Di salvegera 16. a komploya nav netewî a 15 şubatê de, careke din bi awayekî rast û têr şirovekirin, biqasî ku ji bo demên derbasbûyî xwedî girîngiyekî mezine, her wiha ji bo rewşa ku niha em wekî gelê Kurd dijîn pênasekirin û jibo fêmkirin û vala derxstinê planên dijber ên nû jî bi gelek dersan tijeye. Bi ferasetê dest girtin hem erkekî netewî ye hem jî pêdiviyeke siyasî û exlaqî ye.
Wek tê zanîn di diyalektîka dîroka vê axê de mixabin ji dema xwedavendan û heta niha, komplo herdem mîna rêbazekî li hember jinan, gelan û hêzên azadîxwaz hatiye bikaranîn. Dema ku hêzên desthilatdar dibînin ku nikarin bigihin armancên xwe, serî li vê şêwazê şer didin. Bi derew, dek û dolab û bi şêwazên xapînok hewldidin bigihêjin armancên xwe. Her wiha gelê Kurd jî yek ji gelê herî kevnareye ku herdem di nav çembera komploya de perpitiye. Ji dema Sûmeran û heta niha ji bo ku gelê Kurd teslim bibe û bi nirxên xwe re xiyanet bike, herdem li hember rê û rêbazên wiha ve rû bi rû maye. Bi vê rasiytyê ve girêdayî mirov kare bêje ev 200 salên dawî jî salên herî ku tê de komployê kirêt hatine birêvebirin e. Her ku Kurdan xwestiye serî hildin û doza mafên xwe bikin, bi rastiya komplo re rû bi rû mane. Wê ne mubaleğe ku mirov bêje hemû serokên Kurd ên ku serkêşiyê serhildana kirine bi riya komplo bi şêwazên herî hovane ve hatine kuştin. Rastiya şêx Said, Seyd riza, Abdurehman Qasimlo,
Şeref Kendî, Dr Şivan, Seid Elçî û bi dehan ên wekî wan vê rastiyê radixe ber çavan. Herî dawî jî komploya navnetewî a ku di kesayeta Rêber APO’ de li hember nasnama civakî a Kurdan pêş ket xeleka herî tracîdî a vê rastiyê ye. Bêguman gelek aliyên hevbeş di navbera komployên berê û a 15 şubatê de heye. Lê gelek aliyên cawaz jî hene. Tiştê cawaz ewe ku ji roja yekê ku tevgera azadiya Kurdistan destpêkir û heta dema îro herdem bi rengekî ji hêla hêzên hegemonîk ve û hêzên ku Kurdistanê dagirker dikin û sîxurên wan ên Kurd ve mîna nêçîrvanan, dema firset dibînin êrîş dikin. Ji şehadeta rêheval Hakî Karer û heta niha, tevger di bin şopandinê de ye û herdem bi planên tarî re di nava şer de ye. Wê ne şaş be ku mirov bêje dîroka PKK’ di wateyekê de dîroka berxwedanî û vala derxistina van lingên derve û hundir ê van komployan e. Tiştê herî giran ewe ku hêzê komploger ewqas xwe di civaka Kurd de rêxistinkirine dostê te û kesî herî nêzî te jî carna dijminatiyê dike. Ev jî rastiya herî bi êşe ku herdem xwe mîna nexweşiyekî xerab ferzkiriye. Rêber APO’ jî perçekî ji vê rastiya bi êş a gelê Kurd e. Di Kurdistanê de du rastî xwe derxistin holê, serokên sexte ên ku bi gelê xwe re xiyanet kirine û xwe firotine û serokên ku vê bi doza gelê xwe ve girêdayîne, jê nereviyane û bi her awahî xwe di riya azadiya gelê xwe de xwe fedakirineye. Rêber APO’ ji wan kesên ku tu car ruhê xwe teslîmî vê rastiyê nekir û herdem hewl da ku vê qederê perçe bike û şûna wê riyeke jiyanê a nûjen biafirîne. Bi meşa xwe re, herdem hewl da ku wan maskên sexte ên ser ruyê hêzên komploger bixîne û rastiya wan bi mirovatiyê û gelê Kurd re bide naskirin. Li hember veya û ji bo ku ev meşa azadî bi ser nekeve hemû xwedayên şerê ên sed saliya 20 an Bi yek helwestê careke din di kesayeta Rêber APO de fermana Kurdan destpêkirin. Dîsa gelê Kurd encama hin peymanên siyasî ên qirêjî hate firotin û bi pêvajoyekî qirkirinê a nuh re rû bi rû hiştin. Lê belê vê carê wê hêzên komploger negihîştana armancên xwe, jiber Rêber APO’ bi israr û biryar û bi sekna xwe a bi rûmet hewl da ku buhayê wê çi dibe bela bibe, êdî Kurd divê nebin qurbanê vê komployê û divê meşa azadî û rûmetê ku gelê Kurd destpêkiriye bigihîje serkeftinê. Her weha Rêber APO di tabûta İmralî de, ji bo bi milyonan gelê Kurd ev 16 sale şerê jiyanê dide û hemû zorî û zehmetiyan bi rûmetekî mezin pêşwazî dike.
