Namûsa Kurdan li Dîlokê

0Shares

Tara Berfîn

Dîlok ew bajarê kevnar ên Kurdan di 25’ê Tîrmehê ji civîneke pir girîng re malovanî, ya rastir malwêranî kir. Ev bajarê navdar ê Kurdan ku cîrantiya Riha, kîlîs, Meraş, Osmaniye û Semsûrê dike û di dîroka gelên vê axê de bûye yek ji navendên berçav ên pêşketinan û îro jî rola sanayîbûnê hilgirtiye ser xwe, di heman demê de di pêvjoya şerê rizgariya Tirkiyê jî ji ber tevlîbûneke çalak di nav şer de ji hêla Mistefa Kemal Atatirk ve jê re navê Gazi Antep hatiye lêkirin,

di van rojan de dîsa xwe xistiye rojeva gelê Kurd. Lê mixabin nûçeya ku di derbarê Dîlokê kete ajansan, em Kurd hemû xemgîn heta bihêrs kirin. Ji ber li gor vê nûçeyê di rojên borî li vir civînek hatiye lidarxistin ku tê de hejmareke berbiçav a rêveber û fermandarên muxalîfa Sûriyê bi alîkariyeke eşkere a dewleta Tirk li dijî gelê Kurd biryara qirkirin û komkujiyan wergirtine. Lê belê ya herî mirov diêşîne û dê dîrok bi hibra reş binivîse û qet ji bîra Kurdan naçe, di vê civînê de hin Kurdên (ku birastî jî mirov naxwaze ji wan re bêje Kurd, lê belê mixabin Kurd in) xayîn û xwefiroş jî tevlî vê biryara dij-mirov bûne û li gor vê yekê jî êrîşên dijwar li ser herêmên Kurdan ên li Rojava û Sûriyê destpêkirin. Ev êrîşên ku kesên sivîl, zarok, jin û pîran jî digre nava xwe, tê de ji serjêkirina ciwanan, heta îşkence û tecawizê her cure zilim û nêzîkatiya hovane rewa tê dîtin.

Mirov di rewşeke wiha de ku serî li wîjdana xwe dide, vê yekê dipirse, gelo ev muxalîfeta qaşo Îslamî ku ji bo mafê gelê Sûnî mezhep û qaşo ji bo demokrasiyê rabûn, çima berê xwe dan ser Kurdan, di rewşekê ku hîna rejîma BES li ser lingan e û heta li pir qadên ku beriya niha paşvekişîbûn, dîsa li wir xurt bûne! Bêguman demek direj dibe ku li Sûriyê şer hatiye destpêkirin û her kesekê aliyê xwe daye diyarkirin. Gelê Kurd jî her ji destpêka şoreşê (ku bi awayek eşkere ev şoreş li sûriyê qulipiya ser dij-şoreşê) ve aliyê xwe destnîşan kir û bi hemû raya giştî ve jî parvekir. Gelê Kurd hem li beramberî nêzîkatiyên antîdemokratîk ên rejîma Esed ku înkar û tinekirinê li ser etnîk, mezheb, bawerî û ramanan datîne dê têbikoşe, di heman demê de li beramberî aliyên ku di bin navê demokrasî û azadiyê serî li rêbazên hovane didin, hemû rêzikên şer binpê dikin û armanca wan di esas de bidestxistina desthilatiyê ye û diyar e ku dê bibin şirîkê qirkirina gelê Kurd, nerazîbûn nîşan da û tevlî vê xeta şaş jî nebû. Di holê de xeteke din hate pêşxistin ku navê wê jî Demokrasiya Gelan e. Ev pergal ku dixwaze li herêmê bibe xeta bingehîn a çareseriyê, birastî jî kariye heya asteke bilind ji her cure pirsgirêkên gelên cuda re bibe bersiv. Lê belê Rojhilata Navîn çawa ku di dîroka xwe de bûye beroşeke mezin a ku tiliya her kesekê tê de heye, bi rehetî nîne ku mirov bixwazibe li vir serbixwe pergalekê ava bike. Ewqas lîstok, fen û fût li ser vir têne meşandin ku ger meyleke cuda derkeve bi awayeke dijwar tê perçiqandin. Heta li van xakan serbixwebûn tê wateya ku mirov bi agir re bileyîze. Niha li Rojvaya Kurdistanê û bi taybet jî li herêmên Sûriyê yên ku Kurd niştecihin, êrîşên hêzên Elqayîde, rejîma Esed û Tirkiyê bi yekdestî pêk tên. Bi awayeke eşkere di mizgeftan wez didin ku namûs, mal, can û hebûna Kurdan ji bo kuştin û tinekirinê helal e!

