Ji bo Kurd û Kurdistan’ê azadiya fizîkî ya RÊBER APO meseleya hebûn û tunebûnê ye. Lewma weke zanebûnek herî bilind divê mirov di ferqê de be ku rewşa RÊBER APO ji bo me gel û şoreşgerên Kurd beriya nan û avê tê. Di vê bingehî de dema mirov sala 2024’an bigre dest, di serî de divê mirov rewşa RÊBER APO û têkoşîna ji bo azadiya fizîkî ya RÊBER APO bigre dest û binirxîne. Li ser van esasan dema mirov dibêje rewşa RÊBER APO mirov bi hemû şaneyên xwe ve diricife. Ger dost be, ger dijmin be heke mirovbuyîn di mirovan de hebe, lazime li hemberî vê rewşa RÊBER APO van hêst û fikaran jiyan bikin. Ji ber komploya hêzên global û dewleta dagirker ya Tirk ku anîne serê RÊBER APO di dîroka mirovahiyê de neanîne serê tu mirovek zanist an rêberekê. Lewma ji bo her mirovekî ku ji xwe re dibêje ez mirovek xwedî exlaq û wîjdanim divê rewşa RÊBER APO beriya nan û avê were.
Di vê bingehî de ji bo azadiya fizîkî ya RÊBER APO di sala 2024’an de li her çar aliyê cîhanê têkoşîneke huqûqî û mirovî di asteke kûrewî de bi rêve çû. Di serî de nobetên runiştinê weke nobeta li Strasburg’a Fransayê û Wargeha Mexmûr’ê ku di dirokê de weke çalakiyên nobetê yên herî dirêj tên bi nav kirin îro jî bê navber berdewam kir. Her wiha li her çar aliyên cîhanê bi hezaran çalakî, meş, daxwuyanî, perwerdeyên ji fikrên RÊBER APO û h.w.d yên girseyî her roj bi rengên cûr be cûr meşiyan. Dîsa bi hezaran konferans û komxebat li ser navê azadiya fizîkî ya RÊBER APO ji hêla Kurd û dostên gelê Kurd ve hatin lidarxistin. 69 xelatgirên Nobelê bi şandina nameyên ji cih û navnîşanên cûda re, bi fikrên xwe li RÊBER APO xwedî derketin û xwe weke şopdarên RÊBER APO pênasekirin. Weke lutkeya hemû van têkoşînên huqûqî û siyasî meşa ku bi beşdariya milyonan bi awayek girseyî li Koln’a Elmanyayê ji bo azadiya fizîkî ya RÊBER APO hatin ba hev û bi yek dengî azadiya fizîkî ya RÊBER APO daxwaz kirin.
Di encamê vê têkoşîna bê hempa û topyekun de di 23’ê Cotmeh’ê de biraziyê RÊBER APO, Omer Ocalan çû Îmrali û piştî 43’ê mehan bi Rêbertî re hevdîtinek pêk anî. Ev hevdîtin ne hevdîtineke ji rêzê an jî weke berê û hema normal, ji berxwe ve pêşket. Ev hevdîtin encamê vê têkoşîna topyekun bû ku di hêla asta navnetewî de dewleta qirker ya Tirk xistibû nav tengasiyeke mezin de pêkhat. Weke ku me di jor de jî da diyar kirin, çalakiyên bi milyonan girseyan û hewildanên mezin yên hiqûqî ji bo azadiya Rêbertî pir bi xwûrtî bi rêve çûn. Lê dewleta faşîst ya Tirk li hember vê têkoşîna kûrewî jî ji ber kiryarên xwe şerm û fedî nekir. Lewma divê derseke dîrokî ji dewleta faşîst ya Tirk û şefe wê Erdoğan re hatiba dayîn. Vê berpirsiyartiya dîrokî Rêhevalên Endamên Tabûra Nemiran, Rêheval Asya Elî û Rojger Hêlîn bi riheke fedayî yê APOYÎ û gerilatiyeke nûjen girtin ser milê xwe. Van her dû hevalên leheng, bi xeyal û armanca ku em hemû rêheval bi RÊBER APO re bên gel hev, roja 23’ê Cotmeh’ê li Enqere ya Tirkiyê, li ser avahiya TÛSAŞ’ê çalakiya fedayî kirin. Heval Asya dibêje ku; “bi xeyalên hemû heval Rêbertî bibinin ev vê çalakiyê dikim”. Lewma tam di kêliya ku çalakî hate lidarxistin de li Îmrali’yê pêkhatina hevdîtinê xwedî wateyekî gelek mezin û dîrokî bû. Ji ber vê divê mirov bizanibe ku ev hevdîtin di encamê têkoşîneke bê hempa de hatiye pêkanîn. Ji ber vê di encama têkoşîna sala 2024’an ku di astekî kûrewî de hate meşandin, me careke din bi jiyan kirinê tecrube kir ku ewê têkoşîn û berxwedana me bibe azadiya fizîkî ya RÊBER APO û statuya Kurdistaneki xweser û azad.
