• TÜRKÇE
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
No Result
View All Result

Li Mekanê Kurdistanê Dema Cotmehê

March 30, 2020
in Nirxandin
A A
Li Mekanê Kurdistanê Dema Cotmehê
Share on FacebookShare on TwitterwhatsappTelegramEmailQR Code

Ji bo her heyînekê faktorên dem û mekan du di­yardeyên girîng in ku ne ji hev cihê dibin, ne jî yek girîngiya ya din kêm dike, her­da­yîm hev hewce dikin û wate li hev siwar dikin. Jixwe hebûn jî di vê eksena girîng de li xwe teşe digre. Lê belê ruxmî ku em di mê­ji­yên xwe de ji bo têgihîştina hebûnê hin qalib û rêzikan destnîşan dikin, pir serpêhatî û bû­yer hene ku qanûnên zanistî yên heyî binpê di­kin û me bi rastiyeke nepenî ya cuda re rû bi rû dihêlin.

Heke li ser rûyê erdê mekanê ku emê berê xwe bidinê axa Kurdistanê bibe û hewa jî ber bi sarbûnê ve biçe, pel dest bi weşînê bikin, ewrên reş carna bi baranê xwe bidin hîs­ki­rin, bayên sar û dijwar biwezin, ji zevî û bos­tanan, ji bexçe û gulistanan berhemên da­wî were komkirin, ev yek jî dê îşare bi zema­nê payîzê bike. Ango dem qulipiye bi ser wer­zeke(demsal) nû û mekan û zeman li gor tay­betiya xwe ya xweser tev digerin. Bê­guman mekan û zema teşeyên cuda didin di­yardeyan, rengê wan bandor dikin. Di vê mi­jarê de ger ku em dîsa li Kurdistanê bin û meh jî Cotmeh be, bi yekser bûyer û pêş­ke­ti­nên ku di xêva me ya netewî de mane (her­çend dem bi ser de borîbe jî) di zihnê me de zin­dî dibe û wiha jî he­ma bêje ew bûyer ti­ne na­be, dubare du­ba­re di cîhana ma­ne­wî de xwe dido­mî­ne. Meha Cot­mehê ji bo tevgera aza­diya me ji du ali­yan ve bal diki­şîne. Di serî de komploya 9’ê Cotmehê bi hemû bê­bextî û bêsi­û­diya xwe, xwe bi me dide he­sandin. Em di her Cotmehê de kîn û nefreta xwe jî nû dikin, ji ber ku hîna bextreşiya wê rojê wek ewrê reş, li ser asîmanê welatê me xwe nedaye paş. Wek ku zemanê komp­lo­yê bêdawî maye. Hîna jî di navbera me û Rê­bertiya me de deryayek ji dûrî û bêrîkirinê pêl vedide. Li peravên bîranînên me êşa vê jan dide. Lewma 9’ê Cotmehê me diêşîne û em jê bêzar in. Lê veqetîn û îşka dilê me te­nê bi vê bûyera reş bisînor nîne, bi taybet jî he­ke em ji çarçoveya bizava azadiya jinê li vê mehê binêrin, veqetîna bi dehan jinên pê­şeng ên bizava me jî rûyê xemgîn ê Cot­mehê bi hibreke reş kil dike. Cotmehê pir delalî û xwe­­şe­wîs­tên me ji me wergirt. Lê wek ku ha­te gotin, bi hevgirtina me nekarî. Nekarî di nav­bera hestên me yên qahîm û stûr, mesafe dey­ne û bi taybet jî herî zêde em di meha Cot­mehê wan cangoriyên xwe yên hêja nêzî xwe hîs dikin, wan û bîranînên wan hembêz di­kin; peywenda bi wan re nû dikin û êrîşa dij­war ali beramberê herik­ba­ri­ya zeman wiha berteref dikin. Di vê mijarê de bêguman ev asta serketina me bi kesa­ye­tên xurt û me­zin ên wan cangoriyan ve elaqe­dar e. Jinên le­heng ên ku di jiyana şo­reş­ge­rî de li eniya pêş xeta azad a jinê temsîl kirin, berhem û dest­ketiyên ewçend bê­hempa afirandin ku tim û tim dê wan di vê têkoşînê de bide ji­yan­din. Di vê wateyê de jî rastiya şehîd di­şi­be enerjiyeke herik­bar ku nayê zeft­kirin û bisînorkirin, azad ji he­mû qey­dû­ben­dên me­kan û zemanê tevdi­gere.

Piş­tî şehadeta Hevala Bêrîtan, herhal ti jineke Kurd tine ye ku Wê nenase, an jî ku navê hevala Bêrîtan were gotin, di dil de hes­teke xurt a şanazî û serbilindiyê lîlan vene­de. Hevala Bêrîtan fermandara xeta berxwe­dan û têkoşînê ye. Lewma jî her şo­reş­ge­re­ke Kurd bi taybet jî jinên têkoşer hevala Bê­rîtan wek pisûleya têkoşînê dide ber xwe û ji bo ji xeta azadiyê şaş neke li pey rê­nî­şan­dêriya wê dimeşin. Vêcar ev rastî dikare di­yardeya zeman û mekan bi me çawa bide da­nasîn? Ji ber ku em bi vê mînakê jî fêm di­kin ku hin tişt mehkûmê zeman û mekan nabin, hele însan û tiştên ku însan diafirîne ger ras­tiya madî û menewî di nav hev de bist­rî­ne, dê ev wê/wî nemir bike.

