Berjîn Têkoşer
Başkale, ango bi navê xwe yê rast Elbak; di dîrokê de wek Elbak/Albak derbas dibe; lê belê di dema komara Tirkiyeyê de, navê navçeyê wek Başkale hatiye guhertin. Herêma ku di dîrokê de bi navê Elbak tê zanîn û nasîn, ji bo şaristaniya Ûrartû û Ermeniyan jî bûye navendek girîng.
Navçeya Elbakê ku ji aliyê Rojhilat ve 60 kîlometre dûrî Wanê ye; Keleha Xoşav li ser rêya wê ye, di dema Ûrartûyan de hatiye çêkirin. Pira ku li Başûrê kelehê cih digire, li herêma Wanê weke yek ji pirên herî kevnare tê nasîn.Navçeya Elbakê ku li rojhilatê Wanê cih digire; axa wê çiyayî û bi kurtik e. Çiyayê Îspîrîz (Sipîrêz) jî ku di nav sînorên navçeyê de dimîne, yek ji çiyayên herî bilind ê navçeyê ye. Çiyayê Harevil (Herevir) li sînorê Rojhilatê Kurdistanê, çiyayê Gokdag û Morê; li Başûr û çiyayê Mîngê jî li Bakurê rojava cih digire. Yek ji baskên herî girîng ava Dicleyê; Zap, ku ji ava li berwarên çiyayên Harevîl û Mîngê tên gel hev û kom dibe, pêk tê. Gelê navçeya Elbakê bi xwedîkirina dewaran debara xwe dikin. Ji ber şert û mercên avhewaya li navçeyê hilberîna nebatî pêş neketiye. Sedema vê yekê jî kêmbûna axa bi kêrhatî û avhewaya wê ya hişk e.
Elbak, warê êş û xeman; warê ku ji her kes û her bûyerê re şahidî kiriye. Ji Partan bigre heya Sasaniyan, ji Bîzansan bigre heya Mogolan, Rûs û herî dawî jî ji şûrê xezeba Osmaniyan re şahidî kiriye. Di heman demê de Elbak, ji gelek kes, mezheb, dîn û mîrên Kurdan re malovanî kiriye. Hatiye dagirkirin, wêrankirin û talankirin; lê hertim li hemberî zilmê serî rakiriye. Elbak, xwe di hembêza çiyayê Sipîrêzê de diparêze; Sipîrêz jêre bûye dergûş û stargeh. Çiyayê Herevir û Morê, şahidî ji her bûyer û serpêhatiyê re kirine; bûne deng, awaz û qîrîna dilê her dayikeke dilşewat. Her weke bilindahî û heybetên xwe, carnan bûne perestgeh û stargeh, carnan jî bûne paxila dayîkan ji bo her Kurdekê/î. Herêma ku xwedî çand û dewlemendiyeke mezin bû; îro hatiye wêrankirin; lewma mîna kesereke kûr ku ji axir zemanan maye xuya dike çavên wê. Dîrokek nenivîsî li pey xwe hiştiye. Divê mirov ji Ava Zapê bipirse da ku ji me re behsa nalîn û hawara keçên nûgihayî, bûkên dilbiêş û dilbixwîn bike, yên wenda kirine hezkiriyên berdilê xwe. Ji Sipîrêz bipirsin ka ji ç qas egîdan re rê vekiriye û di stargeha nav dilê xwe de parastiye. Hûn dikarin ji çiyayê Morê guhdarî bikin da ku ji we re behsa şer, pevçûn, serpêhatî, sirgûn û kuştina bê hed û hesab bike.
Di berbanga sibehekê de, di hembêza çiyayê Sipîrêzê de, hewar û qîrîna dayîkekê bilind dibe. Êş û jan hemû bedena wê pêçaye; beden di nav xwêdanek cemidî de maye, dayîk bi dileke tejî keser dinale û herkes li benda welidîna zarokekî ye. Bi çavên tejî hêvî û bendewarî mizgîniyê digihînin dost û hevalan; mizgîniya welidîna zarokê ku wê roj bê bibe şervan û egîdê çiyayên welatê xwe.
Hêviyan dibarîne li ser awirên şikestî
Roj, meh û sal derbas dibin; dewran diguhere, welat di nav êş û xeman de dinale, çav li benda tîrêjên rojê ne, ku li ser çiyayên bilind re xwe berdide nav dilan. Dilên ku bi jana qederê ketine, dilên ku ji ber xezeba xwedanenasan di nav hawar û qîrînê de ne. Lê xeber digerin di nav civat û kolanên bajêr de, xebereke xêr û şadiyê ku dibêje tîrêjên rojê ji Zagrosan, heya ji wir ber bi Cûdî, Gabar, Sumbilan, Bagok, Nûrheq ango li seranserê Kurdistan şewq û ronahiya xwe ya pîroz û muqedes vedaye û diteyisîne çavan, hêviyan dibarîne li ser awirên şikestî, şermok û bitirs. Behsa jinên ciwan û xortan tê kirin, egîdî, lehengî û wêrekiya wan tên hûnandin bi çîrokên kevnare yên Kurdî. Êdî mirov rûken, kêfxweş û li ser rûyan kêm nabe beşişîna ku ji bawerzîna çiyayan werdigre. Ciwan, li bilindahiya çiyayan di nav govenda azadiyê de ne, ji bo dahatûyeke bêzilm û zext.
Zarokê çiyayê Sipîrêz, evîndarê welatê xwe ku niha xortek jêhatî, bi bejn û bal e. Her çi qasî ji bo xwendinê li bajarê dilê xwe veqetiya be jî hertim û daîm ew dê bi hesreta welat bijiya. Êdî ew di temenê xwe yê xortaniyê de bû û ji bo kar û barê Kurdayetiyê di nav liv û tevgerek bê dawî de bû. Ji bo vê li herêmê di nav kar û barê komele û saziyan de cih digirt. Kar û xebat bi heyecan û kêfxweşiyeke bêrawest dikir. Ew evîndarê welat, xak û gelê xwe ku herdem êş weke coka ku qet naçike, diherike nav dilan.
Zarokan hewl didan zû mezin bibin
Jixwe dengê lehengên çiyayayan, dengê şervanên Apoyî li her deverê welat belav bibû. Navê Apoyiyan bibû mijara sohbetên şevbuhêrkên Kurdistaniyan û êdî dayîkan bi çîrokên egîdiya wan şervanan, zarokên xwe dibirin nav xewn û xeyalan. Zarok bi xeyala bibin mîna wan, hewl didan zû mezin bibin.
Sal 1991 e, rojek ji rojên biharê ye, dinya sar e û peşkên baranê mîna hewl dide bişkîne bandora wê sermayê, di nav lezekê de ye. Bêhna axê, rengê asîman, awir û tevgera mirovan cudatir e ji rojên din. Agirek ku li bilindahiya çiya û newalan hatibû vêxistin bi baranê re di nav hevsengiyeke yekane de bû. Serma reben cih nedidît ji xwe re, lewma bê ku bizane bi ku ve biçe dûr diket û her diçû pejn jê nedima. Ruhê serhildanê û mûyên bedena mirov radikir bi agirê Newrozê re bibû yek. Her ku gur dibû agir heyecan û durûşm hîn zêdetir berz dibûn. Bayê serhildanê digeriya li derdor. Lê mixabin dijminê xwînmij bi çavsorî êrîş dirie ser gel û bi dehan welatparêz şehîd bûn, hejmarek zêde birîndar û girtin hebûn. Her kolaneke bajêr di nav xwînê de mabû, li hember gelê Kurd, dewleta dagirker rûyê xwe yê qirêj dabû xuyakirin. Dengê guleyan li her dera welat dihat bihîstin… Lê tevî wê jî durûşm û tîlîlî kêm nedibûn ji tax û kolanan…
Li devereke pîroz a Kurdistanê jî weke her cihî jiyan dîsan ketibû nav bêdengiyeke bêpayan; ewrên reş çawa li ser welat de kom dibûn, li wir jî bi heman rengî. Dagirkerên ku li hember daxwazên azadî û hêviya gel, ketibûn nav tirsê, bi hemû hêza xwe û bi rêbazên dij-mirovatiyê jiyana welat kiribûn weke dojehê.
