
Kêliyek Ji Rêwitiye
Bi destpêka biharê re tevgera gerîlayên azadiya Kurdistanê dest pê dike. Çewa ku bi demsala biharê re xwezaya Kurdistanê di her milekê de xwe nû dike, gerîlayê yên jiyana azad jî bi destpêka meha nîsanê û gulanê re berê xwe didin şiverêyên dirêj. Di van şiverêyên dirêje de dibin çavdêrên baş ji bo xweşîkbûna xwezaya Kurdistanê. Xweşîbûna xwezaya Kurdistanê mirovan ber bi xwe ve dîkşêne û mirovan serxweşdikin bi behna gulên xwe yên rengîn ve. Behna van gulên bedewa mirovan serxweş dike li ber bayê zozanê bilind. Di seatê serê sibeha û êvara de mîna misk û emberanê behna gulên rengîn li ser ruyê mirovan da tê û mirov her dayîm dixwaze wê behna xweşîk bikêşêne hûndir dil û hinavên xwe. Ev xweşîkbûna xwezayên nahêle ku mirova di wan şiverêyên dirêje de bi weste.
Belê, di destpêka bihara 2007’ an de me berê xwe da Rojihatê kurdistanê. Ji bo ku em bi karibin herêmên Rojihatê kurdistanê binasin. Yek jî van herêman jî herêma Merivan bû. Bi kelecaneke pir mezin me berê xwe da çiyayên Merivan. Lê belê di naskira çiyayên Merivan de tû zanabûnekê me ne bû. Piraniya xwe em li ser nexşaya ku hevalan bi me da bû nişandan me dest bi meşa xwe kirî bû. Di heman demê de jî beriya salekê rêheval Zerdeşt di herêma mêrivanê re derbazî herêma Mahabatê bibû. JI bo vê yekê kêmek serweriya wî li ser herêmê hebû. Li ser vê bingehê me bere xwe dabû çiyayên mêrivanê. Çiyayên Merivan bi şinkahiya xwe û bi daristanên xwe yên hûr dihat nasîn. Ji bo vê yêke ji mirov her dayim dixwast ji dûr de lê temaşê bike. Lê mixabin di hundurî wî xweşikbûna xwezayê de ava wê kêm bû.
Dema me daristanê çiyayên Merivan dît, em gelekî kefxweş bû û me got, ji bo têk birina dijmin daristanek gelekî xweşe. Bi çavê roj me digot; temam, em ê di seatên êvarî de di fîlan riyê de biçin. Lê dema ku ronahî cihê xwe jî taritiya şêvê re diheşt hemû tîş li ber çavê me winda dibû û me nedikarî em riya xwe dem-dirêj peydabikin û gelek caran me temaşe dikir em tenê li derdora xwe zivîrine. Di nava taritiya şêvê de. Gelek caran jî em tenê bi xwe dikeniyan. Qendî daristan wê di hundîrê xwe de hor û tejî bû. Di hundurê wê darîstanê de meşa şev gelek zehmet dibû. Her çiqas hevalê Zerdeşt behsa darîstanê wê derê kirî bû jî lê disa ji me digot, pêwîst e em bi çavê xwe bibînin. Di hema demê de me ji xwe re digot, qey em gelek meşiyane. Dema ku kêmek ronahî dikete erdê di wê demê de me dizanin em gelekî li derdora xwe zivîrine û em negihiştîne hedefa xwe.
Xwezaya Rojhilatê Kurdisatanê nekêmî çiyayên Botanê û yên Gabarêye. Çiyayê Gabarê bi daristanê xwe, bi keskahiya xwe û bi fêkiyên xwe tê nasî. Em dikarin bêjin ku hinek cihê Merivan jî nekêmî Gabarê ye. Gerîlatiya çiyayê Gabarê her dayîm bi nav û denge û em hêvî dikin ku dê gerîlatiya Mêrîvanê nêzî ya Gabarê be. Ji ber ku hevalê Rûbar dibêje ev xwezayê dişibe ya gabarê û her roja radibe û qala xweşîkbûna Gabarê ji me re dike. Em gelek caran bi xeyalên Gabarê û Botanê em meşa xwe bidawî dikin, di van şiverêyên dirêj de. Her çiqas em dibêjin hevalê Rûbar ev der Rojhilatê Kurdistanê ye û bizîvirî van dera em ê kefxweş bibin lê belê du deqîqe derbas nabe dîsa dibêje xweziya hinek fêkiyê Gabarê li vê derê heba. Xwezaye dê hevalê Rûbar me hemûyan bike evîndarê gabarê û em ê jî bi wê xiyalê Gabarê re di nav daristanê mêrivanê de wînda bibin. Ji ber ku zanabûna me li ser çorefiya herêmê gelek kêm û lewaze. Lê ez bawerim dê koçerên van deran nehêlin em wînda bibin di serê çend saetan de xwe ji dûr de nişandê me didin û bi zaravayê soranî û farisî qêr dikin û em jî li hemberî wan xwe diveşêrin. Ji ber ku em wan baş nas nakin û em hewil didin ku wan binasîn.
