Dijmin giraniya xwe dabû encamek baş ji operasyonê bigre û hemû hêza me tine bike, lê nekarîbûn serbixin. Bi wê hêrsa vala derketina operasyona wan agîr berdan araziya Kato û xwe paşde kişandin. Em dikarin bêjin ku artêşa Tirk li hemberî berxwedaniya gerîla di wê operasyonê de binketinekî mezin jiyan kirîbû û wûsa ji Kato derketîbûn.
Hevalên birîndar li gel me hebûn, erzaqê me nemabû yan pir kêm mabû. Erzaqê heyî hevalan li ser hevdu dabûn dabeş kirin. Tenê hindek av li gel me mabû. Lê li vir dixwazim hinek behsa heval Nujîn bikim, ji ber ku hevalek herî bi tedbîr tevdigeriya ew bû. Her hesabê pêşde dikir û tedbîrên wê hebûn. Wek mînak; her daîm di çenteyê wê de naylonên ku me pê berfê dikişand hebû.
Dema ku em hatibûn gel hevalan ji bo me xwarinek dabûn çêkirin lê belê ew jî wek hevîr (lape) derketîbû û nedihat xwarin. Lê belê derfet jî kêmbûn. Hevalan hinek ji wê xwarinê dan me, ji bo em bixwin û enerjî bigrin.
Gelekî bêhna barot û tozê ketibû hundirê qirika me û şewitandibû. Me ji ber wê xwarin xwarinê de zehmetî dikişand. Di heman demê de me wê rojê jî gelekî berf li ser hevdu xwaribû. Ji xwe dema ku mirov wisa befîr bixwe jî dibe sedema şewata qirika xwe.
Dema hevala Nujîn ji pilansaziyê hat yekser ji min xwest hinek ji wê xwarinê bixwûm.
Min jêre negot ku ez nikarim bixwûm û di qirika min de dimîne, naçe xwarê. Bawerim fam kirîbû. Ji xwe wê jî nedikarî jê bixwe. Herî kêm min hewilda hinek jê bixwim, lê di qirika min de jî nediçu xwarê. Tam nayê bîra min lê ew xwarin yan ji dan yan ji savar hatibû çêkirin.
Dema ku hevalan wê xwarinê nexwarin hevala Nujîn wê xwarinê hemû komkir û xiste hundirê torbeyê naylon û xiste çenteyê xwe û bi rûkenî got; “Yê ji bo me pêwîst bike. Ji xwe ne mecburîba mirov nedixwest bixwe jî. Lê ji bo ku hinek enerjî bigrin, pêwîst bû ku we hinek jê xwariba.”
Lê îradeyek pir bi hêz di hemû hevalan de hebû. Di şer de gelek caran bi rojan heval bêxwarin mabûn û lê jî negeriyan. Ji niha de ez bêjim ku ew xwarina di çenteyê heval Nujîn de jî ma û ma. Tikesî pêdivî bi xwarina wê nedîtiba. Tedbîrên di çenteyan de bi giranî ji bo rewşên awarte, ji bo hevalên birîndar dihate girtin.
Tê bîra min, ew çend roj bûn wê operasyonê kişand, hevalên me ti demî pêdivî bi xwarin xwarinê nedîtibûn. Li gel hinek hevalên din jî erzaqek kêm weke tedbîr hatîbû rakirin lê ew jî hima di çenteyan de mabû, weke ya di çenteyê heval Nujîn de mabû. Hevalan nedixwarin û digotin dibe ku rojek hîn tengtir bê jiyîn û wî demî bê xwarin. Yan jî dibe ku hevalek me birîndar bibe, em xwarinê bidin da ku zu li ser xwe ve were û baş bibe. Hevalan birçîbûn hîsnedikirin.
Di nav gruba me de hevalek ji tenduristiyê fam dikir hebû. Li gel wê hevala me koka dara ava sûsê hebûn, tama wan qet ne xweş bû. Ne tirş, ne jî şirîn bû. Piranî dida hevalên birîndar diketin da ku enerjî bigrin. Dema ku em di nava operasyonê de mabûn wê hevalê her carê qetek dida me û me dixist devê xwe û dimêt. Ji xwe em dikarin bêjin ku rewşa ku li wê derê dihate jiyankirin encax dikare bi peyvên berxwedanî, bawerî û îradeyek pir mezin bê tarîf kirin.
Em dikarin bêjin ku me çend rojan bi wê koka dara ava susê xwe li ser lingan girt û operasyon jî vala derxist. Li wê derê berxwedaniyek dîrokî ji milê hemû hevalan de dihate nîşandin.
Dema ku hevala Nujîn di wê operasyonê de şehîd dikeve çenteyê wê li gel hevalan dimîne. Dema ku hevalan gotin ew xwarin hêjan di çenteyê heval Nujîn de maye ez bi xwe jî şaş mabûm. Min ji xwe re got; “Çawa dibe ku heya niha di çenteyê wê de ev xwarin maye? Heval Nujîn tedbîr ji bo wan rojên zehmet ji bo rêhevalên xwe girtîbû û di çentê xwe de jî diparast. Min wî demî baştir famkir ku heval Nujîn çiqasî bi tedbîr tevdigeriya. Em dikarin bêjin ku hevala Nujîn bi rastî jî fermandara rojên teng bû.
Ji xwe wextê xwarina wê hatîbû û hemû hevalan hinek ji wê xwarina di çentê heval Nujîn de xwarin û bandora baştir buyînê di bedenê xwe de jî hîs dikirin…
Nîştiman Sorxwîn