Li Tirkiyeyê Di Rajêrkirina Civakê de Dîroka Bikaranîna Jinê
Rêber APO
Faşîzma 12ê Îlonê ya ku di bin navê azadiya zayendî de, mijareke ku li çapemeniyê dike bar jî ev e. Zilam birçî ye, mafekî wî tenê jî yê takekesî tine, lê bi şêweyekî wisa noqî nava pirsgirêka zayendî kirine ku efyondayîn mijara xeberdanê ye. Çawa ku demekê çîna serdest dîn mîna efyonê bikar anîbû, di roja me de jî jinê wiha bikar tînin. Dema kevin dîn ev rol dileyîst, lê îro jin vê rolê dileyîze. Jıxwe li vira, ya ku pêwîste cidî were girtin û weke pîvaneke civaka azad li ber çav were girtin, ne azadiya jinê ya civakî ye; berevajî vê pêşêxistina koletiyê dabaşa xeberdanê ye.
Ya tê pêkanîn ev e, saziyeke ku pêwîste were perwerdekirin, di berdewamkirina mêtingeriya faşîst de weke amûreke rêxistinî tê bikaranîn. Ji bo ku hişmendî û têkiliyan ji pirsgirêkên şoreşê yên cidî dûr bikin, ji dêvla giyan û çanda jinê, rewşa wê ya fizîkî didin pêş û dikin amûreke reklamê , herwiha dixwazin jinê bi vî rengî bê bandor bikin. Bi taybetî di sedsala 20an de, bi tempoyeke ku çiqas diçe zêde dibe, dixwazin jinê veguherînin amûreke reklam û pêşandanê. Ji dêvla biafyonkirina dîn a dema borî, niha biafyonkirina bi jinê tê pêkanîn. Sînema, roman û muzîk bi vî rengî, wek amûrên biafyonkirinê tên bikaranîn. Bi temamî bi vî rengî ji naveroka wê vala dikin û dikin amûreke bêhişker. Ev yek ne tesadufe ku burjûwaziya Tirkiyeyê ev mijar di salên 1970an de, dema ku şoreşê xwe ferz dikir de, dabû destpêkirin. Bi taybetî faşîzma 12î îlonê ku bi plan û sîstem nêzîkayî li vê yekê kir, baş tê fêmkirin. Tu dixwazî civakê daxî ango rajêr bikî, têkiliya jin û mêr daxe, rajêr bike; jinê rajêr bike. Dirûşm ev e. Berevajîkirina vê yekê ya di televizyon, çapemenî, sînema û wêjeyê de û di hemû têkiliyên mirovatî yên rojane de jî, ji ber vê yekê ye. Mirovê lawaz jixwe ne li hişê xwe ye. Wî bi dev û rû ve li erdê dixe û rejîma ku dixwaze berdewam dike. Ya ku dixwazin bikin û dikin jî eve. Çiqas ku bigihîjin pêvajoya şoreşê, bêesliya di vê qadê de jî di vê rêjeyê de tê pêşêxistin. Di demeke ku herî bêtir pêdivî bi azadiyê û bi taybetî bi azadiya aborî, siyasî û civakî heyî de, em dizanin ku têgihînên azadiyê yên sexte didine pêş. Şêwe û mijarên azadiyê yên sexte têxin dewrê. Niha li tirkiyeyê di têkiliyên malbat û jinê yên burjûwa de, pêşketineke mezin pêkhatiye. Di vê pêşketinê de, hemû hêza felsefe, wêje, tib û psîkolojiyê li ser têkiliyên jirêketî, seferber kirine; gelek saziyên vê yekê û pirsgirêkên sexte û pisporiya bersivan a sexte jî hatine pêşêxistin. Weke ku hûn jî bi rehetî dibînin, encama ku pêdiviye jê were daranîn, dema têkoşîna li hember mêtinkariya faşîst bigirin dest bi awayek bihêman nêzîkî vê yekê bibin, vê weke pirsgirêka têkoşîna şoreşgerî bibînin, nekevin rêya çareseriyên sexte û înkarkirinê. Ev yek pir girîng e. Herçiqas ku ev ji aliyê dij-şoreşê hatibe berevajîkirin û êxistibin rewşa azadiyeke zayendî ya sexte jî, pirsgirêk bi temamî parçeyek ji yê rizgariya neteweyî û azadiya civakî ye. Ji azadiya zayendî wêdetir, encama newekheviya di navbera jin û mêr de ye. Ev newekhevî, ketiye asteke aborî, siyasî, civakî û çandî. Weke ku dij-şoreşê nîşan dide, ne pirsgirêka azadiya cinsî ye. Ev ji ber ku azadiyê bitemirînin û nava wê vala bikin, tê pêkanîn. Burjûwaziya mêtinkar, di nava hewldaneke zexel de ye ku potansiyela şoreşê ya ku dema seferber bike pê bi ser bikeve, ji destê wê derîne. Pêwîste baş were dîtin ku li ser vê pirsgirêkê pir dixebite. Nexasim dema were dîtin ku di nava civaka me de, di temenekî piçûk de zewac pêk tê, çareseriya pirsgirêkê bêtir giran dibe. Êdî ev têgihîn, ne wekî pêwîstiyeke aborî- civakî, weke nirxekî sincî (exlaqî) û xwedîbûna prestîjekê tê xebitandin. Li gor vê têgihînê, yên ku malbata wan mezin be, zarokên wan zêde bin, xwedî prestîj û hêz in. Dikarin serdestiyê li cîranên xwe bikin. Bi kurtasî em bibêjin, berdewamkirina têgihînên eşîrtî yên kevin, pirsgirêkê bêtir mezin dike ku mirov nikare ji nav derbikeve. Çima? Lewra di roja me de kapîtalîzma gemerdêr, berdewamiya malbatê ya bi şêweya kevin bêîmkan kiriye û ew kiriye nava nakokiyên mezin. Li gor ku her kesekî malbateke wî heye û her kesî dike hevparê van nakokiyan, pirsgirêkê hê bêtir mezin dike. Ev çanda bêesil û sutalî, di nava malbatê de bi awayek durû weke namûs û girêdana malbatê derdikeve pêşberî me. Helbet ev şêweya herî derewîn û sexte ye. Lewra heta em vê malbatê nekin bin fermana şoreşê, ne gengaze em wan binamûs û birûmet bikin. Teqez dê dij-şoreş bi wan bileyîze.