Elbet ev yek bi te­vahî girîngiya dem û cih wenda nake, feqet dom­dariya hebûnê bi me dide nasîn. Wek mî­nak herçend di aliyê madî ve çend sal bi ser tunebûna fîzîkî ya kes derbas bibe jî, ev bi giştî nayê wateya nebûyîna wê/wî. Ji bo tê­gihîştina bêtir dikare mînak şênbertir bibe, dî­sa em vegerin Kurdistanê.

Ku em behsa Cotmehê dikin û teqwîma dî­ro­kê xwe digihîne demeke pêşvetir hevala Mer­­yem bi têgihîştina xwe ya bilind, dilnizmî û hez­kirina xwe ya mezin ku jê bêhna dayîka di­lovan difûre, bejna xwe ji nav hemû bî­ra­nî­nan bilind dike û em wek zarokên ku li ben­da hatina dayîkê bin, Wê hembêz dikin. He­valên din jî tevlî vê hevîdtina me dibin ji ali­yekê ve rêhevala Gurbetelî, li milê din Can­da Tirk, Ronahî Elman, Zinarîn Dersim û bi dehan rûgeşên welatê me yek bi yek li do­raliya me kom dibin. Hevala Rûken Bîn­gol jî tevî hemû rêhevalên pê re ku li Tiyarê şe­hîd bibûn wek ku diçin çalekiyeke mezin ber bi me ve tên û em wiha Cotmehê pêş­wa­zî dikin.

Êdî ne mekan, ne jî zeman bi me dikare. Her du jî neçar in ku alîkariya me bikin û rêhevala Bêrîtan di govenda Cotmehê de li çiyayên a­zad serçopiyê digre, yek bi yek jinên cango­rî tevlî vê refê dibin û em jî bi eşq, heyranî, hezkirin û baweriyeke mezin di sala 2013’an meha Cotmehê ji dawiyê ve, meşa van rêhevalên xwe didomînin. Ev rêya ku em ketine ser û tê de bêsekn dimeşin herçend pir dirêj bixuye jî bi qasî me nêzîk me ye, tenê hewce dike em li xwe, li hundirê xwe binêrin, dê li cem xwe, di hundirê dilê xwe de şopa yên ku tê de meşiyan bi eşkeretî bi­bînin. Ken, kêfxweşî, bawerî, hezkirin, hêvî, acizî, hêrs, kîn û biryardariya wan tê de her wek xwe zindî û taze mane, tenê hewce di­ke em guhê xwe ji dengên qirêj, xapînok, de­rewên pergalê û egoya xwe bigin û guh bi­din dengê dilê xwe. Ew der mekanê wan e, me­kanê hevdîtina me ye. Ku em dîsa gihîştin Cotmeheke din, hevala Bê­rîtan, Meryem, Gurbetelî, Ronahî, Canda, Zi­narîn, Rûken Bîngol, Berwar Gever, Dilar, Gok­sun, Gulbahar, Rojbîn, Medya, Roza, Vi­yan, Zozan, Zîlan, Bêrîtan, Denîz, Dîren, Ey­lem, Ronahî Welat, Rûken Serhed, Berwar Zîlan û bê hejmar jinên leheng, me ve­di­xwî­nin cenga mezin a azadiyê û em jî zêdetir be­rê xwe didin lûtkeyên çiyayên Kurdistanê ji bo ku di demsala payîzê de ku bi hezar ren­gan xemiliye, bibin şahidê xweşikiya axa pî­roz. Wiha jî zeman û mekan jî bi awayê he­rî qenc malovaniya me dike ku em ewle ber bi quntarê armancên xwe ve bimeşin.Bî­ranîna şehîdên me di her kêliya têkoşînê de azweriya me ya ji bo azadiyê geş û ronî di­ke û em bejna xwe li pêşberî wan ditewînin, wan bi coş û hezkirineke bêdawî bibîr tî­nin.

Dîcle AMED

ShareTweetSendShareSendScan

Herî Dawî

PERSPEKTÎFA KU RÊBER APO Jİ KONGREYA 12’EMÎN A PKK’Ê RE
Perspektifên Rêber Apo

PERSPEKTÎFA KU RÊBER APO Jİ KONGREYA 12’EMÎN A PKK’Ê RE

June 4, 2025

Read moreDetails
 NEWAYA ZÎN
Şehîdên Azadiyê

 NEWAYA ZÎN

June 3, 2025

Read moreDetails
Yek Ji Armanca Girîng A Şer Jî Pêkanîna Evînê Ye
Perspektifên Rêber Apo

Yek Ji Armanca Girîng A Şer Jî Pêkanîna Evînê Ye

June 2, 2025

Read moreDetails
DÎROKA TEVGERA AZADIYA JIN-32
Lêkolîn

DÎROKA TEVGERA AZADIYA JIN-32

May 29, 2025

Read moreDetails
  • Destpêk
  • Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
  • Lêkolîn
  • Galerî

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk

No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
    • Perspektifên Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • TÜRKÇE

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk