Rotinda Engin
Sala 1997’an li bajara Hewlerê ya girêdayî başurê Kurdîstanê komkujiyek mezin pêkhat. Bêguman ew komkujî bi Hewlerê re sinordar nîne. Boyuta wî ya navneteweyî heye. Roja ku PKK dest bi tekoşînê kir heya niha hêzên navneteweyî bi hêzên heremî re nav hevkariyê de ye. ji ber ku PKKbi siyaseta xwe, îdeolojiya xwe û bi terzê jiyana xwe ve rêxistinekî alternatîf e. Wekî tê zanîn dewleta Tirk gelek caran li ser başurê Kurdîstanê operasyon pêkanî. Bi taybet salên 1990’î ku têkoşîna PKK herî xurttir bû, ew operasyon zêdetir bûn. Bêguman operasyona 14’ê Gulanê jî ji van operasyonan yek e. Hilbajartina roja 14 Gulanê jî pir balkêş e, ji ber 14’ê Gulanê roja ku îsraîl Fîlîstîn dagir kiriye. Dewleta Tirkan ticaran rojên xwe yên operasyon pêkanînê wisa rastgele hilnabijêre. Mesela roja ku biryara darvekirinê ji bo Rêbertî dan roja darvekirina Şex Saîd e, roja 9 cotmehê ku komplo destpêkir, roja şahadeta Çeko Wara ye.
Roja 14’ê Gulanê sala 1997 operasyona li ser başurê Kurdîstanê destpêkir. Bi vê operasyonê re tevgera PKK xilas kirin, ji bo xwe cih vekirin û bûna alternatîf hat hedef kirin. Rêbertî di paraznameya xwe de jî dibêje du rêbazê pergala desthilatdar ya 5 hezar salî ya tine kirinê heye. Yek dîrek diçe ser îmha dike û xilas dike, ya din jî dikşîne hundirê xwe dihelîne û xilas dike. Tevgera PKK ne tevgereke wisa ye ku were helandin ji ber ku bingeha wî ya bîrdozî pir xurt e. Ji ber vê jî kirina parçekî pergalê negengaz e. Gelek caran polîtîkayên bi vî rengî hatin ceribandin dema dîtîn ku wisa nikarin PKK tine bikin, bi rêbazên komkujiyan li ser tevgerê de hatin. 14’ê Gulanê jî ji van yek bû. Ev operasyon ne operasyonek lokal bû. Li hemu derê başur de opertasyon hate kirin. Ev operasyon roja 16’ê Gulanê gihişt Hewlerê.
Li Hewlêrê nexweşxanê me yê fermî hebû. Hevalê me nê ku xebata gel didan meşandin hebû. Rojnameyê me, saziyê meyê fermî hebûn. Gelek hevalên ku nexweş, brîndar, gazî li nexweşxanê tedavî didîtin. Wê demê wek partî KDP hebû lê wek hukumeta heremî hin nehatibû avakirin. Em jî wek partiyek li başurê Kurdîstanê de rexistinbûyîbûn. Roja 14’ê Gulanê li çiyan pevçun destpêkir. Ez bi xwe jî li Botanê birîndar bibûm. Piştî salekî ji bo tedavîyê derbasî başurê Kurdîstanê bûm. Hîn tedaviya min xilas nebûbû operasyon destpêkir. Wê demê hin cîvîn hatin kirin, hin amadekarî hatin kirin, nîqaş hatin kirin. Lê nêzîkbûnekî wisa ya Rêbertî hebû, gelê me yê Başur her dem tenê maye, dema Seddam êrîş kiriye, dema Tirk êrîş kiriye her tenê maye, hatiye terk kirin, kes xwedî lê derneketiye. Ne KDP, ne YNK vê gelê neparastiye ji bo vê jî gelê başur bêbawer ketiye. Xwe çawa biparêzên, bawerî bidin kî/kê, pişta xwe bispêrin ku derê tam nêdizanîn. Rêbertî wê demê jî gotibû tenê ji bo gelê Başurê Kurdîstanê be jî divê ew mevzî neyên berdan. Divyabû me ev rastiya ji bo gelê Başur bida nîşandan ku em ticaran pişta xwe nadin gelê xwe û naçin. Emê bi gelê xwe re têkoşîn bikin û bi gelê xwe re bedel bidin, em li gel miletê xwe ne. Ev ji bo bawerî qezenç kirinê, baweriya azadiyê xurt kirinê ya gelê Başur girîng e.
