Lêgera Heqîqetê Ya Rêbertî Nehişt Komploger Bigihêjin Armanca Xwe

0Shares

Newroz Ceren

Her însanek dikare şopa komployên di dî­ro­kê de di jiyana xwe de bibîne, jixwe heke jin be, heke xwedî nasnameya etnîkeke bindest be û herwiha ji pleban be, tê wateya ku derdo­ra wê/wî bi komplo û nêrînên şêlû hatiye dor­pêçkirin. Eynî wek ku mirov di giravekê de be ku doraliyê we bi semasiyan (köpek balığı) tejî be. Ji ber ew ferdê herî jêrîn ê civakekê ye, ku hatiye dorpêçkirin. Nasnameya (yên) ku ew temsîl dike jî bi hezar û yek dek û dolaban anîne wê giravê. Her tevnên ku me mehkumê sînor, girtîbûn û bêdengiyê di­ke jî çîrokeke wê heye: çîroka tarî ya kom­p­­loyan. Ev ne spekulasyon e. Ya rast, çîrokek e ku her roj em pê re rû bi rû tên. Pirî caran jî çîrokên ku têne pejirandin in. Ne ezel in, ne jî ebed. Ne jî yekaneya dîrokê ne. Li be­ramberî komployan civaka exlaqî û polîtîk he­ye. Jixwe ji vê ye ku ji bo ebedîbûn û te­kî­ti­ya (tek’lîk) xwe dewam bikin, xwe herda­yîm û bêrawest zêde dikin, wek hucreyên pen­çeşêrê.

Michel Foucault dema dibêje “Heke ber­xwe­dan nebe, desthilatdarî tine ye” honaka (kurgu) diyalektîk a jiyanê pir bi zelalî vedibêje. Ger komployan zihn û mirovbûyîn bi yekser bi­dest bixistana, ango dijberên komployê tine­bûna, wê demê me dê îro têgehek bi nave komp­loyê nîqaş nekiribûya. Ango şibandina gi­rava ku bi semasiyan dorpêçbûye, ne şaş e, lê belê şibandineke nîvco ye. Însan di fişara (ba­sınç) mêzînên bêrih ên mekan, hêz û bê­hê­ziyê de jî bi mêjiyê xwe dikare wek Mont­e Crîsto Kontu rêya revê ji giravan bibîne. Ji ber ku dîroka şaristaniyê ku bi komployan ha­tiye raçandin, nekariye cewherê civa­kî­bû­na însan bin bixîne. Dibe ku desthilatdar civa­kîbûnê her wek berxika ku dikare her kêlî nê­çîr bibe bibînin û wiha lanse bikin jî. Lê be­lê ji bo pênaseya ‘sifreya guran’ jî hebûna ber­xikan hewce dike. Heke komplo hîna hene, sedema wê nirxên civaka xwezayî ku neka­riye tine bike ye.

Zihnê însan di mijara hizirîn û dîtina rastiyan de xwedî behre ye. Lê belê awayê têgihîş­ti­nên me piranî caran vê taybetmendiya me ya în­sanî û gerdûnî kuh dike. Di mêjiyê me de di derbarê avabûn, herikîn û pêşeroja jiyanê de ewçend mît bicih kirine ku di eynikên xa­pî­nok ên lûnaparkê de em li xwe û jiyanê dige­rin. Siyên heqîqetê û jêmayiyên evînê tê dî­tin. Ruxmî ku ne jêmayiyên evînê, ne jî siya heqîqetê heye. Çawa ku evîna mutleq û he­qîqeta mutleq tine ye, jêmayî û sî jî, ne dika­rin bibin pisûlayên heqîqetê, ne jî mirov di­kare bibe rêwiyên heqîqeteke wiha.

Komplo operasyonên tarîhiştina heqîqet û e­vî­nê ne. Ji ber li cihê ku evîn û heqîqet wa­te­ya xwe wenda nekiribin, kopmoger jî biser na­kevin. Ji bo vê jî wê ne şaş be heke mirov, kom­ployan wek dijmintiya wateyê pênase bi­ke. Heke mirov di sedsala me de fêm nakin û nabîbin ku paşeroja me ya kolektîf çawa bi rê­ya komployan hatiye wêrankirin, tê wateya ku wate jî hatiye wêrankirin.Em li jinekê bifikirin, rewşa ku her roj wê meh­kumê koletiya malê an jî di bin navê aza­diyê de wê dike meta, wek lîstoka pergala zilam nabîne. Vê rewşê wek hebûna xwe­za­yî ya gerdûnê dinirxe. Belê, li vir wate rûxiyaye. Wateya çi? Wateya heqîqet, evîn û jiyana azad.

