Hemû heval jî di wê dolê de pêşde diçûn. Me jî wê dola reş û tarî, wê ava boş û xeter dabû ber çavan û em pêşde diçûn. Min navberekê li pişta xwe zivirî û mermiyên dijmin nêrî. Min dît ku li paleyê çiyan dixin. Dijminê me vêcar ji tirsa miriya bû, ji ber bê sekin û beyî rawestan rastgele li her deran dixistin. Diyar bû ku psîkolojiya ku her kêlî li ber çeperê wan heval derkevîn û bombe bavêjin wan jiyan dikirin. Mirov panîka wan di terzê lêdana wan û hemû tevgera wan de famdikir. Ji xwe şêv bû, pir tarî bû. Termalên dijmin hebe jî nedikarîbûn li ser her derî hakîmiyeta xwe pêş bixin.
Em kêm zêde gihêştîbûn cihekî ewle. Ez jî ji wî textê ku weke ku ne mûmkûne derbas bikim derbas bûbûm. Ya rastî ji ser gelek textan de me xwe davête. Yêk dihat ya din diçu. Lê vîna me ya ji pola hemuyan li me dabû derbas kirin.
Piştî demekê min ferq kir ku heval Netewî û Heval Hêvî Hesekê xwuya nedikir. Her ku ez dimeşiyam û pêşde diçum ez rastî wan hevalan nehatibûm. Ez çawa gihêştim hevalan min got ku ew herdû heval xuya nakin. Hevalan ji min re gotin; “Tu pêşde biçe, hevalên din yê werin.”
Ji ber hevalan dizanî, dema tu rewşên wiha de bi hevdû re mijul bibî dibî hedefa dijmin. Grub çiqas komî ser hev bibe, were gel hev û dû, dengek derxe, yan dîmenek biçe destê dijmin dibî hedefa dijmin. Ji ber wê hevalan nedixwest ti heval cihê lê ye bisekine. Hevalan talîmata “Bila her heval xwe ji vê rewşê xilas bike” dabûn. Girîng bû ku her hevalek bikare xwe zû ji kemînê derxe. Xwe ji kemînê saxlem derxistina her hevalekê grubê jî ji kemînê saxlem derxistinê dianî.
Me xwe ji geliyekê berdabû, em çubun aliyê gundê Çimbilkê ku dikeve geliyê Kato. Em ketin dolekê.
Di dolê de darên fêkiyan pirbûn, darê gozan, hinaran û sêvan hebûn. Gund ne demek dirêj bû ku hatîbû valakirin ji ber wê hêjar cur be cur fêkî dihatin peyda kirin. Li wir herî zêde jî darê gozan hebûn. Araziya wê herêmê gelek bedew bû, tijî dar û daristan bû.
Em di yamacan de bicîh bûbûn. Gruba me gihêştî bû wir lê yên din nehatîbûn. Em piştre hîn bûn ku gruba pişt me re jî dihat ketiye kemînê. Dema ew heval xwe di uçuruman de berdidin ji aliyê dijmin ve têne ferq kirin. Carekê de dengê mermî û çekan pir hat û me texmîn kir ku gruba pişt me jî ketiye kemînê.
Me şêv tevgeriyabû, lê gruba li pişt me de dihat de giran hareket kirinek çêbuye. Bi wan re hevalên birîndar jî hebû. Ew heval jî di heman gelî de derdorî 7’ê siharê ketîbûn kemînê. Wan hevalan dema xwe berdabûn piranî hevalên jin hêjmarek heval şehîd dabûn. Rûxmê şehîd jî dabûn bi giştî karîbûn xwe wek grub ji kemînê derxînin. Ew gruba duyem jî xwe gihandîbûn dolek li pişt me dima. Gruba heval Cemal wan jî, ji wan dolên nêzî me de bicîh bûbûn.
Me rewşê ji cîhazê dişopand. Em hînbûn ku li navenda Kato Marînos jî, di lutkeyê de jî hêjmarek heval mabûn. Tevgera dijmin didomiya. Famkirîbûn ku grubên me xwe ji Kato Marînos berdane. Heman rojan li lutkeya Kato jî operasyonek lidarxistîbûn.
Kato cihekî pir asê ye û zû bi zû rê nade dijmin, ji ber wê pir berfirehî nekarîbûn operasyonê bimeşînin. Tinê li çend cihan geriyabun û vegeriyabun. Hevalên me li Kato hebûn, yên birîndar ku hatibûn veşartin hebûn, hevalên ku ji operasyonê xwe rizgarkirî hebûn. Dijmin yek ji wan jî nekarîbû peyda bikin û bê encam paşde çûbûn.
Hêza wan ya yek bi yek ketina nava dol û nevalan li me bigerin jî nînbû. Wan jî îrade û berxwedaniya hevalan nîşan dayî re şahîdî kirîbûn. Heya cihekê xetên me xwe têre derbaskirîbû hatîbûn, lê nediwêriyan zêdetir biçin û paşde dikşînin. Di encamê de di wê operasyonê de jî encam negirtîbûn, ji wê hêrsê hemû gelî, arazî dabûn ber agir.
Roja din dijmin xwe bi temamî kişand. Me hêjmara şehîd û birîndaran jî di nav de encamê wî şerî nedizanî. Hevalan gruban şandin araziyê. Destpêkê hevalên birîndar anîn û dest bi derman kirina birînên wan hate kirin. Grubên araziyê de lêkolînek berfireh dabûn destpêkirin.
Derket holê ku dijmin vala derketiye û operasyona xwe biser nexistiye. Hinek şehadet çêbûbin jî piranî heval filitîbûn. Armanca wan bi temamî hêza me tine kirin bû…
Nîştiman Sorxwîn