Wê demê nêzê 100 heval li nexweşxanê bûn. Heman demê de rojnameya me ya Welat hebû. Navenda çand û hûner hebû, xebatê me yê siyasî hebû. Hege komkujî pêknehatiba meyê wek YAJK saziyekî xwe jî avabikira. Wek PKK pir aliyan de xebatê me hebû. Piştî operasyon destpêkir li Başur gergînbûnek avabû. Bi rastî berê operasyonê jî gergînbûn hebûn. Hêzên heremî, ji bo xebata me tengav bike, gelek pirsgirêk derdixistin. Nedihiştin em rêxistinbûna xwe xurt bikin, li ser vê esasê zext li ser me didan avakirin. Hêzên heremî jîdifikirîn ku çiqas PKK were tengav kirin ewqas ji wan re cih vebibe, bikaribe zêdetir xurt bibe. Ji bo vê li gel Tirkan li hemberî me ketin şer. Berê komkujiyê zextên xwe zêdetir kirin.
Berê operosyonê her roj zext li ser me zêde dibû. Ez bixwe li nexweşxanê de bûm niva hatibûn wê astê ku nedihiştin ku em tedavî bibînin. Nedihiştin heval têkevin nexweşxanê, ters nêz dibûn, tedavî nedikirin, nêzîkbûnên cur be cur nîşan didan. Didan nîşandan ku em nahêlên hun li vir bikaribin bijîn. Bêguman me van nêzîkatiyan niqaş dikir, dinirxand û tedbîr digirt. Berê komkujiyê me hin tedbîr girtibû. Hevalên ku tedaviya wan xilas nebûye lê bikaribe li çiyan bike me şand çiya. Saziyên me xebatên xwe li gorî derfetan cihên ewle de rêxistin kir. Bi vê rengî me amadekarî kir. Lê biryarekî me jî hebû ku em ticaran van mevziyan terk nakin, nahêlên. Dawî de bedel dayîn jî hebe em mevziyên xwe bernadin û gelê Başur jî ne tenê ye. Em ne wek partiyên dinê ku xwe dispêrin Îran û Tirkî ne. Em rêxistinêkî ku xwe dispêre hêza xwe ya cewherî û gelê xwe ne, ji bo vê jî em ticar gelê xwe tenê nahêlin. Li ser vê esasê ji Diyana, Hewlêr heya Şaklawa me xebatekî berfireh meşand. Berî 16’êGulanê me civînek çêkir, wek felsefek birdoziya me, destpêkê ewlehiya kesên birîndar hate girtin. Ji bere ewkesan nikarin xwe biparêzin. Lê belê ji ber ku KDP hemu rêyan girtibû çûndûn nikaribû bihata çêkirin. Ji bo vê hevalên bîrîndar li ser malan de hat belaw kirin. Em şeş hevalên giran bîrîndar tenê li nexweşxanê man. Ez bi xwe ji pişta xwe bîrîndarbûm nikarîbûm tevbigerim. Hevalek ji apandisa xwe emeliyat bibû. Hevalek çavekî wê û milekî wê çûbû. Em hevalên rewşa wan giran li nexweşxanê man. Rewşekî me ya ku em nav gel bimînin nînbû, ji bo vê jî wek terzekî fedaî em li wir man. Me her yek narîncokek jî gel xwe girt ji bo em nekevin destê dijmin. Du rojan me derî hemu kîlît kir, hevalek ji bo li me mêzebike li gel me ma. Ji ber ku em nikarîbûn rabûyana ser xwe. Du rojan sax her deqe em benda êrîşên dijmin bûn. Piştre biryara kismekî Hewlerî vala kirinê hat girtin. Li ser vê esasî Davut Basanî re hevdîtîn hat çêkirin. Rêyek hat dîtin û em li wir derketin.