Perspektîfa netewa demoqratîk tolhildana herî mezin bû li hember komployê
Di demeke ku herkes li hêviyê bû ku Rêber APO jî bi awayekî klasîk bersivê bide vê tracîdiyê. Lê careke din herkes li hember bersivdayina wî matmayî ma. Hemû siyasetvan digotin “wê APO şer bilind bike û wê Tirkî û Kurdistan bibe gola xwînê” lêbelê taybetmendiya pêşdîtinê a pir tûj ku li gel Rêber APO heye, hişt ku pir zû têkeve ferqa vê plana mezin û şûna ku şer dijwar bike, proja komara demoqratîk pêşwazî kir û doza agirbestê kir. Cûdahiya herî mezin jî ewe ku terzê tolhildanê ê Rêber APO’ ne wek ê ti kesî ye. Ew zane çawa planên dijber berovajî bike û hemleyên siyasî ên dijber pêşbixe. Her weha armanca sorkirin û kûrkirina şer a ku hêzên komploger jê re plankiribûn di wê demê de heta radeyekê vala derket. Ji ber birastî jî ger di wê demê de helwestek weha derneketiba, bi hezara fedayiyên ku amade bûn û hestyariya heyî divê ku rê li pêşiya encamên gelek giran vekiraya. Lêbelê ger ev felaket çêbenbû sedema wê helwesta berpirsiyar a Rêber APO ye, û herkes deyindarê wî ye. Hêjayê gotinê ye ku ev 16 salin, Rêber APO bi tena serê xwe derfetên herî kêm bikar tîne, ta ku ev planên hêzên hegemonîk ku dixwazin gel dijminatiya hev bikin serûbinî hev bike û elternatîfa wê avabike. Bi taybet hêza fikrî û wateyê a ku di van 16 salan de di nav çar dîwaran de pêşket, Manîfestoya şoreşa rojhilata navîn a nû danî holê. Bi guhertina paradîgamasal re û bi xistina maskeyê dewleta netew, kapîtalîzîm û endusturîyalîzmî re, dîsa bi şîrovekirina desthilatî û rastiya şerê re ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû Rojilata Navîn û cîhanê rêya çaraserkirina pirsgirêkan danî holê. Paradîgma ku xwe dispêre ekolojî, demoqrasî û azadiya jinê û Perspektîfa netewa demokratîk bingeha felsefîk, bîrdozî û pergalê a komployê çareser kir. Her weha mirov kare bêje maskên sexte ên ku hêzên dagirker û sîxurên xwe dibin vedişartin hate xistin û bi her awahî rastiya wan hate deşîfrekirin. Li hember modernîteya kapîtalîst pêşxistina modernîteya demokratîk ji gelên bindest û jinan û bi taybet jî ji bo pirsgirêkê Rojhalata Navîn û aloziya heyî mîna tu ruh bide miriyekî bi bandor û pêdivî bû.
