Li Serdema Bêîdeolojîtî Tê Ferzkirin, Divê Têkoşîna Îdeolojîk Xurtir Bibe

0Shares

Ji Pênûsa Gêrîla

Di serdema me de yek ji pirsgirêkên herî sereke bereka (dogrultu) îdeolojîk e. Heta belku di ti pêvajoyên dîroka mirovahiyê de evçend ji felsefe û îdeolojiyê qutbûn çênebûye. Rêbertî pir caran destnîşan kiriye ku sedsala 20’an sedsaleke bêfelsefe ye, her du şerên cîhanê, bombeya atomê, karesatên mezin ên ekolojîk hemû xwe dispêrin vê bêfelsefetiyê. Rizgariya mirovahî jî bi felsefeyeke saxlem, di sedsala 21’an de bi hevdîtineke nû bi felsefe û îdeolojiyê re dibe.

Lêgerên jiyana azad û wekhev ku li dijî pergala desthilatiyê wek lêgera azadiya gelan teşe wergirtiye, di her pêvajoya dîrokê de çavkaniya xwe ji felsefeya jîna azad û îdeolojiya wê girtiye, asta serketina wan jî dîsa ew feslefe û îdolojiya xwe spartinê, diyar kiriye. Di sedsala 20’an û piştî wê ku şerên rizgariya netewî pêşketin û felsefeya jiyana azadîxwaz û wekhev bi têgihîştina çîn bi pêşengtiya hînkerên Marksîst karakterekî şoreşger qezanc kirin, ji bo hemû mirovahiyê rêyeke nû vekir, mêzîna cîhanê li gor berjewendiyên bindestan, di dîrokê de yekem car evqas da guhertin.

Lê çi têkoşînên bi pêşengtiya çîna karker, çi jî têkoşînên netewî ji ber xwe spartin felsefe û îdeolojiya dewletger, di dawiya sedsalê de şibiyan dijberên xwe. Di nav gel û çîna bindest, heta di tevahiya mirovahiyê de şkestina herî mezin û texrîbkar a dîrokê qewimî. Wek encama vê şkestinê jî bêutopyabûn, bêlêgerbûn, înkargerî, bêbawerî û ezezîtî di destpêka sedsala 21’an de rê li ber kaosa ku nîhîlîzmê pêşengtiya wê dikir, vekir. Piştî reel soyalîzm ber bi kapîtalîzmê ve qulipî, ew pirsgirêkên civakî ku şkestina beşên bindest, demokratîk û pêşverû rê dayê, emperyalîzm xwedî kir, ew xeyalên wekheviyê hemû binax kirin. Di netîceya vê rewşê de mentiqa ku ‘rizgariya civakî ji derewekê bêtir nîne’, ‘rizgariya takekesî jî enceq di pergala heyî de di şert û mercên reqabeta bêrihm bi mubahdîtina her rêyê ji bo gihîştina armancên takekesî mumkun dibe’, pêşket. Tîpê însanê ku vê feslefeyê teşe dayê, ji bo avaniya civakî bû ew zemînê ku di roja me ya îro li ser wê karesatên mezin bilind dibin.

Rêbertiya me bi vî awayî hem xala şkestina mezin a mirovahiyê, hem jî îdeolojiya civaka dewletger tesbît kiriye û daye diyarkirin ku ji bo temîrkirina vê şkestinê, divê di civakan de hêviya jîna azad û utopyaya wê careke din nûjen bibe û ev jî bi îdeolojî û felsefeya jiyanê ya alternatîf li ser bingeha civaka xwezayî dibe. Ev rastiye jî me fêr dike ku ji bo mirovahî were ser hişê xwe, bi cewhera xwe re hevdîtin çêbike, têkoşîna felsefî û îdeolojîk pêwîst e, tişta divê were bilindkirin jî têkoşîna îdolojîk e.