Hilweşîna wateyê bi komployan re têkîldar e. Komplo jî diyardeyeke ku ji hêla şaristani­yê ve saz bûye. Li dijî hemû hêzên civaka xwe­zayî ku berxwedêr in, tê meşandin. Vî şe­rî jî bi rêbazên zirav û qaba pêk tîne. Di ali­yekê de zexteke qeba dimeşîne, di aliyê din de heqîqet û wateyê berovajî dike. Komp­loya zilam a li beramberî jin û xwe­za­yê starta vê komployê ye. Di vir de bêguman pirs­girêk ne hakimiyeta di navbera zayendan de ye. Wateya civakîbûnê, ango hebûna he­qî­qî ya civakî tê sîberkirin (golgeleme). Elbet heqîqeteke serdest û komplogeran jî heye. Lê belê ew ne heqîqeta hêzên ku civa­kî­bûn pêşxistine ne. Lewma mirov ji van re bê­je siyên heqîetê wê hîna baştir be. Dema kom­plo wek siyên heqîqetê di zihnê însan de bi­cih bûn, binkeftin jî destpêkir. Nexwe wê ça­wa rave bibe ku jinên pîroz û xwedawend piş­tî demekê xistin nav Mûsaqadîmê, derve­yî komployê ev dikare çawa îzah bibe? Fa­hî­şe­bûn bi komployên nêr hatiye pêk anîn. Fa­hî­şebûna nîjadê însan jî bi wendakirina he­qî­qe­tê re têkîldar e. Di Herikîna ji xwedawendi­yê ber bi fahîşetiyê, ji xwezaya azad ber bi ker­xaneyan ve, di her misqala wê de komplo ve­şartî ne.

Ti kategoriyên civakî di destpêkê de li ser ze­mînê koletiyê pêş nakevin. Kolekirin û xis­tina jêr statuya bindest paşê çêdibe. Ev rewş ji bo jinê û hemû beşên din ên bindest re­wacdar (geçerli) e. Ango dikare were gotin ku kategoriyên civakî ku herî zêde azadî û wek­hevî jiyane, herî zêde bi komployan re rû­birû mane û denklemeke wiha ya dîrokî he­ye. Ger em li dîroka Kurdan binêrin, mi­xa­bin di vê mijarê de xwedî dewlemendiyeke mezin e. Çima? Ji ber biyo-coxrafiya Kur­distanê bi dewlemendiyên jêr erd û ser erd re tejî ye ku hêzên serdest herdem di­xwa­zin wê dagir bikin. Ji ber xwestine dest dey­­nin ser dewlemendiyên Kurdistanê, yekdes­t­iyê li ser ava bikin, bûye sedema bêşansi­­yên mezin jî. Ji ber vê sedemê di rastiya Kur­distanê de pir zêde şer û komplo veşartî ne.

Di dîroka Kurdistanê de bi qasî komployan xi­yanet jî hene. Her çalekiya komplowarî tetik­gerê (tetikçi) xwe bi komployan ava dike. Di destana Gilgamêş de Enkîdû yekemîn xa­yîn e, ku heya niha tê zanîn. Paşê jî wek sem­bola vê xiyanet û komploya di zik hev de Mîtazawa û Kîros (Kûrûş) tên. Mîtazawa di hilweşîna Mîtaniyan de zavayê ku xwedî rol e. Kîros jî xwarziyê hevkar ê komploya ku bû sedem Med hêza xwe wenda bikin û bi­kevin jêr siya Persan e. Her du sembolên xi­yaneta dîrokî jî xizmîniya wan bi kesên ku xi­­yanet lê kirine hene. Komploger têkîliyên mal­batî ji bo ku bikaribin eniya xwe xurt bikin bikar tînin. Jixwe têkîliyên malbatî û xa­ne­dantiyê di cewhera xwe de ji ber li ser hiye­rarşî û tehekumê hatine sazkirin, rewşa mî­nîmîzebûyî ya dewlet û desthilatiyê temsîl di­kin. Heke hûn malbatekê berfireh bikin, wê jêdewlet derkeve. Hûn dewletê piçûk bi­kin, tişta ku bigihîjinê malbatgerî û xaneda­ntî ye. Lewma hercure têkîliya malbat û xa­ne­dantiyê ji bo rastî komployan bê vekiriye.

Di salên 2003’yan de ji bo kedîkirina PKK’ê ama­dekariyên komployekê hate kirin. Yê ku di serî de hate bikaranîn Osman Ocalan bû. Ji ber ku zihniyeta Osman Ocalan zihniyeta xa­nedantiyê bû. Lewma jî pir rehet bû ku bi komp­logeran re lihev bike. Yên wek Mitaza­wa, Kîros, Osman wek hucreyên pençeşêrê di nav civakê de ne. Di navbera komplo û xi­ya­netê de têkîliyeke ontolojîk heye. Komplo li ser malbatan ji xwe re xayînan dibîne. Piştî der­beya 12’ê Êlûnê dema dagirker li Kurdista­nêli çek, weşan û hin kesan digeriyan; şêx û mela bikar anîn. Ev kesna bi alîkariya leşke­ran gel di taxan de kom dikirin, destpêkê pro­paganda dikirin, paşê jî yek bi yek her ke­sê/î dest datîna ser Quranê û sond di­xwa­rin ku cihê pirtûk, çek an jî kesên fîrarî nizanin. Hin kesan tiştên ku li jêr îşkenceyan nego­tibûn, bi rêya zexta Quranê gotin. Bi heman sedemê jî dengê xwe dane destûrnameya bingehîn a 12’ê Êlûnê. Malbatên şêx û me­layên ku wê demê bi darê zorê herkes neça­rî sondxwarinê dikirin, niha di Kurdistanê de xwedî hêzeke mezin a aborî ne. Di Kurdis­tanê de malbat, eşîre û şêxan xiyanet li ci­va­ka xwe kirin, ketin nav komployan û bûne şi­rîkên yekdesiya (tekel) desthilatdar û abori­yê. Li Kurdistanê ev rêbaz pirî caran hate ce­ribandin. Hercarê jî xwestine ku malbatên xa­yîn avabikin.