Ev 200 sale ku rojava bi pêşengiya İngîlîzan, bi riya dewleta netew Rojhilata Navîn perçe dike û gelan dide qirkirin. Mixabin ne gelên serdest ne jî ên bindest vê yekê fêm nekirin û herdem di wê çerxê de çûn û hatin. Ev lîstok heta niha jî berdewame. Nav, aktor tên guhertin lê armanc heman tişte. Rojhilata Navîn bi şerê navxweyî re mijûle, rojava jî mêtinkariya xwe berdewam dikin. Lêbelê ev lîstika qirêj ji hêla Rêber APO’ ve tenê nehate deşîfrekirin di heman demê û ê girîngtirîn ew ku alternatîfa wê danî holê. Yanî piroja netewa demoqratîk ku vîna gelan, jinan û tevahî pêkhateyên civakî bi cawaziyên wan dipejirîne û xwe dispêre jiyana demokratîk, wekhev û azad. Bersiva herî bihêz û tola herî mezin bû li dijî armancên komploya 15 şubatê. Heta ne tenê veya serkeftina vê projê wê rê li pêşiya komployên nû jî bigire.
Xwesriya demoqratîk a rojavayê Kurdistan mizgîna vala derketina komploye
Wekî ku di jorê de jî hate diyakirin, armanca komploya 15 şubatê a bingehîn, careke din Kurdan bike amûrek pê dewletên dagirker terbiye bike, û bi riya wan dewletan jî herdem Kurdan dibin tehdîda komkujiyê de bigre. Lê belê bi pêşxistina rêbertiya me ji perspektîfa xweseriya demoqratîk re û proja netewa demoqrtîk re. Hişt ku Kurd derfetê xetekî siyasî a sêyem bidest bixin, yanî Kurd ne neçarin ku an bibin sîxur, an jî doza avakirina dewleta netew bikin. Bi vî rengî êdî Kurd xwedî alternatîfa binasnama xwe û bi nirxên xwe kare bi gelên din re li ser heman axê bijî bi dest xist. Û di heman demê de bê ku yekî/ê din mêtinkar bike, hemû nasnamên etnîk, olî, mezhebî û cinsî karin bi hebûn û nasnama xwe di netewa demokratîk de bibin xwedî maf û jiyaneke hevbeş par. Ev perspektîf mîna utopiya dihate destgirtin û heta pir kesan digotin “derfetê pêkhatina wê nîne.” Lê belê bi avakirina xweseriya demokratîk li rojavayê Kurdistanê li ser bingeha vê perspektîfê, di demeke kin de çiqas ev piroje li gor rastiya Rojhilata Navîne bi awayekî eşkere derket holê. Piştî 200 salî, cara yekê ye ku gelên mezopotomyayê derfeta xwe birêvebirinê û bi awayekî azad bi hev re jiyankirinê bidest dixin. Isbat bû ku ger hêzên derve û sixurên wan destwerdana herêmên me nekin. Di nav gelan de tu car pevçûn û nexweşî çênabin. Her wiha hate isbatkirin ku proja netewa demokratîk piroja herî raste ji bo çareserkirina hemû qeyranan. Ji ber ev proje ne ji Waşîngton, ne jî ji hêla Londra ve hatiye ferzkirin. Ev proje li gor pêdiviyê gelan û hemû nasnamên civaka me hatiye amadekirin. Dîsa isbat bû ku ciyê lê demokrasî, azadî û wekhevî hebe, ti sedemên pevçûn û şerê navxweyî namîne. Yanî careke din eşkere bû ku pirsgirêka bingehîn a herêma me nebûna demokrasiyê ye. Ev 200 sale ku rojava bi riya zihniyeta nijatperestî, zayendîperestî, olperestî û zanistperestî rê li pêşiya komkujiyên, çandî, siyasî û civakî ê mezin li Rojhilata Navîn vekriye. Hemû nasnamên Rojhilata Navîn mîna xefkê hevdû nêçîr dikin û bûne dijminê hev. Bi vî rengî li rojavayê Kurdistanê cara yekê Kurd, Ereb, Suryan,Tirkmen û hemû pêkhatî bi vîna xwe a serbixwe rêveberiya xwe avakirin û parastina xwe bi hêza a xweser pêşdixin. Ne tenê vêya; tevlîbûna jinê ji