Kurte Çavdêriyek li Ser Rewşa Jinê li Başûrê Welat

0Shares

Bêrîtan Mêrdîn

 Ji sedî bîst nifûsa Iraqê ji Kurdan pêktê. Rejîma dîktator a partiya BAAS a qaşo sosyalîst nasyonal ji zemîneke siyasal û civakî ya demokratîk re rê nedabû. Cudahiyên mezhebî, olî û çandî bi polîtîkayên Erebkirinê helandibû û xwestibû biçewisîne.

Di serî de gelê Kurd hemu gelên ku li hember kiryarên bi vî awayî sekinîn bi her cure rêbazên qirkirina çandî, siyasî, nijadî, koçberî û komkujî rûbirû man.

Zihniyeta Rojhilata Navîna babiksalar rûyê xweyê herî wahşî di xweseriya Iraqê di komkujiyên ku jin û zarok pê re rûbirû man, nîşan daye. Bi vê re hemû berxwedanên li hember desthilatdarî û şikandina vîna mirovahiyê hatine hedef girtin, bi taybet jin û zarok hatin înfaz kirin, îşkence û kiryarên derveyî mirovahiyê li ser wan pêkanîn. 

Hevgirtina avaniya eşîrtger-feodal a Başûrê Kurdistanê bi kevneşopiyên paşverû yên olî, polîtîkayên kolekirinê yên serdestan li kêleka gelê Kurd û Kurdistanê herî zêde jî li ser jina Kurd bandorên neyînî avakiriye. Di aliyê ruhî, fîkrî û fîzîkî parçebûye û her parçe ewqas bê nirx û bê wate hatiye hiştin ku ancax avabûn û jiyaneke nû dikare vî derdî derman bike.

Giringiya aborî û stratejîk a Rojhilata Navîn di nav siyaseta cihanê de, ev herêm herdayîm werguherandiye qada şer. Gelê Başûrê Kurdistanê ku ev rastiya herêmî herî kûr jiyaye, bê îddîa, bê azadî, bê hêvî û bêpêşeroj hatiye hiştin û neçarmaye bi îmkanên herî kêm bijî. Lêgera wan a pêşerojê, nirxên wan ên exlaqî û polîtîk hatiye tengkirin. Bi rêbazên herî paşverû hatine terbiyekirin. Bitaybet kiryarên ku li ser jinê pêkhatine kiryarên Serdema Navîn a Ewrûpa jî derbas kirine. Xetnekirina (sunet)jinê ku ji hêla cîhana Îslamî ya Erab têferzkirin, bûye misogerbûna zayenperestî û sparteka exlaqî. Bivêrê yê zilam jinê milk û malê xwe dibîne. Jin ji bedena xwe biyanî bûye. Bigiştî bi polîtîkayên fuhûşê ku li wir tê pêşxistin, jin kirine maleke bazirganiyê û ev rewş ewqas gelemperîbûye ku nema wîjdanê civakê jênerehet dibe. Di milê din de zilamê ku bêvîn û bê refleks hatiye hiştin di malê de êrîşê jinê dike û bê bertek bûna civakê li hember çanda destavêtinê di jinê de kolebûnê kûrtir dike. Çiqas qirkirina jinan li hebûna civakê derbeyên mezin xistibe, ewqas xwekujiya jinan jî wendahiyên mezin di hebûna civakê de avadike. Di cewher de xwekujî li hember hilweşîna exlaqî tê wateya bertekekê jî. Bi taybet bi xweşewitandinê re redkirina jiyanaheyî û terkirina paşverutiyê, gefeke li hember pergala desthilatdar a mêr. Lê belê herçend ku xweşewitandin nîşaneya rizîna civakî û bê tehemuliya jinê, lê bi ti awayî nayê pejirandin, ji ber ku ti encama erênî bixwe re nayîne, civakê hîna bêtir berbi kaos û hilweşînê ve dehf dide. Hêviyê dikuje û jinê hîna jî bêtaqet dike. Ji bo azadmayînê zirardayîna xwe û bi şuna ku têkoşînê li hember pergala heyî bide, mafê herî pîroz yê jiyanê bi deste xwe bidawî dike.

Di vê rewşê de ji bo têkbirina mêtingeriya zayendî, çînî, netewî, olî, aborî û koletiya ku di şexsê wê de li ser gel tê sepandin, têkoşînekî kolektîf, polîtîk û bîrdozî biserhildan û sekneke biryardar pêwîst dike. Her çiqas dawiya wan trajîk jî be, jinên pêşeng ên Başûrê Kurdistanê di dîroka jinê de têkoşînên mezin pêşxistine, divê erdnîgariyê de bûne sembola wêrekî, hêvî, nasnameya zayendî û netewî, îdeala pêşerojê û têkoşîna rizgariya netewî.

Leyla Qasim a ku di hemû cihanê de bi sekna xwe ya li hember mêtingeriya desthilatdar û îşkenceyên hovane yên rejîmê tênasîn, bûye qehremaneke efsanewî ya Tevgera Azadiya gelê Kurd.

Jinên Kurdên rêveber bi rêbazên xweyên nû, bisekna xwe ya polîtîk, ji rêbertiya leşkerî û siyasî re naverokekî nû zêdekirine û di herêmê de îsbat kirine ku koletiya tê ferzkirin neçarenûs e. Şahbanûya bêtac a Şehrezorê Adîle Xanim ku di pêvajoya şer ê cîhanê yê yekemîn de rêbertiya eşîra Caf dikir, piştî şer bi hostehî di rêvebirin û çareserkirina aloziyên polîtîk de navê xwedi dîrokê de da nivîsandin. Seroka Yekîtiya jinên Kurdistanê Hafsa Xan Naqiba ji Silêmaniyê jineke siyasî û zanebû. Ji ber hestiyariya xwe ya bilind di mijarên netewî û zayendî de rêzdîtiye, hatiye nasîn û şopandin.

Jinên Başûrê Kurdistanê di parastina ziman, çand û dîroka Kurdî û pêşxistina wêje û hunera Kurdî de pir bi bandorbûne. Di xêva civakî de wek parêzgerên çanda xwedawendî, bûne sembola nirxên mirovahiyê. Divê ev mîrate bizanebûn û têkoşîna azadiyê re hîna zêdetir were bilindkirin. Biqasî ku jinên Başûrê Kurdistanê mîrateya xwe birêxistin bûnê re pêşbixe, yekîtiya netewa demokratîk ya jinên Kurd dê xurt bibe. Ji her demê bêtir pêdiviya rêxistinbûneke demokratîk heye. Hemû enerjiya jinan divê divê qada de were herikandin. Encax wê demê ev cîhanê ku em lê dijîn, dê bibe cîhana hemû mirovahiyê ku herkes bikaribe azad tê de bijî.