Li Ser Kurdistanê Têkoşîn, Şer Û Teror Beşa-2
Piştî Hz. Îsa şagirtên wî yên ji terora Romayê reviyan, ra-westgehên wan ên yekemîn dîsa herêmên mîna deriyên Kurdistanê bajarên Antakya, Ûrfa û Nisêbînê ne. Mirov dikare bibêje, demek dest pê dike, terora dînî û siyasî digihîje qonaxeke nû. Împaratoriya Romayê herî dereng PZ di salên 50 de hemû Anatolya, Sûriye, Îsraîl û Lubnan zevt kiriye û peravên Firatê derbas kirine. Piştî ku Îsa li çarmîxê tê xistin, komên Xirîstiyaniyê ku nû derdikevin, xwe dispêrin berqefên çiyan, şikeft, stargehên binerdê û çolan. Dem û jiyaneke nîv-veşartî dimeşe. Terora siyasî, belkî jî yekem car li ser bawermendên Xirîstiyaniyê tê ceribandin. Ji ber vê, çiyayên Kurdis-tanê dibin navendên yekemîn ên star û xweparastinê. Împaratoriya Romayê ya hemû qraliyetên Helen zevt kirine êdî xwe spartiye sînorên împaratoriya Part. Fermandarê navdar ê Romayê Crasûs wexta mirî tê zevtkirin (PZ di salên 50 de) Part û Ermen ji kêfa re cejnê dikin. Serê Crasûs bi rojan tê teşhîrkirin. Cih dîsa bajarê Kurdistanê Ktesîfon e. Piştî sedsala 3. dora şer a împaratoriya Roma û Sasaniyan e. Di dîrokê de şerên herî dijwar dîsa di ser Kurdistanê re dibin, sînor geh Firat geh Dîcle ye. Bajarên mîna Amed û Nisêbînê gelek caran têne xirakirin û dest diguherin. Kurdistan timî tê parçekirin. Li cihekî welê, talan û şîdeta di hinavê şaristaniyê de timî vedirşe, wê çawa pêşketinê bibe. Li çiyê jiyan bi awayekî kom bi kom dewam dike, navendên bajaran jî biryargehên dagirkeriyê ne. Sînorê di navbera civaka etnîk û civaka eskerî de pir eşkere zelal dibe. Bazirganên di navbera herduyan de, di navbera dagirker û komên etnîk de dibin xelekeke navberê. Di sedsala 4. û 5. de ji ber şerê dewamî yê di navbera her du împaratoriyan de li herêmê pêvajoyeke tarî diqewime. Tenê xebatên propagandayê yên komên Xirîstiyan û Manî yên di bin tirsa terorê de çalakiyeke cîddî ya civakî ye. Mirov dikare hilweşîna Palmîra, Abgar û Komagene wek destpêka pêvajoya tarî binirxîne. Êdî niqrîskên dawî yên koledariya klasîk diavêjin.
Xirîstiyantî mizgîniya dema nû dike û baweriyê dide ku wê bi qraliyeta îlahî piştî tarîbûnê rohnîbûnê were. Îdeolojiya rizgariyê hatiye çêkirin. Artêşa rizgariya civakî hatiye damezrandin. Her du împaratorî jî ji hundurê xwe ve hildiweşin. Ji der ve, bi êrîşên dijwar ên etnîsîteyê Roma berê parçe dibe û beşekî wê hildiweşe. Wek Romaya duyemîn împaratoriya Bîzans li pey Mezopotamyayê ye. Wexta li vê rewşê şerê di navbera mezhebên Xirîstiyantiyê de jî zêdebûn, mîna roja me ya îro cihêbûnek wek a Elewîtî û Sunnîtiyê pêk tê. Şerên mezhebî û dînî jî êdî tevlî şerên siyasî bûne. Têkoşîna civakî di bin navê dîn de tê meşandin, şerên etnîk jî rengên qewmî werdigirin. Papazên Suryaniyan, nameze yên Nestûriyan mîna şervanên zanîn û agahiyê ne. Bi şerên eskerî-siyasî re şerên mezhebî û dînî dimeşin. Pêvajo, bi çavrêbûn û bendewariya Mehdî, Mesîh û peyxemberên axir zeman derbas dibe.