Ango lîstoka hevkariya malbatan bi komplo û qirkirinên siyasî re di sedsala 21’an de jî di­dome.Lê tişta balkêş, yên di Kurdistanê de xiyanet di­kin di asta yekem de desthilatiyê na­kin ar­man­ca xwe. Asteke wisa ya xiyanetê heye ku xwe dispêrin komplogeran û wiha he­bûna xwe diparêzin. Wek mînak Kîros de­ma xi­ya­net kir, desthilatdarî ji Medan derba­sî Persan di­ke. Jixwe ji ber vê padîşahê Medî As­tiyag ji fermandeyê xwe Harpagos ku di kom­ployê de cih girtibû li kevneşopya ku he­ya roja îro ha­tiye îsyan dike. Îro jî em di­bî­nin ku aliyên hev­kar û xayîn ku di komplo­yan de cih digrin bi komplogeran re dikarin hebûna xwe bi­domînin. Îro xeta xiyanet-hev­karî hebûna xwe jî înkar dike û bi komplo­geran re tevdige­re. Dema ku nîqaşên li ser zi­manê Kurdî di­­hate meşandin, bi behaneya ku du-zimanî wê welat (Tirkiyê) parçe bike, he­rî zêde Huseyn Çelîk wezîrê AKP’yî dîjîtî kir. Xeta xiyanetê ku bi destên komplogeran li Kurdistanê hatiye pêşxistin di serî de xiyane­tê li hebûna xwe dike. Lewma jî zehmete ku mirov bizanibe di xeta xiyanet-komployê de kîjan beriya ya din destpê kiriye.

Kurd ji hêla fîzîkî û siyasî ve pêvajoyên zehf dij­war jiyane. Pêvajoya Asûr, pêşketina Islam­iyetê li Kurdistanê yek ji van pêvajoyan e. Lê belê pêvajoya Komara Tirkiyê pêvajo­ye­ke komple ya pêkhatina bêrawest a vê rew­şê ye. Komployên di pêvajoya Komarê de hedefa wan ew bû ku Kurdan bi tevahî tine bikin, dawî li heqîqeta wan bînin. Piştî komp­lo û qirkirinan, di wêneyekê ku mezarek lê hatibû xîzkirin de nivîsîbûn “Kurdista­na xeyalî li vir çalkirî ye” ev gotin jî armanca çalekiyên wan derdixe holê.

Demeke kin piştî avabûna Komarê, di biryara bi hevre jiyana Kurd û Tirkan de guhertin çê­dibe. Sedema vê guhertinê jî ew bû ku Tir­ki­yê li gor berjewendiya desthilatdarên cî­ha­nê sererast bikin. Dixwestin vê bi rêya Sebata­yîstên li Tirkiyê pêk bînin. Armanc ew bû ku Tirkiye ji axên bi bereket ên Başûrê Kurdis­­tanê destên xwe vekişîne, di hundir de ka­os çê bibe û bandora wê ya di polîtîkaya der­ve lewaz bibe. Elbet aliyeke din a vê mijarê; av­aniyên siyasî yên ku gel bi hevre bijîn, di pa­radîgmayên wê pêvajoyê de jê re cih tine bû. Pêvajoya dewlet-netew û netewperestiyê bû. Pêwîst dikir Komara Tirkiyê jî li derveyî vê paradîgmayê avaniyeke siyasî pêş nexîne. Ji­xwe hêza wan ku vê bikin jî tine bû. Mistefa Kemal ruxmî hemû lêhûrbûnên xwe yên si­yasî encex gihîşte encamên ku şoreşa Fransa û Jakoben gihîşibûnê. Nekarî sînorên zihni­yeta pêvajoyê derbas bike. Jixwe dema tê­ra xwe lîstok li ser nêzîkatiyên wî yên pragma­tîk zêde bûn, di mijara jiyana hevpar a Kurd û Tirkan de ber bi jêrve çû û pêvajoya qir­kirinê li ser Kurdan destpê kir.Hemû ne­yî­nîtiyên vê pêvajoyê wek xeleka li dor Mistefa Kemal tê îzahkirin. Wek rêber le­wa­zi­yên wî jî dibe sedem ku wiha were bikara­nîn. Lê belê aktorên derve yên sereke di wê pê­vajoyê de Îngilistan, Sebatayîst, enteleke­tu­elên File (Yahudî) û di hundir de jî Fewzî Çakmak, Îsmet Înonû bûn. Sebatayîst di qo­na­xa beriya Komarê de di nav cemaeta Îtîhat û Terakî de ji netewperestiya Tirk re pê­şeng­tî kiribûn. Îdeolojîkirina Kemalîzmê piştî ew­qas pratîkên neyînî jî, bi destên Fileyan pêk hat. Wek mînak yekemîn pirtûka Kema­lîz­mê ji hêla Moîz Kohen ve tê nivîsandin. Ev kesayet yek ji hevalê herî nêz ê îdeologê Tir­kîtiyê Ziya Gokalp e. Ango Kemalîzmê = Tirk­perwerî, ew jî = înkarkirina Kurdan. Ev alî hemû li ser van xalan lihev kirin. Tê za­nîn piştî çend sal bi ser Komarê re borî, Miste­fa Kemal her çû hate bisînorkirin. Pir lê­ko­lî­ner dinivîsin ku bi taybet bi salên 30’an re ew li Çankayayê heps kirine. Jixwe di van sa­lên tecrîdê de li ser alfabeya tirkî dişuxule. Piş­tî ku derveyî siyasetê dimîne xwe dide per­werdeyê. Heta navnasê (ünvan) Sermamos­te, destpêkê ji hêla Îsmet Înonu ve bi ar­man­ca henekirinê jê re tê gotin.

