Akademîsyen, nivîskar, şoreşger û rojnamevana Kurd Nagîhan Akarsel a ku 4’ê Cotmehê li Silêmaniyeyê ji aliyê dewleta Tirk ve hate qetilkirin bi bi bîr dinîm û dewleta Tirk a dijminê jinan û Kurdan, şermezar dikim.
Ji ber nirxê ku di kesayetiya xwe ya têkoşer de afirandî, jinên Kurdistanî, rêxistin, sazî û kesayetên jin ên bi kuştina wê hesiyan, hêrsa xwe veguherandin çalakiyê, veguherandin têkoşînê. Çawa ku qetilkirina Jîna Emînî ji aliyê dewleta Îranê ve li Kurdistanê û tevahiya cîhanê bû sedema nerazîbûneke mezin a jinan, jin vê carê jî ji bo hesabpirsîna ji kuştina şoreşa Kurd a li Silêmaniyeyê daketin qadan. Ti hêz, komkujî, êşkence, zext wê nikaribe bi jinan. Jin ji sîstema bi serweriya mêr ne li bendê ne ku polîtîkayên xwe yên zayendîperest biguherîne, jin ji bo guhertina bingehînî ya sîstemê bi keda xwe, bi parastina xwe, bi rêxistiniya xwe, bi îradeya xwe têdikoşin. Hevala me Nagîhan Akarsel jî ji pêşengên vê şoreşa mejî bû. Di dil, mejî û hebûna xwe de xeta azadiyê afirand, bi şoreşa mejî re şoreşa jinê ava kir. Ew Sakîne Cansiz, Roza Luksembûrg a ciwan bû di vê sedsala 21’ê de. Dema ku zanistiya jinê bi pêş ve bir, ne tenê teoriya azadiyê pênase kir, di heman demê de hewl da wê bixe meriyetê. Her qada jinê ji bo xwe kir cihê kar, têkoşîn û perwerdeyê. Têkoşîna ku li Bakurê Kurdistanê da destpêkirin li Rojava, Şengal, Mexmûr û Başûrê Kurdistanê dewam kir.
Bi jinan re, bi civaka Başûr re bû yek. Karîbû xwe bigihîne dilê her jineke ku nas kir, fikrê azadiyê şîn kir û wêrek kir. Kêfxweşiya xwe ya herî mezin ew bû ku jinan bigihîne azadiyê, têgihiştinê bide wan, bixe nava liv û tevgerê. Bi hêvî bû, armanca xwe ya azadiyê mezin bû. Astengiyên hundirîn û derve, paşverûtiya ji ber zayendîperestiya civakî û êrîş çiqasî zêde jî bû wê ti carî dest ji baweriya xwe berneda. Ji ber ku wê ji jinê bawer dikir. Mîrateya dîrokî ya jinê li dilê xwe neqişand. Ya ku ev hêz dida wê jî îdeolojiya rizgariya jinê û felsefeya azadiya jinê ya Rêber Apo bû. Em zanin ku du projeyên xwe hene ku nîvco man. Hîmê Pirtûkxaneya Jinê li Başûr danî, bingeha wê ava kir û bi kelecaneke mezin li benda vekirina wê bû. Ya din jî ew bû ku li gel komek ji hevalan amadekarî dikir ku li ser dîroka Tevgera Jinê ya Kurdistanê pirtûkekê binivîsîne. Dewamkirin û temamkirina van herdu projeyan destpêkê wezîfeya hevalên pê re dixebitî, piştre jî berpirsyariya me hemûyan e.
Rojnamevanên jin wê mîna hevala me Nagîhan li hemberî êrîşên dewleta Tirk a faşîst û propagandaya wê ya şerê taybet, her tim rastiyan ragihînin. Li ser rêya Gûrbetellî Ersoz û Nagîhan Akarsel wê bi ser dijmin, xayin, noker, mêtinger, serwer, neheqî û zilmê ve bimeşin. Weke milîtanên jin, em ê têgihiştina Nagîhan mezin bikin, têkoşîna xwe geş bikin û bi vî rengî xwedî lê derkevin. Em ê 11 fîşekên ku li bedan Nagîhan hate xistin ti carî ji bîr nekin. Ev ne fîşekên destpêkê ne ku berdidin jinên Kurd û jinên din. Lê belê em ê her fîşekê ji aliyê îdeolojîk, siyasî û leşkerî ve di hebûn, mejî û dilê desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê de biteqînin ku dijminê jinê ye, dijminê demokrasî û azadiyê ye. Em jinên Kurd, weke tevgereke ku bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bûne xwedî nasname, em ê hezkirina xwe ya azadiyê mezin bikin, bi germahiya fîşeka destpêkê ya 15’ê Tebaxê bi ser dijmin ve biçin. Weke jinên ku li Mersînê bi rengê Sara û Rûken li dijî dijmin bûn fedaî, em ê tirsa dilê dijmin bin. Fikrê azadiyê bi fîşekan naqede. Her berdêl, her şehadet dibe gavek ji bo mezinkirina têkoşînê.