Bêguman têkoşîna îdeolojîk karê wan kesane ku herî zêde alternatîfê pergala heyî ne. Wê xwe xapandin be, heke ji beşên bi şêweyekê bi pergalê re dibin hevkar û li cihekê bi wê re têne ba hev, têkoşîna îdeolojîk û felsefî were hêvîkirin. Ji ber têkoşîna îdeolojîk li gorî karakter û cewhera xwe lihevneker e, bingehîn e, radîkal e, ango bi kurtî alternatîf e. Handîkaba têkoşînên çînî û netewî yên girêdayî teoriya Marksîst di vê noqtê de derkete holê. Ji ber bixwe jî dewletger û desthilatdar bûn, di encamê de şibiyan dijberê xwe ango kapîtalîzmê. Sedema vê jî bêguman xwedî rastiya îdeolojîk ku bikaribe bibe alternatîf nebûn. Rêbertiya me ji van rastiyan encama ku derxist ew e ku têkoşîna îdeolojîk ku bikaribe ji civaka dewletger re bibe alternatîf hewce dike û yek ji aliyê herî sereke ya vê îdeolojiyê jî azadiya jinê esas digre. Ji ber zayend, çîn û netewa ku civaka dewletger xwe li ser bilind kiriye, yekem car xistiye bin desthilatiya xwe û kole kiriye, teşeyê koletiyê di tevahiya dîrokê de bi guhertinê kûrtir kiriye jin e. Lewma jî noqteya şkestina vê pergala dewletger jî vir e. Di sedsala niha de jî pêşketinên civakî vê yekê îsbat dikin. Ji ber piştî hilweşîna sosyalîzma pêkhatî, di civakê de nîhîlzîm pêşket, lê berovajî vê, têkoşînên azadiya jinê xurtir bûn. Elbet sebebên vê yên cuda hene, yek sedem ew e; kaosa ku di nava gel û hemû civakan rû da, li ser jinê herî zêde bi awayê zext û mêtingerî xwe da der û li dijî vê jî berteka jinê zêde bûye.

Pêvajoya herî zêde rûmet, raman, beden û hêza fîzîkî ya jinê hatiye bênirxkirin, sedsala 20’an e. Tê zanîn li gor pergala desthilatdar, mêtingeriya keda jinê, her wiha sektora fuhûşê li ser bingeha bedena wê, qadên kedxwariyê mîna porno û reklamê herî zêde di vê sedsalê de pêşketine. Bi vê re jî pirsgirêkên civakî pir kûr bûne, li beramberî pergala dewletger a zilamsalar, wek diyardeyeke diyalektîk rêxistinbûnên alternatîf derketine holê. Bi taybet ji her du şerên cîhanê yên vê serdemê herî zêde jin bandor bûn, vê jî rê li ber nakokiyan vekir. Bi kûrbûna nakokiyan jî zanebûneke civakî pêşket û di destpêka sedsala 21’an de bi bandora pêşketinên teknîkî yên zanistî re, jin bûne hêza şoreşger a serdemê. Utopyayên wê yên pêşerojê xurt bûn, di tevahiya cîhanê de jî bû hêza hevparî û piştevaniyê. Bêguman kesê ku pêşketinên di vê wateyê de ji aliyê siyasî û îdeolojîk pêş dît û pênase kir Rêbertiya me bû. Bi tesbîta “sedsala 21’an wê bibe sedsala azadiya jinê” Rêbertiya me îşare bi vê rastiyê kiriye, nêzîkatiya xwe ya îdeolojîk jî li gor vê daye rûnişkandin. Di vê wateyê de dikare were gotin li beramberî pergala çînayetî, pêşengtiya lêgera azadiya gelan bi sedsala 21’an re jinê daye ser milên xwe. Felsefe û îdeolojiya ku bibe alternatîfa felsefe û îdeolojiya dewletger, ew felsefeya ku xwe bispêre azadiya zayendî, li ser vê bingehê jî derbaskirina civaka zilamsalar a zayendparêz hedef dike, civaka ekolojîk-demokratîk û azadiya zayendî esas digre. Hêza îdeolojîk a pêşeng a vê jî jin in.

