Li pêşiya me çi heye, çi dibe min nedizanî. Heval hêjan ji min re rewşê negotibun. Ez hinek fêrî şert û mercan bubim jî cardin pir hesas nêzî min dibun. Ez di demek pir nêz de beşdarî refan bûbûm. Her tişt ji bo min dibû cara ewil. Lê ruxmê ku hevalan tiştek nedigot jî min bi xwe rewşê hinek famkiribû. Ji ber ku piştî îşaretê dema em li cihê xwe sekinîn min dît ku tevgera leşkeran li Girê Tenuran, cihê em lê derbas bibin heye. Li wir kemîn danîbun û li benda me mabûn. Tinê rêyek hebû li pêşiya me û li ser wê jî kemîn danîbûn. Diyar bû ku cerdevan û leşker bi hevre bûn, ew bi çav dihatin dîtin. Hevalên bi pêşde diçûn li kemînê hesiyabûn, ji ber ku îhtîmal jî dabûn ku kemînek danîbin. Li cihê xwe sekinîbûn û îşareta li cihê xwe sekinandinê ji mere, ji yên li pişt xwe re şandibûn. Em hinek paşde zivirîn û li cihê xwe sekinîn.
Me famkir ku dijmin sirtên din jî girtîbû, ji bilî Girê Tenurê milê Girê Gozkê jî girtîbûn. Ji me re rê nehiştibûn. Em mecbur bun di navbera dû tepeyên dijmin girtibû de derbas bibin û biçin. Ji ber wê jî hevalan me hişyar kirin da ku em bi tedbîr bin. Hevalan gotin “Qet deng dernexînin. Divê em ji wê dolê derbas bibin.” Me hemuyan vêcar zanîbû ku li herdû milan jî kemîn danîne û tinê ew navber maye. Heger em deng derxin, kevirek li ber lingê me bişemite yê dijmin me di wê wadiyê de hedef bigre. Em ketibûn ferqa rewşa tê de bûn. Em herî zêde ji bo hevalên birîndar bi gûman bûn. Me dixwest em wan saxlem derbas bikin. Wan di dema meşê de gelek zehmetî dikşandin, nedikarîn li ser lingên xwe bisekinin û gelek caran diketin û radibûn. Lê em bi biryar bûn ku teqez dijmin vala derbixin û çi bike bila bike jî nekare encamê dixwaze bigre.
Me bi mesafe berê xwe da wê dolê û em meşiyan. Em di zanebûna wê de bûn ku dibe her kêlî dijmin li me bide. Me ew bi çavan didît. Ew diçun û dihatin. Nobedarê xwe diguhartin. Avantajê me ew bû ku em diketin li binya wan. Dinya pel ewrî bû û ba jî zehf dihat. Me jî deng dernedixist, yan heger deng derketiba jî ba nedihişt bigihêje wan. Xweza ya welatê me jî ji me re dibû alîkar û em derbas bûn û çûn. Wan me qet ferq nekir. Em jî pir bi baldarî derbas bûbûn, hevalên birîndar jî hemû hêz û enerjiya xwe komkiribûn û ruxmê zor û zehmetiya dikişandin da ku tiştek li rêhevalên xwe û xwe neyê pir hişyar dimeşiyan. Di dawiyê de em ji navbera herdû kemînan de jî derketin. Me wan derbas kir û kemîna wan vala derxist. Me ew arazî jî hişt li pişt xwe û me reya xwe berdewam kir.