hemû qadên jiyanê re, rê li pêşiya şoreşa civakî vekir û berxwedana jinên Kurd hemû cîhan hejand. Ev hemû bêguman ne encama tekoşîna 3 salên dawî a ku li rojava pêşket. Ked û tekoşîna Rêber APO’ a nêzî 40 salî îro li rojava dibe jiyan û dibe pergal. Tekoşîna Rêber APO a ku ji1979 li Kobanê destpêkir ewe îro li ber xwe dide. Ew ruhê ku dixwestin bi komploya 15 sibatê teslîm wergirin û bikujin ji dost û dijminan re da diyarkirin ku hîn zindiye û bi navê hemû mirovatiya azadîxwaz li ber xwe dide. Hêzên komploger bi derxistina Rêber APO ji Rojhiata Navîn, xwestin destwerdanê pêşbixin û hemû Rojhilata Navîn ber bi qeyranê ve bibin. Lê belê piştî 16 salan ew toxumê ku Rêber APO li wê axê çandibû bû dar û hemû mirovahî di bin siya xwe de hibêz kir û parast. Careke din û piştî 16 salan Rêber APO bi xeta siyasî a demokratîk ku xwe dispêre hêza gelê Kurd û hêza hemû nasnamên bindest bû xeta parastina berjewendiyên gelan û jinan. Ger îro rojavayê Kurdistan mîna sitêrkekê her roj di nava vê qeyran û tarîtiyê de dibe hêvî ji bo hemû mirovatiyê, çavkaniya xwe ji heqîqeta xwe a ku xwe dispêre fikir û felsefa azadî û demokrasiya Rêber APO digire. Bi taybet di sala 2014‘an de diyar bû ku Kurdê li hember komploya 15 sibatê li ber xwe da ew Kurdê ku îro li hember DAİŞ’ ê jî li ber xwe dide. Ew jinên ku xwe li derdora Rêber APO kirin çemberek ji agir ewin ên ku îro li Kobanê li ber xwe didin. Her wiha derket holê ku Kurdê ku teslîmî komplo bû û cî tê de girt ew heman Kurd bû ku Şengal berda û teslîmî DAİŞ’ê kir. Di encama vana hemûyan de rastiyek heye, ew jî hemû cîhan neçar ma ku li hember ruhê Kurdê azad birêzdarî bisekine û hêzên komploger li hember vê rastiyê kumê xwe derxin. Çi navî lê bikin bila bikin di rastiyê de DAİŞ rengê komplo ê nû ye. Bi riya DAİŞ’ê dixwazin vîna gelên herêmê bişkînin û careke din destwerdanê pêşbixin. Lê çawa ku Rêber APO’ bi helwesta xwe a birûmet ev 16 sale hewl dide komploya 15 sibatê vala derxe û pûç bike. Îro jî bi fikrê xwe, bi xeta siyasî a sêyemîn ku navê wê xeta netewa demokratîke û bi hêza rêxistinî û parastinê a ku di gel Kurd de afirandiye, careke din komploya a bi navê DAİŞ’ê vala derdixe. Bi vî rengî şoreşa rojava tolhildana herî mezine li hember komploya 15 sibatê û hemû komployên ku pêşeroja gelan hedef dike.
Şoreşa jinê bersiva herî bi wateye li hember komploya 15 sibatê
Yek ji armancên komplo jî ew bû ku proja azadiya jinê a ku Rêber APO destpêkir bû çarmixbikin û bifetisînin. Lewma jî hêzên komploger bi rengê cûda cûda herdem xwestin vîna jiyana azad di jinên tevgera azadîyê de bişkînin û dîsa wan mehkûmê koletiyê bikin. Qetilkirina heval Gulan, heval Şîlan û heval Sakîne Cansiz, Fîdan Doğan û Leyla Şaylemez asta mezinbûna komploya li himber xeta azadiya jinê dide nîşandan. Herî dawî jî bi riya DAİŞ’ê hêzên komploger xwestin jinê dîsa vegerînin dema serdema navîn. Lêbelê jin ji destpêkê û heta niha hêza herî ku bi hişyarî li hember komplo derket û hewl da vala derxe. Bi çalakiyên fedayî, bi xwe şewitandinê û bi gelek şêwazan hewldan li hember hemû bandorên komplo derkevin. Tevî hemû rengên êrîşan jî jinên Kurd tekoşîna xwe di van 16 