Îsal Newroz’a gelê Kurd jî ji her sal hîn bêhtir bi moral û kelecan derbas bûbû. Weke ku me di beşa yekem ya vê nivîsê de jî diyar kiribû, di Newroz’a îsal de gerilayên azadiya Kurdistan’ê bi xistina SÎHA û ÎHA’yên artêşa dagirker ya Tirk li asîmanên Kurdistan’ê agirê Newroz’ê pêxistin û damga xwe li salê xistin. Li aliyekî din jî, gelê Kurd ewê bi vê serkeftina mezin, li Bakur’ê Kurdistan’ê çûbûna hilbijartinên Herêmî. Bi caran qeyûmên ku ji aliyê hikumeta faşîst ya AKP-MHP’ê ve hatibûn danîn, diviya bû bi îradeyek mezin ser û bin kiribana û ji Kurdistan’ê qewitandibana. Newroz, dibin siya van kelecanan de bi awayekî gelek xurt hat pîroz kirin. Ev moral û kelecana ku di serê salê de xwe dabû der bi awayekî mezin û bilind demxeya xwe li hilbijartinên 31’ê Adar’ê jî da. Di vê bingehî de hilbijartin hem di asta Bakur’ê Kurdistan’ê de û hem jî di asta giştiyê Tirkiyê de jî bi serkeftinek mezin tacîdar bû. Di vê hilbijartinê de faşîzma AKP’ê dengê gel di asteke jor de winda kir û di giştîyê Tirkiyê de weke partî ji rêza yekem daket rêza dûyem.
Hikumeta faşîst ya AKP-MHP’ê ji vê serkeftina gel gelek bi hêrs bû û weke her car ku dema di bin dikeve êrîş dike, dîsa bi her awayî êrîşên xwe dan destpê kirin. Êrîşî ragihandina azad dikir, cardin têra wan ne dikir. Li Bakûr, Başûr û Rojava bi navê operasyonên MÎT’ê de şervanekî azadiya Kurdistanê li kur dîtiba êrîş dibir ser, dîsa dilê wan rihet nedibû. Qeyûm danî ser vîna gel, cardin jî debara wan ne dihat. Heta serokê şaredariyên CHP’ê bîle bi navê terorê girtin, xistin zindanê û dîsa nedikarî bi xwe û ne disekinî. Tu çareya vê desthilatdariya faşîst ya AKP-MHP’ê nema. Vê carê bi rêya Dewlet Bahçelî xwest û hewilda ku careke din dibin navê pêvajoya çareseriyê de gel û raya giştî bixapîne û ji bo planên xwe yên qirker dem qezenç bike. Lê belê ji ber hemû dek û dolabên AKP û şefê wê Erdoğan gelek ji zûde eşkere bune, ne gel û ne jî raya giştî, ti kesî ji van derewan bawer ne kir. Her wiha her aliyekî gotin ku ger tu ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd cidî yî wî demî weke gava sereke tecrîda li Îmraliyê ra bike.
Lê mixabin, ji ber tu niyeteke hikumet û dewleta Tirk ya çareseriya pirsgirêka Kurd tune ye, ne tecrîd rakirin û ti gavek herî biçûk jî ne avêtin. Ew hevdîtina ku bi RÊBER APO re pêkhat jî di encamê têkoşîneke kûrewî de pêkhatiye. Ji ber vê hemû alî baş dizanin ku faşîzma mîliyetgir ya Tirk tu carî naxwazin mafê gelê Kurd were dayîn. Ne tenê naxwazin, bi hemû hebûna xwe ve hewil didin li ser tune kirina Kurd, Tirk’bûnê li ser lingan bigrin. Di vê bingehê de di nava hemû kêliyên sala 2024’an de jî bi dijwarî siyaset û polîtîka ya çong-danînê meşandin. Lê belê dîrokê careke din şanî van siyaset û polîtîkayên qirkirina gelê Kurd da ku, heger tu bibî wek Sedam Hisên û kîmyabaranan bikî jî, heger tu bibî Beşar Esad û tenê sietekê jî tehamula zimanê Kurdî nekî tê têk biçî, hilweşî.
