Li Ser Kurdistanê Têkoşîn, Şer Û Teror

0Shares

Belkî jî rewşa jeoçand û stratejîk a Kurdistanê bûye sedem ku di dîrokê de bibe welatê herî zêde li ser têkoşîn were meşandin, teror dijwariya ji bo mirovan bi tirsê rêve bibe û şer were kirin. Piştî çaremîn serdema qeşayiyê (pleîstosen), çanda mezolotîk a li derdora 20 hezar sal berê, pişt re jî çanda neolîtîk (cotkarî û heywan kedîkirin) li herêma navendî ya pêşket li derdora 12 hezar sal berê tê texmînkirin herêma îro Kurdistan e. Me sedemên vê yekê di mijarên curbecur de diyar kirin. Ji ber ku bûye navenda çanda herî zêde ya serdema Mezolîtîk û Neolotîk lê pêş ketiye, ji her çar doran komên çanda seretayî dijîn -mirovên dema paleolîtîk- timî berê xwe didin vê herêmê. Piştî pel û pincar berhevkirinê, cotkarî dest pê dike, pê re berhem zêde dibe û heye ku ev yek bi xwe re şêniyên li herêmê zêde dike. Belgeyên dîrokî eşkere nîşan didin ku di van deman de li herêmê şênî pir bûne. Bi awayekî asayî, ev rewş dikare car caran rê li ber şerên li ser zeviyên bi bereket, heywan û nebatan, veke. Îhtimaleke xurt e, şerên bi vê şêwazê yên naveroka wan civakî û aborî pêk hatibin. Dîsa belgeyên di dest de nîşan didin ku ji wê demê hin xirbeyên gundan mane.

Têra xwe mirov dide fikirandin ku di dîrokê de yekemîn têkoşîna ekonomîk û civakî ya berfireh, bi sedemên ravekirina wan mumkîn e, li ser Kurdistanê diqewimin. Bi qasî ku ji tevgerên şêniyan tê fêmkirin, ji başûr Erebîstana îro û ji Efrîka Bakur, ji rojhilat Îranê û hînê rojhilatê wê, ji bakur Kafkasan û rojavayê Anatolyayê komên curbecur berê xwe didin herêmê. Mîna ku îro çawa mirov berê xwe didin Ewrûpa û bakurê Emerîkayê, di dîrokê de yekem car refên mirovan ên bi armancên aborî û civakî berê xwe didan Kurdistana îro ku ji bo mirovatiyê li derdora tevahiya 15 hezar salan rola ‘Welatê Rojê’ bi cih anî. Bêguman eger welatek ev çend demeke dirêj rola welatê rojê bilîze, wê bibe sedem ku li ser, şerên mezin û xwe-lihevrakişandin bibin. Piştî ku çanda Neolîtîk a li derdora neh hezar sal berê baş tê pejirandin, tevgereke şêniyan a berovajî dibe. Li gorî agahiyên di dest de hene, em wexta diçin heft hezar sal berê, em di-bînin çanda neolîtîk hem fizîkî -tevî mirovên xwe- hem jî çandî- tenê bandor- ji Okyanûsa Atlas heta peravên Çîn Pasîfîk, li bakur heta Sibîryayê, li başûr heta Bakurê Efrîkayê belav dibe. Bi vî awayî wek berê zêde kes berê xwe nade navenda cihê derketina çanda neolîtîkê.

Tê texmînkirin ku li derdora heft-pênc hezar sal (BZ 5000-3000) berê li ser Kurdistanê koma çand û zimanê Aryen reng werdigire, ji civaka klan û qebîleyê derbasî civaka eşîrtiyê dibe. Civata eşîrtiyê bi xwe re hînê zêde koma mirovan a baş hatiye bi rêxistinkirin û çalakiyê tîne. Civatên klan û qebîleyê zêdetir ji 20-50 kesî pêk tên, lê civaka eşîrtiyê bi sedan kesî organîze dike. Ev rewş nîşan dide ku eger pirsgirêkên aborî û civakî dijwar bibin, têkoşîna di nava komên eşîrê de jî dikare gurr bibe. Hin daneyên arkeolojîk ên ji vê serdemê mane -hin gundên bi tevahî hilweşiyayî- didin nîşan ku ev zêdetir ji ber pirsgirêkên navxweyî ne. Li ser çem û erdên bi bereket şênî zêde dibin û çavnebariya cîranan ji sedemên aborî yên şer in. Em dikarin texmîn bikin ku di encama van şeran de sînorê hin eşîran çêbûne. Di vê çarçoveyê de îhtimal heye ku em kokên herêmên eşîran bibin BZ 4000 salan. Çandiniyên hevpar ên mulkên eşîrane û sînorên zozanan ji hev têne kirin. Dîsa em dikarin texmîn bikin ku ziman û zaravayên xweser ên eşîran û çandeke curbecur pêş dikeve. Yekemîn livên govendê û awazên muzîkê, kulta perestinê reng werdigirin. Gelek peykerên vê serdemê yên fîgurên jinê ne, giraniya çanda malbat-dayikê îfade dike. Em vê demê dikarin wek naverok civakî û têkoşîneke armancên wê aborî, tarîf bikin.