Her wekî bav û kalên xwe, dê wan jî berê xwe bidana welatê xerîbiyê û koçberiyek bê rawestgeh, bê payan destpê dikir. Di nav êş û derdê welat de vê carê jî xebera nexêr wê ew di nav kul û derdan de bihejanda. Xebera şehadeta egîdê wî, biraziyê wî yê yekta Diyar, gihiştibûyê…
Ma gelo dibû ku çeka wî li erdê bimaya, yan jî ala di rêwîtiya azadiyê de hilgirtibû? Çawa wê çek û ala Mam li erdê nemabaya, ala Diyar jî qet li erdê nemabû. Wî dizanîbû cih û warê wan çiya û zinar in. Rakirina çek û ala egîd û lehengan her çiqasî ne hêsan e, ewqasî jî bi rûmet û bi şeref e.
Mam di berbangeke ku hîn dest û çavên kesî/ê lê neketibû soz û peymana xwe ya bi şehîd re danî; nav li xwe kir ‘Mamdiyar’, yanî Mamê Diyar û çû. Êdî tiştek bi bend û kelem nedixuya li holê û tevahî rêyan xwe ji bo wê rêwîtiya pîroz re amade kiribûn.
Û ew dengê her li ber guhê min…
Çiyayan hembêza xwe vekiribû û pêşwazî dikir sondaxwariyê welat û xaka xwe. Bi bejn û bala xwe ya zirav li ser bilindahî û lûtkeyên çiya û zinaran dixuya hertim; rûyê wî yê biken, ku te digot ji rengê azadiyê bawerzînek hertim li derdor digere, hêvî û şadî belav dikir ji Heval û hogirên xwe re. Ew ken ku hîn di xeyalên min ên zarokatiyê de hatibûn veşartin û qet ji bîra min neçûbû. Jixwe ew dengê wî yê berz û zelal ku di her peyvekê de hemû hîs û hestên wî yên ji kaniya hesreta welat xwe didan der. Û ew dengê her li ber guhê min…
Dibe ku zeman bê ku tiştekê ji me re bêje herikî û çû mîna çemekê, dibe ku dem bêxatir û bê ku bi me bide hîskirin, di ber me re derbas bû û çû. Pir tişt guherîn, demsal derbas bûn û ew çû, em jî mezin bûn; lê mîna vê kêliyê zindî û şopên veqetînê li ber çavên min in. Yanî tişta neguherî û hertim xwe ji nû ve diafirand ew bû, ku ew hertim ligel min e; di şiverê, di her nêrîneke hevalekê/î de, di her şev û rojên çiyayan de. Ez li ser çiya û zinaran li pey şop û dengê wî, ku hertim li pey min bû digeriyam. Dengek berzebûyî, rûyeke nepenî, ku geh li cem min û geh di nav bêdengiya rojê de wenda dibe. Li pey dewsekê me, dewseke bênav û nîşan. Her der ji min re biyanî, lê ev çend jî dilnizm û aşîna. Dema ku ez navê wî bi lêv dikim û bang dikim, “Tu li ku yî Mamdiyar?…” wê gavê çiya bi hemû heybeta xwe ve weke ku ji min re bêje: “Ji me pirs bike, em in şahidê jiyan û serpêhatiya wî. Em in ku jêre bûn çeper û stargeh; lewma ji me bipirse…”
Gelî dinalin, weke ku dixwazin dengê wî ragihînin min. Roj bi hemû germahiya xwe ez rapêçame, weke ku bêje: “Serî rake binêre, va ye rûyê wî yê biken û nepenî li vir e û ez wî di nav tîrêjên xwe de diveşêrim.” Rêwîtiya min, çiya bi çiya, gelî bi gelî û zozan bi zozan didome. Bi hêviya ku şopekê, yan jî şahidek ji serpêhatiya Mam û rêhevalê xwe bibînim, bê navber dimeşim û her dimeşim…