Pirî caran encamên îsyana Şêx Seyîd û Dersi­mê bi Mistefa Kemal û kesayeta wî re tê îzah­kirin. Komploya ku wê demê gelê Kurd pê re rubirû bû ‘komploya netewperestî’ bû. Her netewperestî jî dikare bigihîje nîjadperes­tî û qirkirinê. Mînaka vê ya herî berçav jî ne­tewperestiya Elman e. Lê belê rastiya qirki­rinê ku gelê Kurd di wê pêvajoyê de pê re me­rûz man, herî baş Rêbertiya me kariye teh­lîl bike.

Îs­yanên sereke yên dema Komarê îsyana Şêx Se­yîd û Dersimê ne. Di her duyan de jî zex û kom­ployên mezin hene. Îsyana Şêx Seyîd ji hê­la dîroka resmî ya Tirkan ve wek  serhilda­neke paşverû ku dixwest xîlafet û şerîetê ve­gerîne tê bidestgirtin. Lê belê serhildana Şêx Seyîd, ji bo ku bikaribin planên xwe li be­ramberî Kurdan pêk bînin bi awayeke zane­bûn hate tehrîkirin. Jixwe bi rêya komploye­kê lez didin serhildanê. Organîzeya binge­hîn a vê komployê di encama peyamana di nav­bera Îsmet Înonu, Fewzî Çakmak û hin rew­şenbîrên File pêş dikeve. Ruxmî ku di nav­bera M.Kemal û Îsmet Înonu de nakokî he­­ne. Îsmet Înonu di 22’ê Mijdarê ji serok­we­­zîriyê vediqete. Di pêvajoya bûyera Şêx Se­­yîd de yê ku serokwezîr e Fethî Okyar e. Di mijara çawaniya perçiqandina serhildanê de di nav hukûmetê de lihevkirin çêdibe. We­­zîrê karê hundir Recep Peker ku yek ji ke­­sên nêz Înonu ye dixwaze ku herêm ji hêla ba­lafiran ve bombebaran bibe û paşê jî tevge­­reke berfireh a leşkerî destpê bike. Paşê jî Fet­hî Okyar bi nermbûnê tewanbar dike û îs­tî­faya xwe dide. Dema ku êdî hukûmet nikare kar bike, Înonu tê Enqerê. Di 3’ê Adarê de έnonu hukûmetê rêxistin dike. Wiha jî yê ku bi vê îsyanê îtîbar qazanckir û bû otorîte έno­nu û ekîba wî bû.

Ji­xwe di serhildanê de jî komplo heye. Ji bo meh­kûmên ku li cem Şêx Seyîd in wergirin du leşkerên bêçek dişînin. Dema mehkûm na­yên dayîn pevçûn destpê dike û ev herdu leş­ker tên kuştin. Di wê demê de eşîret û şêx li ser mehkûman bi dewletê re di hin mijaran de peyman pêş dixistin. Ruxmî vê jî bi a­wa­ye­ke bizanebûn ji bo îsyanê tehrîk çêdibe. Di 15’ê Sibatê de serhildan destpêkir û ev jî dî­ro­ka destpêkirina qirkirinê ye. Di coxrafya Kur­distanê de di vê demsalê (Sibat) de tevger û operasyonên leşkerî mehkumê binkefti­nê ne. Lewma jî hêzên serhildêr serhildan zû xiste çemberê û berxwedana wan şikandin. Şêx Seyîd di dîroka 6-7’ê Adarê li A­me­dê hate dorpêçkirin. Di bajêr de çîna serdest bi taybet bazirganan idea kirin ku hêzên serhil­dêr diziyê dikin, dest diavêjin jinan, wiha jî navenda bajêr li beramberî serhildanê ketin nav gumanê. Tirkiyê li ser Sûriyê bi des­tû­ra Fransayê leşker derbas kir. Ango wek ku idea tê kirin ji derve ti alîkarî ji hêzên ser­hil­dêr re nehate kirin. Heta ruxmî ku dika­rî­bûn pêşiya sewkiyata leşkerî bigrin jî Îngilîs û Fransayê ev nekirin.Hîna serhildan de­wam dikir ku qanûna Takrîr-î Sukûn (rapora bêdengiyê) derxistin. Qanûn ji du madeyan pêk dihat. 1-Hukûmet dikare tewanbaran rades­tî Mehkemeya Îstîqlalê bike, 2-Dadgehên Îs­tîqlalê yên seyar dikarin dozan li gor zago­nên xwe bimeşînin. Ji van her du madeyan jî di­kare ev rastî bê dîtin ku planek wer hatibû çê­kirin ku bi her awayî be jî Şêx Seyîd bihata darvekirin. Jixwe doza Şêx Seyîd ku di 12’ê Nîsanê de destpê kir, ruxmî girîngiya do­zê jî, bi dadgeheke 77 rojî encam bû û Şêx Se­yîd di 29’ê Hezîranê de hate darvekirin.

