Necîbe Omer
Li Kurdistanê pêvajoyeke girîng rû dide. Bi taybet ji meha Tîrmehê ve ku piranî bajêrên li Rojavayê Kurdistanê kete bin kontrola tevgera azadiya Kurd, ji bo serketina şoreşa Kurdistanê gaveke mezin hate avêtin.
Hem Sûriye, hem Rojavayê Kurdistanê di Rojhilata Navîn de roleke girîng dilîze. Elbet şêwazê rizgarkirina bajêrên Rojava ji destê rejîmê, şêwazeke pir modern û demokratîk bû. Hem di navbera Kurd û Ereban de pevçûn derneket, hem jî gel vîna xwe parast. Piştî guhertinên li Sûriyê, gelê Kurd rêxistinên xwe xurt kir. Berê jî li Rojavayê welat rêxistinbûna gel hebû. Têkoşîneke 30 salan li wir hatibû dayîn. Guhertinên li wir ji bo hemû Kurdistanê girîng in. Di Rojava de hêza herî mezin Meclîsa Gel e, di nav de gelek partî û rêxistin cih digre. Gelek partî bi hevre Desteya Bilind avakirine, ev jî ji bo yekîtiya netewî gaveke dîrokî ye. Berê jî ji bo parçekirina gelê Kurd hewldanên dewleta Tirk hebû. Lê belê bi bihêzbûna gelê Kurd, tevger û planên dewleta Tirk vala derket. Beriya niha hin rêxistinên di nav Desteya Bilind de cih digrin, hatin lîstoka dewleta Tirk û bê agahiya Desteya Bilind hin hevdîtin dane çêkirin. Lê belê bi hewldana Meclîsa Gel pêşiya komploya li ser gelê Rojava hate girtin. Di dema dawî de serokê yek ji van partiyan bi navê Beşar Hekîm xwe ji Desteya Bilind paşve kişand. Ev nêzikbûn tenê dewletên serdest kêyfxweş dike. Bêguman beriya hemûyan jî dewleta Tirk kêfxweş dike. Pisgirêk çi dibe bila bibe, dibe ku cudabûnên bîrdozî jî hebin, lê belê ji bo berjewendiyên netewî divê Kurd yekîtiya xwe biparêzin û li hemberî êrîşên li ser nirxên Kurdînî, bibin yek. Ew partiyên di nav Desteya Bilind de cih digrin hemû jî li pêş çavên gel soza yekîtiyê dane. Kesên wek Mistafa Cûma di nav siyaseta Kurdan de roleke pir negaîf dileyîzin. Bi taybet jî rêxistina çekdarî ya bi navê Yekîneya Selahedîn hatiye avakirin, gelek texrîbat li ser gelê Kurd da çêkirin. Ev rêxistin destpêkê bênasname tevgeriya. Piştî demekê bi navê Selahedîn kiryarên xwe eşkere kir. Lê belê her kes jî dizane bi destên hêzên derve ve hatiye sazkirin. Ti tekîliya wê bi doza Kurdî ve tine ye.
Di dema dawî de bûyerên ku li Heleb, Efrîn û Kobanî ku li ser hevserokê PYD’ê birêz Salih Muslim êrîş hate kirin û herî dawî jî li Serêkaniyê rû da, rastiya van rêxistinan diyar kir. Girêdana wan bi awayeke rasterast bi dewleta Tirk re heye. Em dikarin bêjin ku bi destên dewletên derve ve hatine avakirin. Kîjan hêz ger pişta xwe bide hêzeke derve û dagirker, ticaran nabin nûnerên gel û mehkûmê binkeftinê ne. Ev rastî di dîrokê de pir caran eşkere bûye. Nêzikbûnên bi vî rengî, ne tenê gelê Kurd ku di Rojava de dijî, li ser hemû gelê Kurd bandoreke neyînî çê dike. Pêwîst dike ku hêzên bi vî rengî di demeke kin de bi vîna gel, werin dadgeh kirin. Hemû hêzên Kurd di her çar parçeyên Kurdistanê ên rêxistinî pêwîst e li hemberî rêxistinên provakatîf helwesta xwe nîşan bidin.
Em hemû jî dizanin, ev rêxistin bi piştgiriya dewleta Tirk xwe fînanse dike. Bi tankan dikevin Serêkaniye. Ev tank, top û çekên wan hemû jî ji Bakurê Kurdistanê derbasî Rojava dibin û dewleta Tirk dide wan. Cebilxaneya wan ji Dîlok, Riha, Mêrdînê tê şandin. Divê ku gelê Bakurê Kurdistanê li hemberî wan helwest bide nîşandan. Pêşiya qirkirina gelê Rojava bigre, xwe bikin mertal û nehêlin cebilxaneyên ku li ser gelê Rojava tê barandin, ji wir derbas bibe. Çawa di operasyona Zapê ya sala 2008’an de gelê Behdînanê nehişt ku tankên dewleta Tirk têkeve Başûrê Kurdistanê û xwe kir mertal, divê di îro jî gelê Bakur wisa tevbigere. Em bawerin ku gelê me yê Bakurê Kurdistanê yê berxwedêr û hertim li ser piya, wê xwedî li erka xwe derbikeve.
Dewleta Tirk dema pir tengav dibe, wê demê bi tundî êrîşê Kurdistanê dike. Dewlet li Bakurê Kurdistanê, li hemberî gêrîla û gel pir tengav bûye. Ji ber vê jî êrîşê gelê Rojava dike. Ev sînorên ku di navbera Kurdistanê de hatine kişandin, sînorên desthilatdaran in. Divê gelê Rojava û Bakur van sînoran rakin û yekîtiya xwe li pêşberî hemû cîhanê îlan bikin. Bi vî rengî dikarin operasyonên dewleta Tirk vala derbixin.
Bêguman destketiyên li Rojavayê welat li Başûrê Kurdistanê jî bandor dike. Dema Desteya Bilind hate avakirin, gelê Başûrê Kurdistanê moraleke pir mezin girt. Ji bo alîkariya gelê Rojava li Başûrê Kurdistanê alîkariyeke pir mezin hate komkirin. Ji bo siyaseta Dewletan ya birçî hiştin û teslîm girtinê vala derkeve, gelê Bakûr pir ked jî da. Ruxmî ku hêza desthilatdar ya li Başûr, gelek astengî jî derxist, lê gelê Başûr bi vîneke pir xurt alîkariyeke pir mezin ya madî û menewî da gelê Rojava. Pêwîst dike em wek gelê Kurd vê helwesta xwe li hemberî parçabûnê jî nîşan bidin, bi taybet jî partiyên ku piştgirî jî dewleta Tirk digrin, şermezar bikin. PDK divê helwesta xwe li hemberî tevgerên wek Yekîneya Selahedîn eşkere bide der. Nexwe, wê demê gelê Başûr jî wê bêje ku PDK wek partiya desthilatdar ya Başûrê Kurdistanê, alîkarî dide partiyên provakaîf, cudaxwaz û hêzên Tirkiyê. Heya niha di vê mijarê de ti daxuyaniya PDK’ê çênebûye. YNK jî divê li hemberî êrîşên li ser Rojava têne çêkirin, helwesta xwe zelal bike.
Gelê Başûr di nav tevgerê de ye. Hin kes ketin greva birçîbûnê. Em bawerin di vê pêvajoyê de çalekiyên dijwartir wê werin Pêşxistin û helwestên zelal û radikaltir wê werin nîşandan. Encax, em bi vî rengî dikarin pêşiya komloyên parçekirina gelê Kurd bigrin, deskeftiyên ku gelê Kurd qezec kiriye, biparêzin.