Operasyon bidawî bûbû, leşker vekişiyabûn. Hevalên birîndarbûn dihatin derman kirin.
Di wan rojan de civînek hate plansaz kirin. Me jî xwe berda dolekê. Dolê de avek xweş diherikî û têde darên fêqî pirbûn.
Em hemû li wir bicîhbûn û me dest bi amadekariyên xwe kirin. Pêwîstiyên erzaq hatin pêşwazî kirin. Roja din, piştî nîvro em kombûn. Civîn ji aliyê heval Cemal ve hate dayîn. Di wê civînê de rewşa operasyonê bi berfirehî hate destgirtin. Hinek rexne pêşketin. Rexnedan jî di milê hevalan de pêşket. Bi taybet li ser berxwedaniya bêhempa û sekna fedayî ya hevalan bi berfirehî hate sekinandin. Ji xwe hemû hevalan berxwedaniyek gelekî mezin nîşandabûn. Her çiqasî şehîd û birîndarên me hebûn jî berxwedaniyek pir mezin ya dîrokî li wê derê hatibû nîşandan.
Civînek berfireh bû û bi eleqeyek mezin ji milê her hevalekî me ve bi baldarî hate şopandin. Piştî civîn bidawî bû vesaziya hinek hevalan pêkhat û her yêk yê biçuna qadên xwe yên nû. Ber bi seatên êvarê de grubek heval li pêşiya me derketibûn keşfa araziyê bikin. Piştî keşîf bi encam bû, em jî ketin rê.
Em cardin vegeriyan Kato. Wî demî heval Cemal jî bi yekîneyên me yên bi tevger re hareket dikir, dema operasyonê birîndar bûbe jî heya dawî bi mere mabû. Dema em nêzî Kato bûn, di binya palên wê de em gihêştin cihê em ketîbûn wê kemînê. Êdî dinya tarî bûbû. Ji xwe me dixwest keşfa xwe ya araziyê bi ziravî û baş bikin û wiha derbasî qada Kato bibin. Hinek heval pêşde çûn keşîf bikin.
Hevalan ji me re gotin ku emê heya demekê li cihê em sekinîbûn bimînin, nobedarên xwe derbixin û bêhna xwe vedin. Kêmek jî be me amadekariya xewê kir. Cihê avê li binya me mabû. Hevalan gotin bila dû heval biçin avê bînin. Bîdonek me yê avê hebû. Min jî ji hevalan re got ku ezê biçim avê bînim. Manga hevalê Cemal wan jî li binya cihê me dima. Em di ber manga heval Cemal wan re derbas bûn û çûn ser avê. Me tam bidonê xwe yê avê dadigirt û emê êdî rabûyan ser xwe û vegeriyabana ku çavê me li tiştek li ser avê ketîbû ket.
Ez destpêkê veciniqîm, ji ber me famkir ku cenazeyek e. Piştre ez çûme ser cenaze. Hevalek me bû, ji yekîneyekî din bû. Heger ez neşaşbim heval Rewşen bû. Min wê hevalê tenê ji civînan nas dikir. Bîswîngçî bû. Ji xwe dema me xwe nêz kirîbû û xwest cenazeyê heval rakin, me dît ku çenteyê wê yê Bîswîngê li pişta wê bû.
Me yekser agahî da hevalan û got bila xwe bigihînin gel me ji ber ku cenazê hevalekê hatiye dîtin. Ji xwe heval heman kêlî ketin nava liv û tevgerê, çûn cenazeyê heval Rewşen girtin û spartin axê. Wê operasyonê hevalên din yên şehîd ketibûn hatibûn veşartin. Ji xwe van salên dawî hevalan wan hevalan hemûyan cardin ji cihê veşartîbûn derxistin û birin spartin şehîdgeha Feraşînê. Yêk ji wan hevalan jî Rewşen heval bû. Bêgûman cenazeyê hevala Rewşen di wan şert û zurufan de dîtin hêrsa me li dijî dijmin gelek bilindtir kirîbû. Sonda me ya tolhildanê jî ji her demî zêdetir bihêz kirîbû.
Dema ku em gihêştin Kato hevalan ji bo me civînek din jî plansaz kirin. Cenazeyê hevala Nujîn û hevalên din jî li wê derê hatibûn veşartin. Qendê ku tê bîra min hevalê Sinan bi sîleha sekvaniyê şehîd ketibû. Hevalê Xişman jî bi giranî birindar dibe û nikare xwe xilas bike, ew jî radibe bomba gel xwe ji bo sax nekeve destê dijmin di xwe de diteqîne. Hevalan cenazeyê heval Şervîn jî spartibûn axê.
Şerekî pir dijwar bû û ti heval ji xwere qebûl nedikir ku sax bikeve destê dijmin, ji bo wê bi ruhekî fedayî heya dawî berxwe dabûn û dema xeteriya sax ketina destê dijmin çêdibû xwe şehîd xistibûn. Ev sekin sekna qehremanî û fedayîtî bû, sekna heya dawî tekoşerî û berxwedaniyê bû ku demga xwe li wê operasyonê xistîbû û dijmin vala derxistîbû.
Di vê navberê de hevala Rewşen, Hebûn û Zinarîn jî birîndar ketibûn, cebilxaneya wan xilas bûbû, ji bo sax nekevin destê dijmin bomba li ser xwe teqandîbûn. Hinek dixwazim behsa vê buyerê jî ji were bikim. Hema hema kes nemaye ku strana “Kato tû çavan veke” nebihîstibe. Ew stran ji aliyê heval Sorxwîn ve hatîbû nivîsandin. Heval Sorxwîn piştî demekê derbasî qadê bûbû û ev stran ji bo bîranîna hersê hevalan nivîsandîbû.
Stranê de behsa qehremaniya wan her sê hevalan tê kirin. Hevala Zinarîn Bisiwingçî bû û di şerê xwe de gelekî xurt bû. Hevalekî pir bi coş û kelecan bû. Bi keyfxweşiyek mezin tevlî hemû karên jiyanê û şahiyan dibû. Hevalekî heya dawî ji xwe bawer bû, xwediyê kenekî gelek bi deng, ji dil, coş û bedew bû ku di stranê de bi peyvên “Kenê Zinarîn dengê Bîksî bû” hatiye behs kirin.
Cardin di stranê de peyvên “Gustîlka Rewşen pîmê bombê bû” derbas dibe. Bingeha vê hevokê çavkaniya xwe ji rastiya ku dema heval diçin ser cenazeyê hevalan di destê heval Rewşen de pîmê bombê dîtina wan bû. Ev stran serî heya binî behsa efsaneyekî mezin dike. Ew stran berxwedaniya ku li Kato hatibû jiyankirin dide vegotin û nîşandan.
Bi rastî hevalên jin di wê çengê de berxwedaniyek bêhempa nişan dabûn. Di milê hemû rêhevalan de berxwedaniyek dîrokî hate jiyîn û bû malê dîrokê…
Nîştiman Sorxwîn