Hz. Mûhammed di bêhnkirina demê de xwedî qabîliyet e. Bawe-riya wî pir zêde dibe ku pexmeberê çav li rêya wî ye û bendewariya wî tê kirin, dibe ku ew be. Ji nav qebîleyên Ereban ên di nava xwe de şer dikin û di tariya cehaletê de ne, mîna rojê hiltê. Ji hatina Esr-î Seadetê re hindik maye. Sedsalên 6. û 7. sedsalên derketin û belavbûneke mezin ên Îslamê ne. Heq tê, batil têk diçe. Roj hiltê, tarîtî radibe. Artêşên Îslamê li pey hev diçin seferan û gelek deveran fetih dikin. Pir naçe xwe ji başûr dispêrin deriyên Kurdistanê. Şer êdî ne ji bo xanedan û qralan, ji bo dîn û Îslamê dikeve rojevê.
Fethên Îslamê piştî têkçûna li Qadisiyê di sala 642 de giraniya xwe da ser Kurdistanê. Bajarok bi bajarok pêvajoya Îslamîbûnê dest pê dike. Îranî bi mezhebê Şîa hewl didin cudabûna xwe biparêzin, Kurd jî di Zerdeştiyê de israr dikin û beşek jî pir lawaz bi Elewîtiyê hewl dide hebûna xwe ya etnîk dewam bikin. Ya rastîn, Kurdîtiya sunnî, Kurdîtiya teslîmbûyî û îxanet kiriye.
Peyva Îslamiyetê, her çend aştiyê bi ber guhê mirov bixîne jî, di bingehê wê de îdeolojiyeke netewî ya Ereb a şer e. Mîna globalîzma îro dixwaze li gelemperiya dunyayê global bibe. Cîhad îbadeta herî mezin e. Li ser rêya cîhadê (şer) her tiştê tu fetih bikî yê te ye. Yên têkçûyî tu dikarî bikî kole. Tu yekser dikarî dest deynî ser jinan. Wek şêwaza eskerî ya roja me ya îro qîma xwe tenê bi fethên eskerî nayne. Li ser ên fetih dike, di hemû warên civakî, ekonomîk û nirxên baweriyê de serdestî û kontrolê pêk tîne. Herî zêde di serweriya zêhnî de giraniya xwe nîşan dide. Wek îdeolojiya Îslama feodalîzmê bi îdîa ye hemû civaka Rojhilata Navîn ji nû ve bi serûber bike. Têgihîştina ummeteke xwedî yek bawerî û yekgirtî, li pey xwe hîmê civakî yê împaratoriya Îslamê amade dike. Îdeolojiya yek xwedayî ku bi hostatiyeke pir mezin hatiye afirandin, ya rastîn bingehê îdeolojiya sultantiya bi tenê otorîte ye. Îslamê li jor sultan û li jêr bawermend pir bi hostayî afirandine, belkî jî li dunyayê teoriya herî baş a feodalîzma navendî ye.
Etnîsîteya Ereb a ji serdema Sumeran bi ti awayî ji nîvgirava Erebîstanê derneketibû bi Îslamê di dîrokê de yek ji pêngavên mezin dike. Bi têkbirina Sasanî û Bîzansiyan tîna xwe ya hezar salan a ji bo îqtîdarê dişikîne. Medeniyeteke feodal a bi heybet ava dike. Emewî (PZ 650-750) û Ebbasî (PZ 750-1258) lûtkeya împaratoriya Ereb temsîl dikin. Pir bi xurtî li ser Kurdistanê belav dibin. Heta qûntara çiyayê Toros û Zagrosê diçin. Komkujiyên pir mezin pêk tên. Îskenderwarî û bi awayekî Heccac dimeşin. Dikarin heta Kafkas, Hîndîkûş, Pîrene û keviyên Stenbolê belav bibin. Em wexta PZ digihîjin salên 1000 Îslamiyet êdî gihîştiye lûtkeyê. Ya BZ di salên 1000 de qebîleyên Îbranî kirin, qebîleyên Ereb jî PZ di salên 1000 de dikin. Ji qebîleyên Tirk-Oxizan li pey hev Selçûkî û Osmanî tên. Li ser navê Îslam û sunnîtiyê seferên herî mezin ên dawî, sultanên bi koka xwe Tirk dimeşînin. Di dema Selçûkî û Ebbasiyan de dîsa bi awayekî klasîk xeta şer di Kurdistanê re derbas dibe. Hêzên sultantiyê û Bîzansê beşekî mezin şerên xwe bi zevtkirin û paş-vedayîna bajarên Kurdistanê dimeşînin. Îslamkirina Kurdistanê temam dibe. Sultanê Selçûkiyan Alparslan bi şerê Melazgirê yê di 1071 de hêzên Bîzansan ji Kurdistanê diavêje. Her çend di navbera Eyyûbî û begtiyên Tirkan de şer hebû jî, şaristaniya Îslamê dîsa jî pêş dikeve. Li bajarên mîna Ûrfa, Mêrdîn, Amed, Sêrt, Meletî û Elezîzê Îslam dikeve pêş. Çanda Îslamê hebûna Xirîstiyan, Suryanî û Ermeniyan dixîne rêza duyemîn.
