Ji bo her heyînekê faktorên dem û mekan du diyardeyên girîng in ku ne ji hev cihê dibin, ne jî yek girîngiya ya din kêm dike, herdayîm hev hewce dikin û wate li hev siwar dikin. Jixwe hebûn jî di vê eksena girîng de li xwe teşe digre. Lê belê ruxmî ku em di mêjiyên xwe de ji bo têgihîştina hebûnê hin qalib û rêzikan destnîşan dikin, pir serpêhatî û bûyer hene ku qanûnên zanistî yên heyî binpê dikin û me bi rastiyeke nepenî ya cuda re rû bi rû dihêlin.
Heke li ser rûyê erdê mekanê ku emê berê xwe bidinê axa Kurdistanê bibe û hewa jî ber bi sarbûnê ve biçe, pel dest bi weşînê bikin, ewrên reş carna bi baranê xwe bidin hîskirin, bayên sar û dijwar biwezin, ji zevî û bostanan, ji bexçe û gulistanan berhemên dawî were komkirin, ev yek jî dê îşare bi zemanê payîzê bike. Ango dem qulipiye bi ser werzeke(demsal) nû û mekan û zeman li gor taybetiya xwe ya xweser tev digerin. Bêguman mekan û zema teşeyên cuda didin diyardeyan, rengê wan bandor dikin. Di vê mijarê de ger ku em dîsa li Kurdistanê bin û meh jî Cotmeh be, bi yekser bûyer û pêşketinên ku di xêva me ya netewî de mane (herçend dem bi ser de borîbe jî) di zihnê me de zindî dibe û wiha jî hema bêje ew bûyer tine nabe, dubare dubare di cîhana manewî de xwe didomîne. Meha Cotmehê ji bo tevgera azadiya me ji du aliyan ve bal dikişîne. Di serî de komploya 9’ê Cotmehê bi hemû bêbextî û bêsiûdiya xwe, xwe bi me dide hesandin. Em di her Cotmehê de kîn û nefreta xwe jî nû dikin, ji ber ku hîna bextreşiya wê rojê wek ewrê reş, li ser asîmanê welatê me xwe nedaye paş. Wek ku zemanê komployê bêdawî maye. Hîna jî di navbera me û Rêbertiya me de deryayek ji dûrî û bêrîkirinê pêl vedide. Li peravên bîranînên me êşa vê jan dide. Lewma 9’ê Cotmehê me diêşîne û em jê bêzar in. Lê veqetîn û îşka dilê me tenê bi vê bûyera reş bisînor nîne, bi taybet jî heke em ji çarçoveya bizava azadiya jinê li vê mehê binêrin, veqetîna bi dehan jinên pêşeng ên bizava me jî rûyê xemgîn ê Cotmehê bi hibreke reş kil dike. Cotmehê pir delalî û xweşewîstên me ji me wergirt. Lê wek ku hate gotin, bi hevgirtina me nekarî. Nekarî di navbera hestên me yên qahîm û stûr, mesafe deyne û bi taybet jî herî zêde em di meha Cotmehê wan cangoriyên xwe yên hêja nêzî xwe hîs dikin, wan û bîranînên wan hembêz dikin; peywenda bi wan re nû dikin û êrîşa dijwar ali beramberê herikbariya zeman wiha berteref dikin. Di vê mijarê de bêguman ev asta serketina me bi kesayetên xurt û mezin ên wan cangoriyan ve elaqedar e. Jinên leheng ên ku di jiyana şoreşgerî de li eniya pêş xeta azad a jinê temsîl kirin, berhem û destketiyên ewçend bêhempa afirandin ku tim û tim dê wan di vê têkoşînê de bide jiyandin. Di vê wateyê de jî rastiya şehîd dişibe enerjiyeke herikbar ku nayê zeftkirin û bisînorkirin, azad ji hemû qeydûbendên mekan û zemanê tevdigere.
