê hatiye ji bîrkirin. Em meyîze bikin li Başûrê Kurdistanê jî ji bo helwestek cidî li dijî hikmeta herêma Kurdistanê dernekeve deriyên Ewrûpa li ciwanan tê vekirin. Her rojê ciwanek li ser sînrokî welatê Ewrûpayê dimre, mirinek erzan mirinek perişan. Ji bo beşdarî şoreşê nebin, dest tavêjin ciwanên Rojavayê Kurdistanê û li dijî xwe rêxistinkirinê li Rojhilat ciwanan xira dikin, wan dikin caş û berê wan didin xirabiyê. Li Bakûrê Kurdistanê jî ciwan bi şerek taybet a cidî re ru bi rune, her roj ciwan tene sîxur kirin û berê wan didin nav refên gerîla. Civakê li dijî hev dikin dijmin. Li dijî potansiyela ciwanan a heyî dagirkerên Kurdistanê bi şev û roj dinava tevgerê dene. Rêber Apo cardin di parêznameya xwe a Parastina Gelekî de wiha qala xeyalên ciwantiya rast dike. “Ciwantiyeke xeyalên wê nebin, nikare xwe ji rizîn û wendakirina hemû jiyanê xilas bike. Ji bo ciwan karibe gav biavêje, şert e rewşa kaotîk a vê krîza dawî ya sîstema kapîtalîzmê fêm bike.” Bêgoman ji bo ev xeyal di qenalek baş de bi herikin pêwîstî bi perwede û pêşengiyek rast heye. Ev pêşengî jî çawa tê kirin? Li dijî pergala heyî pêwîstî bi nasnameya ciwantiyê heye. Ji bo ev nasname derveke holê jî bêgoman lazime perwedeyek rast bê kirin.
Nasnameya ciwantiyê, beriya her tiştî nasnameyeke ku nakokiyên zêde tên jiyan kirine. Di van pêvajoyan de bi pergal, derdor, malbat, dibistan û bi xwe re dinava nakokiyan deye. Ji bo wê jî wê saziyên heyî red bike û bikeve nava lêgerînên cudade. Ev lêgerîn jî ji beralîbûyînêre vekirîne. Kê bikare ji van lêgerînanre alternatîfên bi hêztir derxe holê ew dikare ciwanan ber bi wî alîve bibe. Li aliyê dinê di nifşê nû de hesab tineye û potansiyelek wan ya xurt heye. Ne xweke pergala dibêje bê hiş û xwedî nimare ne. Êrîşeke pir cîdî a pergala li ser ciwanan heye. Di xwaze bi birçîbunê terbiye bike. Ji bo hêza ciwanan qanalîzeyî cîhekî rast nebe bi madeyên hişbir tên bê hişkirin. Bi taybetî li Kurdistanê dijmin êrîşî ser malbatên me yên welatparêz dike. Bi zanebûn malbatên welatparêz û zarokên wan dike hedef û dixe xefka xirabiyê. Erê rexneyên tu li ser ciwanan hene lê ciwanên serdema me xwedî potansiyeleke mezinin. Heya tu bikarê beje bi aqilin û ji her tiştî fêm dikin. Di karin bi rihetî mijaran ji hev derxînin. Lê di rêxistin û kombûna wan de lewazî heye.
Pêwîstiya wan bi pêşengiyek xurt heye. Ji bo pêşengiyek xurt derkeve holê jî lazime rastiya civakê baş were zanîn û li ser bingehê civaka xwe tekoşîn bê kirin. Li ser rol û mîsyonana ciwanan de jî rêbertiya me wiha dibêje: “Ciwan bi dînamîzma xwe ji nûbûnê re vekiriye, lê li hember bûyerên diqewimin hînê xeúîm e. Di bin bandora civaka pîran de hînê nizane çi rol û kiras lê hatiye birrîn. Li hember hezar hîleyên civaka kapîtalîs ên mirov ji rê derdixînin nikare hilma xwe bigire. Ev rastî hemû didin nîúan ku li derveyî van hemû dafikan, perwerdeyeke li gorî cewhera ciwan ferz e. Perwerdeya ciwanan sebir û xebateke mezin dixwaze. Di berdêla vê de ciwan bi dînamîzm û zîrekiya xwe amadeye destanan bide nivîsandin.’
Viyan Hewler