Li Besta Operasyona Murad Û Berxwedana Dîrokî-2

0Shares

Wê rojê balafirên şer pir geriyan. Piştî şahiya moralê xilasbûbû em hemû belavbûbûn û her yekî me çûbûn cihên yekîneyên xwe.

Agahî ji mere hat ku artêşa Tirk yê operasyonek berfireh li herêma Botanê lidar bixe û navê operasyonê jî kirine ‘Operasyona Murad’.

Me jî dizanî heval Zelal û hevalên pêre yê biçin Cûdî yan Gabar ê. Hinek hevalên diviyabû biçuna Gabarê ketîbûn rê jî. Heval Kasim wan jî me dizanî ku yê bi heval Cemal wan re ketibana rê. Hevalan hewil dida herêma em lê ne di demek zûtirîn de belav bikin û hêza li qadê siviktir bikin. Tinê hinek sazî û yêkineya me li Besta mabûn. Em li bendê bûn ku hemû hêzên din derkevin û herî dawiyê em jî ji wir dûr bikevin.

Wê êvarê tiştek li gel me nemabû. Runê hişk yê tenekeyan de mabû. Hevalan rûn beş bi beş girtin gel xwe, xistin çenteyên xwe. Sietên pêxistina agir hatîbû. Komek heval li aliyê din diman û li wir nan çêdikirin. Hevîrê wan pir rehin derketîbû, pirsgirêkên havînê jî hebû. Wî demî piranî havîn peyda kirin zor bû. Carna ar nînbû hebû, havîn hebû. Carna jî havîn tinê hebû lê ar hebû. Me di wê salê de di wî milî de zehmetî dikişand.

Wek tedbîr hinek  ar hatîbu rakirin. Hevalan jî wî arî xwestîbûn bikin nan û li ser hevalan belav bikin, lê belê hevîrê wan pir ruhin derketîbû. Gruba nanpêj ku hemû hevalên xort bûn zehmetî dikişandin, ne dikarîbûn bavêjin, ne dikarîbûn jê girêkan derbixin. Hevîr di destê wan de mabû.

Nan diviyabû demek lezgîn li ser sacê hatiba pijandin û belavkirin.

Ji mere jî hevalan gotîbun biçin gel hevalên xort, nanê xwe bînin da ku em jî bikevin rê.

Em çun gel gruba nanpêj û me dît ku ketine nav lê nizanin çawa ji nav derkevin. Nizanin çawa hevîrê xwe hişk bikin da ku bikarin girêkên xwe çêbikin û nanê xwe bipêjin. Wan hevalan piştre tiştek yê bikin ku yê bibe mijara antîpropaxanda ya dijmin jî.

Operasyon destpêkirîbû, diviyabû zû nanê xwe derxin û heval hemû cihê xwe bigrin. Koma nanpêj rewşekî gelek gengaz de mabûn. Ji bo bikarin nanê xwe derxin hevalan hinek xweliya ji agir li şitûkê xistîbûn û tevlî hevîrê pir ruhn kirîbûn û cardin sitrandîbûn.

Heval ferqa rewşê de bûn û bi henekî digotin “Em mecburin vêcarê wiha bikin. Kes pê şehîd nakeve”. Me jî dît ku hevîr bi rastî hişk bûye. Lê rengê xwe jî guhartibû, weke rengê xweliyê lê hatibû.

Hevalên nanpêj bi lez girêkên xwe çêkirin û avêtin ser sêlê. Nanên biçuk wekî yên Gabarê çêkirîbûn. Ew nanên çêkirî ser yekîneyan hate belav kirin.

Ji bo me her hevalekê bawerim 5-6 nan dabûn. Ji bo bêjî ew nane jî şahîd pêwîst bû, lê ji bo me bi nirx bû, ji ber ku wan rojan tiştekî din li gel me nemabû. Me jî wan nan û run xiste çenteyên xwe, amadekariyên xwe temam kir û em jî ketin rê.

Yekîneya me qarma bu û em dawî mabûn. Heval Şevîn fermandara yekîneya me bû. Hinek guhartin çêbûn û em jî dahilî yekîneya Besta yê hatin kirin.