Dema BZ 3000-2330, derketin û temambûna şaristaniya Sumer a Mezopotamya Jêr îfade dike. Têkoşîn gihîştine asta şer. Di dîroka mirovatiyê de yekem car nirxên aborî bi hêzeke eskerî ya berê hatiye plankirin bi darê zorê têne desteserkirin û talankirin. Ev kevneşopî bi vî awayî di dîroka mirov de cih digire. Hêza şer-îqtîdarê di cewherê xwe de hêzeke talanê ye. Li pişt sifetên xwedayetî, pîroztî û qeh-remantiyê talan û desteserkirin veşartî ne.

Kurdistan yek ji çavkaniyên bingehîn ên derketina vê şaristaniyê ye. Yekemîn destana nivîskî ya hemû mirovatiyê û şaristaniya Sumer Destana Gilgamêş sefereke talanê ya bi ser Kurdistanê kiriye çîrok û çîvanok. Ji yekemîn qral û nîv-qehremanên bajarê Ûrûkê Gilgamêş bi rêya jina fahîşe ya sembola şaristaniya bajêr e, bi alîkariya barbarekî bi navê Enkîdo ji bo talanê berê xwe dide Kurdistanê. Ya esas, Enkîdo ji çiyê dadikeve bajêr bi hêza serdest re li dijî qewmê çiyê ‘Kurtiyan’ hevkariyê dike. Ew yekemîn mînaka hevkariyê temsîl dike. Ji bo dagirkirina welatê xwe pêşengiyê dike. Di berdêla vê yekê de li ser sifreya qral-dewlet hînî jiyana têr xwarin û jinan tê kirin. Biwêja “Kurd çi ji cejnê fêm dike, xulp xulp dew vedixwe” çavkaniya wê ji van deman e. Belkî Gilgamêş bi xwe jî ji qewmê çiyê be. Ji ber ku Gilgamêş tê maneya ‘camûsê mezin’, ‘zilamê mîna gayekî’. Tesaduf nîne ku dîroka Kurdistanê bi van xayînan tijî ye. Sumerî pir zêde hewceyî bi keresteyên daristanan, kevirên verotinê û madenan hebû, ji lewra tim û tim berê seferên wan li bakur bûn. Ya rastîn, şerên îro em di krîza Iraqê de dibînin, mêjûya rabirdû pir bi kurtî û awayekî xulase nîşanî me didin.

Hêzên şaristaniyê yekem car tevlî pêvajoya talan, dagirkirin û îstilaya li ser Kurdistanê bûn û vê yekê rengê bûyeran guhert. Talana hêzên dewletbûyî li ser civakên etnîk ên klan, qebîle û eşîran dibin seferên kolekirinê. Têkoşînên di demên berê de ji bo xweparastinê, zevtkirina çeman û erdên bi bereket bû, lê di dema şaristaniyê de têkoşîn di serî de bi armanca kolekirin û talanê tê kirin. Êdî mirov bi awayekî bi plan tê kuştin û êsîrkirin. Her weha heye ku hatina herêmê ya ji çar aliyan û birina çandê ya der ve dewam dikin. Berhemên arkeolojîk ên ji Hûriyan mane, şer û têkoşînên civakî rohnî dikin. Nîzamê wan ê parastinê, çîrokên wan yên qehremaniyê, hebûna têkoşîn û şeran îspat in. BZ di salên 2000 de timî ji Îran, Kafkasan, Anatolê û Erebîstanê komên dagirker êrîşî herêmê dikin. Bircên bajêr ên Sumeran û kelehên Hûriyan bi armanca parastinê hatine lêkirin. Ji ber ku çiyayên bilind jî rola beden û kelehan dilîzin, pir bi awayekî xweza xwe avêtine bextên wan. Ji lewra mirov dikare bibêje çiya baregehên parastina etnîka Kurd in. Pêşiyên Kurdan li dijî dagirkerî, talan û xirabiyên ji çar aliyan ve bi ser wan de dihatin ji bo xwe biparêzin çiyayên li seranserî Kurdistanê ji xwe re mîna beden û kelehên xwezayî kirine mesken û cihê sitarê. Dûr nêz bi sedema vê rastiya dîrokî zêde nekarîn li deştan şaristaniyê pêş bixînin. Ji lewra çiya û Kurd heman tiştî îfade dikin.

