Carekî din û carek din xwe diceribandin, weke serhoşan bûn. Kuştiyên wan zehf bûn. Pir rastgele, bêyî xwe biparêzin weke hovan dihatin ser me de. Hevalên me jî dema bihêz lêdidan gelek wundahî dabûn. Heval hem di arazî de serwer bûn hem bi tedbîr tevdigeriyan. Ji ber ku kuştî û birîndarên wan pir zêde bû, çawa bû êvar nekarîn zêdetir li araziyê jî bisekinin. Nediwêriyan, ditirsiyan û xwe didan cihên pir vekirî, weke girê Kulind. Cihên wiha vekirî tercîh dikirin bi navê ku ji wan re parastinê bîne.
Ji bo min jî pêvçunek gelek giran û yoxun bu. Pir zêde dirêj jî kir, em hemû hevalên li wir di nav pêvçunê de bûn. Hevalên xwedî ezmûn hertim moral didan, coş, kelecan, enerjiya me hertim bilind bû. Wan hevalan dizanîbûn ku em şervanên nû ne, em bê ezmûne. Bi mere xwezayîbûna şer didan famkirin û kêlî bi kêlî ezmunên xwe parve dikirin. Tinê ji bo heval Cemal wan em bi gumanbûn, ji ber fermandarên me yên sahê bûn û me rewşa wan ya dawî nedizanî. Me dizanî ku armanca operasyona wan jî ew hevalin. Bi taybet em hevalên nû bûn, li hemberî propaxanda wan ya şerê taybet jî em ne xwedî ezmûnekê bûn.
Hevalek bi navê Axîn hebû, ji Silopî bû. Alîkara fermandarê mangê bû. Hevalek xwedî porek gij û xalxal bû. Ew heval di şerê xwe de pir xûrt bû. Ez û ew piranî di heman çeperê de bicîh dibûn. Ji min re digot; “Normal e, gelek çaran pêvçunên wiha çêbune. Em gelek caran ketine çembera dijmin jî, me her car xwe jê xilas kiriye. Bila îro jî bibe şêv, emê ji çemberê derkevin. Emê xwe bigihînin hevalên din. Tiştek li heval Cemal wan jî nehatiye. Wan jî xwe xilas kirine. Dijmin bi zanebûn şerê taybet dimeşîne.” Di milekê de em di pêvçunê de bûn, di milê din re jî bi min re eleqedar jî dibû, ji ber ku pêvçuna min ya yekemîn bû.
Operasyonek giran bû, çend hevalên me li tepe şehîd ketîbun, di pêvçûnên din de jî çend hevalên din şehîd bibûn. Bi giştî me 8 heval li Herekolê di wê operasyonê de şehîd dabû. Hinek heval jî birîndar bûbûn. Wek mînak heval Mahîr. Ev hevalek di nava xebatên tenduristiyê de bû, wek tenduristvan erk girtîbû. Hevalek ji Efrînê bû. Ew jî pir giran birîndar bûbû. Heval Sîpan hebû, hevalek ji Başurê welêt bû, ger ne şaşbim ji lingên xwe giran birîndar bûbû. Hevalên dîtir, hinek ji qada Serokatî hatîbun, yê derbasî qadên din bibûna. Ji yekîneya me bi xwe, hevalên mêvan jî têde 8 heval şehîd bibûn. Ji hevalên jin, heval Bêrîvan bû şehîda ji yekîneya me.
Dema bû êvar cephaneya me jî kêm mabû, şehîdên me hebûn. 4-5 hevalên me yên birîndar hebûn. Birîndariya 2 hevalan jî giran bû, ew jî heval Sîpan û Mahîr bûn. Heval Mahîr ji milê xwe, ji singê xwe mermî xwaribû. Ji xwe herdû hevalên me yên giran birîndar gelek zorahî dikşandin. Piştî me dît dijmin êvarê qademeyek paşde vekişiya, êdî hevalan jî me komkirin û gotin ku em mecburin ji vê herêmê derkevin. Ji ber ku ne gûncav bû ku em rojekî din jî li wir bimînin û pêvçûnê bidomînin. Gotin emê xwe berdin.