Hatîce wek fermandara taximê hatîbu gel me. Heval Leyla Amed û Kurdistan Goyî ya Hîlalî hebûn. Heval Bêrîvan Amudê hebû. Ev hevalekî pir ji zû de tevlî tekoşînê bûbû, lê wî demî ne li ser erk bû. Heval Medya Çavşîn ku ji Mêrdînê ye hebû. Heman demî wek Medya Egîd jî em nas dikin vê hevalê. Heval Netewî, Mizgîn Amûde jî ger ne şaşbim wî demî li gel me bûn. Niha ev heval hatin bîra min.

Bawerim demjimêr 11:30’î şêv bû. Yekîneya me kete rêzê, emê rêketîbana. Vesazî û plansazî pêkhatin, em belavbûbûn.  Şoreş yê bi eslê xwe Şirnexî fermandarê yekineya din bû. Metînê Şiwêdî jî hebû, ew jî di yekîneya me de bû. Serokatî wî ji erk girtîbû û şandîbû pratîkê.

Emê ji milê Hêzîl ve rêketîbana û li herêma  Herekol sekinîbana. Yekîneya me ji ya hevalên din dûr ket û em gihêştin qada perwerde ya taktîk. Me li wê qadê zivistanê perwerde dîtibû. Me rêya xwe ber bi Hêzîl ve berdewam dikir.

Bi lêdana balafiran start dan operasyonê

Em gihêştin Hêzîl û me av derbas kir. Tam di wê kêliyê de dijmin dest bi erîşên xwe kir. Destpêkê erîşên hewayî pêkanîn. Balafiran bênavber li derdorên me dida. Me xwe bi lez û bez gihand girekê, ew gir cihê tepeciyan bû. Li wî girî hinek tedbîr hatibûn girtin. Yêkineya me li wir navber da.

Hevalan gotin, “Ka em bişopînin û fambikin, niyeta wan çiye? Kuderê dixwazin bigrin. Em li gora wê çeperên xwe bigrin.”

Hêjan erazî venebûbû, keviyên berfê pirbûn, dar venebûbûn. Li hemû cihên ku me berdabûn balafiran lê didan. Cihê me perwerde didît, li şikeftê, li cihê heval Cemal lê disekinî, cihê yêkîneya me lê diman, cihê yêkîneya Rubar û gelek cihên din dan ber bombebarana xwe. Cihek lê nedabûn nehiştibûn. Hem balafir, hem kobra lê dida. Li aliyê din jî leşker dadixistin herêmê. Hêjmarek pir zêde ya leşkeran anîbûn. Dixwestin heya siharê hemû leşkerên xwe daxin.

Li wê herêmê Serkê Mihemmedê Oso wek gira ku herî stratejîk dihat nasîn ji aliyê leşkeran ve hatibû girtin. Çelê Nimêjê jî digirtin. Me famkir ku koordîna wan jî li wî girî ye. Hêjmarekî pir zêde ji cerdevanên herêmê tevlî operasyona xwe kirîbun, piranî jî yên ji Husyaniyan bû.

Em li gira ku me lê navber dabûn sekinîbûn. Me dît ku operasyon berdewam e û yê berfireh bikin. Hevalan hinek bêhna xwe vedan û me jî got divê em xwe berdin jêr. Sietek nînbû ku me xwe berdabû. Vêcarê girê ku em jê daketibûn dan ber xwe. Gelî bi gelî, herdû aliyê çemê Hêzîl ê didan ber xwe. Cihên ku derbas bibin, cihê ku leşkerên xwe dixwestin lê daxin yek bi yek didan ber bombardimanê.

Me xwe berdabû û heya siharê jî em meşiyabûn. Em li ber daristanekê, li kêleka avekê sekinîn. Av pir bilind bû. Me wê şevê xwe li avê da, me xwe ji keviyan jî berda.

Em herkû pêşde diçûn dengê ji operasyona wan jî kêmtir dibû. Dizanîbûn hêza me li aliyê Hêzîl e û wan jî giranî dabûn wî alî.

