
II-Şert û Mercên Objektîf û Subjektîf Ên Şoreşa Kurdistanê
Di serdema emperyalîst de kamilbûn an jî pêşketina şert û mercên objektîf ên şoreşa li welatekî mêtingeh, tê wateya ku ew welat bûye xelekeke zincîra emperyalîst û pêşketina kapîtalîst a li vî welatî, di serî de proletarya wê ji çêbûna çîn û tebeqayên modern re bibe sedem.
Bi bûna sîstemeke cîhanî ya emperyalîzmê re, bi piranîtê qebûlkirin ku li hem û welatan şert û mercên objektîf ên şoreşê pêk hatine. Weke îstisna, hin mêtingehên klasîk ên ku ji aliyê ekonomiyên kapîtalîst ên pêşketîve nehatine mêtingehkirin, ji ber ku ekonomiya kapîtalîst pêş neketiye, nikare ku di aliyê şert û mercên objektîf ên şoreşê de pêşketî werin hesibandin. Ji bo mînak, bi ekonomiyên xwe yên pêşketî Îngilîz û Fransiyan pêşketina kapîtalîst a li mêtingehên xwe, ji z û ve pêk anîne û bûne sedem da ku li van welatan şert û mercên objektîf ên şoreşê pêş bikevin. Lê, welatên wekeTirkiyê û Portekîz ku xwediyê ekonomiyên paşketî û girêdayî bi emperyalîzmê re ne ji ber nekarîne bibin sedem ku ji z û ve li mêtingehên wan pêşketineke kapîtalîst çêbibe, pêşketina şert û mercên objektîf ên şoreşê asteng kirine. Encax wexta ku bi emperyalîzmê re têkîliyên mêtingeriya nû pêş xistine, pêşketina kapîtalîst a li mêtingehan bilêz kirine û bûne sedem ku şert û mercên objektîf ên şoreşê pêş bikevin.
Pêşketina şert û mercên objektîf ên şoreşê, demeke dirêj li Kurdistanê hatiye asteng kirin. Ji ber ku; civaka Kurdistanê di pêvajoya hakîmiyeta Osmanî de, pêkhateya (yapı) civaka feodal, li gel zilm û zor û kedxwariya zêde zêde, ji tesîrên kapîtalîzma Ewrûpayê dûr hatiye girtin û di pêvajoya komarê de jî, bi taybet heya dawiya salên 1940’an bi pratîkên wekî dagiriya leşkerî, tevkujî û ‘herêma qedexe’ hema bêje ji cîhanê hatiye îzolekirin û heya salên 1950’an di asteke girîng de ji tesîrên kapîtalîzmê dûr hatiye girtin. Lê belê ji vê dîrokê pêde, weke ku di beşên li ser mijarê de dûr û dirêj hatiye vegotin; di serî de ji ber ku emperyalîzmê berê xwe daye mêtîngeriya nû û di şert û mercên mêtingeriya nû de pêşketina kapîtalîzma Tirkiyêbilez bûye, axayên feodal ên axê yên Kurd jî xwestine ji vê pêşketinê para xwe wergirin û dest pê kirine bibin axayên xwediyê axê yên kapîtalîst û komprador, pêşketina kapîtalîzma mêtinger li Kurdistanê bilez bûye. Mêtingeriya kapîtalîst ku îro li Kurdistanê pêş dikeve, pêkhateya eşîrî-feodal a ku bi sedan sal hatiye îzolekirin û ji tesîrên derve dûr hatiye girtin parçe kiriye û ekonomiyek ku bi temamî xwe dispêre talanê bi rê xistiye, û bivê re pêşketina şert û mercên objektîf ên şoreşê bilêztir kiriye.
