Nasnav: Roza Garzan
Nav û Paşnav: Bedriye Akti
Dîrok û Cihê Jidayikbûnê: 1992/Wan
Navê Dayikê: Besriye
Navê Bav: Fikret
Dîrok û Cihê Tevlîbûnê: Îlona 2009/Garzan
Dîrok û Cihê Şehadetê: 31’ê Tebaxa 2012’an li Amed-Lîce
JI Bo Bîranîna Rêhevala Roza Garzan (Bedriye Akti);
Wek bi hezaran rêhevalên berê xwe dan doza azadiyê rêheval Roza jî hin taybetmendiyên pir pîroz di PKK û PAJK’ê de dîtibû ku ber wê ve çû. Ji ber ku ya PKK’e li ser Kurdan dide hakîmkirin serî rakirina li hemberî tirsa mezin e. Hem jî li dijberî dewleta komara Tirkiyê ya dişibe hutan, ya qir dike, digre, dikûje, gûndan vala dike, xaka me tarûmar dike. Hevala Roza jî vê hêrs û îsyana li dijî zilm û zordariyê heya kûrahiya dilê xwe hîsdikir, qebûl nedikir û ji bo wê bi eşq û evîn, bi hesret û biryardariyek gelekî mezin xwe beşdarî hemû xebatan dikir.
Wê dît ku bi saya vê têkoşîna azadiyê xortên ciwan, jinên ciwan bejin û bala xwe bi çekan xemilandine, rext girêdane û di şert û zurufên herî zehmet de têkoşîna parastina xaq û gelên herêmê didin. Ji ber ku ji vê tirsê re îsyan bi bixwe ye. Wek gelê Kurd ên spartine ji rewşa koleyên tirsê re rexneyekî mezin e, bangek e, qêrînek e û bazdana ber bi heqîqetê ve ye.
Rûmeta mirovbûyînê anîna ziman bixwe ye ev têkoşîn, vê tirsê di grubekî mirovan de dayîna kuştin e. Hevala Roza dît ku ev têkoşîna mafdar ya ku piştre berbelavî tevahî cîhanê jî bû û li kûderê Kurd, Kurdistanî û gelên bindest hebe rê nîşan dide, pêşengtî dike. Jê coş girt, moral girt û zêdetir xwe tevlî dikir. Wê bi tevlîbûna xwe ya xûrt dida nîşan ku çawa xwedî ruhekî berxwedêr û çalak e. Wê Rêber Apo dixwend, bi eşq û mereq xwe jê perwerde dikir û kesayeta xwe ava dikir. Û bû şahîd ku felsefe ya Rêber Apo çawa ji gelê Kurd û di şexsê her kesayetekê de ruhekî azad pêşdixe, çawa enerjiyek muazzam ya jiyîn û têkoşînê diafrîne. Dît çawa ku gelê Kurd û her kesayetiyek ku dikarin ji bin rastî û siya tirsê de derbikevin, çawa dikare ji hemû gelên bindest û di bin zilmê de bibe ruhê herî bi coş û bawerî, ruhê herî wêrek yê serhildanê û vegere tufana azadiyê.
Belê heval Roza dît ku dema tenê dibî aîdên xwe bi xwe dikarî azad bibî. Tevgera azadiyê ji xwe îspatkirina vê rastiyê ye ku encax kes bi xwe dikare xwe azad bike. Ji ber wê ye ku bi milyonan berê xwe dan PKK’ê, bi milyonan Rêber Apo di dilê xwe de bicîh kirin û cihê herî zêrîn û bi qîmet de dihewînin.
Îro reşika çavên her welatparêz, şoreşger û militanek bixwe ye, ji ber van sedemane ku bi hezaran keç û kurên Kurda dema ku nefesa xwe ya dawiyê didin dibêjin; “Bijî PKK”, “Bijî PAJK” û canê xwe feda dikin. Cardin ji ber van sedemane ku gelê Kurd, keç û xortên xwe yên herî xweşik û delal rêdikin nava doza azadiyê.
Hevrêyên Wê Yên Têkoşînê