Gundê Omyanus, gundê Axêrê wan deran ji milê dijmin ve hatîbû vala kirin. Şêniyên herdû gûndan jî welatparêz bûn û qebûl nekiribûn bibin cerdevan. Dijmin herdû gundan jî bi araziya wê re dabû ber agir, bi zor û zextê vala kiribû. Tinê gundê Osiyan hemû bûbûn cerdevan, ji ber wê jî ew gûnd nehatibû valakirin, gûndî li malên xwe de bûn. Li wê herêmê qerekolek mezin weke biryargehekê dijmin hatibû avakirin û bicîh kirin. Leşkeran girek jî li ser qerekolê re girtibûn û bicîh bûbûn. Li nêzî gundê Osiyan gelek caran operasyonên biçûk bi beşdariya cerdevanan li wê herêmê jî pêk dianîn. Di nav cerdevanan de hêjmarê wan pir kêm jî be yên welatparêz jî hebûn. Bi giranî cerdevanên har û ji koka xwe bi temamî dûr ketîbûn. Mirov dikare bêje ku gelek caran cerdevanên wî gûndî ji leşkeran jî xirabtir nêz dibûn. Hema tevlî hemû operasyonên artêşa dagirker dibûn. Gelek herêmên li derdorê wê herêmê ji milê dijmin ve hatîbû girtin. Lê li ser qada em lê bûn dijmin ne serwer bû.
Em heya sibê meşiyan û me xwe gihand cihekê, em li wir sekinîn. Li wir jî erazî hêjan venebûbû. Me serî li teqtîkek ku yê texmîn nekin da û pêkanî. Em gihêştin cihê xwe û li wir man. Lê belê wan rojan pir zêde baran dibariya. Rewş zehmettir bûbû. Li giştî Besta’yê operasyon berdewam dikir û agahiyên me ji hevalên din nînbû. Me nedikarî cîhazê jî bikar bînin, ji xwe bateriyê cîhazên me qet nemabûn. Em 3-4 rojan ne şaşbim li wî cihî mabûn. Cihek rut bû, av derbas dibû, dar lê venebûbûn. Ji xwe tiştek gel me jî nînbû. Ne şaşbim 2-3 metre naylon li gel hevalên xort hebû. Yê me jî, em 2 manga bûn, gel her mangeyekê jî tinê 1 yaxmurluk hebû. Lê belê baran şêv û roj bê navber dibariya. Ji xwe barana li Besta bi nav û deng e, ji ber ku gelek zêde dibare. Li hemberî barana zêde dibarî û serma heyî em hemû li hev komdibûn, diçûn li derdorê agir. Me bizûtên agir (koz) çêkirîbûn. Em li derdorê wan diruniştin û me yaxmurluk li xwe dikir. Ji xwe hevalan tepecî derxistîbûn û wan rewşê dişopand. Me jî tedbîrên basqinek xwarinê girtibû û li benda sekinandina baranê bûn. Ya ji me re zehmet dihat rewşa hevalên birîndar bû. Ya rastî zêde tiştek jî bo birîna wan bê kewandin, bo derman kirinê jî nînbû, tiştên pansumanê nemabûn. Lê li gora derfetên di destên me de bi wan re jî eleqedar bûn çêdibû û rewşa wan ne pir xirab bû. Ji xwe hevalan jî dixwest hevalên birîndar li ser xwe ve werin, da ku em cardin bikevin tevgerê. Em çend rojan li wir man, erzak nînbû. Giya nû şîn dibû, kereng, guhreşk, guhrêz nû derketîbû.