Me dît ku em li derdora xwe zivirîne. Me ji xwe re digot, qey em gelek meşiyan lê ne wisa bû. Min dît ku hevalê Rûbar keniya û got; mane min ji te re gotî bû ev der ji mîna çiyayên Gabarê ye. Min jî ji wî re got: te qala koçerê wê nekir û te negotî bû ew qasî bajar nêzî çiyayê wê ye? Li min zivîrî û got: Li binya çiyayê Gabaerê hin gundê wê hene lê neqendê ya van deran ronahiya wê zêdeye. Ev der dişibe bajaran yan jî navçeyan. Dema wî wisa got; Ez jî gelekî acîz bûm û min got: Mane tu he roj piropaganda Gabarê ji me re dikî û tû dibêjî ev der dişibe Gabarê, ma çewa bû. Dema ku min wisa got, hemû heval bi me keniyan û gotin, dengê xwe kêm bikin dengê gundiyan tê. Ji bo vê yêke êdî me nekarî em dengê xwe jî bikin. Edî me biryar da em di cihê xwe de bisekinîn, heya ev deng zelal dibe.
Ji bo ku em neyên deşîfrekirin me biryar da ku em di cihê xwe de bisekinin. Saat, 5,ê sîbê heya 7,ê êvarî bê ku em hareket bikin em dibin wê germahiya rojê de man. Lê dibin wê germahiya rojê de tenê dilê me diçû qûrtek ava sar. Heger em rastiyê bêjin, ji bo avê me berê xwe dabû milê bajar. Lê me hêvî nedikir em ew qasî nêz bajar bûne. Êdî bi şûpandina wan şivana re me zanî êdî kaniyê avê li kîjan milê dikeve. Piştê şivan jî derdora me çûn û şûnd min jî hevalê Rûbar re got; êdî qala Gabarê û xweşîkbûna wê ji me re neke. Ev der Rojhilatê Kurdistanê ye û Mêrivan ne Gabar…
Bi rastî ji, di bin wê germahiyê de sekinadin bi serê xwe serkeftînek her mezin bû. Li hemberî wê germahiya zêde ji rêhevalên delal berxwedaniyek bêhempa dane nişadan. Bê ku hareket bikîn. Li ser zîkê xwe heya êvarî sekinin. Carnan jî dengê ava zelal jî dihat guhê me. Lê dîsa me ji xwe re digot: berxwedan jiyane. Lê mixabin me nedikarin em biçin avê ji xwe re bênin. Ji ber ku şîvanên gund li ser avê sekinbûn û nêzî me bûn û me nedikarî em herketî bikin. Hereketek herî biçûk di karî me deşifre bike. Ji bo vê yêke di wan kêliyan de berxwedan şûna her tiştekê digirt.
Dema ku saat bû 7,ê êvarî me dît ku şîvana hêdi-hêdi berê xwe didan malê. Daketîna şîvana me hemû ya gelek kefxweş dikir. Ew çavê ku di bin wê germahiyê de milobûne, ew lêvên ku ji tîna hişkbûne di carekê de geş bû û rûkeniyek mezin kete rûyê me hemûyan û me got: şivan êdî diçin. Deketina şîvan me hemû ya gelek kefxweş kiribû. Me hewil da ku em rabin, lê em çibibin? Me dît ku ji nîşkave dewriya pastaran hat nêzî me sekin. Di wê demê de me li gel xwe got; dêmekî şîvana me dîtbû û xeber daya pastaran. Me hewil em xwe ji bo şer amade bikin. Lê di rastiyê de ji birça û bê-aviyê hemû heval bêtaqet ketibûn di bin wê germahiyê de. Ji bo vê yekê kêmek şerkirin jî zehmet dibû. Lê dîsa jî her hevalek di cihê xwe de xwe amada dikirîn. Em hîna wîsa di fikirîn me dît ku dewriya pastaran paj de çûn. Di wê demê de hemû hevalan nefesîk kûr kêşandin û me berê xwe da ser-avê. Qendî ku me av vaxwar êdî me nedikarî em bimeşî. Heya ku hevalan nava yaxmorlik jî tejîi av kirin. Hevala Zinarî dikeniya û digot; înşala çavê we têr nebe. Lê belê rakirîna yaxmorlik ji gelek zehmet bû. Dema ku em di cihên darîstanên de dimeşiyan, ew çiqilê daran di yaxmorlik re diçû û yaxmorlik diqetiya û ava me dirijiya û di hemû hevalan de panik dest pê dikir û digotin, av dirije û tetbirên wê bigirin. Lê dê çewa tetbirên wê bête girtin. Hevala zinarîn di bin wê yaxmorlikê avê de şîl û pîl dibû, di çarkê de yaxmûrlixê avê kete darekê û hemû ava heyî jî rijiya ser hevala zinarîn. Di wê demê de me nedizanî em bi halê xwe bikenin yan jî bigirin. Ya herî baş ew bû ku em dibin wê ronahiya tavahevê de bikenin li hemberî ava xwe…
Rojevin Mizgîn