Em BZ di demên 2000-1000 de dibînin li dagirkeriyên ser Kurdistanê hin hêmanên nû beşdar dibin. Qraliyeta Hîtît a li Anatoliya Navîn tê damezrandin û Îskîtên li Kafkasan ku wek barbar têne bi navkirin, hem li dijî şaristaniya Hûrî-Mîtanê, hem jî hînê li Başûr li dijî bajarên dewlemend ên Babîl û Asûran pêvajoyeke dagirkirinê didin destpêkirin. Dîsa jî yên herî tengav dibin komên ku pêşiyên Kurdan e. Ji ber ku berê tenê ji Başûr dewletên Sumer-Babîl-Asûr êrîş dikirin, lê li van êrîşan ji bakur êrîşên dewleta Hîtît û gelek komên şerûd ên barbar ên Îskîtan jî zêde dibin. Ji Îranê qebîleyên Pers û ji rojava jî komên etnîk ên Lûwiyan beşdarî van êrîşên tengav-kirinê dibin. Ji ber ku Kurd û Kurdistan li qadeke dewlemendiyê diafirîne, hem jî derbasoka şaristaniyên nû têne avakirine, tam dualîteyekê teşkîl dike. Ji bo karibin bijîn hem li ber xwe didin, hem jî hevkariyê dikin. Berxwedan û hevkarî bi hev re pêş dikevin. Tebeqeya jor a hiyarerşîk timî serî li rêya hevkariyê dide, lê beşên li jêr timî li ber xwe didin û têdikoşin.

Begîtiyeke Kurd di belgeyên nivîskî de BZ di salên 1600 de (muhte­mel li Elbîstana îro hatiye avakirin) weha bang li sazû-mankarê yekemîn ê Hîtîtan prens Atîna dike; “Kuro rezîl, me tu mezin kirî, tu li wir kirî beg, ne ji bo tu keriyên xwe yên şer bînî ser sînorên me û her roj me bêzar bikî, hêjayî sozên xwe be.” Em ji van gotinên nivîskî wer fêm dikin ku Qraliyeta Hîtît a di bin tesîra Hûriyan de pêk hatiye, êdî hêdî hêdî mezin dibe û ji bo qewmên Hûrî-Mîtanyan dibin xeter û tehlûke. Dîsa qralê navdar ê Hîtîtan Şûpîlûlîûmma ji qralê Mîtaniyan Matîwaza re welê dibêje (BZ li derdora 1300an): “Ez qîza xwe didim te, êdî tu kurê min tê hesibandin. Careke din isyan neke. Nerehetiyê çêneke. Li welatê xwe yê xweş li kêfa xwe binere. Ez li pişta te me.” Tevî şerên di navbera wan de diqewimin, em dibînin çawa bi zewacên siyasî aştî û xi-zimtiyê datînin.

Di vê demê de hêza xeternak a Asûran derdikeve holê, ji lewra hewceyî bi hevgirtina Hîtît-Mîtaniyan çêdibe. Ya hînê balkêştir ew e ku melîkeya navdar a Misrê Nefertîtî ji Mîtaniyan e. BZ li derdora salên 1500 demeke bi liv û lebat a dîrokê ye, em dibînin bi qasî peymanên siyasî û dîplomatîk şerên dijwar jî diqewimin. BZ di salên 1596 de Babîla navdar bi şirîkatiya Hîtît û Hûriyan tê dagirkirin. Şer û aştiya navdar a Kadeşê tê texmînkirin ku BZ li derdora 1280 pêk hatiye. Tê texmînkirin ku Hz. Îbrahîm ji Nemrûdê Ûrfayê di salên 1650, Mûsa jî ji Fîrewnê Misrê BZ di salên 1300 de reviyaye. Hemûrabiyê navdar BZ di 1750 de jiyaye. Di van deman de ku sedsalên şer û aştiyêne navend Kurdistan e. Kurdistan welatek e, şer ji ser kêm nabe.