Di sedsala 13. û 14. de êrîşên Xaçperest û Moxolan li herêmê rê li ber qirkirin û mirina mîna kuliyan vekir. Koçberî û xwe vekişandinan çiyan dewam dike. Herêm dîsa diçelqe û tevlîhev dibe. Xeta şer û parçebûna kevneşopiyê vê carê di navbera Sefewiyên navenda wan Îran û Osmaniyên navenda wan Anatol û Balkanan de pêk tê. Mîna ku dualîteya Bîzans û Sasaniyan xwe nû dike. Bi serketina li Çaldiranê ya Yawiz Selîm di 1514 de – bi beşê sunnî yê Kurdan re – , sînorê klasîk ê rojhilat herî li rojhilat tê xêzkirin. Hîmê parçekirina Kurdistanê ku heta roja me ya îro dewam dike, tê danîn. Her çend li keviyên sînoran ber bi hundur ve hin êrîş bêne kirin jî bi peymana Qesr-î Şîrîn a di sala 1639 de parçekirina Kurdistanê ya heta îro dewam bike di navbera hêza Anatolê û hêza Îranê de bi awayekî fermî tê xêzkirin û naskirin. Mezopotamya û piraniya Kurdan di nav sînorên împaratoriya Osmaniyan de man.
Di navbera Osmaniyan û hukûmet, begtiyên Kurd de mêzînek heta serê salên 1800 heye û ev li gorî demên berê rê li ber jiyaneke aram vedike. Şaristaniya Îslamê li ser sunnîtiyê pêş dikeve. Kurdên Elewî û Zerdeştî yên têkoşer bi awayekî nîv-serhildan neçar xwe vedikişînin serê çiyan, zozan û baniyan. Ji ber tirsa Yawiz Selîm a ji Sefewiyan di dema sedrezamtiya Kûyûcû Mûrad Paşa de çil hezar Elewî bi saxî dixin bîran û her weha darvekirina Pîr Sultan Ebdal, mînakên herî bêrehim ên vê terorê ne, ku şop hîştine. Hînê berê jî tevgera bi pêşengiya Şêx Bedreddîn hebû. Bi têgihîştineke komîn li nîzamekî digeriya, li komkujiyê qewimî û darvekirina Şêx ji mînakên girîng ê vê terorê ne. Li dijî zordarî û xizantiyê, li dijî eskertiya îcbarî û berhevkirina bacê bi darê zorê serhildana Celalî pêk hat. Pelixandina vê serhildanê jî dide nîşan ku arîstokrasiya Îslamê çawa dikare pêla terorê dijwar bike. Terora Osmaniyan herî kêm bi qasî êrîşên ji der ve tên bêrehmin.
Tevî vê yekê, pirî caran welîehdên bira têne kuştin û sedrezam têne darvekirin, ev jî ji çalakiyên terorê ne. Di dema Osmaniyan de Îslam bi şîroveya fermî Sunnîtiyê teroreke dijwar û zêde dimeşîne. Li dijî Tirkmenên li çiyê jî timî seferên terorê pêk aniye.
