Li Kurdistanê Hezkirin Hatiye Qetilkirin-1

0Shares

Ev babet di gelala romanê de, di dahûrandinan de hate diyarkirin û hate destgirtin. Ev yek derkete rastê: Li Kurdistanê hezkirin jî hatiye qetilkirin. Çawa ku gelek devên mêtîngerî dibêjin “Kurd wehş e, nêvenga hezkirinê, jê hatin hezkirin û hezkirin tiştek wisa nîn e, nizanin!’’ Bi rastî jî ev, hindek wisa ye. Mêtîngerî, di vê mijarê de rola qirkirinê leyistiye. Lewma hewl hatiye dayîn ku bê vegotin, çalakmendiya me ya şoreşgerî, çalakiyeke hezkirinê ye. Riya hezkirinê, şêwaza hezkirinê bi şoreşê re tê destgirtin, hîmê objektîf tê danîn. Ka wê hezkirin û rêzdarî çawa pêş bikevin, bi girêdana çi ve wê pêş ve herin, tê daxistin. Hîmên azad, di vê derê de wateyeke mezin diderbirînin. Dîsa di vê mijarê de estetîk dikeve dewrê. Girêdana fîzîkî, giyanî û zanyarbûyînê bi estetîkê ve tê avakirin. Û dertê rastê ku ev, dikarin mirov xweşiktir bikin. Di wateyekê de hatiye destnîşankirin ku rasteqîna şerê me, di avakirina ji nû de, xurt şerkirin-dana şerkirin wê karibe ji têkiliya hezkirineke xurt re rê vebike. Dîsa hatiye daxistin ku hest û hezkirinên erzan ê di destpêkê de hêz nedaye şer, ji şer daye girtin, aniye haleke paşverû, heta ber bi her cure felişandineriyê ve biriye. Di vê mijarê de nêzîkatiya rast qîmeteke xwe yê mezin heye, li Kurdistanê ji gelek encamên girîng re rê daye vekirin, nêzîkatiya koletiya jinê rûxandiye, bûye sedem ji hilkeftina mezin re, saziya xeyalan, azwêriyan, viyan, wire û estetîkê ve di qîmeta pêşxistinê de ye.

Di: Beriye em tevlî refan bibin, têkiliya pêşîn a me dabû destpêkirin, ew şêwaza koledariyê bû. Piştre bi wê pêvajoya ku me anî nava refan ve em, hêdî hêdî qutbûna ji koledariyê dijîn. Yanî pêwîstiya azadiyê piştî têgihîştina şêwaza têkiliyeke kole ya jiyana kevin, êdî em dikevin nava lêgerîna azadiyê. Bi rastî jî azadî çi ye? Divê di mejî de çawa bê şênberkirin? Çawa gihandina azadiyê çêdibe, azîna wê çi ye? Hewldan çawa tê pêşxistin? Bi gotûbêjan ev dikare dakeve rastê. Ji ber ku di nava refan de têkilî û qutbûnên bi vî awayî zêde tên jiyandin.

Rêbertî: Erê, bi taybetî ew qadên ku hun jê hatine, ev hindik hatiye gotûbêjkirin, hindek girtî maye. Xebatên di çiyê de jî hindek wisa ne. Me, gotûbêjê zû da destpêkirin. Di sehaya Rojhilata Navîn de hindek jî da pêşxistin. Çawa ku min got, yên li çiyê qet gotûbêj nekirin. Ji ber giraniya jiyana leşkerî, ne fersend dîtin, ne jî dane nasîn. Yên di zindanê de jî, vê bi vaca pergalê girtin dest. Yanî şêwaza têkiliyên pergalê wisa bi şoreşgeriyê rûpoş ango cîla kirin û xwestin ku wêjeya têkiliya şoreşgerî pêş bixin. Ji derve ve gelek keçên ku axaftinên hezkirinê wan ê mezintirîn yên tên zanîn, ji nêzîkatiya hembêzkirinê re bi heman helwestan bersîvdayîna yên hundir, bi wê pêvajoya ku dihate xwestin PKK bê felişandin re rû da. Di şênberiya halantêdana Şener de ku uslûbê felişandineriyê dihate kûrkirin ev, hate derxistin. Mînak, hevalekî ku em bi puxteya şoreşgerî û dirustbûna wî bawerbûn, ka xwe çawa pêgirê çelexwariya hestan dikir, çawa vê digihand astên tirsnak me nirxand. Mîna vê gelek têkiliyên di hundir de tên jiyîn, têkiliyên jin-zilam ka çawa şûna têkiliyên şoreş û partiyê digirin tê zanîn.

Dîsa ciwanên ku ji hundirê pergalê û şagirtiyên ku ji nêvenga 12 Rezberê tên, têkiliyên ku pir bêşêwe, bêarmanc dijîn hene. Ew têkiliyên sexte, hindek bi çanda TVê, ya pergalê, ew 12 Rezbera di riya Amerîka û Hollywoodkirinê de (ev dibe şêwaza jiyana emperyalîst) ku bi wan ciwanan empoze dikin li rastê ye. Dîsa hêmanên ku jêderka xwe ji gundîtiya klasîk digirin, ji jinê re tenê nêzîkatiyeke di bingehê zayendîtiyê de ye, hemû têkiliyên hezkirinê yên sexte yê pergalê bi rengekî belavî hate çespandin. Yên ku hê jî bandora vê bi ponijîn dijîn hene. Min xwe di vê mijarê de baş kir lêgerekî dahûrandinê. Ez hizir dikim ku di vê mijarê de bêtir di rewşa bi kûrahî bêm têgihîştinê de me. Me di virê de, dixwaze bila di aliyê binkeyê de be, dixwaze bila di aliyê xwediyê nêzîkatiyên curbecur de be, di bingeh de şoreşeke rastînî pêk anî.

Dê berdewam bike

 

Attachment