Piştî operasyon bi dawî bûba, civîn hatibû lidarxistin, vesazîbuna gelek hevalan pêkhatîbû û ji qadê derketîbûn, çûbûn cihên xwe.
Yêkîneya me bi xwe li Kato Marînos mabû. Yêkîneyek me yê bi tevger jî derbasî milê Faraşînê bûbû. Yêkîneyên din bi giranî belav bûbûn û çûbûn cihên xwe.
Heval Eşref fermandarê yêkîneya me bû. Li gora vesaziya dawî hatîbû kirin, yêkîneyek li Botanê dima, yêkîneyek diçu Heftanîn. Êdî zivistan jî dihat. Direngiya payîzê bû. Li zozanan zivistan zû tê, berf zû dikeve. Ji xwe barîna teyrokan jî destpêkirîbû.
Li ser bidawî hatina operasyonê mehek derbas bûbû. Em li Kato bicîh bûbûn. Cihê em lê disekinîbûn hinek li jora cihê cara yekê em ketîbûn nava operasyonê de dima. Siharê bû, em çawa rabûn me dît di nav hevalan de tevgerek zêde heye.
Cihê me nêzî cihê heval Cemal û hevalên pêrebû. Me dît berê tevgerê sirtek li berambere. Heval diçin wir. Her hevalê diçu wî sirtî, li jêrê, li milê kaniyê dinêriya. Dawiyê hevalan bang heval Cemal jî kirîbûn û ew jî çûbû ser sirtê û bi dûrbînê li jêr dinêriya. Me jî gelekî mereq kir, em jî çûn gel sirtê û me xwest em fam bikin çi bûye.
Baş nedihat dîtin, lê hevalan li jêra me tevgerek ferq kirîbûn. Bawerim qasî kîlometreyek mesafê de bû tevgera behsê dihate kirin. Ji ber ku dinya tam venebûbû me jî nekarî tam zelal bikin.
Li gora ku me hemuyan dizanî diviyabû ti heval, ti yekîne li aliyê me nemabin. Yên ji qadê derneketine jî diviyabû zûde gihêştibin cihên xwe. Tepeciyên me jî çûbûn cihên xwe.
Herkû dinya vebû, me baştir didît. Destpêkê me gotîbû qey dijmin e, lê terzê tevgera dijmin nînbû, ji ber ku heya girêk li beramber negre, nayê wan jêran, nakeve paleyan.
Piştî hate famkirin ku hevalin, ne dijmine heval Cemal dû hevalan erkdar kir û şand gel wan da ku bê famkirin ku ew kîjan hevalin, çima li wir mane. Piştre em hîn bûn ku yekineya ji bo Feraşînê hatîbûn vesazkirin li wir sekinîne. Yêkineya ku diviyabû wê çaxê li Faraşînê bûya bû, lê hatîbûn aliyê me û agahiyên hevalan jê nînbû.
Dema heval ji wan pirs dikin ku çima li wirin, agahiya heval Cemal wan jî ji wan nîne ew jî bersiv didin ku dûh li ser cîhazê bang kirine da ku werin Marînos’ê. Lê belê ya rastî tiştek wiha nînbû. Vesaziya hevalan nû çêbûbû ji bo herêma Faraşînê.
Piştre dema heval hatin rû bi rû jî rewşa xwe ragihandin gotin hevalan gotiye heval Cemal gotiye werin Marînosê û ji ber wê hatine. Heval Cemal jî şaş dimîne, ji wan re dibêje ku tiştek wiha nîne, wî negotiye bila werin Marînos’ê.
Lê belê piştî demeke hate bîra heval Cemal ku roja beriya wê bi wê yekîneyê re muhabere dike, diaxive. Dengê hevalên wê yekîneyê baş nayê, yê heval Cemal jî baş naçe ji wan re. Zar zor ji hevdû famdikin. Navê yek ji kenalên me yê wî demî jî Manînos bû. Dema heval Cemal dengê fermandarê yekîneyê baş nagre, bi dengê bilind dibêje; “Derbasî Marînos’ê bibe”.
Li vir behsa derbasbûna kanala Marînos ya cîhazê dike. Dema gotiye Derbasî Marînosê bibe tinê wir fam dikin. Hatîbû bîra heval Cemal ku ew wî demî derbasî kenala Marînos buye û dike nake çiqas sekinîbû jî bersiva wan negirtîbû. Piştî demek hewildan heval Cemal got qey akû xilas bûye ji ber wê peywendî qut buye û muhabereyê bidawî dike, cîhaz jî tê rakirin. Rewşek cûda jî nayê bîra heval Cemal, tinê îhtîmal dide ku dengê wî neçuye, yan akû xilas bûye.
Hevalên yêkîneyê jî wiha famdikin ku qey heval Cemal rastî xwestiye derbasî Marînosê bibin, îhtîmal jî nedane ku gotiye derbasî kanala Marînosê bibin. Heman kêliya muhabere de, piştî wê gotina heval Cemal cîhazê yekser kom dikin, çentên xwe amade dikin û derdikevin rê. Êvarê yêkineya xwe ve ew heval têne Marînos’ê. Ew jî bîrnabin ku kanala Marînos jî heye, bîrnabin ku nû çune Faraşînê ka em cardin bipirsin, dibe me şaş famkiribe yan na? Bîrnabin ku li ser cîhazê dûz “were fîlanderê” jî nayê gotin. Hema hemû hevalan kom dikin û tînin Marînos’ê. Rewşek wiha pir ecêb derketîbû holê.
Heval Cemal piştre ferq kir ku dema wî gotiye “Derbasî Marînos” bibin wek kanal famnekirine û yekser hatine qadê.
Heval Cemal jî got, “Madem hatine, em cardin civînek pêkbînin û hinek din ziraviyên vesaziyê bigrin dest.”
Yekineya me jî xwe berda gel wê yekineya ji Faraşîn’ê şaştî hatîbû û civînek hate lidarxistin. Heval Cemal behsa tevlîheviya derketîbû kir û got; “Ya rastî me yê ev yekîneya li vir derbasî Heftanînê kirîba. Me yê ji yekineya xwe ya Faraşînê re gotîba agahiyên we hebe ya li vir derbasî Heftanînê bûye, hûn tinê li qadê mane. Madem ku hûn hatine, emê ji nava herdû yekineyê de hevalan hilbijêrin û vesaziyê nû bikin.”
Bêguman wê yêkîneyê şansê xwe ji dest dabû. Ya rastî kes nedixwest biçe Heftanîn’ê, wek cephê ne li pêş dihate destgirtin û hevalan nedixwest biçin wir. Heval Cemal jî ji wan hevalan re got, “Madem we kanala Marînos famnekir û hûn ewqas rê hatin, we heqê xwe jî wunda kir, ji yêkîneya we û ya din em hevalan digrin û vesazî nû dikin.”
Beşek ji wan hevalên wê yêkîneyê de şansê xwe wunda kirîbûn. Îhtîmala ku wê zivistanê li Botanê bimînin, ji ber ku cîhazê de ew rewş hate jiyîn jidest dabûn û derbasî Heftanînê bûbûn.
Nîştiman Sorxwîn
Bi dawî bû