Kurdistan ji serê salên 1800 heta hilweşîna împaratoriyê, bi giranî dema xwe bi serhildan û seferên tepisandinê derbas dike. Sedsala 19 bi tevahî sedsala serhildan û tepisandinê ye. Divê sedsalê de Ermenî û Suryanî bi bandora mîsyonerên Îngilîz û Fransî navbera xwe bi împaratoriyê re xira dikin. Li ser vê yekê, hejmara seferên tepisandinê jî zêde dibin. Di dawiya sedsalê de û di destpêka sedsala 20. de ev xelkên kevnare yên dîrokê hema hema têne ber qedandinê. Netewparêziya kapîtalîzmê sor dike hêdî hêdî berhemên xwe yên bi jehrin, dide. Ji ber ku dînê Kurdan cuda bû û serhildanên wan berfireh bûn, li heman aqîbetê rast nehatin.
Şerê dîn û mezheban di serdema navîn de herî kêm bi qasî şer û pevçûnên di serdema seretayî de texrîbkar şopa xwe hîştin. Eşkere ye ku şaristaniya li Kurdistanê wê bi sedema van şer û pevçûnan pêş nekeve. Etnîsîteya hebûna xwe timî di berqefên çiyan de diparêze û biryargehên dagirkeran ên li navendên bajaran wê nikaribin di nav têkiliyeke diyalektîkî de bin. Her parçe di nav paşverûtî û îzolekirina xwe de hema bêje difetise. Eger rûyê Îslamê yê selam -aştiyê- hinekî were kolan, wê baş were dîtin ku di binî de hêza îstîsmarker û zordar a hezar salan heye. Sultan û bendeyên xwe bi her cure sifetên îlahî, rejîmeke kedxwar û zordar a bi ayet û hedîsan nuxumandî rêve birin. Eşqîyayê li çiyê rûyekî xwe yê hişk û vekirî heye, lê yê li bajêr bi cubbe, şaşik û dev nuxumandî heman zordarî û îstîsmarkariyê bi erêkirina îlahî dimeşîne. Cudahî ne di cewher de, di şekil de heye.
Li ser Kurdistanê têkoşînên civakî yên ji dema neolîtîkê bi xwe re şerên koletiyê anîn, bi serdema navîn a feodalîzmê re ev şer û teror hînê dijwartir bûn. Di vê çaçroweyê de tevî van hemû şer û teroran, pir hêja ye ku gelê Kurd heta îro karîbûye hebûna xwe biparêze. Bi qasî şaristaniyên pêşketî û bi hêz nebe jî têkoşerî û berxwedana etnîsîteyê tevî hemû qusûrên xwe, hêmana bingehîn e ku gelê Kurd di van pêvajoyên bêeman de gîhandiye îro.
Piştî belavbûna împaratoriya Osmanî Kurdistan hînê zêdetir parçe bû û ket nav şîdet û dijwariyê. Îngilîstan û Franse wek hêzên nû yên mêtinger û emperyalîst di nexşeya Rojhilata Navîn de li ser Kurdistanê sînorên Komara Tirkiyê, Şahtiya Îranê, monarşiya Iraqê û serweriya rêveberiyên Sûreye-Franseyê xêz kirin. Ya rastîn, ev xet li ser Kurdistanê ferz kirin. Tebeqeya jor a Kurdên hevkar di bin rejîmên nû de berjewendiyên wan gelekî teng bûn, ji lewra bi hewesên berê yên otonomiyê û piranî bi tevdanê, serî rakirin, vê yekê jî bi xwe re teror dijwar kir. Serhildanê pêk hatin, ji xurtkirina daxwazên netewî û demokratîk dûr bûn. Ji ber ku feodalên Kurd ên hevkar rewşa xwe ya berê ya cihêwaz ji dest dabûn û ji van rejîmên nû para xwe dixwestin. Rejîmên nû yên ketibûn bin tesîra îdeolojiya netewparêz a xwe dispêre kapîtalîzmê bi fanatîzma dewleteke unîter, yek ziman û yek netew radibûn, ji vê yekê jî para Kurdan ji her demê zêdetir înkar, zordarî, di dema serhildanê de komkujî û asîmîlasyona bi zorê diket. Kurd bi van polîtîkayan di tariya serdema navîn de dihatin hîştin. Kurd tam xistibûn cendereyê. Mirov dikare bibêje; li dunyayê piştî Cihûyan di çarçoveya herêmî de herî zêde terora netewparêziya şoven, li ser etnîk û hebûna Kurd hatiye meşandin. Kurd ji ber ku ji aliyê xayînên xwe yên hevkar di nav paşverûtiya feodalîzmê de hatin terikandin û nekarîn maneyê jî bidin tevgerên demokratîk ên netewî yên hemdem, di sedsala 20. de rewşa Kurdan bû yek ji rûyên kirêt.
