Min 37 numare pêlav li xwe dikir, peyda nebûbû. Hevalan pêlavek 42 numare heya em pêlavek bi nûmara lingê min peyda bikin dabûn min. Min çend gore li ser hev xistîbû lingê xwe. Me wî demî çengên dirêj yên kazaxan dikir gore, paçên jê diman jî me li gora pêwîst dikir ji xwe re bikar dianî. Em gelek xulikdar bûn. Weke min behskir, ji ber ku pêlav pir mezin bû, goreyên min dixist lingên xwe jî têrê nedikir. Min ji bo wê paç xistibû pêşiya pêlavê û dagirtibû. Binê pêlavê jî şemitok bû. Min çiqas bi qumaşan dagirtaba jî cardin valahî diman.
Me diviyabû avê derbas bikin. hevalên xort derbas bûbûn, sire hatibû me hevalên jin. Sire hatibû min. Li ser keviran xîz girtîbû. Min çawa lingê xwe avêt ser kevirek ez şemitîm û ketim nava avê. Ez li ber avê çûm. Dibe ku heya 200 metre jî li ber avê çûbûm. Ez li xwe nehesiyam ji ber ku ne li ser hişê xwe bûm. Min carekê qîra hevalan bihîst, tinê dengê hevalan dihate min. Hevalan ji min re digotin, “xwe bavêje qamişan, qamişa bigre.” Her qîr dikirin û ji min heman tiştî dixwestin; qamişa bigre. Ew deng dihate min û weke ku rê nîşanî min dabe min xwe bi qamişan girt. Wê kêliyê de çi çawa bûbû min fam nekirîbû, ez ketîbûm binê avê û derketibûm. Tinê deng dihate min, min tiştekê nedidît. Min xwe bi qamişan li ser avê digirt lê qamişan jî destên min dirandibûn. Piştre Hatîce û hevalên din xwe gihandin milê min. Ji xwe hemû bi lez û bez ber min ve baz dabûn. Dawiyê min ji avê derxistin. Çentê min, rext, çek hemû di nava avê de mabû, ez şil û pil bûbûm. Min şoqekî derbas kiribû, ji ber ku cara yeke tiştek wiha hatîbû serê min. Av pir zêde bû, ava biharê bû. Û ez herî zêde li ber arê di çentê xwe de ketibûm. Min dît ku ar hemû şil bûye, nayê bikaranîn.
Piştî bi alîkariya hevalan ez ji avê derketim û hinek komî ser hev bûm me reya xwe domand. Hevalan keşîf kirîbû û tespît kirîbûn ku li aliyê em diçin ti tevgerek nîn bû. Dijmin me dibîne yan na me nedizanî, cihê hevalên din jî me nedizanî. Em heya cihekê çûn, em li paleyekê bûn, em nêzî Girê Tenurê bûbûn. Ji ber em pir westiyabûn hevalan got, “em navberekê bidin, agir pêxin.” Hevalan dixwest ez jî xwe zuwa bikim. Ji ber ku navberek kûrt bû û me yê reya xwe berdewam bikira. Ji xwe barê min gelekî girantir bûbû, ji ber ku her tiştê min şil û pil bûbû. Min çente danî, ez li ser runiştim. Min digot ezê xwe hinek zuwa bikim. Heval jî agir dadan, dar komkirin. Wir hinek vekirî bû, tek tûk dar hebûn. Ji aliyê dijmin ve gelek dar hatibûn jêkirin û talan kirin. Komek hevalan dar kom dikir, komek din li pêşiya me de diçûn. Tinê komek biçuk bi min re mabû.
Di carekê de me dît ku hawana diavêjin aliyê me. Hawan li derdorê me diketin. Min hêja xwe baş za nekiribû. Agir hate tefandin û li hembera hawanan em ketin nava liv û tevgerê, em carna li cihê xwe disekînin, me carna baz dida. Me êrîşa bi hawanan vala derxist û xwe gihand ser girekê. Me dît ku dijmin li cihên din jî maye û xwe tam paşde nekişandiye. Komek heval ji bo li ser dijmin çalakî bikin ketibûn rê, çûn û vegeriyabûn. Moralê wan nexweşbû ji ber ku gotin me çalakiya xwe pêkneanî, gotin “Em negihêştin. Dijmin xwe paşde kişandîbû jî.” Leşker bi Skorsky bi lez û bez hatibûn dûrxistin. Em jî heya cihekê çûn û me navber da. Ya rastî ez wê şêvê ti demî ji bîr nakim. Ez hêjan pir şil bûm û şêvekî gelekî sar bû. Lê ya baş, li gel hevala me Leyla Amed bataniyeyek sor hebû. Derxist û me xwe lê pêçand. Me hevalên jin hemû xwe nêzî hevdû kir, min girtibûn navbenga xwe û li derdorê min bicîh bûbûn. Me betenî jî avête ser xwe. Ji xwe ji ber ku em di operasyonekê de bûn, ti kes jî xwe rihet dirêj nedikir. Hemû heval yan li ser çentê xwe, yan li kêleka çentê xwe runiştîbû heya siharê. Siharê em rabûn, hevalan keşîf kirin, me famkir ku piranî dijmin xwe paşde kişandîbû.
Ez bawerim ew roj ber bi dawiya Nîsanê bûn, di navbera 23-24-25’î Nîsanê de, ji ber ku 11’yî Nîsanê operasyona wan destpêkirîbû.