Hemû heval xwedî bar bûn, bar jî giran bûn. Ez nûbûm, da ku barê min giran nebe, tebax, beroşên reş li gel min bûn. Bawerim em li derdorî 13 heya 15 hevalan bûn. Min berdaxên zû bi zû nedişkiya xistîbun nava çaydanê. Ew jî di çentê min de bûn. Ya rastî tiştên lojîstîkçî radikirin û jê berpirsiyar bûn hemû li gel min bûn. Çentên ji Suriyê hebûn wî demî, yêk ji wan dabûn min da ku çaydan jî bikeve têde.

Ji cihê em lê sekinîbûn hevalan sê hevalên xort şandin keşfê, çûn girêkê li beramberî me. Hêja ew her sê heval nevegeriyabûn ku hevalan gotin “Em agir dadin û taştê ya xwe bixwin. Dema keşîfçî werin emê bikevin tevgerê û rêkevin.” Şoreş Şirnexî û Metînê Şiwêyşkî jî gel yekîneya me bûn û ji xwe heya dawî jî wek tasfiyekaran tevdigeriyabûn. Dawiyê de em hînbûn ku îxanet jî kirin e.

Di carekê de em ketin dorpêça leşkeran

Em çûn, me dar komkirin da ku agir bê pêxistin. Ji min xwestin çaydanê gel xwe ji çente derbixim. Hevalekê çaydanê min girt û bir ber ava çem, tijî kir û anî. Hemû koman nû bi nû agir pêxistîbûn. Tav nû derketibu.

Cihê em lêbûn vadiyek fireh bû. Li pişt me sirtek hebû û eraziya li pêşiya me jî vekirîbû. Ev erazî heya derdorê Husyan jî diçu.

Hinek ji me li şipiya bûn, hinek runiştî, lê hemuyan hinek îstireheta xwe jî dikirin. Şoreş û Metîn darek ji qulpê çaydan derbas kirîbun, dabûn ser agir. Me carekê de dît ku helîkopterek gelekî nizim ji vadiyê derbas bû, çu pişt sirtê.

Piştî çû, cardin deng nehat. Me got qey derbasbû û çû. Lê ya rastî çuye cihekî din leşker daxistiye. Di navbera 10 yan 15 deqe de min dît ku carekê de leşker ber bi me ve tên, qîr kirin û dibêjin “Teslîm bibin”. Komek mezin ya leşkeran bû.

Wana me gulebaran kirin. Her car qîr dikirin û xwe teslîm kirinê ji me dixwestin û cardin bi çekên xwe wek baranê gule berdidan cihê me. Silehên ferdî bûn, otomatîk yên navîn bûn di destên wan de. Hemû silehên xwe bê navber li ser me bikardianîn.

Cara yekem bû ku bi serdegirtinek (basqinek) re rû bi rû dihatim. Min sala berê perwerda operasyonê û pêvçunê dîtibû. Lê serdegirtin cara yêkemîn bû. Min carekê dît ku kes li derdora min jî nemaye. Hevalan berê xwe dane sirtekî û bang dikin, ji hemû hevalan dixwestin xwe bigihînin gel wan. Min dît ku hemû heval beriya min çûne wî sirtî. Ew hemû bi tecrûbe bûn, çentê wan jî hazir bûn. Tinê yê min vekirî bû, ew jî ji ber ku min çente ji bo çaydan derxim vekirîbû. Tiştên lojîstîkê jî ne di çente de bûn.

Hêj dema perwerda şervanên nû de hevalan gotibun; “Divê li pişt we derziyek jî, devikek yê şaşalekê jî nemîne, divê tiştek nekeve destê dijmin.”

Ez jî lojîstîkçî bûm. Ev hişyarî ketîbû serê min.

Her êvar jî hevalan ji min re digot; “Hertim ji bo rewşekê derbikeve divê amade bibî, divê tiştên te komkirî bin, çentê te hertim komkirî û amade be. Tiştek li ser mirov zîmetkirî bikeve destê dijmin weke ku çekê te bikeve destê dijmin e.” Dema asta çekê te bikeve destê dijmin de bigrî dest jî bêgûman wê ji bo te weke mesela namûsê jî lêhatiba. Wiha jî bûbû.

Tam jî di wê gengeşeyê de, çîvçîva mermiyan bû…

Nîştiman Sorxwîn

Attachment