Piştî rêyek dûr û westiyayî ji bo bêhnvedanê, kêliyekê di bin siya darekê de pal didim û çavên min girtî li dengan guhdarî dikim. Dengên ku ji min re aşîna û ne ew qasî xerîb in. Dengekî ku min gelek caran bihîstibû gazî min dikir: “Heval, heval rabe çayê vexwe.” Di wê kêliyê de min çavên xwe vekir û bêdeng lê nihêrîm. Wek ew zanibe ku ez li pey hin tiştan im, bê ku tiştekê bêje û bipeyive li cem min rûnişt û li bendê bû ku ez qala xwe û rêwîtiya xwe jêre bikim. Weke ku min ew dinasî û berê dîtibe, çavên wî yên ku hêvî didan min û bersiva hemû pirsên min bidan; min dest bi gotinê kir û qala rêwîtiya xwe jêre kir. Bê ku gotinên min qut bike û tiştekê bêje, bi baldarî guhdarî min kir û dema ez bêdeng bûm, vê carê wî bi rûkenî got: “Ez im, şahidê jiyan, serpêhatî û hevalê wî yê çekê.” Ez ji bo kêliyekê bêdeng û şaşmayî lê nihêrîm û paşê min bi dileke rehet got; “Kerem bike heval, vê carê dora gotinê ya te ye. Bêje ka te li ku derê, çi demê û çawa ew nas kir?” Wî jî li cem min, pala xwe da darê û dest bi gotinê kir: “Min Mamdiyar di zivistana 1994’an de nas kir. Jixwe cihê me nediyar û warê me gelî û zinar bûn. Lê belê rêhevalên me yên birîndar di ciheke cuda û bi ewle de diman. Çûyîn û hatina Mamdiyar a ji bo wir, ji ber kar û xebatan gelek caran çêdibû. Me hevdu paşê nas kir. Eger ez ji bo te Mamdiyar bi gotinekê terîf bikim û bêjim ka ew rêheval û şoreşgerek çawa bû, ez dikarim van bînim ziman.” Ew heval ji bo kêliyekê sekinî û bi axîneke kûr dest bi axaftinê kir; bê ku bisekine û navber bide got: “Mamdiyar milîtanekî komple, têgihîştî, zane, dilnizm û dildarê rêhevalên xwe bû. Wek bira, mam û beriya her tiştê ji hevalên xwe re hevalekî hêja bû. Û dema dihat cem me, me qet di têkîlî û danûstandina pêre zehmetî nedikişand. Weke ku hertim bi me re be, bi me re dijî û em pêre didin û distînin. Her kesî ew fêm dikir û wî jî ji her kes, derdor, hevalên xwe fêm dikir û ew jidil hîs dikir. Têkîliyeke pir kûr û biwate di navbera xwe û hevalên xwe de dida avakirin.”
‘Şoreşgerekî yekane bû’
Dema Rêhevalê Mamdiyar, qala wî dikir, nefesa wî diçikaya, hizrên wî kê/î dizane bê ber bi kîjan dem û dewranan ve, ew dibir. Piştî ponijandineke kûr bi awireke şikestî, lê bi rûkenî dest bi axaftina xwe kir: “Heval Mamdiyar li gorî temenê xwe ji me mezintir bû û xwedî malbat bû. Di pêvajoyên herî giran ên têkoşînê de beşdarî nava refên gêrîla bibû. Mamdiyar, piştî ku biraziyê wî Diyar di sala 1992’yan de, di çalakiya Helane de şehîd bû, biryara beşdariya nav refên gêrîla da, navê xwe jî kire Mamdiyar û berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Mamdiyar bi sekn, jiyan û nêzîkatiya xwe, mirovek şoreşger bû, di her qada jiyanê de wê çawa pêşengiyê bike û têkoşînê bide meşandin, dizanîbû. Mirov bi sekn û danûstandina bi Mamdiyar re dikaribû gelek tiştan fêr bibe. Ji ber ku mirovekî xwîngerm bû û bala mirov dikişand ser xwe. Dema ku diket nav civatekê, bi hemû aliyên xwe ve diyar dibû. Mirov dikaribû bi rehetî pêre bide, bistîne û nîqaş bike. Wek min di serî de jî anî ziman mirovek wer bû ku bi hemû tiştê xwe ve şoreşgerekî yekane û komple bû.”