Dema BZ li derdora 1000-330’î, ji bo şaristaniyên navenda wan Me­zopotamya dibe qonaxeke mezin a dawî. Wek hêza diyarker a dîrokê împaratoriya Asûr li ser sahneyê ye. Di hevrikiya navbera Babîl-Nînowa de pêşengî dikeve destê Nînowayê. Asûrmar bi çavsoriya xwe ya li dijî cîranên xwe navdar dibe. Gotinên mîna “ji serê mirovan dîwar lêkirin, birc û beden avakirin” taybetî û navekî din ê împaratoriya Asûr in. Seferên şer ên herî bêrehim li nava Kurdistanê, li dijî Sûriye û Misrê têne kirin. Bandora xwe heta rojavayê Anatolyayê belav dikin. Di vê demê de Hîtît -BZ di salên 1200 de ji aliyê Frîgyayên bi koka xwe Trakyayî- têne belavkirin, di şûnê de li başûrê Torosê qraliyetên piçûk ên bajaran têne avakirin. Li Kurdistana îro li herêma Botanê berê konfederasyona Naîrî (bi maneya nehîr-şet e) -texmînî BZ di salên 1200-900- û paşê bi belavbûna wê re dewleta Ûrartû (BZ 875-606) tê avakirin. Asûrî pir dijwar êrîşan dibin ser dewlet û begtiyên piştî Hîtîtan hatine avakirin. Di serî de fîgurên li ser keviran hatine verotin, gelek bermahî dîmenên şer zindî dikin. Di şeran de serjêkirin û hilkirina serê mirovan dibe pir rêbazeke normal. Dîsa ji sedemên herî girîng ên şeran, kereste, maden û zevtkirina rêyên bazirganiyê ne. Ûrartûyan karîbûne van êrîşan rawestînin. Xuya ye di xweparastin û bergiriyê de serketî bûne.

Di vê demê de hînê li rojhilat Med, li Kurdistana Îranê ya îro ji mînaka Ûrartûyan sûd werdigirin û hebûna xwe bi hêz dikin. Dizanin hewce ne ku hebûna xwe ya siyasî xurt bikin û ji bo vê yekê jî li dijî seferên Asûriyan ên rojhilat radiwestin û bi vî awayî pişta xwe qewî dikin. Ya rastîn, di dîrokê de 300 salên navdar ên berxwedan û amadekariyê, xurtbûna Ûrartûyan û dema wan îfade dike. Têkbirina Asûriyan, wek îro Iraqî DYE têk bibin. Ji lewra amadekariyên xurt û taktîkên nû hewce dikin. Di dawiyê de fermandarê Medan ê navdar Keyakser tevî muttefîkê xwe yê Babîlî Nabûkadnezar Nînowayê hildiweşînin û dawî li hebûna wê tînin. Medên BZ di salên 612 de derketin ser dika dîrokê, karîbûn avahiyeke siyasî a nêzî împaratoriyê (texmînî BZ 715-550) li Ekbatanê -Hemedana îro- pêk bînin. Di vê pêkhatinê de xusûsiyet û taybetiyên Kurdayetiyê xurt in. Ji bakur êrîşên Îskîtan, ji başûr û rojhilat jî êrîşên qewmên xizim ên Persan bi hêzbûna wan asteng kir. Îxaneta fermandarê navdar Harpagos û hevkariya wî bi Persan re, bû sedem hêza îqtîdarê bikeve destê biraziyê Qralê Medan Kîros yanî destê hiyarerşiya qebîleyên Persan.

Împaratoriya Persan dewama Medan e. Mîna ku dewleteke hevpar be. Dîsa jî bi piranî navenda şer di bin dagirkeriya Îskît de Kurdistan e. Mirina Kîros bi xwe jî di şerekî li ser axa Kurdistanê de pêk tê. Bi sedema êrîşên barbar ên ji bakur tên, împaratorî wek herêmeke ewle ber bi Başûr-rojavayê Medyayê ve dişemite. Darîûs (Darayê Mezin; BZ 520-485) sefereke mezin dibe ser Îskîtan ji bo vê belayê ji kokê ve bi dawî bike. Seranserî Anatoliyayê ji du sed salî zêdetir (BZ 530-330) di destê Med-Persan de şekil werdigire. Li gorî rêzê hebûna siyasî ya Frîgya, Lîdya û Lîkyayê bi dawî dikin û li hemû peravên Egeyê bajarên têne damezrandin digirin bin destê xwe. Mirov dikare bibêje; Kurdistan (Medya) di vê demê de li ser rêya şaristaniyê digihîje jiyaneke bi aram. Bi sedema xurtbûna malbata bavikanî, tevna xurt a eşîrên medan, ew di nav artêşa Persan de jî dikir xwedî cihekî cihêwaz. Bi zevtkirina Misrê jî (BZ 525) navenda bingehîn a şaristaniyê dibe herêmên Med û Persan. Babîl bi statuyeke nîv-hewce paytextbûna xwe ya çandî ji bo şaristaniyê dewam dike.