Pir eşkere ye ku îdeaya ‘ji ber îsyan pêşket qir­kirin çêbû’ ne rast e. Ji bo qirkirinê bikin îs­yan teşwîq kirin. Piştî vê îsyanê tenê li gor da­neyên fermî li derdora Amed Genc, Pîran û Madenê ku Kurdên Zaza lê dijîn, nêzîk 20 he­zar însan hatin kuştin. 206 gund hatin şe­wi­tandin. Lê belê kiryarên hatin kirin ji van da­neyên nivîskî pir zêdetir in. Şahidên wê de­mê dibêjin ku ji deriyê Çiyê haya deriyê Mê­rdînê her roj li ber sêdarê cenaze dihatin rêz­kirin. Ev tenê aliyê fîzîkî yê qirkirinê ye. Her­wiha aliyê siyasî yê qirkirinê jî hema piş­tî serhildanê hate rêxistinkirin. Di tevahiya Kur­distanê de ji bo çekên eşîreyan werin kom­kirin, biryar hate girtin.  Wiha jî xwestin gel bê parastina rewa bihêlin û bi rehetî teslîm wergirin. Eşîreyên ku ev biryar qebûl ne­ki­rin, bi ser wan de seferên leşkerî dane dest­pê­kirin, darvekirin û qirkirin berdewam kir.

Ev pêvajoyeke nû di Kurdistanê de bû. Beriya wê jî serhildanên Kurdan çêbibûn, li ser gel teror hatibû meşandin, lê belê tiştek wek “Hûn tine ne, em ê ji we re navek din deynin” tinebû. Ev rewşekî derveyî nîjadperesti­yê ye jî. Ti welatekî mêtinger li axa ku dagir­kiriye ji gelê wir re negotiye ‘hûn tine ne.’ Wek mînak Cezayîr bi demdirêjî wek mêtinge­riya Fransayê ma. Lê belê ji wan re nehate go­tin ku “hûn Fransiz in.” Mêtingerî û nî­jad­pe­restî mirovan bi awayeke komî ber bi tine­bû­nê ve dibe. Lê belê dema ku însan dijîn, ti­ne­hesibandina wan berhemeke nîjadperestiya Tirkan e. Êdî gelê Kurd tine bû. Kurdistan ji heqîqetê derketibû. Erd û ruhê Kurdista­nê hatibû dagirkirin. Lewma di Kurdistanê de piştî Komarê dîrokên 15’ê Sibatê û 29’ê He­zîranê bûn kodê xêvekê.

Dîroka komploya li beramberî Rêbertiya me û dayîna sizayê îdamê, bi îsyana Şêx Seyîd re di heman rojan de ye û li gor giraniya qe­na­etan ev ne tedasuf e. Her du jî, îşareyê du­rê­kên çîroka qirkirinekê ne. 

‘Qirkirina Siyasî’ pênaseyeke ku em di salên da­wî de pir bikar tînin. Hin derdor dema ku qir­kirina siyasî bi ya fîzîkî re qiyas dikin, wê hî­na nermtir dibînin. Lê belê berovajiya vê rast e. Qirkirina siyasî qirkirina fîzîkî jî digire nav xwe, hîna bêtir awayeke qirkirina kom­ple û koleker e. Heke di qirkirina fîzîkî de bi tevahî tinebûn çênebe, xêva civakî dika­re rolê enerjiyê bileyîze û nûbûnê bixwe re bî­ne. Lê belê heke qirkirin siyasî be tê wateya ku ruhê civakî jî tê dizîn. Ruhê civakê jî çan­da wê ya menewî ango hafize û pêşeroja wê ye. Heke ev were dizîn êdî civak pûçdibe û dikeve halê koleyekê ku êdî pêdivî bi zin­cî­rê jî nayê dîtin. Tişta xwestin di Kurdistanê de pêk bînin, ev bû.

Rêbertiya me ji bo Kiliçdarogulu gotibû ku “En­cama qirkirina Dersimê ye.” Ev kesayet rux­mî ku ji Kurdên Dersimê ye, dizane ku Kurd e, lê newêre ku bêje ‘ez Kurd im’. Heta per­werdeya bi zimanê dayîkê bifikar dibîne. Di vê wateyê de mirov bi eşkeretî dibîne ku qir­kirina siyasî tîpeke wiha ya mirov avadike. Em dikarin ji vê re bêjin xayîntiya bizane­bûn. Sedema wê jî bêguman texrîbatên ku qir­kirinê li ser zihnê civak û ferdan çêkiriye ye. Rêbertiya me karî komployê tehlîl û pûç bi­ke, ji ber ku karî derveyî avaniya civak û în­sanê ku hatiye perçiqandin bihzire. Ji bo ci­vakek bikare vê rewşê derbas bike pêwîstî he­ye ku di serî de li beramberî xwe têkoşîn bi­de meşandin. Hêz û wêrekiya pêkanîna vê tê­koşînê ji bi tevgera me re destpê kir.

