Diviyabû tepecî derketîbana. Diviyabûn hilkişiyana herdû sirtên li Besta dinêre û li wir cîhê xwe girtibana. Manga me yê çubuna girê li jor. Ya rastî ji xwe sire hatibû me, ez jî di nav koma hevalan ya vê carê biçe tepe de bûm. Fermandara yeke ya me Kurdistan Goyî bû. Heval Bêrîvan Amude jî di yeke ya me de bû. Min ji heval Bêrîvan gelek hesdikir. Hevalekî kevin bû, li qada Serokatî jî mabû, gelek xwedî ezmûn bû. Ez jî ji ber hevalek nûbûm, bi min re gelek eleqedar dibû, bi min re gelek nîqaş dikir. Li ser operasyonê, divê wek gerîlayek çalak çawa tevbigerim, bala min li ser çi xalan be û bi tedbîr bim jî di nav de di gelek mijaran de ezmûnên xwe bi min re parve dikir. Heval Medya Egîd, ew hevala me ya çavşîn jî di manga din de bû. Sira min ya çubuna tepe bû. Hevalan bo min jî gotin xwe amade bike. Heval Bêrîvan Amude hat û got; “Na tu neçe, ez diçim xwe pêşniyar dikim. Ezê biçim tepe.” Heval Bêrîvan Amude wî demî ne li ser erk bû lê bi awayek çalak tevlî hemû xebatan dibû, ji hemû hevalan re jî dibû alîkar, dixwest biçe hemû erkan û çalakiyan. Hevalekî gelek fedakar û jêhatî bû. Ji min re jî got; “Tû neçe tepe, ev operasyonek pir krîtîk e. Îhtîmal heye ku dijmin bixwaze wir bigre, ez dixwazim biçim.” Xwe pêşniyar kir, hevalan destpêkê qebûl nekir, lê hingî xwe ferz kir û çuyînê de israr kir, hevalan dawiyê qebûl kir. Kurdistan Goyî ya manga komutana me bû çu gel Hatîce û qane kirîbû heval Bêrîvan li şuna min biçe tepe. Lê min bi xwe jî pir dixwest biçim, heya min nedixwest heval Bêrîvan li şuna min jî biçe. Ji ber ku dema dijmin dikeve qadê avantaj ya tepeciyan e û yekser ew dikarin darbeyên giran li dijmin bidin. Pozîsyona te dibe pozîsyona parastina hevalan. Tê hem qadê biparêzî û heman demî nahêlî dijmin jî bikeve qadê. Bo wê min jî pir dixwest biçim. Lê belê ruxmê min jî pir israrkir pêşniyara heval Bêrîvan qebûl kirîbûn û ji min re gotin; “Ji xwe operasyon berfirehe û her derî qepsama dike. Bixwazî, nexwazî em hemû yê bikevin pêvçunan. Ji xwe tepe jî nêz e.”
Heval Bêrîvan ew wek mangayek qerma yê çubana. Ez û heval Medya nû dihatin hesab kirin. Heval Medya di gelek kar û xebatan de cîh girtibû lê belê li qada çiya, di qada gerîla de nûbû. Heval Deyîndar jî hebû, ew jî hevalek xort bu û salek bû tevlî refan bûbû. Ew dema perwerda şervanên nû de jî bi mere bû û di yekîneyê de cîh digirt. Di koma çû tepe de Kurdistan, heval Deyîndar, heval Bêrîvan Amude û çend hevalên din hebûn. Ew koma hevalan heman êvarê ketin rê û çûn tepe bigrin.
Em jî di nav şikêran de bicîh bûbûn û me amadekariyên xwe yên dawî dikir. Operasyon hêjan nehatibû aliyê me. Li Herekolê tevgera wan nînbû. Me dizanîbû ku dijmin Çelê Nimêja, Serkê Mihemmedê Oso, Girê Koordînê girtîbû. Piranî bi hêzek ji cerdevanan anîbûn û bi reya wan herêmê girtîbûn. Li milê Mehîşkê girtîbûn, piraniya tepeyên bilind girtîbûn. Tinê hinek dol û yamaç mabûn ku neketîbûn. Cihên li ser Besta serwer e hemû girtîbûn. Me jî amadekariyê xwe dikir ku heger roja din dijmin ber Herekol ve were da ku em jî mûdaxale bikin. Bo sibê û me bihîst ku gelek cihên din jî girtine. Li Herekolê jî, li ber sietên nîvro bû, hêdî dijmin dixwest bikeve navsera Herekolê bi xwe. Ji milê Çemê Karê de dihatin û dixwestin leşkerên xwe daxin. Dijmin hem ji bejayî hem ji hewayî, bi helîkopteran ve xwe berdida qada operasyonê. Dixwestin Herekol jî tam dorpêç bikin da ku hevalên li Besta bi tinê bimînin. Lê dema dijmin dihat nedizanî ku em li Herekolê hene. Mangayek me ya qerma çûbû û wir girtîbû. Hevalên li Besta jî nedizanîbûn ku em li Herekol ma ne. Hevalan xwe baş di bin tehtan de veşartîbûn. Da ku heger dijmin were bikarin bihêz lêbidin û darbeyên giran li artêşa Tirk bixe. Dema dijmin kete qadê destpêkê li cihê heval girtîbûn xwestîn îndîrme bikin, ji ber ku cihê derfetê îndîrme dida tinê ewder bû. Ya rastî cihek din jî yê bo îndîrme bikin dest dida hebû ku ew jî diket pişt cihê em lê bûn. Li herderî dijmin nedikarî bi rihetî eskerên xwe daxe, bikeve Herekolê. Herekol pir asê bû, hemû şikêr bûn, kunberf hebûn. Destpêkê xwestin cihê heval Bêrîvan ew lê ne îndîrme bikin. Hevalan pir xweş lêda, nekarîn îndîrme bikin. Çend caran li ser hev xwe ceribandin, lê di milikê de me lê dida, di milê din de heval Bêrîvan wan lê dida. Hevalên li noqtê jî xwe gihandin cihên bi lat û li dijmin didan. Destpêkê dikirin û nedikirin nedikarîn leşkerên xwe daxin jêr. Dawiyê paşde çûn û kobrayên wan hatin. Kobrayan bi awayek yoxun li ser cihê em lê û li cihê heval Bêrîvan wan lêda, li ser hev tarama kir. Kêliyên kobrayan li me dida li derdor jî îndîrme kirîbûn. Li cihê heval Bêrîvan wan jî dema kobrayan lêdida întîrme jî kirîbûn û derdorê hevalan girtîbûn. Heval Deyindar gel wan bû. B 7 (Bîswîng) dabûn gel heval Deyindar. Çekekî giran li gel heval Bêrîvan Çavşîn jî hebû, hevalek ji Mardînê bû, navê xwe yê din jî Bêrîvan Egîd bû. Me jêre Çavşîn digot. Heval Deyindar li Kobra dide, kobra paşde direve û diçe, cardin dizivire û tarama dike. Li wir heval Deyindar birîndar dibe û piştre jî gihêşt şehadetê.