Tirkiyê li Kurdistana kir bin serweriya xwe, polîtîka bi fermî dimeşand jê re digot ‘tevgera lehiyê.’ Di ku re derbas bûbûya divê bipelixanda û ev yek wek polîtîkayeke ‘baş’ hatibû qebûlkirin. Di vê de êşa wendakirina împaratoriyê jî hebû. Hîç nebûya, divê parçeyên mayî ji sedî sed bihatana helandin. Qedexeya zimanê zikmakî bi awayekî li ti devera dunyayê û wek li cem ti rejimê nehatibe dîtin, rejima 12 Îlonê pêk anî. Li têkoşînên civakî yên hezarsalan, şerên mêtingerî, dagirkerî û îstîlayên bêrehim, perdeyeke reş hatibû zêdekirin ku bi ser hemû nirxên Kurdîtiyê ve hatibû kirin. Eger wêje û ilmê civakî li ser jiyana Kurdên di bin statuya Komara Tirkiyê de pir lêbokolin tenê dikarin xwe bigihînin hin rastiyan.
Şahtiya Pehlewî ya li Îranê wek xanedaniya împaratoriyekê mezin bû, kiryarên wê ji yên komara Tirkiyê cuda nebûn. Ji serhildana Simko Îsmaîl heta Komara Kurd a Mehabadê tevgera Kurd a xwe dubare kiriye, bi heman sedemên îdeolojîk û çînî li tasfiyekirinê qewimandine. Di dawiyê de rejîmeke terorê ya xwedî helwestên netewparêz ên faşîstî xweser li sedsala 20. ferz kirin. Li ser Kurdistana Iraq û Sûriyê, kiryarên Îngilîstan û Fransaya xwe spartibûn xanedanên hevkar ên Ereb, bi heman awayî rejîmên zordar û kedxwar ferz kirin.
Di sedsala 20. de ya bi serê hebûna Kurd anîn mînakê wê li ti deverê dunyayê nîne. Polîtîkayek dimeşandin, mîna ku Kurd heywanek be xistibin qefesê û kedî dikirin. Ji ber ku ti îşaret nebûn Kurdan ji mirovan dihesibînin. Polîtîkayên mêtingeriyê yên li Efrîkayê têne meşandin jî ji Kurdan re zêde hatibûn dîtin. Bi awayekî hemdem zordariya mêtingerî, netewî û etnîk bi şêwazên siyasî, ekonomîk, civakî, huqûqî û heta eskerî ji bo Kurdan zêde hatiye dîtin û li ser wan nehatiye meşandin. Tine dihesibîne (serokwezîrê bi navê R. T. Erdogan dibêje; “Eger tu xwe Kurd nehesibînî pirsgirêka Kurd nîne”, ya rastî vî serokwezîrî rastiya dewleta veşartî-kûr baş ji ber kiriye û dipeyive) Têgihîştin ev e; “Tu xwe çendîn ji mezheb û netewê serdest bihesibînî û xwe tune bibînî, tê werî qebûlkirin”, ya rastîn, ev yek ji şêwazên herî xeter ên faşîzmê ye. Cureyê terora li dijî Cihûyan eşkere û vekirî bû. Cureyê înkarê, veşartî û tarî ye. Terora li dijî Kurdan tê meşandin, li cihe em jê re bibêjin ‘terora reş’.
Di dawiya sedsala 20. de û di serê sedsala 21. de herêm li bandora DYE baş vebû, pê re polîtîkayeke pir bi nakok û xeter li Kurdistanê tê meşandin. Li aliyekî federeya Kurd, li aliyê din jî tasfiyekirina PKK’ê û Kurdên li parçeyê mezin ê Tirkiyê, em şerê tê meşandin û encamên wî ti car nikarin bêyî DYE û YE bifikirin. Gengaz e ji lîstika Îsraîl-Filîstînê wêdetir li Kurdistan û cîranên wê werin lîstin. Li polîtîka têkoşîn, şer û terorê mirov dikare sifetê ‘hovîtiyê’ zêde bike. Di ti zeman û mekanê dîrokê de polîtîkayên ev çend hov li ser komên mirovan nehatine meşandin û mînakên wê nînin ev çend polîtîkayên hovane yên hatibin spartin şîdeteke ev qas vedizî û bi plan.
