Tekoşin Ozan
Gelo li hemberî Rojava KDP bi AKP’ê re di nav ittijakekê de hereket kirin îstîsnayek e? Gelo bi polîtîkayên guncel ve an rastiyeke ku hatiye rewşa sinca ku êdî kurtirîn e? Ji bo vê divê li paşeroja KDP’ê were meyzandin.
Aslinda navê KDP navê partiya kurucu ya komara Kurd a Mahabad e. Heta wê demî aşîreta Barzanî bû. Li Iraqê aşîreta Barzanî ji monarşiya Iraq’ê re serî rakiriye, dema nikarîbûye xwe bigire jî siginmîşî rojhilat bûye, li vir tevlî amadekariyên komara Mahabad jî bûbûn. Muhameda Kade bi bûyîneke Kurd re a rastî komar li ser îttîfaka aşîretê hatibû afirandin.
Piştî paşdeçûna Rûsya’yê di serî de aşîreta Barzanî û gelek ji van aşîretan li hemberî Şaxê Îranê li berxwedayînê nedayîna ber çav û bi daketina komarê pêşengên rewşenbîr darve kirin. Yanî weke ku gelek tê gotin jî sedema bingehîn a hilweşîna komara Mahabadê, ne paşdeçûna Rûsya yê bû, li hemberî Şahê Îranê aşîretên avakar neparastina komarê bû. M. Mûstefa Barzanî ku serokê serkanê giştî ya komara Mahabadê bû, bi hemû endamên aşîretê re berî ku artêşa Îranê were reviyabû Rûsya yê. Hal ewe ku di wê demê de dewleta Riza Şah ne di rewşeke baş de bûn. Di hundir de dijberî mezin dibe, li derva zordestiyan zêde dibûn. Yanî ger ku aşîretan berxwedanî esas girtibana dibe ku îro jiyankirina komara Kurd berdewam bikira û berxwedaniya perçeyên din dê besleme bikirana.
Ji ber ku bingeha bîrdoziya malbata Barzanî tunebû polîtîkayê wan li ser fênekiya bazirgantiya rojane pêşketiye, têgînên demokrasî û azadî her tim li der va maye. Ji mînakeke herî eşkere ya vê rewşê; bi gêrkirina rejîma şahîtiya cahşîtiya Iraqê di sala 1958’an de li hemberî General Kasim ku hatibû îqtîdarê helwesta KDP’ê bû. General, piştî ku hate iqtîdarê ji bo ku vegerin welatên xwe ji malbata Barzanî re bangewazî kiriye, piştî ku ew hatin jî ji Kurdistanê re jî mafê xweser naskiriye. Di dema General Kasim de li Iraqê hegemonyaya Îngîlîzan hatiye sînordarkirin û pergala herî vekirî ya demokrasiya Rojhilata Navîn hatiye avakirin. Herêmên ku Şîî, Sunnî û Kurd lê jiyan dikin di nav xwe de bûne xweser, di ala welêt de sembolên cudabûnên van çandan hatine bicihkirin(tava ku di ala Kurd de ye xistine ala Iraqê). General Kasim weke şexsî jî weke senteza Iraqê bû. Dayika wî Kurd, bavê wî Şîî Arap bû. Li hemberî Kasim di sala 1963’yan de gelo hûn dê bibêjin darbeya ku partiya BAAS pêkanî kî destek da. Îngîlîzan û Malbata Barzanî. Li gorî dema partiya BAAS ku pêkhateya komkujiya Helebçe, Enfaal û gelek komkujiyên din e bi gêrkirina pergala ku herî zêde ji demokrasiyê re vekirî bû û hişt ku bi cih bibe yek ji weynoyên(aktor) herî girîng jî malbata Barzanî bû.