Em cardin ketin rê. Me avahiyek jî dît, xwedî dîwar û banî bû. Em wek yêkîne çûn li wir jî bo demekê man. Ji ber ku baran pir dibariya, dijmin jî xwe kişandibû. Şehîd Eşref wî demî fermandarê boluka me bû. Heval Eşref ji bo me civînek pêkanî, tekmîlê girt. Hem çuyîna operasyonê, hem rewşên ru dabûn hate dest girtin. Heval çubun tepeyên dijmin lê mabûn kontrolek kiribûn. Hevalan qederek erzaq jî peyda kiribûn. Me xwarina xwe xwar. Heval bi hevalên birîndar re jî mijûl bubun. Piştî 1-2 roj derbas bûn, komek heval bo hevalên birîndar çun, da ku heval Sîpan û heval Mahîr ji cihên hatîbûn veşartin derxînin û bînin gel me. Hevalan xwe gihandibûn gel heval Sîpan û gihandin gel me. Em li benda anîna heval Mahîr mabûn. Heval Sîpan gelekî zeîf bûbû, ew çend rojan bi tena serê xwe di nav dijmin de mabû. Çawa hevalan dibîne gelek moralê wî bilind dibe. Em jî gelek bi coş û kelecan bûbûn dema me rewşa wî baş dît. Ji xwe çawa gihêşte gel hevalan yekser pêre eleqedar bûn, li birînên wî nêrîn û dest bi derman kirinê kirin.
Koma çuyî heval Mahîr bîne gel me wî di cihê lê veşartî de nedîtibûn. Birîna wî gelek giran bû, dema pir têhnî dibe. Ji xwe hevalên birîndar dibin dilê wan gelek zêde vexwarina avê dixwaze lê divê teqez av venexwin. Ji ber ku gelek xetere ye. Heval Mahîr ji cihê xwe derdikeve, dixwaze biçe li ser kaniyê av vexwe, yan jî dixwaze xwe bigihîne hevalan. Heval pir lê digerin û dawiyê li ber tehtekê şehîd buyî dibînin. Dijmin şehîd Mahîr şehîd kiribû.
Hevalên me yên din ku birîndar bûn û heya dawî bi mere mabûn hebûn. Rewşa wan hevalan her diçû baştir bûbû, rewşa xeter derbas kiribûn. Em hemû li ser xwe ve hatibûn û hevalan gazî me kirin û gotin “werin, heval yê li ser cîhazê biaxivin. Hûn hemû hazir bin.” Em jî hema di cîh de çun cihê cîhaz danîbûn.
Destpêkê heval Adil axivî, ew jî di fermandariya eyaletê de bû. Heval Adil bi bolukê re axivî, spasiya xwe li boluka me kir, rewş û armanca operasyonê jî vekir. Em jî nû hînbun ku ew hevalên me dema li binya Herekolê dikevin pêvçunê, bi saya ku em jî li jor bersiv didin û nahêlin îndîrme bikin rizgar bûne. Me bala dijmin kişandiye ser xwe û bi wî awayî karîne xwe xwe ji wê rewşê rizgar bikin. Lê xebera me ji vê rewşê nînbû. Hem berxwedanî, hem qehremaniya hevalan li hemberî dijmin bê hempa bû, operasyon hatibû vala derxistin. Hevalan pir bihêz li dijmin xistîbû û kelek kuştiyên wan çêbûbûn. Hevalan ked û serkeftina bolukê pîroz kirin û spasî lê kirin. Piştre bi hevalan re nîqaş meşandin. Hevalan behsa hevalên şehîd ketine kirin û gotin yê piştre di asta eyaletê de civînek bê lidarxistin. Hevalan bi şîfre not jî dabûn ku piştî demekê divê em biçin gel cihê hatî diyarkirin.
Lê belê beriya ev civîn pêkbê diviyabû heval biçin hevalên şehîd bînin cihekê, merasîma wan were pêkanîn. Hêjmarek hevalên me şehîd ketibûn, hêjmar nayê bîra min. Me hêj nizanîbû ku heval Zelal, heval Agir jî şehîd ketiye. Komek hevalan hate hilbijartin ji bo tespît kirina cihê hevalên şehîd lêbûn û anîna wan. Di nav wê koma hevalan de bawerim heval Rojîn Gewda jî hebû, Hatîce jî bi wan re bû, Tekoşîn Batman jî têde hebû. Ev gruba hevalan derket rê da ku hevalên şehîd bigerin û bînin. Ji xwe cihê hinek hevalên şehîd diyarbû ji berkû hevalan dema operasyonê de wana spartibûn axê. Ew koma hevalan kete rê.
Ji bo heval Zelal, heval Agirî û heval Cîhan wan jî çawa şehîd ketîbûn ez dixwazim li vir vekim. Ji ber cuda agahî têne dayîn. Di dîroka jin de jî, di dîroka têkoşîna azadiyê ya giştî de jî dema heval behs dikin tinê agahiya ku li Kato Marînos şehîd ketine tê dayîn, carna jî cih, mekan û buyer têne tevlîhev kirin.
Heval Zelal fermandariya eyaletê ya YAJK’ê de bû. Heval Agirî jî di rêveberiyê de bû, beriya wê jî di fermandariya Gabarê de bûn. Ji xwe ji Gabarê hatîbû qadê. Heval Cîhan jî ji qada Serokatî hatîbû. Asta fermandariya yekîneyê de bû. Heval Delal hebû ew jî di asta fermandariya yekîne yan taximê de bû. Ev heval hemû li gel hev şehîd ketibûn. Ev heval diviyabûn ji Besta derkevin. Ew beriya operasyon derkeve dikevin rê jî, lê rê têne girtin û neçar dimînin vegerin. Ew heval cardin diçin gel heval Cemal wan.
Nîştiman Sorxwîn