Li Kobanê Vîna Gelan Jîndar Dibe

0Shares

Şaristan Nurhak

Li bajarê Kobanê bi rojane şerekî dijwar tê meşandin. Ev şer di dîtbarî de weke şerê bi çek bê dîtin lê di rastiyê de armanca vê şerî ewe ku di serî de vîna gelê Kurd û tevahiya gelên cîran ji holê rakirine. Lê gelê me bi vîn, berxwedan, nemiriniya jiyanê ve bûye hêza di jiyanbûyîn de îsrarkirin û hevgirtiya gelan.

Îro gelê me, kirasê jiyana bi mirinê ve hatibû dirûtin qetandiye û di peyî jiyana xwe di hebûna rojê de dike ronahî  ve bazdide. Çalekbûyîna  jiyanê,  ya herî mezin ewe ku tu gelekî bigihînê zanista parastina xwe ya cewherî. Gelê me îro hebûna xwe, nasname û çanda xwe diparêze.

Li bajarê serhildêr û berxwedanê, bajarê  Kobanê ruhê tê jiyîn ruhê di bedena zarokên welatê min de tê geşkirine. Weke mamosteyê mezin Ferzad Kemanger dibêje bila dilê min di bedena zarokekî Kurd de lêbide. Îro ew dilê ku ji jiyan û ji dildariya xaka pîroz  têr nebûbû di bedena bi sedan keç û xortên çeleng de lêdide.  

Bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re wêne resmê jiyana dayîka xwedawenda hemdemî ji nû ve xwe li Kurdîstanê jîndar kir. Asoyên jiyana dayîka xwedawenda hemdemiye rastiya li Rojavayê Kurdîstanê. Mirovên ku asoya wan ya jiyanê ne mezin be, nikarin di nemiriniya bê dawî de mezin bibin.

Keç û xortên îro li bajarê Kobanê, canê xwe dikin sîper, ber bi asîmanên welatê min de dibin rewiyên bê dawî, ew keç û xortên dilovan dibin stêrk ta ku tarîtiyan biqetînin, ew dibin xelek ta ku narîna tîrêjên rojê biparêzin, ewan dibin tov ta ku xak nexeyîde ji jiyanê.

Belê, Kobanê bûye bajarê lehengan, bajarê berxwedêran, hêzên dagirker dixwazin di hebûna bajarê Kobanê de carek din, mêtîngeriya Kurdîstanê, fetisandina jiyanê, ne misogeriya jiyana gelan bidin erêkirin. Dixwazin jiyanê ji dîrokê, dîrokê ji kêliyê bidin dûrxistin, leyîstok gelek mezin û bê dorveger û sînor nenase. Pergala desthildar har û dîn bûye li hemberî vê rastiyê û weke gurê birçî lê hatiye.

Li hember îsrara çeteyên bi destên hêzên navnetewî, hatine avakirin û bi ser gelê me de têne sorkirin, tenê şansê me ya li xwe hayîlbûnê û di nasname xwe de îsrarkirinê heye, va gelê me jî bi her awayî bi sazkirina jiyanê dibersivîne û li ber xwe dide.

Mirov li ku derê bigere ta ku peyvên neqişandî bîne û diyarî van dayîkên ku her kêliya jiyana xwe kirine dayikbûna jiyanê, bêguman zehmete. Di tu serdem û civakan de mirov rastî mînakên wiha nayê. Li Kurdistanê edî jiyan bi dayîkbûnê re, dayîkbûn jî bi jiyanê re xwe tacîdar kiriye. Ev rastî di serî de di kesayetiya dayîkên Kobanê de û li tevahiya Kurdistanê xwe manîdar kiriye. Berxwedana îro gelê me di asta herî jor de pêşdixîne, misogeriya şoreşa Kurdistanê bi xwe ye. Êdî tu hêz xwe li vîn û baweriya gelê me ranagirê, ji ber ew bi xwe hêz e,hêvî ye, jiyan e.

Gelo, mirovbûyîn ewqas dikarê ji xwe biyanî bibe?

Ma tolrakirina ji çanda dayîk, ji nirxên mirovbûnê ewqas rihete?

Bêguman îro dayikên me yên bi wê temenê xwe yê mezin çek hembêz kirine, bersiva van pirsan ji zû ve dane. Şoreşgertiya dayîkên me di roja îro de xwe gîhandiye mertebeyê.

Sînor xwe li herikîna şoreşê ranagirin û bi destê lehengên Kurdistanê ku temînata paşerojêne têne ruxandin, ne tenê sînor, her kêliya bi dersên zorê hatine fêrkirin têne jibîrkirin, her dîwarên di zihnê ciwan, jin û gelê me de hatiye lêkirin îro dema ruxandina wan hatiye.

Îro tarîtiya bi sedsalan xaka Kurdistanê di nava pençên xwe de girtibû, li ber xeleka stêrkên welatê min tê qetilkirin, tê bidawîkirin. 

Îro li welatê ku tu caran ji rola xwe ya mirovperweriyê gav bi paş ve neavêtiye, dengê qêrîna gelan lê bilind dibe. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ev qêrîn ji bo xwe kiriye stran û melodiya bi hev re bûyînê.

Şoreşa Rojava ku du salin zayîna xwe qedand, ber bi sê saliya xwe ve diçe. Êdî weke zarokê xwe li ser piyan digire ye û tu kes nikare destê xwe bide ku ew xwe bispêrê. Êdî ew kete dema xwe li jiyanê bigire. Erê îro li Kurdistanê jiyana azad misoger e, bi rêberê azad û Kurdistana azad re jiyankirin misoger e.