Mîlîtana Jina Ciwan A Xwediya Bi Ken, Vîn, Wêrektiyan
Nasnav: Rûken Aslan
Nav û Paşnav: Şehriban Argış
Dîrok û Cihê Jidayikbûnê: 1992/Batman
Navê Dayikê: Gülistan
Navê Bav: Aydın
Dîrok û Cihê Tevlîbûnê: 2011/Batman
Dîrok û Cihê Şehadetê: 24’ê Adara 2012’an li Hîzan-Xerzan
Ji bo bîranîna rêhevala Ruken Aslan (Şehriban Argiş)
Hevala Rûken ji eşîreta Timoqî ye. Ji Bişêriya Batmanê ye. Gundê wan di çiyayên Xerzanê de dikeve li aliyê herêma Sasonê. Eşîreta Timoqî bi welatparêziya xwe ve nav û deng e. Mela Abdullahê Timoqî ku rihsipiyê eşîretê ye, bi rexmî temenê wî mezin jî tevlî nava refên partiyê dibe. Wêneyên wî yên bi Rêbertiyê re hatine kişandin hene. Yekî serî li hemberî dijmin rakiriye. Hevala Rûken û ew hemû neviyên Mela Abdullahê Timoqî ne. Malbat bi awayeke giştî têkoşînê dinasin. Malbatekî ku li gorî pîvanên jiyana rêxistin dixwaze, jiyaneke bi wî awayî ji xwe re hilbijartine. Weke din jî sekna wan a dirust li beramberî rêxistinê tên naskirin heye. Rexmî li dijberî çewisandinên dijmin ên sift jî qet didulî jiyan nekirine.
Hevala Rûken, bi keçmama xwe ya bi navê Bêrîtan (Welat Argış) re tevlî nava refên gerîla dibe. Mirov ji bona ku welatparêziya wan fêm bike, divê mirov bi hev re li navên wan ên malê bimeyzîne bes e. Destpêkê hatin qada Sasonê, ji wir jî hatin qada Şêx Cuma. Hevalê ku ew tevlî kirin jî hevalê Devrim ên xizmê wan bû, ew jî hevalekî şehîd e. Hevalê Devrim di zivistana 2012’an de li Deşta Kozlukê şehîd dikeve. Hevala Rûken bixwe jî di 24’ê Adara 2012’an de li kontarên Çiyayê Sîser li qada Şêx Cuma ji wan 15 rêhevalên şehîd ketî, yek ji wan bû.
Dema hevala Rûken tevlî bû, destpêkê hat gel me. Li ser wê cil û bergên sîvîl hebûn. Em jî li wê qadê bûn, ango li qada Şêx Cuma. Min û hevaleke jin perwerdeya bingehîn da wan. Zêde xwendin û nivîsîna hevala Rûken tine bû. Hevala Rûken pir kêm bandorên modernîteya kapîtalîzmê jiyan kiribû. Lê diyar bû ku ji bandorên modernîteyê pir aciz e. Di mijara wê çawa jiyan bike û çawa têkoşînê bike de lêgerînên wê yên bihêz hebû. Şikleke wê ya narîn hebû, wisa dihat dîtin. Dema mirov pêre diaxivî, mirov pir baş didît ku têkoşîneke pir dijwar li hemberî tabuyên pergala modernîteyê dide meşandin. Ger ji aliyê dîtinî ve narîn be jî, di cewherê xwe de li hemberî nebesiyan têkoşîneke dijwar dida meşandin. Ponijandinên wê bandora xwe ser gotin û sekna wê dikir. Seknek wê gihayî hebû. Rexmê ku pir ciwan bû jî, lê pir gihayî dihat dîtin. Mirov digot qey wê gelek tişt dîtiye, jiyan kiriye û xwe gihandiye encamê dihesiband.
Hevala Rûken bû ji yek wan hevalên li Bakur tevlî dibin û li wir şehîd dikevin. Beriya ku şehîd bikevin, hevala Rûken û hevala Bêrîtan nameyekê dinivîsin. Ev nameya ku li pey xwe hiştine birastî jî gelek watedar e. Dema ku mirov li asta îddîa û jiyana wan dimeyzîne, mirov bi hêsanî dikare bibêje ku layîqî wan gotinên xwe derketine. Digotin; “Pir zext li ser me hene.” Hevala Rûken bi keçmama xwe re tevlî bû û li heman qadê xebat dan meşandin. Lê di têkiliyên wan de tarzê têkiliya malbatî derbas kiri bûn. Wan girêdaniyên malbatî wegerandibûn têkiliyên rêxistinî.
Şehadetên wan me ra pir girandihat. Ji bona ku me nekarî wan biparêzin, em pir xemgîn bûn. Ji ber ku wan hîn tahma jiyana gerîla nekiribûn. Wê hîn gelek xweşikbûnên çavên wan bibînin, wê hîn gelek hestên paqij dilên wan bijîn û wê hîn gelek rastiyên fikren wan fêr bibin hebûn. Ne tenê bi demdirêjî, bi wateyî jiyanîkirin girîng e. Hevala Rûken bi wateyî jiyan kir. Aliyê hevala Bêrîtan ji wê paş ve dima tine bû. Herdu mîna du parçeyên giştiyekê bûn. Herduyan bi hev re nîqaş kiribûn, bi hev re name nivîsî bûn, bi hev re hatibûn çiya û bi hev re şehîd ketibûn. Ev diyarde bi awayeke eşkere girêdayîna wan a ji jiyan, Rêbertî, rêhevalan û gel re radixe li ber çavan.
Hevalên Rûken û Bêrîtan, di roja 24’ê Adarê de, di bin fermandariya hevala Arjîn de li Çiyayê Sîsera Xerzanê li ber xwe dan û şehîd ketin. Ev herdu rêheval ji bona Xerzanê mînak bûn. Ew rêhevalên li Xerzanê tevlî gerîla dibin, ji bona wan dibe wane û pîvan. Ji bona we jî herdû heval em bi minetdarî bi bîr tînin û bejna xwe li hemberi wan ditewînin.
Hevrêyên Wê Yên Têkoşînê