Li mêtingehên di bin rejîmên dagiriya leşkerî de tên girtin, eger mêtingeriya ekonomîk jî nehatibe pêşxistin, tê maneya ku şert û mercên objektîf ên şoreşê hene. Weke li welatên kapîtalîst ên pêş ketî, di pêvajoyeke dûr û dirêj a têkoşîna legal de proletarya perwerde kirin û bi rê xistin, di rewşeke şoreşê ku wêpêş bikeve de ‘di rewşek ku êdî çînên hakim nikarin weke berêbi rêve bibin û çînên bindest’ jî êdî nikarin weke berê bijîn û bi xwesteka veguherînê dest bi çalakiyên şoreşgerî kirine de’ ji bo mêtingehan bi serhildaneke topyekûn îqtîdar bi dest xistin, mumkun e. Ji ber ku derfeta xebata legal û rêxistinbûna legal li mêtingehan nîne, şoreşger, ji bo ku xwe biparêzin neçar in gel bi rêxistin bikin û ji bo ku saziyên mêtinger nikaribin bixebitin, şiklên têkoşînê yên wekî îdeolojîk, polîtîk û leşkerî di zikhev de bi kar bînin.Yên ku dixwazin li welatê me şert û mercên objektîf weke li welatên pêşketî yên kapîtalîst tehlîl bikin, tenê dikarin bibin ew kesên ku naxwazin şoreşê bikin û ji şoreşê direvin.
Şert û mercên subjektîf ên şoreşê, rewşa zanebûn û rêxistinbûna çîn û tebeqeyên ku di şoreşê de berjewendiya wan heye îfade dike. Teoriya şoreşê ku ji analîza şert û mercên objektîf ên li Kurdistanê derketiye û programê vê ku jê (teroriya şoreşê) çavkaniya xwe digire û taybetmendî, hedef, erk û wezîfe, hêzên wê yên esasî, îtifaqên wê yên neteweyî û navnateweyî bi şiklê rêgezên (ilke) kurt û cewherî diyar dike, asta rêxistinbûna herî kêm (asgarî) a vê teorî û programê, tenê xwe dispêre rêxistinbûna sosyalîstan; ev rastî, nîşan dide ku şert û mercên subjektîf ên şoreşê dest bi çêbûnê kirine. Bi çêbûna şert û mercên subjektîf re, riya şoreşên mêtingehan di şerê germ re derbas dibe. Rêxistinek ku li mêtingehan di asta rêxistinbûnê ya herî kêm de be, eger nikaribe ji bo şerê germ cesaret bike, an ji hev dikeve û belav dibe an jî dibe kulubek ku entelektuel tê de demogojî dikin.
Li Kurdistanê, teoriya ku ji tehlîlkirina şert û mercên objektîf ên şoreşêtê pêkanîn û programê wê û têkoşîna wê, nû nû pêş dikeve. Bêqebîliyetbûna rewşenbîrên Kurd ku di tehlîla dîrok û şert û mercên heyî yên welatê xwe de nîşan dane, ji ber di aliyê fikrî de ne bi serê xwe bûn û bêber (verimsiz) bûn, îro hê nû tê derbaskirin. Tevgera weşanê ku heya niha di çarçoveya teorî û programa şoreşê de pêş neketiye, wekî encameke xwezayîya legalîzmê nekariye rastiyên welêt wekî bûyî bide der; ji ber vê yekê bûye sedem ku ciwan û rewşenbîr lidora gelek rêxistin û fikrên sosyal şoven û reformîst-burjuwaziyê biçûk kom bibin û tevgera rewşenbîr-ciwanan bi terzeke şoreşger-welatparêz pêş nekeve. Tevgera me ya ku li ser rastiya Kurdistanê fikirîn û tevgerîn ji xwe re kiriye rêgeza esasî, bi teoriya ku ji şert û mercên şênber (somut) ên welêt çavkaniya xwe digire û bi programê ku xwe dispêrê vê, di qada îdeolojîk û polîtîk de ji gelê me re pêşengî kirinê, wekî erk û wezîfeyeke pîroz û dîrokî dizane.
Rêber Apo
Jî Perspektîfên Rêber Apo “Riya Şoreşa Kurdistan’ê”