Rêbertî her carê ji bo me pêş bixe hin bi gotinan bala me dikşîne û bi vî awayî me dixe nava liv û tevgerekî. Hişêmeyî qerisî bi vî awayî tê herikandin û giyana me a matmayî dikeve nava lêgerînan. Herî dawî bi gotina “kesayeta birîndar” me hîn bêtir xiste nava ramanan û ji kûr de hizirandinê. Ev gotin di her milan de gotinek felsefîk e. Û gava tu li kuraniya wî dinêrî gotinekî sosyolojîk u gelenperî ye. Her wîha qandî rojane ye ewqas gotinek dîrokiye jî. Gelo em bi çi yê xwe birîndar in? Ji çire tê gotin birîndarî? Ewê çi bihêle ku birînên me derman bibe? Û bi vî awayî hin pirs bi xwe re pirsên din tîne bi vî herikinê pirsên me zêde dibin.
Birîndarî nîvço bûyîn e. Em bi hest, fikr u ramanên xwe nîvço bune. Û dîsa armancên nîvçe u bi hedefên ne temam buyî ve em nîvçe mane. Me dest aveştiye her tiştî, lê di her tiştî de nîvçe mane. Bi vî awayî pêşeroj birîndar, paşeroj bi hemu cureyên xwe birîndar maye… wisa li me hatiye ku xeyalên me jî birîndar buye.
Birîndarî kêmbûyîn e.. Ne tam sax e ne jî mirî ye. Ne li ser hişê xwe ye ne jî li ser hişê xwe çûye. Di halê xweyî birîndar de digevize û ji bona wî êş û jan dikişîne. Di kesayetê birîndar de mejî qelişî ye, dil bûye du alî û giyan li ber sikrata ye. Pergal îro bi hemu awayî me birîndar kiriye.
Kesayeta birîndar kesayeta nexweş e. Nexweşî carna ji zêdebûyîna hucreyan carna jî kêmbûyîn û qelsbûna hucreyan pêk tê. Em jî bi tiştên xwe yî kêm u zêde nexweş ketine. Hin tiştên me wisa tûj û pir werimiye ku ev ya milên me yên zêde ye. Û hin tiştên me jî wisa qels u wenda ye ku tu bi zor dibînî. Ev jî milên me ya kêm e. Tewazim di nav de nîne. Ji xwe ji bo wî birîndar ketiye. Di kesayet de jî ger di nava fikrên te u hestên te de hevsengî nîn be tu her dayîm birîndar dimînî. Ji bona wî qandî pêwîste ewqas pêk were ewê baş be. Her tişt di tama xwe de xweşe.
Em vê ji bîr nekin yên birîndar nikarin wekî berê xurt tevlî bibin. Mirov dikare kesayeta birîndar bişibîne weka benekî hatîye qut kirin. Piştî qut bû her çiqasî tu vî benî li hev girêbidî jî êdî weke berê bi vî benî tu nikarî bi awayekî saxlem tiştekî bikşînî. An jî kesayeta birîndar weke camekî hatiye şikandin e. Te wê zeliqandibe jî te wî cebar jî kiribe lê weke berê nikare di nava xwe de qurtek av biparêze.
Ji xwe jin birîndareke qet rihet nabe u her bi nasnama bi aloz birîndariya wî rewa bûye. Ma ne ji terefê olî de weka mirovekî kêm hatîye dîtin u civak jî vêya bi vî rengî pejirandîye. Dibejin jin evrîma xwe temam ne kiriye. li himberî erîşên civakê de di warê hest, fikir u raman û dîsa beden û kedê xwe de birîndar buye. Kesayeta me hatiye lêdan. Ev lêdaneke wisa ye ku hemû çek hatine bikaranîn û me ji hemû aliyên xwe ve lêdan xwariye. Ji ber birînên xwe jin dinale, jan dikşîne îro.
Em evînên birîndar jîyan dikin di welatê hatiye qedexekirin de. Dervîşê Evdê li beranberî dijminên welatên rojê di çolên ereban de hespê xwe da çar gavî. Mem ji ber qahrên Beko’yan di zîndanan de rizî bû. û şuna wan qîrînîyên tije lê dengekî birîndar dimînin. Ji bona wî Zîn u Edulê her demî lorînên birîndar dibêjin.Û ew lorînên wan, yên ku guhdar dike jî birîndar dike.