Dîrok nîşan dide ku arîstokrasiya Helen û Makedon dibe xwedî arzûyekê, dixwaze Anatolyayê bi tevahî zevt bikin, dawî li tehlûkebûna Med-Persan bînin û bi vî awayî dest deynin ser dew-lemendiya berê hîç nedîtine. Bi şev û rojan xeyala vê yekê datînin û guftûgoyên wê yên siyasî dimeşînin. Hemû hemfikir in ku di vî warî de serketin karekî mezin ê îlahî ye. Mutefekîrê mezin Arîsto (BZ 385-320) vê bîr û baweriyê dixe serê şagirtê xwe Îskenderê Mezin ku kurê qralê Makedonî Filîpos e. Bi îhtimaleke mezin, Arîsto xistiye serê Îskenderê Mezin ku ji bo mirovên Rojhilat mîna heywanan bibîne û bawer bike mîna moriyan pelixandin heq kirine. Îskender di vê hewayê de li ber destê mamosteyê xwe perwerde dibe û ji ber ku bavê wî tê kuştin di temenekî ciwan de şûna wî digire. Îskender di destpêkê de yekîtiya Helen pêk tîne û paşê nifşên Makedoniyan li dora xwe dicivîne û seferên xwe yên Rojhilat ên pêvajoya dîrokê biguherine dide destpêkirin. Mîna Îskenderê Mezin bersiva Darîûsê Mezin dide. Wek tê zanîn, bi seferên xwe yên mîna brûskê, mirov mîna moriyan di bin pê xwe de pelixandin û ta Hindistanê çemê Ganjê çû. Cihekî zevt neke nahêle. Şerê wî yê herî navdar li Gavgemala (BZ 331) li derdora Hewlêra îro li Arbelayê diqewime. Împaratoriya Persan di nav şerê mezin de dikeve. Wexta vedigere paytexta çandê ya wê demê bajarê Babîlê, li gorî nav û dengê xwe xebatên xwe dewam dike. Wek sembola senteza Rojava-Rojhilat deh hezar şervanên Balkanî û deh hezar keçên esîlzade yên Med û Persan bi yek carê bi hev re dizewicîne. Keça qral Darûsê III. ku têk dibe ji xwe re dihêle. Hînê xwe amade dikir êrîşê bibe ser Komara Roma ya li rojava hildihat, ji kelmêşên çiravê mîkrop wergirt û bi nexweşiya tayê di temenekî pir ciwan de mir.

Li Kurdistanê şopên Îskender pir in. Navê Bedlîsê ji fermandarên wî Ballîs ma ye. Mirov dikare bibêje mîna gerîlla di çiyayên Zagrosê re derbas bûye. Dikare were gotin; Îskender di eskertiyê de nîv-xwedayek bû. Bi van seferan Kurdistan bi dualîteyeke nû re asê û tengav dibe. Kurdistan dibe navenda şerên navdar ên Rojhilat-Rojava. Li Îranê piştî Persan împaratoriya Partan a tê avakirin (BZ 250-216) û qraliyetên Helen ên piştî Îskender jî ava dibin, navenda şerê wan dîsa Kurdistan e. Qraliyetên Ermeniyan jî dikevin pêvajoyê. Mafê fetihkirinê wek bingehê gelan be her tim dest diguherîne. Peravên Dîcle-Firatê bi kelehan tijî dibe. Hemû bajar bi birc û kelehên xwe di rewşa parastinê de ne. Dîsa jî di dema qraliyetên Helen de qraliyeta Komagene (navend Samsat), Abgar (navend Ûrfa) û Palmîra (navend Palmyra) qîmeta wan zêde dibin. Berhemên neqane yên senteza Rojava-Rojhilat diafirînin. Dem ji aliyê zêhniyetê ve hem ji berê û hem jî ji paşê cuda ye. Mirov dikare wek demeke rohnî ya şaristaniyê binirxîne. Bandora Îran (Part) û Helen di zikhev de dimeşe. Danûstendina çandê bi qasî ya bazirganiyê geş û zindî ye.

Rêber Apo

 

Attachment