Rê­bertiya me di salên 80’an de gelê Kurd dişi­bande gelê ku ‘nû ji mezar derketî, lê hîna ne­bûye hêz, lewma jî dikare were binxistin.’ Rê­bertiya me di salên 90’an de jî da diyarkirin ku “Vejîn biserket, niha dema Rizgariyê ye.” Ev nirxandin jî tê wateya ku qirkirina di pê­vajoya destpêka Komarê destpêkiribû, hate têkbirin. Binxistina qirkirinê di hevkêşa (denk­lem) herêmê de rê li ber hejandinên cidî vedike, lewma jî planên nû xistin dewrê. Di destpêka salên 90 de dewletê hamleya qir­kirina siyasî û fîzîkî da destpêkirin. Tansu Çî­­ller- Dogan Gureş ekîba rojanekirina po­lî­tî­kayên qirkirinê bûn. Gund hatin valakirin, fa­îlê meçhûl kiryarên vê pêvajoyê bûn. Dema qirkirin hate nûjenkirin jî dîsa ji xayîn û hev­karan re roleke mezin hate dayîn. Rêxisti­na Hizb-î kontra bû çeka herî mezin a komp­logeran. Hizbulah di salên 90 de li beram­berî zanebûn û azadbûna gelê Kurd hamle­ya dagirkeran bû.

Jin bi têkoşîna azadiya Kurdistanê re dafika (ka­pan) mal-malbatê şikandin û bi berfirehî tev­lî hamleya serhildan û gêrîla bûn. Bi azadiya xwe re ji azadiya gel re pêşengtî kirin. Hîzb-î kontra li beramberî jina azad xwest tirs û xofeke mezin pêş bixîne û jinê mehku­mê sêgoşeya mal-malbat-çarşevê bike. Ango de­ma ku bû amûrê qirkirinê herî zêde jî jin û aza­diya wê hedef girt.

Aktoreke din a komployên ku bi aramanca nû­jenkirina qirikirinê di salên 90 de pêşket ne­tewperestiya seretayî bû. Heke dîqet were ki­rin li bakurê Kurdistanê dîroka îdamkirina Şêx Seyîd û qirkirina li ser gel bi derketina mal­bata Barzanî re li hev tê. Hêzên komploger li beramberî qirkirina li bakurê Kurdista­nê di başûr de jî netewperestiya seretayî xurt ki­rin. Ji aliyekê ve qirkirin û îmha, ji aliyê din ve jî netewperestiya seretayî hate pêşxistin. Di van kiryaran de berjewendiya desthilat­dar, şaristaniya dewletger veşartî ye. Arman­ca wan jî ew bû ku aliyên azadîxwaz ên Kur­dan ku bi hêzên şaristaniyê re şer dikirin, ti­ne bikin. Bi vê hincetê netewperestiya sereta­yî di duyemîn qirkirina 15’ê Sibatê ya Ko­ma­rê de jî hate bikaranîn. Wek mînak cerde­wa­nî bi destên netewperestiya seretayî hate pêş­xistin. Yekemîn kesên ku çek girtin e­şî­re­tên li xeta Botan-Colemêrê bûn. Ev jî hemû bi partiyên netewperestiya seretayî ya li ba­şûr û pêvekên wan ên li bakur re pêwendîdar bûn. Di sala 1998’an de pozîsyona hêzên ba­şû­rî di hevpeymana Washîngtonê de (ku hî­na jî madeyên wê eşkere nekirine) girîng e. Piş­tî vê hevpeymanê komploya 15’ê Sibatê ha­te pêkanîn. Pir eşkere diyar dibe ku di her du 15’ê Sibatan de di hamleya qirkirinê de ne­tewperestên seretayî hatine bikaranîn. Ango ji aliyekê ve netewperestiya Tirk, ji milê din ve jî netewperestiya seretayî ya Kurd li be­ramberî ekola Kurdê azad têkoşan dan me­şandin. Ya rast, di qirkirina siyasî ya Kur­dan de jî bi zelalî xuya dike netewperestî bi dest­hilatdariya serdestan ve girêdayî ye û ti tê­kîliya wê bi grubên bindest ên civakî re tine ye.Ev mijarna bi tevahî di salên 2000’an de zelal­tir derketin holê. Ji ber ku ji bo ku ge­lek bi­karibe dîroka xwe watedar bike pê­di­viya wê bi zihneke azad heye. Bizava PKK’ê ji de­ma derketinê her hewl daye ku zih­neke a­zad biafirîne. Tesbîta “Kurdistan Mê­tingeh e” bû xîmê bingehîn ê vê zihniye­tê.  Bi vê tes­bîtê re jî li beramberî mêtinger û nû­nerên wan ên di civaka Kurd de ku axa, hev­kar û ne­tewperestên seretayî bûn, tê-k­o­şî­neke mezin hate meşandin. Heke li berambe­rî pê­ve­kên ku dibin zemînê kompoyê di nav civaka Kurd de têkoşîn nehatibûya meşan­din, PKK’ê ji aliyê civakîbûna Kurdan ne­dikarî vebûneke wiha mezin jî biafirîne.Ruxmî berxwedanên mezin jî, encex di salên 2000’an de zemînê şaristaniyê û desthilatiyê ku sparteka komployan e, bi awayeke radîkal ha­tin tehlîlkirin. Ne tenê mijara komployan, dî­roka Kurdistan û Rojhilata Navîn jî bi lê­ge­ra heqîqetê ya Rêber APO hate nûjenkirin. Rê­ber APO ji bo bigihîje heqîqetê wek çeme­kî ji bo hevdîtin bi pêlan re çêbike meleva­nî kir û niha gelê Kurd di vê herikînê de ber bi azadiya xwe ve diçe. Di vê herikîna çem de yek ji sûlavên herî zehmet jî komplo bû. Bizava PKK’ê her ji destpêkê ve bi hejma­reke zêde komployan re rûbirû ma. Ji de­ma avabûna wê ji bo ku manîpule bibe hin kes şandin nav refên tevgerê, di sala 96’an jî te­qîna li Şamê mînakeke din a van komployan e. Lê belê hemû komployên heya wê de­mê bi hesasiyetên siyasî û îdelojîk ên Rêberti­ya me û bi sehekên (sezgi) wî vala derketin. Herî dawî jî gelê Kurd bi komploya 15’ê Si­batê hate dorpêçirin û xwestin qirkirina siya­sî bi encam bikin. Di bingeh de îro hem ar­mancên komployê, hem jî helwesta Rêberti­ya me pir zelal tê fêmkirin. Di dizaynkirina ji­nûve ya Rojhilata Navîn de kesayetek bi na­vê Abdulah Ocalan ku nayê xwestin hebû. Lew­ma pêwîst dike komplo wek çalekiya ku di kesayeta Rêbertiya me li beramberî inşa­nê/a azad û civaka azad hatiye pêşxistin, were nirxandin.