Ew bi çavên tejî hesret, serê wî di ber de, weke ku nefes lê çikiyabe navber da gotinên xwe. Ew bê deng û ez bêdeng, gotin di qirika min de mabû û min cesaret nedikir ku pirs bikim. Weke ku bi pirsa min re wê hertişt bi dawî bibe. Bi tirsa ku gotina wî hevalî neqede, ez bêdeng li benda axaftinê mam.
Piştî bêhnvedanekê dîsa destpê kir û heya ku roj çû ava nesekinî: “Di wan deman de me her pazdeh rojan carekê şahî organîze dikirin û herî zêde jî di rojên wisa de, bê Mamdiyar şahî lidarxistin, ne mimkun bû. Dema organîzasyonek ji bo şahiyê hatiba kirin, bêguman di bîra her hevalekî/ê de Mamdiyar hebû. Ji ber hevalan dizanîbû dema ku Mamdiyar bê, wê reng bide şahiyê. Wê bi beşdarbûna xwe rengekî cuda bide. Bi ruh, coş û dilnizmiya xwe, wê herkes ber bi kêliyên bêpayan ve bibe. Ne tenê di şahiyan de, herwiha dema ku perwerde hatiba dayîn jî dîsa her hevalek li Mamdiyar digeriya. Ji bo vê jî sekna wî ya di nav jiyanê de ji her alî ve diyar bû.”
“Mamdiyar piştî salekê şûnde derbasî qada pratîkê bû û bi piranî di nav karê rêxistinkirina gel de ma. Herî zêde jî li qadên wek Gever û Elbakê dima û kar dikir. Ji ber sekn û tevgera wî ya bi gel re; mirov dikare bêje ku dilê her kesê/î fetih kiribû. Gelê herêmê ji sekn û danûstandina wî pir bandor dibû. Her cihê ku em diçûnê gel behsa wî dikir û hezkirina xwe ya jêre dianîn zimên. Mamdiyar ji bo kîjan karî ba dema çûbaya cihekê, teqez encam werdigirt. Di kar de encamgirtin ji bo Mamdiyar feraseta jiyanê bû. Ji organîzasyona şahiyekê bigre, heya amadekariya perwerdeyê û ji çareseriya pirsgirêkekê bigre heya tişteke normal a jiyanî, karek ku Mamdiyar di nav de ba, bi misogerî ew kar bi encam dibû. Ji ber ku mirovek baweriyê bû, ew baweriya ku dijiya jî bi hemû derdora xwe re parve dikir. Ew hêz û bawerî, ne tenê bi xwe dijiya; di heman demê de ew bi derdora xwe re jî dida jiyandin.”
