Evîn Nejdet
Tevahiya hewildanên ku pergal ji bo veşartina rastiyê pêşdixîne, ne tenê bê encam maye, pê re girêdayî rê li ber pirsgirêkên giran jî vekirîne. Di encam de ev cil kevn û pînepînebûyî her roj bêtir kêlên wê di çirin û rastiya wê derdikeve holê. ji xwe ji qeyran û buhranên ku bi tevahî di cîhanê de rojane rû didin, bêtir eşkere dibe ku cîhana mirovahiyê nema pergala heyî radike û ber bi guherînê ve diçe.
Civaka mirovahiyê ku xwedî dîrokeke dem-dirêj e û nebûna xwe bi cihêrengî û guherînê heya îro anîye, xwediyê hin taybetiyên sereke û esasî ye ku bi van taybetiyan kariye hebûna xwe heya îro biparêze. Di vê wateyê de mirovahî yekpare û bitûnîbûneke bingehîn di nav xwe de hildigre.
Bi destpêkirina pergala hiyerarşîk – navend dewletê re li beramberî çemê mirovahiyê ku bi formeke xwezayî dijiya, dirûveke dijber xwe da pêş û ji pir aliyan ve pirsgirêk çêbûn. Herî zêde di civakên ku li ser wan pergala desthilatdar xwe ferz kir, tengavbûn û alozî rû da. Di kêleka herikîna çemê mirovahiyê, dîroka pergala desthilatdar jî êdî bê rawest dest bi meşeke dijwar kir. Wiha jî di dîrokê de du xet, li kêleka hev, carna hev lewaz kirin, lê bi berdewamî heya îro hatin. Elbet xeta şaristaniya desthilatdar piraniya saziyên civakî xistiye jêr yekdestiya xwe.Enerjî, erk û berhemên civakî dimêje. Ev yekdestî di serdema pergala kapîtal gihiştiye lûtkeyê û civak nema dikare vî karê giran ku li ser pişta wê ye û mîna marên li ser milên Dehak mêjiyê civakê dixwe, rake.
Ti qad û kuncikek jiyanê nemaye ku kapîtalîzmê destê xwe neavêtiye. Civak ku xwedî taybetmendiya polîtîk – exlaqî ye, herî zêde di pêvajoya kapîtalîzmê de ji vê taybetiya xwe hatiye mehrûmkrini. Herçend nikare were gotin ku exlaq û polîtîka bi tevahî ji holê rabûye, lê pir lewaz hatiye xistin.
Pêşengên Lîberalîzmê ji bo rewakirina nêrîna xwe, bi taybet zanîst bikar aniye û bi îdeolojiya pozitîvîst ne tenê xwezayê, hemû civak û mirovahiyê, dîrok û pêşerojê bi metodên hişk ên pozitîf (nesnel) dinirxîne û li jêr vê nêzîkatiyê de berjewendî parêziyeke pir fêrbaz jî heye. Civak di serî de wek nesne tê dîtin, bi rêbazaên mekanîk tê pîvandin, jê re proje û planên sabit tê dayîn. Wiha jî civak ji xwe derdikeve, dişibe tiştekî bêşekil û tirsnak. Jixwe takekes çiqas bê civak bibe, ewçendî bi kêr pergala lîberal tê û dibe kadroyeke jêhatî yê pergalê. Ji xwe zanistperestî, netewperestî, zayendperestî, ferdperestî û hwd. Hemû ew îdeolojî ku bi taybet hatine çêkirin. Civak di nav xwe de perçe dibe, ji xwe re put û perestgehan çêdike. Bi şûna pîvanên exlaqî, bêpîvaniya Lîberalîzmê û bi şûna baweriya manewî tûjkirina olan û radîkalkirina dogmayan nefesê li civakê distîne, wê difetisîne.
Bê guma dema li rewşa Rojhilata Navîn were mêzandin rûyê sistema kapîtal zelaltir eşkere dibe. ji ber ev pergal li Rojava xwe bi hezar û yek xeml û maskeyan vedişêre, xweşik nîşan dide, lê rûyê wê yê hovane li axa Rojhilata Navîn pir tazî diyare. Netew – dewlet ku rêjîma siysî ya pergala kapîtalîst e, li Rojhilata Navîn bûye mezbahaya serjêkirina nirxên maddî û menewî yên civakê. Ruxmî ku li van axan tevnên civakî pir qahîm hatiye rîsandin (örmek), lê li jêr pencik û êrîşên hişk ên pergala netew – dewlet, civak pir giran birîndar bûye, dinale. Netewperestî û olperestî wek caniwerekê yek parebûna civakê jihev diçirîne.
Desthilatdarî ji malika (şaneya/hucreya) herî biçûk heya dezgeha jorê ya bi navê dewletê, xwe belav kiriye. Rehên xwe berdide hundirê mêjî û dilê takekesan, wan dike dîlên xwe. Îstismara li ser jinan ew qas zêde ye ku radeya bûyerên wek xwekuştin, xweşewitandin, cinayetên namûsê pir zêde ye.
Îro li Rojhilata Navîn gola xwînê li her derê heye. Sîstema kapîtal şerên olî, mezhebî û etnîkî pir bi zanebûn gur kiriye. Bi vî awayî welatên Rojhilata Navîn di warê siyasî dixîne qeyranê, îstîqrara aborî tine dike, refleksên civakî di çemka netewperestî de pûç dike. Bi vê re sektora çek ku çavkaniya wê Rojavaye, qezenceke mezin bi dest dixîne. Civak ji hal ketiye.
Êrîşa ku li ser gelên Rojhilata Navîn ji hêla feraset û çemkên desthilatdar – Hiyerarşîk û zilamsalar tê meşandin, encex bi têkoşîneke pir xurt a îdolojîk, felsefî û ramyarî dikare were destpêkirin. Ji ber dijminê heyî di serî de ji hêla fikir û bawerî xwe hakim dike, wiha saziyên xwe birêve dibe.
Di vê wateyê de ger ku were xwestin ji krîza heyî rizgar bibin, hewcehî heye civak bi têgihiştineke xurt a ekolojîk – demokratîk û azadiya jinê xwe birêxistin bike, hem çarenûs hem jî rêvebiriya xwe ji destên hêzên desthilatdar rizgar bike, xwe bi aliyên exlaqî û polîtîk dubare saz bike û di çarçoveyeke demokratîk de birêxistin bike.
Jixwe mînaka vê ya şênber (somut) li Rojavayê kurdistanê tê dîtin. Îro gelê Rojava bi perspektîfa xweseriya demokratîk, di her warê jiyanê û her qadê de bi hêza xwe ya cewherî îrade û ramana xwe biryar û tevlîbûna xwe di esas de çemka kapîtalîzmê tine dike, dibe sîstemeke alternatîf ku navgîna şaristaniya demokratîk pêkbîne.