salan de bêhempa berdewam kirin. Di hemû qadên jiyanê de rêxistina xwe ne tenê di warê civakî û siyasî de; her wiha li her çar perçên Kurdistanê de hêzê parastina jinê avakir û guhertin û veguhertineke mezin di tevna civaka Kurd de çêkir. Ger îro jinên Kurd li hember hêzekî hovane mîna DAİŞ’ê bêtirs li ber xwe didin û bala hemû cîhanê kişandine ser xwe û bûne sembola berxwedaniya jinê, bêguman bingeha xwe ji vê mîrasê digire. Bi rastiya jinê di rojavaya Kurdistanê de ew vîn û zanista azadî ku bi salane herkes ji nedîtî ve nêz dibû, kûr bi çav kir, ker biguh kir û dengê xwe gihand hemû jinên cîhanê. Vîn û berxwedana bê pênase a ku jinên Kurd li Kobanê û Şengalê û Mexmûrê dan nîşandan, biqasî ku pergala baviksalarî a Rojhilata Navîn hejand, ewqas jî pergala hêzên komploger ên ku xwe dispêrin jina kole jî hejand. Hêzên komploger ê ku nûnertiya pergala baviksalarî dikin, neçar man ku li vê rastiyê mukur werin(itiraf) û asta azadiyê a jinên Kurd bibînin. Ger jinên Kurd îro li cîhanê bûne mînak û pêşengên tevgera azadiya jin di cîhanê de. Ev jî dide diyarkirin ku lingekî bingehîn ê komploya 15 sibatê vala derketiye û negihîştiye armanca xwe.
Bi ketina komploya navnetewî ketina sala 16. derdikeve holê ku di astekî bilind de ev komplo vala derket, ji ber tevgera azadiya Kurdistan û rêbertiya xwe îro di asta gerdûnê de bibandor in. Xeta siyasî ku Rêber APO’ pêşxist hiştiye ku Kurd bibin mifta hemû pirsgirêkên herêmê. Dîsa paradîgma ku daniye, ji bo hemû qeyranan manîfestoya çareseriyê ye. Lê belê tevî vana hemûyan em nikarin bêjin ku komplo bi dawî bûye. Ji ber heta çaseriyeke mayînde neyê pêşxistin û azadiya Rêber APO, tenduristiya wî û ewlekariya wî neyê mîsogerkirin û bi guhertinên yasayî neyên gerantîkirin, em nikarin bêjin me dawî li komployan aniye. Lewma jî her çiqas em wekî tevger di astekî pêşengtî de ne, lê pêwîste em dîsa jî xwe ji hemû ihtîmalan re amade bikin. Ji ber ku mixabin ne dewletên herêmê ne jî sîxurên wan hîn jî ne di zanebûna komplyên nû ên ku tên plankirin de ne. Ev jî dihêle ku di siyasetên xwe ên klasîk de israr bikin û rê li pêşiya destwerdan û komployên nû vekin. Rewşa li Tirkî vê rastiyê baş datîne holê. Ger hukumeta AKP’ê di ferqa lîstikên ku tên kirin de ba, bi vî rengî nêzî proja çareseriyê a Rêber APO ji bo bakurê Kurdistan û proja xweseriya demokratîk a rojavayê Kurdistan nedibû. Lewma jî mixabin ji ber ku hîn jî hêzên dagirkerên Kurdistanê di siyaseta xwe a nijadperestiyê de berdewam dikin. Ev dihêle ku hêzên hegemonîk herdem bibandor bin û aloziya heyî kûrtir bikin. Lê tevî hemû aliyên neyênî dîsa jî cara yekêye ku Kurd ewqas nêzî azadî û serkeftinê bûne. Ji ber bi rastî derfetên sûbjektîf û objektîf tu car ewqas hevdû temam nekirine. Ger em şaşitiyên mezin nekin, ez bawerim ku çawa me komploya navnetewî bê bandorkir emê di sala 2015 bikin sala çareseriyeke mayîn de û emê tekoşîn, ked, fedekarî û zehmetiya bi dehan sal bi serkeftineke mayînde tacîdar bikin. Hêza me, baweriya me, hêviya me û biryara me ji her carê bêtir mezin û xurt e. Ger em dil û mejiyê xwe sağlem bigirin tu hêz nikare li himber me vê meşa rûmetê bibe asteng.
Zaxo ZAGROS