Heger dinya ne mij bûya û em derketibana araziyê em diketin beramberî tepeyekî ku dijmin girtibû. Rihet yê karîbana dîmenê me bigrin. Ji xwe kobra, helîkopter pir li ser nokta me digeriyan, trafîkek yoxun di çerçova çuyîn û hatina wan ya operasyonê hebû. Em piranî bê tevger diman. Me ji bo guhartina nobetçiyan û komkirina giya mijê dinirxand. Tinê xwêya me mabû, tiştek din yê me nemabû. Giyayê me komdikir, me dianî û didanî ser kozan, xwê lê dikir û wiha dixwar. Hatîce fermandara taqima me bû, ji bo ez fêr bibin her car min bi xwere dibir giya komkirinê. Li me giya dida nasîn. Me jî giya dixist nava kefiya xwe de. Me hem keşfa xwe dikir, hem giya kom dikir û vedigeriyan. Rojekê Hatîce bang min kir û got; “were em biçin nêçîrê. Heval êdî pir bê taqet mane.” Di taqima me de jî 2 hevalên birîndar hebûn. Heval Medya Çavşîn û Kurdistan birîndar bûbûn. Em çun araziyê me encam negirt. Mij hebû, me got dibe ku em berazekî, pezkoviyekê bibînin. Ya rastî pezkoviyan xwe zêde nedida wî cihî lê cardin me xwe ceribandibû. Li cihê me yê dawî wan li derdoran beraz pir hebûn. Bi taybet jî li Besta pir zêde hebûn. Hatîce jî di nêçîra xwe de bihêz bû. Em pir geriyan, em heya nîvro jî geriyan. Kobra pir digeriyan, deng pir bû, li araziyê bi tank, top û obîsan gelekî xistîbûn. Me ajal nedîtin, beraz ji wê qadê dûr ketibûn. Em rastî kîsoyekê mezin hatin. Hatîce got; “Dibe ku me berazek peyda nekir lê em vê kîsoyê bibin yê têra taqimê bike.” Ji bo kîso jî digotin goştê mirîşkê ya hevalên jin e. Ji ber piranî dema hevalên jin diçun nêçîrê gelek caran kîso dianîbûn. Min heya wê çaxê goştê kîso hîç nexwarîbû. Hevalan pir behs kirîbû, lê min nexwaribû. Lê dema mirov birçî dibe goştê kîso jî dixwe. Me ew kîso bi xwere bir noqtê, me ji hevalan re got ku me nekarî nêçîra pezkovî yan beraz bikin lê kîsoyekê peyda kiriye. Hevalan agir pêxist. Kîso hat amadekirin, goştê wê hat hûr kirin, qelandin û xwarin. Çend rojan wiha hevalan îdare kirin. Ji xwe operasyon jî hêdî bi hêdî weke ku bidawî dikin îşaret dida. Êdî ber bi cihê xwe ve dizivirîn. Dijmin piranî di girên bilind de mabûn. Em çend rojan li wir man, li benda bidawîbuna operasyonê bûn.
Me dît ku dijmin hinek tepeyan berdide, jê dadikeve. Cihek hebû ku ne pir dûrî me bû lê ji aliyê dijmin ve hatibû girtin. Me dît dijmin wir berdaye û em komek heval çun wir, me kontrol kir, keşfa xwe kir. Me famkir ku dijmin qademe bi qademe xwe ji qadê dikşîne. Hevala gotin “em jî sibê bikevin rê.” Yêkîneyek li gel heval Adil hareket dikir, grubek jî gel heval Cemal hareket dikir. Lê belê rewşa wan ya dawî me nedizanî çawa ye. Heval Zelal jî me nedizanî ka li Bestayê ne yan na, lê me digot herî kêm emê rewşa dawî hîn bibin.
Me dît ku di hinek girên bilind de dijmin hêj mabû lê bi giranî di wan herdû rojên dawî de xwe paşde kişandibûn. Em jî roja din ketin rê. Em gihêştin gel çema li wê herêmê û me yê av derbas kiriba. Baran jî pir barîbû, av pir bilind bûbû. Av pir boş û coş bû û têde gelek şikêrên bilind hebû. Hevalên xort hemûyan pêlî wan şikêran kirin û derbas bûn. Heval beyî ku şil bibin avê derbas kiribûn. Piştre sire hatibû me hevalên jin. Lê barê min giran bû, gelek tişt li gel min bûn. Kêmek ar jî hebû, hevalan gotibû ger em biçin çalakiyê emê pê mirtuxe yan nan çêkin û bi xwe re bibin. Hevalan hertim tedbîr digirtin û hinek ar jî radikirin ji bo rojên teng, yan ji bo hevalên birîndar, yan ji bo koma biçe çalakiyê. Ew jî dabûn gel min. Ar di çentê min de bû. Hevalan kleşek dabûn min, kundaktar bû. Ez westiyabûm, min danîbû ser çentê xwe. Pêlava min qetiyabû. Bo îdare bikim hevalan pêlavek bawerim 42 nr. yê sporî bû peyda kiribûn û dabûn min. Binê wê hemû şahîk, şemitok bû. Ji ber ku pêlav bo min pir mezin bû, min paç xistibû serê wê, hinek dagirtî bû û wiha li xwe kiribû.
Nîştiman Sorxwîn