‘Li gorî berpirsyariyên demê tevdigeriya’
Roja din jî li heman cih û di bin heman darê de em gihîştin hev û bê ku dem derbas bibe, ez bi heyecan li bendê bûm ku destpê bike. Lê di çavên wî de xemgînî, êş û hesret hebû. Bi awayekî bêdeng sekinîbû û nikarîbû biaxive. Li bendê bû ku ez vê bêdengiyê bişkînim. Lê min nedixwest ti tişt vê bêdengiyê xirab bike û bikeve nav dengên dûr ku ez li pey wan bûm. Dema ku dît gotin ji min dernakeve, vê carê serê xwe rakir û domand: “Heya sala 1996’an em bi hev re man û zêdetir me di wan salan de hevdu nas kir. Di zivistana sala 1995’an de me car caran hevdu didît. Lê belê di zivistana sala 1996’an heya bihara heman salê, em di heman cih û wargehê de bi hev re man. Mamdiyar, hertim ji her karî re amade bû. Mirovek şoreşger ku pêvajo çi pêwîst dikir û di heman demê de berpirsyariyên demê çi dixwest, li gorî wê tevdigeriya. Di vî alî de ji me hemûyan re pêşengî dikir. Hem bi beşdarbûna xwe ya jiyanê, hem bi danûstandina xwe, hem jî di çûn û hatina wezîfeyan de, ev yek pir eşkere dida nîşandan. Ji ber vê yekê cihê ku lê dima, rêz û hezkirinek li hemberî xwe dida avakirin. Yanî mirovek çawa dikare bi ruh, can û fikir bikeve bin xizmeta şoreşê û li gorî pêdiviyên wê tevbigere; Mamdiyar bi vî awayî beşdar dibû.”
“Dema ku bi zarokan re dida û distand wek zarokan û dema bi ciwanan re dida û distand jî wek ciwanekî tevdigeriya. Dema dihat nav civatek ku piraniya xwe temen mezin bûna; vê demê jî li gorî giranî û berpirsyariyên wê civatê nêzîk dibû. Ji bo danasîna Mamdiyar tenê rojek pêre jiyan bes bû. Mamdiyar bi qasî ku mirovek zane û têgihîştî bû; ewqas jî aliyên wî yên hunerî hebûn. Mamdiyar dikarîbû hemû ziraviyên jiyanê yên civakî û şoreşê bi awayeke hunerî bide nîşandan. Xwedî dewlemendiyeke wisa bû ku, bi çi zimanê ku tu bikarî têbigihî, bi wî zimanî bi te dida fêmkirin. Lîstokên şano û skeç dinivîsand, amade dikir û bi xwe jî di nav de wek lîstokvan cih digirt. Di her şano û skeçan de jî dewlemendî û asteke wî hebû. Dema ku mirov li heybeta Mamdiyar dinihêrî mirov digot wê çawa di nav lîstokên şano û skeçan de cih bigre. Lê ne wisa bû, bi xwe dinivîsand û bi xwe jî wek lîstokvanekî di nav de cih digirt. Bi rastî jî rola ku jê dihate xwestin, bi serketî pêk dianî. Dema me tevlîbûna wî didît; wê gavê me jî dixwest em li pey biçin û jêre bibin rêheval…”
‘Hem ji kar re pêşengî dikir, hem jî herkes dikir hevparê kar’
Rêhevalê bêdengiyê; piştî kesereke kûr kişand, piştî kêliyek bêdengî û vexwarina avê, dest bi axaftina xwe kir û wiha got: “Dema ku Mamdiyar karek dikir tenê bi karê di destê xwe de mijûl nedibû. Di heman demê de hemû kesên li derdora xwe jî beşdarî kar dikir. Sedema ku di her karê xwe de encam digirt jî ev bû. Hem ji kar re pêşengî dikir, hem jî herkes dikir hevparê kar. Di şanoyê de jî ev cidiyeta kar dida diyarkirin. Wek mînak di şanoyê de ku em jî beşdar dikirin, li ser girîngiya sekn, ruh, îfadeyên rû û axaftinên me disekinî û di wan mijaran de alikarî dida me. Dema ku me nêrîn û gotinên wî bi cih dianîn, wê demê me didît ku em ji karê xwe encam digirin. Di lîstokek şanoyê de ku em bi hevre dilîstin, bal dikişand ser pirsgirêkên piştî şoreşê û di vir de nêrînek wiha destnîşan dikir ku jiyan tenê bi serdemekê temam nabe û divê mirov dûr û dirêj bifikire. Ango divê mirov encamên pir bi pêşde jî bibîne û li gorî wê tevbigere. Di şanoyê de pir bi serketî dileyîst û ji aliyê herkesî/ê ve jî pir dihate ecibandin. Ger bixwesta rexneyekê li kes, civak an jî fikrekê bike bi zimaneke wisa dianî ziman ku herkes ders jê derxe û pê neêşe. Mamdiyar, bi rexne û helwestên xwe hem rêya çareseriyê datanî, hem jî hewl dida ku kesê ku rexne dike bê ku biêşîne jêre bibe alîkar. Aliyeke wî yê wisa zirav û bi hestiyar jî hebû. Zivistana ku em ligel hev bûn, malbata wî jî li wir bû. Di nêzîkatiya xwe ya bi malbatê re jî wisa bû. Tevî ku gelek malbatên gêrîla û zarokên wî jî li wê derê bûn, ti caran ferq nedixist navbera malbata xwe û malbatên din ên gêrîlayan. Mamdiyar xwedî hest û hezkirinek wisa bû ku dikaribû wê hezkirinê bi herkesî/ê re parve bike. Bi wan re elaqedar bibe û xizmetê ji wan re bike. Mamdiyar, xwedî ruheke sivik, dilnizm û hezkirineke mezin bû.”