Heval Hêlîn Serhat hebû berpirsiyara Hewlêrê bû. Xwuşka wê Berbang jî li Hewlêrê kar dikir. Her du xwuşk jî li Hewlêrê şehît ket. Carek heval Hêlîn bi texsî hat gel me, got îro hestekî ecêp ket dilê min, sankî ev Hewlêr hilweşe û rolamin xilas bibe. Em pir bandor bûn. Heval Hêvîdar Serhat hebû. Ji çalakiya heval Zîlan pir bandor bibû. Heval pir israr kirin ku wê ya ji Hewlêrê derxin, qebûl nekir got ezê li vir bimînim û terzê Zîlan berxwe bidim. Hevalên ku li Hewlêrê bûn yek jî nedixwest li wir derbikeve, dixwestin heta dawî li berxwe bidin. Wê demê heval Salîh hebû ew jî berpirsiyara Hewlerê bû. Roja ku em derbikevin bi me re civîn çêkir. Ew roj eydiya Aleviyan roja aşurê bû. Ez bi xwe jî Elewî me. Hevalan ji bo me aşure çêkiribû. Em 14 kes bûn hemû bi hevre nikaribûn bişandana. Em çend heval derketin hinek heval jî li nexweşxanê man. Heval Şîlan Kobanî û heval Ciwan rojek berê wî çûn Şaklawa. Hêzên KDP roja 15 dê mehê dixwazi heval Şîlan bigrin û qetil bikin. Heval Şîlan nahêlê, berxwe dide. Wê demê li ser mal de digrin nikarin heval Şîlan bigrin dibêjin emê rojek te bigrin, piştre heval Şîlan li Musulê hat qetil kirin. Dema em di rêde diçûn jî heval Şîlan digot ez hîs dikim ku şahadetamin li bajaran bibe. Şeva 15’êGulanê em 35 heval ji Hewlerê derketin. Piranî hevalên gazî bû, di derketina bajar de erebê me hate sekinandin. Nêzî du sê seatan em sekînîn gelek nîqaş hatin kirin. Piştre berdan. Em hatin Şaklawayê me heval Şîlan wan jî girt û em çûn Diyanayê. Di ketina Diyanayê de derdora me hat girtin. Berê hemu çekên xwe dan me. Bi berpirsiyarê Diyanayê re hevdîtîn hat çêkirin. Lê me dizanîbû ku Barzanî talîmat dabû gotibû hemuyan bikujin. Berpirsê wir got em ancax heta derketina Diyana dikarin ewlehiya we bidin, ji derketina Diyana şunde em nikarin derbarê ewlehiya we de tiştek bêjin. Dema em li Diyanayê de bûn pevçûn derket, dengê teqînan dihat. Heval Hozan wan û gelek hevalê me yê xebatên gel dikin li wir dema em li Diyanayê de bûn şehît ketin. Lê me tam nedizanî çidiqewime. Erebê wan heya dawiya Diyana yê bi me re hatin tam em jî Diyanayê derketin erebê me hat tarama kirin. Di navbera Diyana û Ranya yê de heremekî tampon heye, heya me wê herema tampon derbas kir erebê me hat tarama kirin.
14 heval li nexweşxanê mabûn hemu hatin şehît xistin. Hemu hevalên wir gazî bûn. Hevalên ku li xebatê çandê de bûn hatin şehît xistin. Gelek hevalên jin ji bo ku nekevin dest bombê xwe xwe de teqandin. Hevala Şervîn, heval Roza, Hêvîdar… Heval Hêvîdar heya dawî şer dike, 3, 4 seatan çatişma dike, giran bîrandar dibe, li qata sisyan de ye tam bombayê xwe xwe de biteqîne dijmin wê ya li qata sisiyan davêje xwarê. Ew agahî hemu gel da me. Heval Hêvîdar ji apandîsa xwe ameliyat bibû, em gel hev li nexweşxanê de bûn min re digot ez hîs dikim ezê li Hewlêrê şehît bikevim. 25 rupel jiyana xwe nivisîbû. Hemu jiyana xwe ya têkoşîna xwe nivisîbû. Hevalekî gelek zîrekbû. Jê re digotin Hêvîdar Rambo. Li Serhedê bîksî radikir, mermî ya xwe ticar nedikir çentê zîncîra biksî li hustiya xwe digerand. Her li çalekiyan de pêşeng bû. ji min re digot xwedî li biyografiya min derbikeve. Di berxwedana Hewlerê de rolekî gelek mezin ya heval Hêvîdar hebû. Ez bawerim ew biyografî li çapameniya Zapê de ye.