Ev şer, pevçûn û qeyrana ku 13-14 sale li Sûrî tê jiyan kirin û herî dawî bi hilweşîna hikumeta Esad hîn berdewame jî di encamê van polîtîkayên tune hesibandina gelê Kurd û îradeya gelê Kurd e derkete holê. Di heman demî de ev 13-14 sale gelê Kurd yê Rojava’yê Kurdistan’ê, di nava van qeyranan de hewilda li berxwe bide, li hemberî van polîtîkayên qirkirinê xwe biparêze û di vê encamê de jî gelê Kurd û gelên herêmê karîn Şoreşa Netewa Demokratîk ava bikin, xurt bikin û bînin heya roja me ya îro. Ev şoreş ji xweber û bê berdêl nehate heya roja me ya îro. Li Kobanê berxwedaniyek wiha dîrokî derket ku cîhan hêjan û hemû mirovahî lê xwedî derket. Di vê bingehî de bi vê berxwedaniya dîrokî DAIŞ’a hov di Kobanê de şikest û ev yek bû despêkek serkeftina Şoreşa Netewa Demokratîk de. Her wiha bi vê şoreşa azadiyê re roj bi roj ciheke din ji çeteyên DAIŞ’ê dihate rizgar kirin. Ev berxwedaniya ku li dijî terora DAIŞ li Kobanê despêkir hetanî Tebqa û Reqa jî çû û mirovahî ji xeteriya DAIŞ’ê hate rizgar kirin. Bi kurtasî em dikarin bêjin ku gelê Kurd bi awayek cewherî bi biha û berdêla dayîna bi deh hezaran şehîd re mirovahî ji terora DAIŞ’ê xelas kiriye.
Her çendî hemû mirovahî bi vê berxwedaniya dîrokî serbilind bû û lê xwedî derdiket jî tu car û di ti deman de dewleta qirker ya Tirk, nekarî vê şoreşê bipejirîne û kengî firsend dîtiba bi hovane êrîşî Rojava dikir. Niha di vê rewşa nû ya Sûriyê de jî dewleta dagirker ya Tirk dîsa di nava heman feraseta qirkirin û dagirkirinê de ye. Di serî de ji hêla HTŞ’ê ve hilweşandina rejîma Esad re hewilda wê zemînê bike para xwe an jî di vê plana mezin ya ji nûde dîzayîn kirina Rojhilata Navîn de xwe bike aktorê sereke. Ji roja ku êrîşên HTŞ’ê li dijî Şamê pêşketin heta niha dewleta dagirker ya Tirk, bi destê qaşo artêşa azad a Sûrî berê hemû êrîşên xwe daye Rojava yê Kurdistan’ê. Heta vê gavê jî bi her awayî êrîşên çeteyên dagirker berdewamin. Lê belê pir eşkere xwûya dike ku heta bi rojnamevanên xwe ve jî, gel, şervan, dayîk û ciwanên xwe re, bi ruh û cesareteke mezin bi ser van dijminê Şoreşa Netewa Demokratîk ve çûndin didome û bi ruhekî mezin di berxwe didin. Ger gotin di cih de be, îro hemû mirovahî, siyasetmedar, TV û rojnameger û rewşenbîr kêlî bi kêlî rewşa Sûrî ya nû û bi taybetî jî ya berxwedana QSD’ê dişopînin û analîz dikin. Mirov dikare bêje ku, heta cihekî li vê berxwedaniyê xwedî derketin jî heye. Lê belê li hember van nêzîkatiyên hovane yên dewleta dagirker ya Tirk ku ji mirovahiyê tu nasîbê xwe negirtiye, tenê xwedî derketina berxwedaniya QSD’ê têrê nake. Lewma di van kêliyên dîrokî de divê di asta siyaseta nav-neteweyî de jî li dijî êrîş û kiryarên dewleta Tirk têkoşîneke were meşandin û divê ev êrîş werin rawestandin.
Yanî divê siyaseta nav-neteweyî ders derxistibe ku di nav sedsalên dawî de wê çi kir û nekir, gelê Kurd û pêşengên gelê Kurd ji van polîtîkayên wan yên tune hesibandinê re serê xwe netewandiye û ne sed sal, bi hezaran salî din jî derbas bibe wê ev gel ji tune hesibandinê re serê xwe netewîne. Lewma bi wesîleya vê nivîsê em dibêjin ku; aqlê xwe bidin serê xwe, van êrîşên dewleta dagirker ya Tirk bidin sekinandin û statuya gelê Kurd hem di Rojava de û hem jî li hemû Kurdistan’ê nasbikin. Ger wiha nebe û hûn mafê Kurd’an nedin wan û aramî ji bo Kurd’an çêne be, mîna ku di vê sedsala dawî de we dît, em li ser ruhê Sara, Ruken, Rojhat, Erdal, Asya û Rojger’an dikin soz û peyman, ger di Kurdistan, Rojhilata Navîn û hemû cîhanê de ji bo me Kurd’an aramî nebe ewê ji bo we jî nebe.
Li ser vê sozê, bi wesîleya vê nivîsê weke şoreşgereke Kurd û şervaneke RÊBER APO, bi hêviya di Kurdistan’eke azad de em bi RÊBER APO re azad jiyan bikin, ez sala 2025’an di serî de li RÊBER APO, hemû şehîdên şoreşa Kurdistan’ê, gelê Kurd yên welatparêz û dostên gelê Kurd, hemû rêvalan û li mirovahiyê pîroz dikim. Ez di sala nûde serkeftina azadiyê ji hemû mirovên azadîxwaz re dixwazim.
Asmîn Zelal