Dema cardin dixwazin bi kobra lê bidin heval Bêrîvan radibe ser xwe, ji piya pozîsyon digre û bi B7 dixwaze li kobrayê bixe, nîşana xwe digre. Da ku îndîrme nekin gelek caran roket avêtibû helîkopter û kobrayên wan. ew jî ji tirsa paşde direviyan û cardin dihatin û xwe diceribandin. Dijmin li ser vê bersivdana bihêz ya hevalan dikeve zorê lê israr jî dike û naxwaze gav paşde bavêje, ji ber ku êdî pêdihesin ku heval li wî sirtî hene. Armanca dijmin jî ku em piştre pê hesiyan ew bu ku Herekolê bigrin. Pêhesiyabûn ku heval Cemal, heval Zelal wan jî ku fermandariya eyaletê bûn li wê qadê ye, li Besta ye. Armanca wan, hevalan xistina nava çemberê û fermandariya eyaletê tine kirin bû.
Dema dijmin yoxun lêda li wir heval Bêrîvan şehîd ket. Heval Deyindar jî li wir şehîd ket. Kurdistan jî li wir birîndar dibe. Kurdistan û dû hevalên din ji wê pêvçunê sax rizgar bûbûn. Hevalên din yên mangê de cîh digirtin şehîd bûbûn, yên din jî piranî birîndar bûbûn. Hevalên birîndar bûbûn piştre xwe gihandin li gel me.
Dijmin, li derdorê me îndîrme kirîbû, di nav qîr û wîra xwe de gazî me dikirin ku em xwe teslîm bikin. Me famkirîbû ku hemû weke serxweşan bûn, ne li ser hemdê xwe bûn, bi rastî jî ne li ser hişê xwe bûn. Hemû ji Dadaş’a bûn, bordo berelî bûn, cerdevan bûn. Qîr dikirin û digotin, “teslîm bibin, me fermandarê we kuştiye”. Şerê taybet dimeşandin. Digotin me hemûyan kuştiye, tikes nemaye, hûn tinê mane, werin teslîm bibin.
Cihê em lê bûn pir asê bû. Li gel şerê taybet ku dimeşandin li ser cîhaza destik biçuk ya bêtêl diketin kenalên me û heman lîstikê dileyîstin. Yên ku berê revîbûn û weke kontra bi wan re kar dikirin jî anîbûn dabûn pêşîya xwe. Bi reya wana jî hewildidan encam bigrin. Şerê taybet bê hed û hesap dimeşandin. Di milikê de ev rewş didomiya, di milê din de jî balafirên şer lê dida, cardin kobrayan îndîrme kirina leşkeran didomand.
Me dît xwe pir nêzî cihê me dikin. Cihê me pir asê bû, tijî kun û şikêr bûn. Grubek heval li ser serê şikêran bûn, em jî di nava şikêran de bûn. Me pir yoxun li wana da. Pêvçunek bê navber heya 2 sietan dirêjkir hate jiyîn. Me dît ku li jêrê jî pêvçûnek heye. Me famkirîbû ku dijmin li jêrê jî komek hevalan dorpêç kiriye, tengav kiriye û erîş dibe ser. Ji xwe wana digot me heval Cemal xistiye çemberê, me kuştiye. Dema dengê pêvçun ji jêr jî hat em ketin gumana ku bi rastî rewşek giran hatibe jiyîn. Me nedizanî heval Zelal jî ku ji rêveberiya YAJK’ê bû, ew jî di çemberê de mabûn.
Pêvçûn li daristanekê dihat jiyîn, di dolekê de. Pêvçunekî pir giran rû dida. Me jî heya êvarê pêvçuna xwe domand. Me dizanî ku dijmin dixwaze me tine bike û deriyê Egîdan bigre, da ku heval nekarin ti cihan ve biçin, li wir asê bimînin. Armanca wan tam dorpêç kirina Besta bû. Me jî vê plana dijmin dizanîbû û ji ber wê heya dawî jî li berxwe da.
Heya êvarê jî pêvçunek pir giran me jiyan kir. Dijmin gelek caran xwe gelekî nêzî me jî dikir. Em ketîbûn mesafeya bomba avêtinê. Lê belê her car ji ber ku me pir bihêz li wan dida paşde direviyan û dur diketin. Dikirin nedikirin nedikarîn me derbas bikin. Berxwedaniyek bêhempa me nîşan dida û dijmin pir bêçare mabû.
Nîştiman Sorxwîn