Me hevalên şehîd ketibûn rakir û sparte axê. Me cephaneyê hevalên şehîd kom kir. Piştre jî me hevalên birîndar bûbû ji bo em bikevin rê amade kir. Hevalan destpêkê bi mere axivîn û rewşa operasyonê, şert û zûrûfên em têde ne û zehmetiyên hene ji mere vegotin. Ji ber ku tevahî Besta xistibûn çemberê. Armanca wan me tine kirin bû. Bêgûman emê jî bi awayek rast, bi qural û qaydeyên bingehîn, bi ziravî xwe ji qada em lê ne berdin û derkevin. Emê jî operasyona wan vala derxin. Lê belê qasî ku hilkişandina Herekolê zehmet bû, ewqasî daketina ji wê jî zehmet bû, ji ber ku hemû şikêr bûn. Li gelek cihan berf hêjan neheliyabu, keviyên berfê hebûn, hin cih jî xîzbûn. Hevalên birîndar jî bi mere bûn, çek û cebilxaneyên wan jî bi mere bûn. Em ketin rê û heya cihekê xweş meşiyan.
Destpêkê heval Sîpan li ser xwe dimeşiya, kêm zêde rewşa xwe îdare dikir, lê heval Mahîr qet nedikarî bimeşe û gelek zehmetî dikşand. Hevalan milê wî girêdabûn, li pêşiya me bûn, lê nedikarî bimeşe. Ji ber ku nedikarî bimeşe, em jî li benda wî diman, bê wî me nedixwest em biçin. Bi gotinek din, tevgera gruba me giran dibû. Hevalan nedixwest hevalek tinê jî bihêlin û bi israr hewildidan her hevalekê bidin meşandin. Ji ber ku bimana yê operasyon heya wan deran hatiba û yê şehid xistîbana yan biketina destê dijmin. Kes jî nedixwest hevalek jî bikevin destê dijmin. Ji ber wê jî hemû hevalan jî berxwe dida, hemû hêza xwe kom dikirin û bi wê birîndariya xwe heya dawî digotin “me jî bi xwere bibin”. Wan hevalan gelek zorê jî didan xwe da ku pêşde bên û ji bo wan hevalan herkes jî bi sebir tevdigeriyan. Me heya cihekê hevalên birîndar anîbûn.
Me jî dît hêdî ber bi siharê ve tê, wext jî lez diçû û em negihêştibûn cihek ewle. Heger em heya siharê negihêjin cihê saxlem jî yê hemu yêkîne bikeve xeteriyê. Ji ber ku ew yamacên em lê bûn hemû rût bun. Em heya cihekê hatibûn. Hevalan navber dan û hinek niqaş kirin. Hevalan hem dixwestin hevalên birîndar biparêzin hem jî hemû yekîneyê ji vê rewşa giran derbixin. Dema nîqaş pêşdiket hem bi pêşniyara hevalên birîndar hem jî ji ber şert û zurufên hene biryara xwe dabûn. Bi israra hevalên birîndar ew li cihên saxlem hatibûn bicîh kirin û veşartin. Heval Sîpan xistin bin şikêrekê de û veşartin da ku piştre vegerin û ji wir bigrin. Heval Mahîr jî li cihekî din veşartin.
Heval Sîpan û heval Mahîr bi xwe jî rewşê dîtibûn û pêşniyara vê rêbazê kirîbûn, heya têde israr kiribûn. Wan dixwest ku yekîne nekeve xeteriyê û hevalên din xwe bigihînin cihên ewle. Gotibun ku “Em naxwazin li ser hevalan bargiranî bibin, me li cihekê veşêrin û tinê bombeyek bihêlin gel me.” Piştî heval li cihên gûncav hatibûn veşartin û bicîh kirin, bombeyek jî teslîmî wan kirîbûn û vegeriyabûn gel me. Dema heval vegeriyan me famkir ku herdû hevalan veşartine û li bendê ne ku operasyon xilas bibe da ku cardin em bên herdû hevalan ji wir derxin û bînin gel yekineya xwe. Heval di yamacê de hatîbûn veşartin. Me jî reya xwe domand û em heya jêr, heya destpêka daristanan çûn. Lê belê hêjan daristan venebûbûn. Hêja dar nepişkivîbûn û arazî rût bu. Li hin cihan berf jî hebû, heya cihekê jî keviyên berfê mabûn.
