Tu caran ji dîtina We têr nabim. Her tim bi hesrata Wî kena li ser lêvên We me. Ez li pê We gav bi gav dimeşim û dişopînin fikir û ramanên We, her peyvekî We bû bersiva hêviyên me. Her awirek ji çavên We bû îlhamek li ser dîmenê min. Hûn bûne roja li ser ezmanên me û ewran parçe parçe dikin. Hûn bûne bihara li ser singa xwezayê.
We rengê aştî û azadiyê li ser cîhanê parve kir. Xwezî ez bûbûma pelek ewrê reş û tarî li ser asîmanan. Bi taviya barana biharê re hûr hûr bi bibariyam. Di bax û baxçê girava Îmraliyê de, ez şev û roj bimeşiyam. Negihiştim We û mîna keçikekê xerîb mam di nîvê rê de. Çavên min bi hesreta dîtina We ma. Xwezî ez bûbûma pelek kengirê li ber bayê payîzê bi ba dikeve û dikeve ber pêlên girava Îmraliyê û biketama ber devê oda We û ez bûbûma temaşevanê jiyana We. Xwezî, ez bûbûma dermanê tendûristiya We û biketama nava xewn û xeyalên We.
Hûn wekî tîrêjên tava biharan yên dijwar, heft perdên reş û tarî li ser dîroka mirovahiyê çirandin û We şaxê xwe berda ser tevahî gerdune û di nav de şînbûn damarên jiyanê. Paraznameya We wekî wan gulên di baxçê manî de û di kurahiya dilên tevahî gelên bindest de rengê xwe veda.
Ey feleka xayîn te nehişt ku xwedayê êş û evînê di nava baya azadiyê de jiyan bike û ronahiya xwe bide tevahî dinyayê.
Îro roja 15ê Sibatê ye, ba û bahoza berdewam dike û giranbûna vê rojê weke kabûs xwe berdaye nava damarên canê min û bûye weke volqanekê di kurahiya dilê min de teqiya û fikir û ramanên min tevlîhev bûn. Roja û şev li ber çavên min bûne yek. Bi rengekî matmayî min li derûdora xwe temaşe kir.
Dikim û nakim nikarim rajim pênûsê, vê roja reş û tarî di nava hest û hêviyên xwe de bidim efûkirin û naxwazim tu caran xebera reş di nava helbestên xwe de bidim hisandin. Di dilê min de wekî Çiyayê Nemrut xwe di nava mij, moran û tariyê de pêça ye û tijî tijî axîn û nalînên bêdawî bûne. Birînên bi sed salan di kesayeta Rêber APO de hatibûn cebirandin û bi ba û bahoza Sibatê re dîsa birîna reş xwe di canê gelan de nû kir.
Komploya 15ê Sibatê bû xençer û li ser kurahiya dilê gelên Rojhilata Navîn ket û pêre pêre rûyên komplogeran yê reş li ber pêlên Marmarayê derketiyê ser rûyê cîhanê.
Rêberê min Hûn bûne volkanekî rasteqîn di nava mêjiyê gelên cîhanê de teqiyayî û Hûn bi helwesta xwe bûn şaristaniya demokratîk ya hemdemî.
Çiyayên bi bayê felekê serê xwe di nava mij û dumanê de pêçan, li ber bayê îxanetê pelên xwe weşandin û deştan hêdî hêdî xwe di nava rengê deryeyê de pêçand.
Zarokên di derguşan de û bi rengekî matmayî li dîmenê dayîka xwe temaşe dikin û mil didin hêstirên çavên dayîkê wekî sûlavên ku li ser texta zinaran diherikin û zarok jî bi dilekî melûl di navê de avjeniyê dikin. Û giraniya vê rojê hêdî hêdî xemgîniya xwe berdaye ser rengê xwezaya Kurdistana şêrîn. Xwe di nava kirasê bêdengiya tariyê de pêçaye û li ser Welatê Rojê kur kur dinaliyan û bilbilan awazên xwe di kurahiya dilê xwe de dibêjin. Teyr li ser gerdunê hêdî hêdî baskên xwe li badike, çûk li ser dar û daristanan bi rengî hur û kur li xemginiya xwezayê temaşe dike. Rêhan, sosîn, beybûn û nergîz ketine nava hest û helbestên hêviyê parve dikin. Avên kanî û çeman di nava bêdengiya şeva tarî de pêl bi pêl diherikin û rengê xwe hêdî hêdî bi bayê û bahoza Sibatê re diguherînin. Bi bayê biharê re kenê li ser lêvên zarokan wekî van gul û çîçekan av li ser zuha dibe û diçimlise, gav bi gav bi hêviyên paşerojê re rû bi rû dimîne. Mizgîniya serkeftinê di bin perdeyên çavên zarokan de veşartiye.
Rêberê min We rojên reş û tarî vegerandin aştî û biratiyê. Wekî hêviyê û Hûn bûne senteza tevahî pêxembaran. We şeva şemala xwe berda ser rûyê tariyê. We dîrok bi navê azadiya gelan da avakirin li ser bingehê netewa demokratîk.
Medya Cudî