Divê ez tavilê bibêjim ku em nikarin polîtîkayên şer mîna berê bi vegotinên bi îmhakerî, înkar û mêtingeriya Tirk, Ereb û Fars rave bikin. Îzaheke bi vî rengî wê pir kêm bimîne û dikare me bigihîne encamên şaş. Rastî hînê dorfirehtir bi sîstemên civakî û dîrokî ve têkildar e. Bi heman awayî vegotinên wek ‘ji kiryarên li Kurdistanê dewletên Tirk, Ereb û Fars berpirsiyar in’ vegotinên pir mucered û gulover in. Ji îzahkirina rastiyê pir dûr in. Çawa ku tê bawerkirin li naverastê berjewendiyê dewlet û netewa Tirk, Ereb û Fars jî nîne. Netew-dewlet bi xwe sifet e; tarîfeke îdeolojîk e, rastî bi xwe nîne. Dewleta netewan nabe. Heta di maneyeke teng de dewleta çînan jî nabe. Dewlet herî kêm kevneşopiyeke pênc hezar salî ye. Mîna guloka agir-berfê gindiriye heta roja me ya îro hatiye. Parçeyî gelek beşan bûye; hin etnîsîteyan pir û hinekan jî hindik bi kar aniye, yên bi kar anîne jî hemû etnîsîte nebûne, hin komên çînî û hiyarerşîk jê sûd wergirtine.
Belkî jî netew û etnîsîteya Tirk, Ereb û Fars jî bi qasî Kurdan ji dewletê kedxwarî û zordestî dîtine. Êşên Tirkmenan kişandin, serhatiyên Bedewiyan, rastiya xulaman ji tiştên Kurdan dîtin kêmtir nînin. Eger em bibêjin kêm e emê xwe bixapînin. Jixwe pirsa kîjan Kurd jî pir girîng e. Berpirsiyarê mezin ê polîtîkayên şer feodalîteya Kurd e. Taximê beg, mîr, hecî û xoce ne. Eger serhildanên provakatîf û paşê teslîmiyeta wan a rezîlane ya ji armanc û hedefeke ciddî dûr li ser navê gelê Kurd ê kedkar û xizan nabûya, ti dewletparêz û netewparêzê Ereb, Kurd û Tirk nikarîbûn ev polîtîkayên heyîn îcad bikirana. Ji lewra eger Kurdê li hêmanekî neyênî yê stratejîk bigerin divê di nav xayînên xwe de bigerin û bibînin. Hem jî divê li her derê û li cihî, bi her armanc û rêbazê. Ji ber ku ev ji bo berjewendiyên xwe yên rezîlane, bi lîstikên trajediya Îsraîl-Filîstînê jî li dawiyê bihêlin, îqtîdaran û gelê Kurd tînin beramberî hevdu û xwe ji navberê vedikişînin. Di berdêla vê îxanetê de mal û mulkên xwe diparêzin. Heta li metrepol û li havîngehan bi cih dibin û wê lîstika bi lanet a hezarsalan dewam dikin.
Min hewl da polîtîkaya herî kêm temenê xwe pênc hezar salî -ji Gilgamêş û Enkîdo ve- ku xwe bi kirasê destanê veşartibe jî, rave bikim. Ez bawer dikim ku ji polîtîkayên blok ên îqtîdarê, ji sedî 99 ne dewlet, ne jî netewên Tirk, Ereb û Fars berjewendiyên wan ên rastîn hene. Berovajî berjewendiyan, dijminahî, rik û kînajotina bê mane, paşvemayîn, şîdet, bêsedem têkçûna çavkaniyan û di encamê de hemû rê li ber jiyaneke heq nehatiye kirin, vedikin. Bi vê jî zirarê didin xwe. Em ji bo vê zîzbûna li dora xwe ya xeternak, lîstika bi sihêr û sirrê eşkere bikin, divê wek çare em serî li ilmên civakî bidin. Lê ez behsa ilmekî civakî dikim ku îqtîdarê, avahiyên civakî û şerên rê li ber wan vekir û xwe spartê karibe çareser bike. Naxwe ilmekî civakî yê ji ‘ilmê çarenûsê’ yê rahîbên Sumeran dispartin tevgerên stêrkan xetertir encamên xwe hebin, wê bibe ilmekî civakî yê yekparebûnê nabîne, ruhşînas, jiyanê nabîne, rêz û humetê his nake. Bi kurtî wê bibe ilmekî beratê.