Silav ji jinên têkoşer hemûyan re. Silav ji Nagîhanan, Sara Goyiyan, Rûken Zelalan re, silav ji tevgerên jinê yên li Rojhilat, Îran, Rojava, Mexmûr, Şengal û tevahiya cîhanê re, silav ji jinên li dijî sîstemê serî hildidin. Em ê gelekî bêriya Nagîhan bikin, me gelekî jê hez kir, wê ji her kesî hez dikir. Hezkirina wê ya ji Rêber Apo, hezkirina wê ya ji jinê re bêdawî dewam kir.
Ez dixwazim bi parvekirina beşek ji nameya rêheval Nagîhan Akarsel gotinên xwe temam bikim.
Ji Nameya Rêheval Nagîhan Akarsel: “…Û em herî zêde bi girêdana wate ya ku bi hezkiriyên xwe re diafirînin hevdu mezin dikin. Hesret di hindurê de me de ne valahiyek e, ji bo wate bihêle bi israr li ber xwe didin. Bi rastî ez dixwazim diyar bikim ku ev du salên dawî ye ev yek bi hîn kûrtir hîs dikim. Têkiliyên me yên rêhevaltî çavkaniya hêza me ye. Di vî warî de hesret, evîn, fikar û gelek hestên bi vî rengî, bi hev re bijîn û rewşekî li hev nekirin jî dibe.
Di rastiyê de yekbûna têkiliyan pênaseya jiyanê ye. Ango xerca yekbûna me têkiliyên me ne. Bi taybetî jî têkiliyên me yên radike ya di qada azad de. Yê ku ji me ra dibe bêhn.Ez difikirim qey zehmetiyên me yên herî bingehîn ji vir çavkaniya xwe digre. Zehmete ku em yên ku herî zêde jê hez dikin digihîjin û nikaribin yên ku em herî zêde bêriya wan dikin hesreta xwe jî dibêjin…Ez dizanim ev demên dijwar demkî ne. Û ez dizanim ku zû an dereng em ê bigihîjin azadiya xwe jî. Lê carna rewşên hestyarî yên ku em di kêliyê de dijîn, ji parvekirinên wiha re dibe wesile.
Ez nepêniyek xwe bidim. Di min de ji zarokatiya min heta niha, di mijara têgihiştin û têkilî danîna bi gerdûnê re lêgerinek çêbû. Min xwe ji dervayî mirovan wek zîndiyek diyar dikir û pê re diaxaftim. Ji ber ku li herêma me dar tunebûn, ji bo na min yê herî binirx dar bû. Dar hinekî nedihat gihiştin bû. Min di nîvê wê çola de li kuderê darek de didît, diçûm û destê xwe dida. Lê ji ber ku dar ne li her derê bû, piranî hevalên min roj, hîv, stêrk, hêşînatî û hwd bûn. Pişt re bi taybetî bi hatina welat re hin zêdetir av û dar bûn. Dema ku ez fêr bûm, dar wek ber bi heman ezmanê şax berdidin, ji axê re jî kok berdidin, hev du hembez dikin ango pêwendiya wan heye ev lêgerîna min jî hîn xurtir bû. Bifikire, gava ku tu darek hembez dikin, belkî hemû dar ew hembezkirine hîs dikirin. Rewşeke derasayî ye. Helbet ez nizanim beramberî van hemûyan çi dibe, çawa dibe lê rastiyek e ku min pir rehet dike. Carna ez nizanim tesaduf e an tiştekî din e, ez rastî tiştên ku pêkhatina min hêvî dikir jî şahid bûm. Bi rastî jî di gerdûnê de tiştek bi navê tesaduf jî tune. Vê demê gotina Rêbertiya me ya “Armanca gerdûnê wek azadî tê” tê bîra min. Bi azadî diherikin, ber xwe dayîna herikîna enerjiya xwe û xwestin bi rastî xwestin. Lewra dema mirov tiştekî pir bixwaze, bi rastî jî dibe. Ez bawerdikim rojên ku em ê di rojên azad de bi Rêberê xwe re hev bicivin nêzîk e, ez hezkirinên xwe dişînim û bi hesret hembêz dikim.
Koordînasyona PAJK’ê Ronahî Serhad