Piştî şehadeta Hevala Bêrîtan, herhal ti jineke Kurd tine ye ku Wê nenase, an jî ku navê hevala Bêrîtan were gotin, di dil de hesteke xurt a şanazî û serbilindiyê lîlan venede. Hevala Bêrîtan fermandara xeta berxwedan û têkoşînê ye. Lewma jî her şoreşgereke Kurd bi taybet jî jinên têkoşer hevala Bêrîtan wek pisûleya têkoşînê dide ber xwe û ji bo ji xeta azadiyê şaş neke li pey rênîşandêriya wê dimeşin. Vêcar ev rastî dikare diyardeya zeman û mekan bi me çawa bide danasîn? Ji ber ku em bi vê mînakê jî fêm dikin ku hin tişt mehkûmê zeman û mekan nabin, hele însan û tiştên ku însan diafirîne ger rastiya madî û menewî di nav hev de bistrîne, dê ev wê/wî nemir bike.
Elbet ev yek bi tevahî girîngiya dem û cih wenda nake, feqet domdariya hebûnê bi me dide nasîn. Wek mînak herçend di aliyê madî ve çend sal bi ser tunebûna fîzîkî ya kes derbas bibe jî, ev bi giştî nayê wateya nebûyîna wê/wî. Ji bo têgihîştina bêtir dikare mînak şênbertir bibe, dîsa em vegerin Kurdistanê.
Ku em behsa Cotmehê dikin û teqwîma dîrokê xwe digihîne demeke pêşvetir hevala Meryem bi têgihîştina xwe ya bilind, dilnizmî û hezkirina xwe ya mezin ku jê bêhna dayîka dilovan difûre, bejna xwe ji nav hemû bîranînan bilind dike û em wek zarokên ku li benda hatina dayîkê bin, Wê hembêz dikin. Hevalên din jî tevlî vê hevîdtina me dibin ji aliyekê ve rêhevala Gurbetelî, li milê din Canda Tirk, Ronahî Elman, Zinarîn Dersim û bi dehan rûgeşên welatê me yek bi yek li doraliya me kom dibin. Hevala Rûken Bîngol jî tevî hemû rêhevalên pê re ku li Tiyarê şehîd bibûn wek ku diçin çalekiyeke mezin ber bi me ve tên û em wiha Cotmehê pêşwazî dikin.
Êdî ne mekan, ne jî zeman bi me dikare. Her du jî neçar in ku alîkariya me bikin û rêhevala Bêrîtan di govenda Cotmehê de li çiyayên azad serçopiyê digre, yek bi yek jinên cangorî tevlî vê refê dibin û em jî bi eşq, heyranî, hezkirin û baweriyeke mezin di sala 2013’an meha Cotmehê ji dawiyê ve, meşa van rêhevalên xwe didomînin. Ev rêya ku em ketine ser û tê de bêsekn dimeşin herçend pir dirêj bixuye jî bi qasî me nêzîk me ye, tenê hewce dike em li xwe, li hundirê xwe binêrin, dê li cem xwe, di hundirê dilê xwe de şopa yên ku tê de meşiyan bi eşkeretî bibînin. Ken, kêfxweşî, bawerî, hezkirin, hêvî, acizî, hêrs, kîn û biryardariya wan tê de her wek xwe zindî û taze mane, tenê hewce dike em guhê xwe ji dengên qirêj, xapînok, derewên pergalê û egoya xwe bigin û guh bidin dengê dilê xwe. Ew der mekanê wan e, mekanê hevdîtina me ye. Ku em dîsa gihîştin Cotmeheke din, hevala Bêrîtan, Meryem, Gurbetelî, Ronahî, Canda, Zinarîn, Rûken Bîngol, Berwar Gever, Dilar, Goksun, Gulbahar, Rojbîn, Medya, Roza, Viyan, Zozan, Zîlan, Bêrîtan, Denîz, Dîren, Eylem, Ronahî Welat, Rûken Serhed, Berwar Zîlan û bê hejmar jinên leheng, me vedixwînin cenga mezin a azadiyê û em jî zêdetir berê xwe didin lûtkeyên çiyayên Kurdistanê ji bo ku di demsala payîzê de ku bi hezar rengan xemiliye, bibin şahidê xweşikiya axa pîroz. Wiha jî zeman û mekan jî bi awayê herî qenc malovaniya me dike ku em ewle ber bi quntarê armancên xwe ve bimeşin.Bîranîna şehîdên me di her kêliya têkoşînê de azweriya me ya ji bo azadiyê geş û ronî dike û em bejna xwe li pêşberî wan ditewînin, wan bi coş û hezkirineke bêdawî bibîr tînin.
Dîcle AMED