Di vê parêznameyê de alîkariya min a girîng ew e ku ez maskeya vê zanistê dixînim û bi vî awayî hinekî din nêzî rastiyê dikim. Zanista netewparêziyê çiye? Zanista dîndariyê çiye? Zanista sosyalîzmê çî ye? Zanista lîberaltiyê çî ye? Zanista muhafezekartiyê çiye? Belkî jî ji pûtperestiya serdema seretayî ya dema wê derbas bûye -ji paganîzmê- pûtperestiyeke paşverûtîtir e. Ji ber ku ew pût-perestî zirarên wê bi sînor bû. Lê ev têgîna pûtperestiyê ya ser û binê wê diyar nîne, hed û hesabê zirarên wê hene? Bawermendên bi pirtûkeke pîroz ve girêdayîne jî -ev pirtûk ji hin aliyan ve min analîza wan a civakî kir- tevî ku bi hin nirxên yeqîn dikin dizanin ew çend dilsoz in, gelo çiqasî bi tespîtên têgîna pûtperest û berateyê ve girêdayî dimînin, jê li benda feydeyê ne? Ez diyar dikim ku ezê di beşên pêş de bi awayekî rexne lixwegirtinê nêzî van dabaşan bibim û li mijarê vedigerim.
Ez bi israr tînim ziman ku li Kurdistanê heta rastiya şer û îqtîdara xwe dispêre rast neyê çareserkirin, wê zirarê bide her kes, dewlet, komên civakî û siyasî yên bi pirsgirêka Kurd re mijûl dibin, tevlî dibin. Bi vê jî, belkî alî xwe ji nû ve di ber çavan re derbas bikin, ji şaşî, xeta û helwestên xeternak vegerin û eleqeyê nîşanî gelek helwestên însanî yên çareseriyê bidin. Eleqe nîşandana van hel-westên çareseriyê ku mumkîn in pêk werin, rêbazeke watedar e. Her helwesta fanatîk -çi li ser navê serdestan, çi jî li ser navê bindestan, çi mêtinger çi jî yê tê mijandin- a netewparêz, dîndar û çepgir nabe çareserî, şerên sedsala 20. di berdêla êş û wendahiyên mezin de ev yek piştrast kirine.
Çawa ku wê ji pêşnûmeya me ya hişkûber a dîrokî jî were fêmkirin; mîna li Kurdistanê têkoşîn, şer, pevçûn û kiryarên terorê blokeke îqtîdarê ya xweser pêk tîne. Ev blokên îqtîdarê di hemû sîstemên sereke yên dîrokê de hebûna xwe bi hêza eskerî û şer dewam kirine û mîna hevîr hemû hucreyên civakê strane û şekil danê. Li naverastê civakeke Kurd û netewa wî ya bi dînamîkên cewherî û xweser pêk hatiye nîne. Ji Nûh Nebî – bi rastî jî welê ye – avahiyên îqtîdarê yên mayî û îfadeya wî ya bûne sazî bi zora kevneşopiyan tê diyarkirin. Car heye bûne mîtolojî, carnan jî çîvanok. Di demeke din de ji wan re dînê mezin hatiye gotin. Ber bi serdema me li ser navê netew û çînê netewparêziya me, wek sosyalîzma me li meşrûiyet û li rewabûnê geriyane. Ev amûrên zorê di civakê de ti tiştê bela xwe lê nexistibin, ti hucreyeke diyar nekiribin nehîştine. Ya esas, pirsgirêka Kurd ji şêwazê hebûna van rastiyan derdikeve holê. Rastiya Kurd bi xwe ji şêwazê pêkhatinê tam lod û gidîşeke pirsgirêkan e.