Bê­guman komplo dewam dike, lê belê bi rû û argûmanên cuda. Di serî de divê were gotin ku dema Komara Tirkiyê bi komployê re Rê­bertiya me dîl wergirt, wer dihesiband ku ser­ketineke mezin qezenc kiriye. Lê belê pêşiya binkeftina wî vebû. Bi têkoşîna hevpar a Rêrbertî, gel û gêrîlayan re bi demdirêjî komp­lo hate paşvexistin. Lê Rêbertiya me ye­kem car di sala 2010’n de da diyarkirin ku “Ez mizgînî didim gelê me ku me komplo bin­xist.” Ji ber ku darbeya qirkirina 15’ê Siba­tê ya ku ji sala 1925’an destpêkir û komplo­ya qirkirina 15’ê Sibata 1999’an hate hil­we­şandin. Ango argumanên îmhe û tinekiri­nê yên ku 80 salan Komarê bikar anîn binke­tin. Îro Komara Tirkiyê di kîmyaya xwe ya 90 salî de guhertinên mezin dijî. Sedema vê ya herî bingehîn jî ji ber nekarî bizava azadi­ya Kurd tine bike, ango nekarî qirkirina Kurd biser bixîne. Pêvajoyên komployan ku ji salên 80’an heya îro li dijî tevgera me têne me­şandin, vala derketin. Pêvajoya sê komplo­yan ku bi darbe, îşkence, qirkirin û kontrgê­rîla hate meşandin, binkeft. Niha jî pêvajo­yeke nû destpê kiriye. Hukûmeta AKP’ê li be­ramberî gelê Kurd mîmarê pêvajoya kom­p­loya çaremîn e. Navenda mêjiyê vê pêvajoya komployê jî Ergenekona Kesk e. Ergeneko­na Kesk çeka îslama siyasî li beramber ge­lê Kurd bikar tine, bi înkarkirina nasnameya Kurd dike ku qirkirinê li ser me ferz bike. Lew­ma jî wê gelê Kurd li dijî Îslama Siyasî û Faşîzma Ergenekona Kesk têbikoşe. Di bin­geh de Îslama Siyasî xwedî paşerojeke kevn e. Lê belê 40 sale ku xwe vedişart.