Heval Hêlîn û heval Berbang hebû, birayekî wan jî heval Amed şehît ketibû. Tevlêbûna her du hevalan jî pir cuda bû. Heval Berbang, Serhat û Agît bi hevre li erebê li pêşya Qela Hewlêrê hat qetil kirin. Dema diçûn mala partiyê erebê wan tê sekinandin û tên qetil kirin. Hevalan nêzîkbûna dijmin dizanîbûn rixmî vê jî moral, coş û baweriya xwe her xurt dikiriin û xebatê xwe bernedidan. Heta dawî berxwedanekî pir xurt hat nîşandan. Gel van tiştan digot. Rojek xwe veneşartin, netirsiyan, xebata xwe nedan sekinandin. Kesayeta heval Berbang pir cuda bû. Li nexweşxanê jî her moral dida hevalan, perwerdê xwe û hevalan ticar nedida sekinandin. Lêhurbûna wê ya xweser pir xurt bû. Heval Serhat jî bi xwe berpirsiyara nexweşxanê bû. Pir hesas nêzî hevalan dibû. Heval Hêlîn ew jî li mala partîyê de hat qetilkirin. Berî wê pîrozbahiya 8’ê Adarê û Newrozê me li Hewlerê pîroz kir. Di bînayetekî Hewlerê me pîrozbahî çêkir. Me bi cilê gerîla û bi çeka xwe ewlehiya binayetê girtibû. Me dît ku gelê Başur PKK ya xwe dibîne. Gelek cîwan piştî wan pîrozbahiyan tevlêbû. Di wan pêvajoyan de ref bi ref ciwan dihatin tevlî me dibûn. Dijmin ji xurtbûna PKK ya li başur tirsiya.
Rojname me ya Welat hebû. Tîrajê wê gelek bilindbû. Bi soranî û kurdî bû. Gel pir ji vê rojnameyê hezdikir û hevalên li wir jî bi hezkirin karê xwe dikirin. Xebatê me ya çandê jî wisa bû. Demek heval Hozan Serhat jî li wir kar kiribû. Gelek pîrozbahî, hefle û xebatê moralê li Başur dihat çêkirin, beşdarbûna gel pir baş bû. Talep ji bo xebatê çandê gelek yogun bû. Bi rastî jî em dikarin bêjin ku gelê başur PKK himbêz kiribû. Ev di KDP de tirsek mezin da avakirin.Wê demê tiştên ewqas hovane hatin kirin ku hinek hevalê me gazîbûn û dest û lingên wan yê protez hebûn, KDP piştî hevalan şehît xist, dest û lingê hevalan firot. Heval heya dawî berxwedanek lehengî dan nîşandan. 18 Gulanê heval Salîh tevî hevalekî jin hat şehît xistin. Piştî komkujî ê jî heval hatin şehît xistin.
Rixmî hemu êrîşên topyekun û hovane, piştî qelîamê jî hevalê me yê xebatê gel dikirin nesekînîn, netirsiyan û xwe paşve nedan. Xebatê xwe berdewam kirin, ketin nav gel. Di nav gelê Başur de rihê berxwedanê, hêza cewherî û baweriya PKK carekî din hat ispat kirin. Gel vê rastiyê bi çavê xwe dît ku PKK partiyekî gel e, ji bo gelê xwe têdikoşe. Yên ku hevkariya hêzên serdest re dike, tenê berjewendiya xwe difikire û ji bo berjewendiya xwe dikare birayê xwe bikuje hat naskirin. Di wê komkujiyê de gelek hevalên hêja û gelê me yê welatparêz şehît ketin û hin jî cihê gora hinekan nediyar e. Tiştên ku li Hewlêrê hat jiyan kirin û bedelên ku hatin dayên ticaran nayên bîr kirin û gelê Kurd pêy doza şehîdên xwe têkoşîna xwe roj bi roj xurttir dike. Lê derbarê qetlîama Hewlêrê de bîlançoyekî zelal derneketiye. Divê gelê Başur têkoşîna xwe xurttir bike da ku rastiyên Hewlêrê bi hemu cihanê re werin eşkere kirin û hukumeta heremî lêborîna xwe ji gel bixwaze.