Aliyê herî dilêş û xeternak, vê rastiyê qabîliyeta xwe ya çareserkirina pirsgirêkan bi giranî wenda kiriye. Rastî û hebûn ji ber pirsgirêkan difetise. Divê mirov behsa şax û hucreyên civaka Kurd bike ku dişibin şaneyên kanserî. Tê gotin; “kurmê darê ji darê ye.” Bi vî awayî, bi baran nasname û şexsên Kurd li naverastê radiwestin. Em ji zimanên Kurd bigirin eger hebe heta partiya wî, em ji jina Kurd bigirin heta qaşo lîderê herî naskirî, ji gundiyê Kurd heta bajariyê wî, ji rewşenbîr heta meleyê wî, ji dîndar heta netewparêzê wî, ji welatparêz heta xayînê wî, ji dîplomat heta siyasetmedarê wî, çiqas neçar, sexte, qurnaz, xayîn, xeternak, baş, bedew û rast ên hakimê abc’ya kar nînin, hene? Pirsek e, bersiva wê ya texmînî jî zehmet e. Berpirsiyar kî ye? Parçeyên îqtîdarê yên heyî û ji dîrokê rengê xwe girtine ku bi rastîn nayê zanîn ji kê re, çawa û çiqasî xizmetê dikin, di encamê de rabirdû, tevnên zorê yên roja me ya îro û her cure şer û terora wan, dibe sedem li ser piyan bimînin. Ev in, yên civaka Kurd diyar dikin û wan ji rewşên heyîn dike berpirsiyar û neçar dihêle.
Lê dema berovajî li dijî van tevnên zorê serhildan bibe, yan jî bi rêbazên gerîlla têkoşîn were meşandin, hîn nebûye, lê wexta bibe, modela şer a ji Filîstîn-Îsraîlê wêdetir dixin rojevê. Li ser navê çi dibe bila bibe, alî dikarin bi modelek bi vî rengî çi pirsgirêkeke civakî bi awayekî hînê baş û bedew çareser bikin? Rast nîne agir bi agir were vemirandin. Ji lewra ya herî rast ew e ku klîkên îqtîdar-şer rêbazên xwe yên çareserkirina pirsgirêkên civakî biterikînin. Divê têkoşer û berxwedan jî tevnên xwe biterikînin. Divê mirov li cihekî din û bi awayekî din li rêbazê bigere.
Ji bo çareserkirina belovajiyên mezin ên di rastiya Kurd de, divê mirov ji tevnên şer -bi taybetî hêzên îqtîdarê û zora hakim di destê xwe de digirin -li benda rêbazên çareseriyê nebe. Eger aliyê din ji îdîaya xwe ya ezê bi zorê tiştekî bidim kirinê hatibe xwarê, şêwazê demokratîk ê aştiyane û çareseriya siyasî esas wergirtibe û jidilbûna xwe spartibe sedemên maqûl, divê hêza hakim jî tevna xwe ya eskerî ji rojevê derbixîne û divê bi heman rêbazan bersivê bide. Divê rêyên guftûgo û çareseriyê ji amûrên sivîl ên demokratîk ên diyalogê re werin hîştin û ev yek bi qasî ku însanî ye, li gorî berjewendiyên ekonomîk û piraniya civakê ye.
Min berhema bi navê ‘Li Kurdistanê Rola Zorê’ di sala 1982 de tomar kir. Min yeqîn kiribû ku min zor çareser kiriye. Lê di pratîka demên pêş de min dît ku di vê bawerî û jixwe piştrastiyê de pir kêmasî hene. Ez van rêzikan wek destpêkekê diyar dikim û ji nû ve li rola zorê ya li Kurdistanê vedigerim. Bi rastî ez vê carê jixwe piştrast im ku ez bi awayekî ilmî têra xwe ponijîme. Weke ku tê texmînkirin, – û li ser navê sosyalîzmê em bûn xwedî ezmûnekê – rêya çareseriyê di ‘şîdeta pîroz’ re derbas nabe, berovajî heta hewce neke ji bilî ‘parastina rewa’ divê li hemû cureyên zorê lanet were kirin û ez bi vî awayî hewl didim berpirsiyariya çareseriyê di pirsgirêka Kurd û rastiya Kurd de nîşan bidim.
Rêber Apo