Em her du westiyayî, dil, çav û peyv westiyayî; lê deng ne westiyayî bû. Hîna dengek di nav bêdengiyê de tê guhê min, dengek nexerîb û ne jî ji min dûr. Dengek aşîna di kûrahiya çiyayan de bilind dibû, deng vedida; dengê berz ê Mamdiyar…
Wî hevalî jî weke ku dengek bihîstibû, li min dinihêrî û dîsa dest pê kir. Vê carê bi hevokên bijarte mîna ku ji bîranînên ku ligel Mamdiyar mabin, wiha got: “Mamdiyar ti caran rê nedida ku nêzîkatiyek xelet an jî fikreke şaş li civata ku ew lê dima bibe. Ji ber ku xwedî helwest, cidiyet û berî her tiştî jî mirovek xwedî hêz û bi rêgez bû. Mamdiyar, dizanibû ku çima li vir e û çima dijî. Jiyan dagirtî û bi wate dijiya. Pir bi coş bû, dizanîbû ji bo çi û çima têdikoşe. Dizanîbû ji bo çi dixebite, ji bo çi û çima kar dike. Birastî mirovek têgihîştî û bi qasî zanebûna xwe, ewqas jî kamil û gihiştî bû.”
“Bi taybetî bîranînên me yên şanoyê qet ji bîra min naçin. Di bihara sala 1996’an de ji bo 8’ê Adarê şahiyek dihate amadekirin. Heval Mamdiyar jî xwest bi lîstokeke şanoyê ku wî dixwest amade bike, beşdarî şahiyê bibe û ji bo vê jî xwest ku em bi amadekariyek baş tevlî wê rojê bibin. Dema ku Mamdiyar xebatên şanoyê dida meşandin, hinekî bi dizî ango veşartî bi rêve dibir. Ji bo vê jî herkes bi dîqet û baldarî li lîstoka şanoyê temaşe dikir. Ji bo wateya rojê, Mamdiyar jî li ser wateya azadiyê û nêzîkatiyên xelet ên li hemberî azadiyê lîstokek amade kiribû. Min û çend hevalên din jî wek lîstokvan di nav de cih digirt. Pir bi hestyarî û bi dîqet wiha ji me re got: ‘Binêrin, hevalno pêwîst e, nêzîkatî û helwestên me yên li hemberî hevalên jin şaş neyên fêmkirin. Ji bo vê jî axaftin, tevger û nêzîkatiyên me divê baş bin û em rola xwe baş bileyîzin.’ Mamdiyar, rola bavekî dilîst; ji bo rola keçekê jî hevalek pêwîst bû. Di şanoyan de hertim rola zarokan dida min, di vê şanoyê de jî xwest ku rola keçê ez bileyîzim. Min jêre got: ‘Heval çima ez ê rola keç bileyîzim? Bila hevalek jin di nav de cih bigre wê baştir be.’ Wî bi gotina: “Hevalno, ma em di vê şanoyê de nêzîkatiyên şaş û paşverû rexne nakin? Lê ev çi rewş e?’ Ango bi vî awayî em di vê mijarê de hişyar kirin. Dema gotin a Mamdiyar bû, ne mimkun bû ku tu beşdarî nêrînên wî nebûya. Ne mimkun bû tu destên xwe nedî Mamdiyar û pêre nemeşî.