Helal e namûsa wan kesên ku ji bilî xwestina azadî, demokrasî û wekheviya gelan tişteke din naxwazin. Naxwazin heta moriyekê jî biêşînin. Û yên ku li dijî rejîma Esed tê dikoşiyan niha berê xwe zivirandine ser şoreşa Kurd! Cîhada wan ewe ku êrîşê namûsa Kurdan bikin! têkoşîna wan ev e? Ji bo vê rabûn? Bêguman na! lê belê armanc ku ji bo desthilatdarî û qezencên takekes û grûban be, an jî ku hewsarê mirov bikeve destê hinekên din wiha tê serê mirov! Ev encameke eşkere ya mentiq û zihniyeta desthilatdariyê ye ku ji bilî tinekirin, hilweşandan, rûxandin, wendakirin, kuştin, tecawizkirin, lêdan û înakrê tişteke din nizane.

Namûsa Kurdan ango ax, mal, can, jin, zarok, hebûn, rûmet û azadiya Kurdan e, her êrîşa ku li ser vê jî pêk bê hewcehî bi berxwedan û şoreşê zêde dike. Elbet ev tenê bi têkoşînên pasîf û seranser, bi hin daxuyanî û çalekiyên rûniştinê nabe. Li cihekê ku ji bo qirkirina Kurdan cîhad hatiye destpêkirin, divê bersiva Kurdan jî bi seferberî li çar parçeyan bibe. Di serî de jî bajêrên Kurdan ên Bakurê Kurdistanê yên nêzîk sînor, divê gelê me rabe ser lingan û vê rûreşiyê qebûl neke. Çawa dijminên gelê Kurd li yek ji bajêrên Kurdan ji bo namûsa Kurdan biryara êrîş digrin? Divê di serî de gelê me yê li Dîlokê vê nepejirîne. Ev ji bo me hemûyan jî sedema fedîkirin û liberxwe ketinê ye. Birastî jî namûsa Kurdan li Dîlokê kete bin erdê û wiha jî em ê nikaribin xwedî li azadî û namûsa xwe derkevin.

Dem ne dema nêzîkatiyên seranser in. Şerê cîhanê yê sêyemîn li Rojhilata Navîn destpêkiriye. Hemû lîstok jî li ser Kurdan têne birêvebirin. Lê belê gelê Kurd ne bêxwedî û ne nezan e. Herçend xayîn û xwefiroş û kesên têne xapandin hebin jî, di serî de jinên leheng ên Kurd û ciwanên qehreman ên Kurd jî hene ku ew bedena xwe ya narîn dikin sîper ji bo ku leke li namûsa vê axê nekeve. Gelê Kurd xwedî vîn û hêzeke mezin e, lê belê hewce dike bizanibe ku îro roja xilasî û tinebûnê ye, heke li Rojava destkeftiyên gelê Kurd têk biçin, ev tê wateya ku dê dijminên me bi her awayê hêz bigrin û êrîşên xwe li ser parçeyên din jî tund bikin. Bila ti Kurd xwe di nav ewlehî û rehetiyê de hîs neke, bi taybet jî rayedarên herêma Başûr ku bi dijminên Kurdan re li Enqerê hevdîtinên veşartî çêdikin, divê bi vê rastiyê agahdar bibin û li gor wê jî nebin parçeyek ji qirkirina şoreşa azadiyê, ji ber dê çawa serkeftina li rojava bibe para hemû Kurdan, binkeftin jî dê bi heman awayî bandor bike.

Elbet gelê Kurd xwedî taybetiyên berxwedêr û azadîxwaze û heke hemû cîhan jî bibe yek û dijî wî şer bike, teslîm nabe. Lê hin pêngav jî hene gerek di dem de werin avêtin, îro jî roja rizgariya namûs û hebûnê ye…