Îs­lama Siyasî di salên 90 de kete rojevê, lê be­lê piştî derbeya 12’ê Adarê ku li berambe­rî nifşê 68’an yê li Tirkiyê hate lidarxistin, pê­şiya wê hate vekirin. Ji bo ku yekbûna Kur­dîtiyê bi bizava çep re asteng bikin, wek rê­yeke bingehîn hate bikaranîn. Ango ji dest­pê­kê ve ji bo ku li beramberî tevgera Kurdista­nê wek panzehîr bikarbînin, amade dikirin. Bi taybet bi darbeya leşkerî ya 12’ê Êlûnê re ev pêvajo hate lezkirin. Niha bê ku hewcehî bi veşartin û nixumandinê bibînin, di asteke me­zin de dewlet bidest xistine. Li beramberî vê bi erka tinekirina têkoşîna azadiya gelê Kurd re rûbirû ne. Çawa ku Îsmet Înonu di qir­kirina li ser Kurdan serketinên cidî bidest xist û bi demdirêjî desthilatdar ma, heta parti­ya wî zêde di desthilatiyê de nema lê belê zih­niyeta wî li ser desthilatiyê serdest bû, îro jî AKP wê heman tiştî bike. Ango qirkirina ku Erdogan dixwaze pêk bîne bi qirkirina ku έnonu da meşandin xwedî heman naverok û cew­herê ye. Tenê meqyaja (makyaj) wê cuda ye. Bi vê mebestê jî her diçe Îslama Siyasî li be­ramberî berxwedana gelê Kurd dibe xwedî ka­raktereke faşîst. Pê­vajoya komploya çaremîn ya Kesk ku Rê­ber­tiya me îşare pê dike, xwedî dahatuyeke wi­ha ye. Lê hewce dike em ferqa di navbera Mis­limantî û Îslama Siyasî de baş bibînin, wi­ha têkoşîna xwe xurt bikin. Sekna xwe ya îde­olojîk bi zelalî deynin holê. Çawa ku me di Kurdistanê de di nav şertûmercên herî giran li beramberî netewperestiya seretayî ya Kurd û netewperestiya Tirk têkoşîneke mezin da meşandin, me nasnameya xwe bi ber­xwe­danê danî holê û ji gel re pêşengtî kir, îro jî divê em Îslama Siyasî teşhîr bikin û li di­jî wê têkoşîneke vekirî bimeşînin. Wê, ev tê­koşîna nasnameya me jî zelal diyar bike. Wi­ha em ê bikaribin li Rojhilata Navîn li beram­berî projeya Kembera Kesk ku demekî di­rêj e dixwazin pêk bînin, modela çareseriya gelên Rojhilata Navîn pêş bixin.

Wek ku di jorê de jî hate destnîşankirin pê­va­joya komploya çaremîn, encex wek mi­lî­ta­nan heke em nasnameya xwe ya îdeolojîk tem­sîl bikin, wê têkbiçe. Her komplo du rê­ba­zan diceribîne. Ya yekem; şêlûtiya mêjî di­afirîne, ya duyem; zora qeba bikar tîne. Wê ev pêvajoya komployê jî van her du rê­yan biceribîne. Li dijî her duyan jî bi têgihîş­ti­na paradîgma ku Rêbertiya me destnîşan ki­riye, bi kesayetên ku bikaribin stratejiyê tem­sîl bikin, em dikarin têbikoşin. Tişta em di­xwazin di civakê de pêk bînin, modernîteya demokratîk, avakirina netewa demokratîk e, bi vê re jî em ê bikaribin pêşeroja azad a ge­lê Kurd bixuliqînin.Dema em vê dikin jî hew­ce dike em xwe li beramberî modernîteya sermayedar û avaniyên hizrî yên paşverû yên Rojhilata Navîn rizgar bikin. Ne eli­mî­nin feodal, ne jî jiyana burjûvaziya piçûk nika­rin avabûna civakî pêş bixin. Divê karê ku em dikin li ser bingeha demokrasî, azadiya za­yendî û ekolojiyê be. Dema em gotineke si­yasî tînin zimên, ev gotin çendî demokratîk e, çendî zayendperestiya civakî derbas kiriye, çendî ekolojîk e? divê em jixwe van bipir­sin. Ji bo çalekiyên ku em pêk tînin jî ev mi­jar esas e. Her hewldana me heke di înşaki­rina modernîteya demokratîk de bibe xî­me­ke sereke, wê demê dê watedar be, ji bo ev bibe jî di serî de divê em li her derê jiyanê bi şêwazê komin û rêxistina wê esas bigrin. Ger ku pêvajoya komploya çaremîn hewl dide gelekî biafirîne ku ji rastiya xwe derketibe û di polîtîkayên qirkirinê de biser bikeve, em jî tam berovajiyê vê bi hemû hêza xwe ci­­­vaka exlaqî û polîtîk jiyanî bikin û wiha pê­v­ajoya vê komployê têk bibin. Biqasî em bi­­karibin civakîbûna xwe avabikin, AKP û Er­­genekona Kesk wê maskeyên wan bikevin. Dema em vê dikin jî bi îhtîmaleke mezin em ê bi komplo û hîleyên curbercur re rû­­birû bimînin. Dibe ku hewldanên îhmayê yên cuda jî pêş bikevin. Lê belê li gor para­dîg­­ma me, li beramberî her cure êrîşê mafê me yê parastina rewa ya pîroz heye, em ê ji çi­ya heya tax û kolanan mafê jiyanê, mafê a­za­dî û jiyana birûmet bikar bînin.

Rêber APO li dijî komployê bi lêgera he­qî­qe­tê bersiv da. Ger komploger nekarîn bigihî­jin armancên xwe, sedema vê jî israra Rê­ber­tiya me di lêgera heqîqetê de ye. Pêwîst e em evîna heqîqetê wek ku ayîdê pêşerojê be ne­bînin. Heqîqetê di vî dem û mekanî de bi­jîn, bidin dîtin, roj bi roj jî hîna bêtir wê jiya­nî bikin. Ji bo vê jî hin erkên me yên binge­hîn hene. Erkên exlaqî, polîtîk, entelektuel û pa­rastina rewa, bi biserxistina van jî wek ku Rê­bertiya me dide diyarkirin “Em ê vê carê bi­karibin li gor berjewendiya xwe çarenûsê têk bibin.”