Piştî vê axaftina Mamdiyar, min êdî ji xwe bawer kir ku ez ê bikarim wê rolê bi serketî bileyîzim. Jixwe ne mimkun bû ku me gotinên Mamdiyar bi cih neanîbûna. Di encam de me şanoyek bi serketî pêşkêşî hevalan kir û pir hate ecibandin.”
‘Tesîreke mayînde ava dikir’
Ew heval careke din sekinî, lê vê carê ne kêliyekê û ne ji bo bêhnvedanê. Çavên wî tejî rondik û bi nêrandineke xemgîn li min mêzand. Weke ku dixwest dawî li gotinên xwe bîne û bibêje: ‘Bes e, êdî taqeta min a gotinan nema ye.’ Dema ku dît ez bêdeng li benda axaftina wî me, serê xwe xist ber xwe, bi awayeke kelegirî destpê kir: “Di bihara sala 1996’an de, em ji hev qut bûn. Ew derbasî qada kar a li herêma Geverê bû. Herkes û hevalên wî bi hêvî bûn û di vê baweriyê de bûn ku Mamdiyar biçe ku derê, wê karibe kar bike û bi ser bikeve. Bi vê hêvî û baweriyê di bihara sala 1996’an de derbasî qada xebatê bû. Me piştre bihîst ku Mamdiyar ji bo çalekiyeke mezin amadekarî dike û tevî rêhevalê xwe Rojhat derbasî Geverê dibe. Her duyan jî bi bawerî û daxwaziyeke mezin ku ji hevalên xwe girtibûn, ber bi qada pratîkê ve ketibûn ser rê. Lê belê beriya ku bigihîjin cihê ku wê çalekiyê lidar bixin, di encama qezayekê de bi rêhevalê xwe Rojhat re tevlî karwana nemiran bû.Me nûçeya şehadeta Mamdiyar û Hevalê Rojhat bihîst. Lê hin tişt hene ku qebûlkirina wê ji bo mirov pir zehmet in. Pir baş tê bîra min, kê/kî Mamdiyar nas dikir, nedixwest bawer bike ku ew şehîd bûye. Erê! şehadet mertebeyeke pir bilind e, her mirovek şoreşger ji ber ku bi ruhê fedayî tevlî vê şoreşê dibe şehadetê dide ber çavên xwe û wisa beşdar dibe. Di pêvajoyek wisa de û şehadeteke bi vî rengî, ji bo hemû hevalên wî pir giran bû. Mamdiyar di dilê her hevalê/a ku pêre jiyane û ew nas kirine de ciheke mayînde girtiye. Ez di wê baweriyê de me ku Mamdiyar bi ruh, sekn, jiyan û meşa xwe ya fedayîyane, di heman demê de di xebatên xwe de û bicih anîna erk û berpirsyariyên xwe ve ji bo her hevaleke xwe bûye mînak. Biqasî jiyana wî, çûna wî ya ber bi şehadetê ve jî ewqas li ser derdor, kes û hevalên wî tesîrek mayînde da avakirin.”
Ez, bê ku bipeyîvim û yan jî tiştekê bêjim ji cihê xwe rabûm û çûm. Vê carê ne li pey deng, an jî şopan digeriyam, min serpêhatiya berzebûyî û dengê ku di her berbanga sibehan de dihat guhê min, peyda kiribû. Lê vê carê ji bo ku li pey van şopên pîroz bimeşim û xwe bigihînim wan dengan ketibûm rê. Rûyê min li rojê, ber bi rêwîtî û şopên jiyaneke nû, ketim ser rê. Oxir be heval! oxir be!