Birînên vekirî an jî yên pêçayî hene. Birînên ku xoy lê tê kirin û birînên ku tê cebarkirin heye. Hin kes destê xwe dide ser birîn û birînan diçewisîne. Ew dem birîn hîn bêtir har dibe. Hin kes jî birînan dikewîne. Li vê derê hin pirsên din jî derdikeve pêş. Gelo ewê birînên me çi bikewîne û ewê kî/kê me bihewîne da ku birînên me derbas bibe. Gelo çima hertim destê birîndar li ser birînê xwe ye. Tu dibê qey ew cihê birîna xwe nîşanî derdor dide û bi vî awayî dixwaze êşê xwe parve bike. Ji ber ku birîndar muhtacî derdor e. Nikarî li ser lingên xwe bisekine. Ger em bi hişeke aram û bi dileke qewîn pêş bixin em wekî zindiyekî ew dem dikarin li ser piyan bisekinin.
Lê pirsa girîng emê çawa ji vê birîndarî xilas bibin. Rêya vê pir hêsan e. Berî her tiştî gelo em dixwazin sax bibin an na? Û dîsa em dixwazin li ser piyan bisekinin an na? Di vî mijarê de xwestek tiştekî pir girîng e. Mirov dikare bibêje xwestek serê her tiştî ye. Tu bixwazî tiştekî bê îmkan nîne. Pir caran Rêbertî me di vê mijarê de jî rexne dike; em birîndar in lê em birînên xwe nasnakin. U dîsa derman ji me re tê dayîn lê em dermanên tê dayîn jî nas nakin. Û bi berdewamiya wê de Rêbertî digot “hun bi tedawiya me qayîl nînin. Ji bo we çi başe hun nizanin. Em ji bo we tiştekî baş nîşan didin jî lê hun wecê xwe dizîvirînin.” Ma ji xwe di vê nivîsê de tişta ku me dixwast nîşan bidin jî, rastîya me birîndar e ku kesayet jî birîndar dimîne. Lê ger em birînên xwe hesiyane u dixwazin sax bibin, ew dem em bala xwe bidin vê helbestê.
Textor birînam kûr e
Ji kevin de ye pir dure
Derzî û derman naye şûne
Textor textor
Û di dawî de jî dibêje textorêmin PKK ye
PKK li ser nexweşîya me operasyonek despê kiri ye. Em herî zêde ji aliyê xerîb bûyîn, tenê bûyîn û ezezîtiyê ve hatine birîndar kirin. Civak bûyîn ji bo birînê dermanê herî baş e. Tu di nava civaka xwe de temam dibî. Dermanek din a herî baş pêwîste em bibin şopdarê heqîqetê. Kesayeta me bi çil ava bihuştê jî were şûştin û ji çil deriyên pîroz jî derbas bibe ger ne li gorî heqîqetê be ewê bêhiş û bê hestiyar be. Û bê hiş û bê hestîyarbuyîn birînekî herî xedar e. Ew dem ew kesayet canwêranî jiyan dike. Giyana wê ji demekî dûr de koçber bûye. Ji bona wî komek avakirin û di koma xwe da xwe dîtin tişta herî buha u bi qedre.
Li dervayî vê jî hin kêlî di nava PKK’de heye ku gava tu birîndar be jî tu hinasa jiyanê ji van kêlîyan digrî û hilma azadiyê dikişînî. Çar dem salê welatême u hin buyerên tije nava wi hevaltî heye, an jî qedr u qiymeta tê dayîn, karekî pîroz tê kirin hemu kêlîyên azadîyêne. Ev kêlî birîndarîya pir xerap jî derbas dike. Ew dem laşên te perçe parî be jî lê tu ew car helwesta jiyanê jîn dikî.
Îro jî dem dema kesayet bîrîndariya xwe derbas bike ye. Ev ji tenê dikare bi berxwedaniyê gengaz be. Ger berxwedan nebe kesayet jî sax nabe. Kesayeta dinale îro bi xêra PKK tê hewandin. Bi rêka PKK u PAJKbuyîn de birînên me tê kewandin.
Cejna MAZÎ