Di roja îro de ku bêdewamiya pergala dewletger derketiye holê, pêwîstiya avakirina civaka derveyî dewletê, tenê wek pêşketineke diyalektîk nikare were fêmkirin. Ango heke bi pêşengtiya jinan têkoşîneke bihêz a gelen nebe, nikare pêk bê. Civaka derveyî dewletê, encex bi asta rêxistinbûna van hêzên têkoşînê ve girêdayî wê pêş bikeve. Ji ber hêzên serdest û civaka dewletger di nava berxwedanekî mezin de li pey domandina temenê xwe ne. Bi vê armancê jî diyardeyên wek wekhevî, azadî, aştî û demokrasî ku hesret, xeyal û hêviya mezin a mirovahiyê îfade dikin, kirine çekên xurt ên hêzên serdest. Bi felsefe û siyaseta lîberalîzmê re di serî de DYE, hemû hêzên serdest xwe wek hewariyên azadiyê lanse dikin. Ev manîpulasyona mezin ku bi navê mirovahiyê tê kirin, bi derew û fêrbaziyan re tê meşandin, a herî girîng jî girêdayî bêfelsefetî û şêlûbûna îdeolojîk a serdemê, encamên girîng jî derdixîne holê. Pir eşkere ye ku ev rewş heya radeyeke bilind metirsîdar e. Ji bo mirovahiyê xefikekî mezin û tejî hîleyan e. Ji bo mirovahî bikeve vê xefikê, bi zanebûn li ser serdemê bêîdeolojîtî tê ferzkirin. Propagandayên ‘pêvajoya îdeolojiyan bidawî hat!’ dikin. Ev şereke îdeolojîk a pir xeternak e, ji bo bikaribin civakan bêlêger bihêlin, bêhêvî bikin û mehkûmê tişta heyî bikin, wiha jî siyaseta tinekirina alternatîfê pêş dixin. Li dijî vî şerî, heya pêdiviya têkoşîna îdeolojîk li ser bingeha civaka xwezayî û girêdayî vê jî rola dîrokî ya bizavên azadiya jinê neyê fêmkirin, ne gengaz e bi navê mirovahiyê behsê têkoşîna azadiyê were kirin.

Bi vê rastiyê ve girêdayî, Rêbertiya me di nava pergalên KCK û KJB’ê de projeyên PKK û PAJK’ê wek hêza bingehîn a paradîgmeya civaka ekolojîk-demokratîk û rêxistina avakera civaka nû pêş dît û erka vê jî danî pêşiya me. Ji bo avakirina pergala demokratîk û azad hêza pêşeng û têkoşîna pêşeng hewce dike, ji bo avakirina civaka derveyî dewletê û demokratîk erka sereke dikeve ser milê partiyên PKK’ê û PAJK’ê. Ji ber armanca mezin a azadiyê encex bi rêxistina ku felsefeya vê yekê baş fêm kiribe û xwe fedayê xeta azadiyê kiribe, dikare pêk bê. PKK û PAJK jî di vê wateyê de vê xetê îfade dikin.

Têkoşîna îdeolojîk-felsefî, têkoşîna bi wêrekî pirsîna ‘çawa bijîn?’ e û bi bawerî û girêdaneke mezin rêxistinbûna lêgera bersivdayîna vê pirsê ye.

PAJK berpirsyar e ku di warê serketina têkoşîna mirovahiyê û nirxên civaka xwezayî de baweriyê pêş bixîne. Lê di serî de, divê ev nirx û jîna li ser bingeha vê felsefeyê û têgihîştina têkoşînê di kadroyên tevgerê de pêş bikeve. Li ser vê bingehê jî divê partî bigihîje rêxistinbûyîna kadro. Divê her kadroyeke PAJK’ê bi şêwazê jiyana xwe bibe alternatîf. Ya herî girîng jî hewceye ji bo civak û jinê, di têkoşîna jîna nû de, bibe çavkaniya hêz, bawerî û moralê. Bibe navenda hêz û îdeayê. Di warê îdeolojîk û felsefî de, ev pêdiviya herî sereke ya serdemê ye. Berpirsyariya bersivdayîn ji pêdiviyên sereke yên jin û civakê re divê wek mîsyona xwe bigre dest, li gor vê xwe birêxistin bike, bi vê zanebûn û baweriyê jî kadroyên xwe biafirîne. Bi feraseta xebat û têkoşîna ku van pêdiviyan pêşwazî bike û pêşxistina mekanîzmeya vê jî bibe partiya kadro ya îdeolojîk. Di warê jinê de, rêxistinbûna li ser vê bingehê hem sedemên wê, hem jî derfetên wê hene. Ji ber di sedsala 21’an de li dora jinê cîhan nûjen dibe. Ya herî girîng jî di tevahiya mirovahiyê de ev têgihîştin her zêde dibe, tevlîbûna nava têkoşîna azadiya jinê û hevkariya ji wê re bêtir dibe. Mirovahî li rizgariya xwe, di civaka xwezayî ya li ser eksena jinê digere. Bawerî ji çareseriyên dewletger re nemaye. Bi rênîşanderiya pêşdîtinên mezin yên Rêbertiya me, di derbarê vê serdemê de, divê projeya PAJK’ê di nava pergala xweseriya demokratîk de bi berfirehî were rêxistinkirin. Li ser vê bingehê jî wê bikin çeka pêşxistina ruh û zanebûn ji bo civak û jinê. Encex bi têgihîştina xwedawendan bigihîjin zanebûna civakîbûnê, bi pakiya melekan bibin xwedî feraseta xizmetê, bi kêşweriya Afrodîtê jî xweliqkar û xwebaweriyê pêş bixin. Ji her tiştî jî girîngtir girêdana xurt ji nirxên civaka xwezayî û veqetîna bingehîn ji pergala çînî û dewletparêz, li ser vê bingehê jî zanebûna felsefî û îdeolojîk pêwîst dike. Di serê vê de jî bêguman îdeaya xurt û baweriya qahîm tê. Bi kinahî, têkoşîna îdeolojîk-felsefî di bingeh ve girêdayî têgihîştina civakî û dîrokî ye. Rêbertiya me di parêznameya xwe ya dawî de, di derbarê girîngiya felsefe û îdeolojiyê di pergala netewa demokratîk de û rola ku partî divê bigre ser xwe, van nirxandinên giranbuha pêşkêş dike.    

“Partî ji bo beşên civakî yên xwe dispêrin wan û wan dikin hedef bi rolên girîng radibin; ango divê bikin ku ew beş xuya bikin, wan beşan temsîl bikin, wan bikin xwedî maf û di çarçoveya pîvanên hemdem de wan bi gewde bikin. Ev rastî hemû îspat dikin ku rastiya partiyê ji rola xwe ya di civakê de bi hêsanî nagere. Civakeke bixwaze bi pêş bikeve û xwe biparêze nikare bi hêsanî doza bêpartîbûnê bike. Rewşên em qala wan dikin, îspat dikin ka çima em nikarin dev ji partiyên civakî berdin. Hebûna dewletê bi xwe jî pêdiviya bi partîbûnê bi temamî ji holê ranake.

Partiyê heta niha wezîfeyên negatîf, ango bi pêşîgirtina li neyêniyan xwest di wezîfeyên xwe de serketî be. Ji niha û pêve, divê wezîfeyên xwe yên avakirinê ku bêhtir aliyên wan ên pozîtîf li pêş in, bi awayekî serketî pêk bîne. Di bingehê van wezîfeyan de avakirina neteweya demokratîk heye û eger partî nasname û maneya wê ya hat diyarkirin bi dest bixe wê karibe van erk û wezîfeyan bi awayekî serketî bi cih bîne. Avakirina neteweya demokratîk pêştirî avakirina sosyalîzmê ye, û pêşiyê li riya diçe sosyalîzmê vedike. Li gorî zanista civakî, ev avakirin bi şoreşê dibe, ji bo vê jî divê wezîfeyên exlaqî û polîtîk bêne bicihanîn. Di vê rewşê de şert e ku kadro xwe perwerde bikin û felsefeya jiyana azad bikin şêwazê xwe yê jiyanê. Partî bi tevahî li dijî her cure êrîşên ji derve û hundir bi tenê dikare xwe bi nasnameya îdeolojîk û polîtîk biparêze; bibe xwedî hêza pêngavê û bi civakê re bi yek be. Kadroyên partiyê divê bi temamî di warê îdeolojîk û polîtîk de têra xwe hebin, nexasim divê di her şert û mercî de xwedî wê hêzê bin ku girêdana xwe ya bi exlaqê jiyana azad re nîşan bidin. Di çanda Rojhilata Navîn de ‘insanê kamil’ heye ango ew ferdê têra xwe dike, divê kadroyê partiyê jî bibe xwediyê wê hêzê ku karibe bibe ‘insanê kamil’ û vê aktualîze bike û pêk bîne. Divê xwediyê wê hêzê be ku karibe li ber tevahiya şêwazên jiyanê û îdeolojiyên desthilatgir, mîlliyetgir, cinsiyetparêz, dîndar, lîberal korker û ji heqîqetê dûr dixin rabe û wan pûç bike. Di tevahiya serdeman de hewcedarî bi insanên kamil hebû û herî zêde jî roja me ya îro pêdivî bi wan heye û kengî mirov bibe kadroyê modern ê sosyalîst ev pêkan e. Bi tenê bi van kadroyan mirov dikare xwe li pêvajoya avakirina jiyana neteweya demokratîk rakişîne. Dema hewce bike, divê her kadro karibe xwe veguherîne bi sedan rêxistinên neteweya demokratîk û bi vî awayî di wezîfeya xwe de bi ser bikeve. Naxwe kadroyek û rêxistina wî di bin bandora şêwazên jiyanê û îdeolojiyên navbihurî de bi tenê dibe çavkaniya pirsgirêkan. Her kadroya/ê pêşeng a/ê di warê îdeolojîk, polîtîk, exlaqî û rêxistinî de têra xwe bike, serketina wê/wî ya di avakirina neteweya demokratîk de misoger dibe.

Divê mirov li têkiliyên hevaltî û hevrêtiyê baş serwext bibe. Têkiliyên hogirî û hevrêtiyê naveroka têkiliyên civakî nîşan didin an jî divê nîşan bidin. Çiqasî civaka dîrokî nîşan didin divê ewqasî civaka siberojê jî nîşan bidin. Bi awayekî bingehîn têkiliyên îdeolojîk in; têkiliyên heqîqetê ne ku îdeolojî wan derdixe holê û rê li wan vedike da ku darî çav bibin. Di vê çarçoveyê de yekîtiya du heval û hevriyan bi tenê yekîtiyeke îdeolojîk nîne, di heman demê de yekîtiyeke heqîqetê ye ku kapasîteya îdeolojîk rê li ber vekiriye yan jî divê bi vî rengî pêk bê. Eger du hevalan bi rastî xwe gihandibin sirr û raza hevrêtiyê û bûbin yek, divê mirov vê weke temsîla bihêz a heqîqetê fêhm bike. Mirov bibe hevriyê hevriyan tê wê maneyê ku mirov ji heqîqeta tê temsîlkirin para xwe digire. Ji bilî vê, divê mirov badilhewa li maneyeke hevaltî û hevrêtiyê negere. Yên ku derdekî wan ê mezin ji bo heqîqetê tinebe divê nekevin vê ‘riyê’. Yên li pey hewes, xerîze û berjewendiyên besît nikarin bibin heval û hevrê. Bi van kesan re hevrêtî nabe. Kesên bi awayekî çavkorî bawer dikin, kesên bi hisên fanatîk aqlê xwe berdayî, bi wan re jî hevrêtî nabe. Tew kesên ji îdeolojiya zilam û pîrektiyê nebihurî, kesên nikarîne têkiliya besît a nêr û mêtiyê bişikînin û cîhana xwe ya zêhniyetê azad bikin divê behsa hevrêtiyê nekin û badilhewa nekevin vê riyê. Têkiliya hevrêtiyê divê ji peran, mal, milk, zilamtî-pîrektî, hewesa alavan, çûyîna li pey nefsa xwe, rabûna bi hesreta desthilatdariyê, wêrekiya çavkorî an jî tirsîn û her cure gotin, çalakî û têkiliyên mirovî ji rêwîtiya heqîqetê bigirin û nehêlin xwe bigihîne nasnameya wê ya temsîlê, divê dûr bisekine. Divê bi awayekî serketî li ber tehlûkeyên bi vî rengî bisekine. Di heman demê de divê xwe bi wê hêza îdeolojîk, polîtîk, exlaqî û rêxistinî gurçûpêç kiribe ku karibe di her şert û mercî de heqîqetên mezin bîne ziman û pêk bîne. Eger partiya behsa yekîtî û yekbûna wê tê kirin di vê çarçoveyê de têkiliyên hevrêtiyê pêk bîne, pêkan e. Bi vî awayî, dikare bibe îrade û berdevkê civaka dîrokî û paşeroja wê. PKK jî bi tenê bi van pîvanên têkiliya hevrêtiyê dikare bi rola xwe ya dîrokî û civakî rabe.

Kurdistan êdî di wê bêdengiya mirin û goristanê de nîne. Pêvajoya li pêşiya me çi bi şer û çi jî bi aştiyê bi ser bikeve, di encamê de wê bibe serdema avabûna neteweyên demokratîk. Bi vî awayî di çanda şaristaniya Rojhilata Navîn de bi hezaran sal in, dekûdolabên şaristaniya çînî, bajarî û dewletdarî yên ku her dever kirin gola xwînê, qebîle, dîn, mezheb û netewe bera qirika hevdu dan, li ser bingehê yekparebûna neteweya demokratîk wê serdema modernîteya demokratîk hilê.”