Piştî van û ji niha û şûnde de jî divê bê navber û hîn bi xurtir ev têkoşîna ji bo azadiya fizîkî ya RÊBER APO werin meşandin. Ji ber ku RÊBER APO dibêje; “Tecrîd Berdewame!”. Ev tê wê wateyê ku RÊBER APO dibêje, tu tiştekî nehatiye guhartin, hîn tecrîd berdewam e, hîn gelê Kurd di nava pençên qirkirinê de ye. Hîna zilm, dext, neheqî û bê hiqûqiya Dewleta Tirk weke berê ye, ti guhartinek nîne. Divê herkes, ji 7 salî hetanî 70 salî, ji berê hîn xurtir li ber xwe bide. Yanî ji bo ku em di welatek azad de RÊBER APO di nav xwe bibînin û pêre azad jiyan bikin divê em weke gel û şoreşgerên Kurd zincîra pençên qirkirinê bişkînin û bertaraf bikin. Di bingehê de ev rastî di pîrozbahiyên 47.’mîn ya salvegera PKK’ê de bi awayekî eşkere hate dîtin. Omer Ocalan bi RÊBER APO re tenê hevdîtinek çêkiribû û ne naveroka hevdîtinê tenê çavdêriyên xwe û silavek bi raya giştî re parve kiribû. Ev di ruhê berxwedanê de bû cihê hêz û moralekî gelek mezin.
Ji xwe di vê wateyê de sala 2024, ji bo Kurd û Kurdistan’iyan weke gelek caran bi fedakarî û lehengiyên mezin despê kiribû. Pêşengtiya vê fedakarî û lehengtiyê jî weke her car bêgûman gerilayên YJA-Star û HPG’ê bi berxwedaniya xwe ya bêhempa kirin. Sersal bi ba, bahoz, berf û seqema xwe ve tê naskirin. Lê gerîlayên fedayî û qehreman tu ba, bahoz, berf û seqeman nasnekirin û bi ruhê fedayî her roj bi rêk, rêbaz û taktîkên cûda li Zap, Metîna û Avaşîn’ê darbeyên mirinê li zihniyeta qirker û faşîşt ya dagirkeriya Tirk dan. Di vê wateyê de mirov dikare bêje ku keç û xortên qehremanên Kurdistan’ê li Herêmên Parastina Medya, yanî li ser textê xweda-xwedavendên hemdem yên Netewa Demokratîk, li dem û cihê xwe de “AGIR XISTIN DILÊ ENQERE’YÊ”. Ev berxwedanî û lehengî destaneyên ewqas mezin, bilind û bi watebûn ku tu kesî nekarî ne bi roman, ne fîlm û ne jî bi îfadeyan têrker bibe. Lewma wan bi xwe navê destana xwe, bi navê “AGIR KETE DILÊ ENQERE’YÊ” bi navkirin û gihandin raya giştî.
Bi temaşekirina van filmên destana “AGIR KETE DILÊ ENQERE’YÊ” em bi kelecaneke mezin, bi roj û şevan li benda “Mizgîniya Newroz’ê” man. Dem hat û “Mizgîniya Newroz’ê” tam jî di kêliya dîrokî de hat dayîn. Me weke gel û şoreşgerên Kurd hêdî hêdî agirê Newroz’ê pêxistî bû. Lê gerîlayên azadiya Kurdistan’ê vê carê rengê xwe ji her car bilindtir didan diyar kirin. Di vê bingehî de gerîlayên azadiya Kurdistan’ê di her şevekê de bi agirekî hîn geştir, li asîmanên Herêmên Parastina Medya agirê Newroz’ê bi xistina SÎHA û ÎHA yên artêşa dagirker ya Tirk pêxistin. Êdî bi gotina Rêheval Dûran Kalkan, ew SÎHA û ÎHA yên artêşa dagirker ku her roj li ser ekranên şerê taybet pesnê wan didan, li çiyayên Kurdistan’ê bi buyîna agirê Newroz’ê “dibûn xurde û dihatin xwarê”. Yanî êdî keç û xortên Kurdistan’î li erd û ezmanan Newroz bi coş, kelecan û moralekî mezin pîroz dikirin.
Kelecan û morala van pîrozbahiyan bi xistina SÎHA û ÎHA yên artêşa dagirker havînê jî berdewam kir. Li kêleka vê her roj bi çalakiyên cûda cûda gerîlayên azadiya Kurdistan’ê li Herêmên Parastina Medya’yê pençe kilîda artêşa dagirker ya Tirk ser û bin dikirin. Qaşo xeyalên dewleta dagirker yên 30 km kûrahiya derveyî sînor, di her kêliyê de bi çalakiyên hewayî û bejayî yên keç û xortên Kurdistan’ê rast dihatin. Di encamê de bi berxwedaniya dîrokî ya ku îsal li Herêmên Parastina Medya de hat jiyan kirin, pir ber bi çav hat dîtin ku ewê xeyalên dewleta dagirker ya Tirk her û her tenê di xeyalan de bimîne. Ji ber ku gerîlayên azadiya Kurdistan’ê bi xwîna xwe, bi soz û doza xwe ve girêdayîne. Gerîlayên Azadiyê yê heta azadiya fizîkî ya RÊBER APO û Kurdistan’a azad bi vê doz û sozê ve girêdayî bimînin. Ji ber vê ne îsal, ne saleke din û ne jî di tu dem û kêliyê de bila ne dewleta qirker û faşîst ya Tirk û ne jî hêzên emperyal xeyalên xelaskirina Tevgera Azadiya Kurdistan’ê û fikra Apoîzma ku li her çar aliye cîhanê belav buye bikin.
Asmîn Zelal