Me xwe berdabû jêrê. Dijmin jî texmîn dikir ku me xwe ji Herekolê berda ye. Ji xwe li gel wan jî termal hebûn. Me di rê de hinek rêbazên em dijminê xwe yaniltma bikin pêk dianî. Em çûn girên ku hinek sakîn mabûn û dijmin neçûbûn. Ji xwe dijmin gelek ciha girtibû, leşker daxistibûn. Em li cihekê sekinîn û me navber da. Hevalan gotin “Emê ji vir operasyonê bişopînin. Heger paşde bikşin emê li vir bimînin û hevalên xwe yên birîndar bigrin û bînin gel xwe. Da ku em bi hevalên birîndar re mijul bibin, derman bikin. Lê emê binêrin, heger operasyon berdewam bike jî emê reya xwe berdewam bikin. Emê xwe bigihînin cihekî ewletir.”
Piştî heya demekê em sekinîn hêjmarek heval ber bi hevalên birîndar ve hate şandin. Hevalan wan hevalên birîndar ji cihê lê veşartine derxistin û anîn gel me. Bi birînên wan re eleqedarbûn, derman kirin. Bêhnvedanek giştî pêkhat. Heman demî emê ji vir û pêve çawa bikin, emê çawa tevbigerin jî dihate nîqaş kirin û biryarek hatibû girtin. Dijmin operasyona xwe piranî li herêmên Herekol, Pîro û Serkê Mihemmedê Oso dida meşandin. Hevalan gotin, “emê jî biçin milê din. Dijmin texmîn nake em çubin wêderê.” Hevalan biryar dan ku em herî baş xwe nêzî dijminê xwe bikin. Li aliyê em çûbûn qerekola dijmin jî hebû. Li herêma Osyanê jî pergala cendervanî pir kûr kiribûn. Cerdevanan jî beşdarî operasyonê dikirin. Hevalan dema nîqaş kirin û encamê nîqaşê, bi plansaziya nû re bi me re parvekirin. Me jî fam kir ku em dixwazin çi bikin û emê çawa operasyonê vala derbixin. Şehîdên me hebun, birîndar hebun, erzak nemabû, cephane ber bi xilasbunê ve diçu. Ji ber vê rastiyê heval jî dixwestin ji wê qadê em dûr bikevin. Bo me girîng bû ku em operasyonê vala derbixin. Me jî rêya xwe berdewam kir. Me cardin gelek caran navber dida, ji ber ku hevalên birîndar zehmetî dikşandin. Me li cihek ku lê şiker pir bûn navber da. Ji xwe hewa pir sarbûbû û derdor hemû tijî berf bû. Hevalên birîndar hew dikarîbun bimeşin û hevalan biryar dan ku em li wir bisekinin.
Me dît ku bi carekê kobra, helîkopter gelek ji nêz ve li ser me geriyan û derbas bûn. Me famkirîbû ku li me hesiyane û dixwazin cihê me tespît bikin. Dixwestin fam bikin ku em diçin kuderê, emê ji kuderê xwe paşde bikşînin da ku li pêşiya me kemînê xwe deynin. Armanca wan kemîn danîn bu. Famkirîbun ku em ji Herekolê derketine, texmîn kirîbun ku emê biçin milê Girê Tenûra wan deran. Me cihên dijmin kemîn danîbû nedizanîbû, lê me jî ferq kirîbû ku haya wan ji me çêbuye. Me hêjan agahî ji gruba ku di binya Herekolê ketibû pêvçunê de jî negirtîbû. Rewşa wan çibu, şehîd, birîndar û yên sax filitîbûn hebûn nînbûn jî me ne dizanî. Dijmin xwe ji dolan kişandibû lutkeyên gira, milê Girê Tenuran, sirtên bilind weke Mir Gemarê hemû girtîbûn û xwe bicîh kiribûn.
Me jî rêya xwe domand. Em ber bi milê Girê Tenuran ve diçûn. Dinya ewir bû. Tava heyîvê nû derketibû û em hemû gelekî westiyabûn. Em hemû nû ji pêvçunekî giran derketibûn. Hevalên wek pêşder bi pêşde çûbûn di navbera me û xwe de mesafeyek vekirîbûn. Me carekê de dît ku hevalan îşaret dan ku bila em li cihê xwe bisekinin û birunin. Em hemû li cihê lêbûn runiştin û em qederekê sekinîn. Nêzî 15 yan 20 demjimêr me tinê derdora xwe guhdarî dikir. Ji ber ku ewir belav bûbûn û tava heyîvê jî li me dida. Em li benda îşareta hareket kirinê bûn.
Nîştiman Sorxwîn