Helwesta KDP li hemberî berxwedanên Kurd yê perçeyên din jî her tim di yek xêzê de temaşe kiriye. Li hemberî Kasimlo ku li Başûr bi cih bû û pişt re jî li hemberî Şerefkendî bi Îranê re di nav hevalbendiyê de bûne, saloxî(îstîhbarat) dane, ji bo şoreşgerên Rojhilatî Kurdistana Başûr xistiye halê qadeke xefik. Li bo Kurdîstana Rojhilat qada Başûr ku di rewşa eniya paş de ye, bû gora gelek rêxistinên berxwedêr. Di Rojhilat de di korbûyîna rêxistinên berxwedêr de; para KDP ya komploker, ji bo başiya hêzên mêtinger rêxistinan helandin, polîtîkayê bêesilkirinê divê biçûk neyê dîtin. Dawiya TKDP ku li Kurdistana Bakûr de avabûbû jî wekhev bû. nediyariya kuştina Saît Kirmizi Toprak û Saît Elçî hê jî weke siheke reş li cem KDP disekine. Li Sûrî pêkutiyên ku li Osman Sabriyan dihate kirin Osman Sabrî bi xwe digot ji xêza cahşan ne qut e. Şîreteke bi jiyankirinên kûr ya Osman Sabrî digot; ‘PKK çi dike bila bike tu carî divê pişta xwe nesipêre KDP’ê’. Her wekî KDP, ruxmî bangewaziyên lihevkirin û agirbestên PKK’ê bi çend caran, bi Tirkiyê re bi salan operasyonên hevpar kiriye, ji PKK’ê re weke dijmineke sondxwar nêzîk bûye. Li hemberî partiya Kurd ku nikarîbûye têk bibe çi ji destên wî hatiye kiriye, evqas ji destên wî hatiye. Li hemberî me mîrateke(mîras) KDP’ê ku hebûna xwe li ser tunekirin û tunehesibandina Kurdên din avakirinê ji xwe re weke polîtîka pejirandî heye.
Piştî avakirina Dewleta Federe gotinên KDP hinek guhert. Mesût Barzanî got ‘heya ez jiyan bikim careke din ez dê destûr nedim ku şerên biratiyê çêbibin’. Hemû Kurdan bi vê kêfxweş bûn. Demek êdî pirsgirêka yekbûnê ku dilê Ehmedê Xanî dişewitand dê were derbaskirin, dîroka xêza xiyanetkar-cahş dê bihata gorî kirin. Gelo wisa bû. Na. Her dem derbas bû êdî baş hate fêmkirin ku, berî hingî KDP ku ji bo berjewendiyên xwe derbasî îqtîdarê bike her rêyê mubah dîtin, niha weke perçeyeke çerqa netew-dewlet ji bo ku hebûna xwe berdewam bike qet jî ne di rewşa soz dayînê, bi vîna xwe ya azad tevbigerin. (a rastî ewqas kirimên Kurdan dema berçav tê girtin tişteke ku guhertibe jî nîne). Bersivên pirsên ku me di destpêkê de pirsîn bi vî awayî ji ber xwe ve derdikevin holê.
Li hemberî Rojava bi dewletên Îran û Tirkiyê re hevalbendî kirin him divêtiyeke sinca dîrokî ya KDP’ê ye him jî divêtiya berjewendiyê netew-dewlet e. Ev berjewendî ne ol nasdikin, ne jî netew. Li hemberî çavên hemû dinyayê bi Tirkiyê re hemwext li sînorên Rojava kend(hendek) kolandin derametên peymanên petrolê ye. Bi vê re sînordar nemayîn di rojên pêşiya me de gumana bi Tirkiyê re êrîşî Rojava kirin jî( kî di rewşa heyî de êrîşên ku têne kirin jî delîlên vê hevkartiyê pir in) divê nabe neyê gotin. Gule avêtin, ciwanan kuştin û li dayikan xistin li ser Kurdên ku ji bo protestokirina vê rewşê çûne dibe ku êdî pêşdetir jî biçin. Keçên Kurd ku ji şerê reviyane Başûrê ji bo piyasaya fuhûşê zindî bikin weke qada pazarê nirxandin, ji keç, xort û pîrên penaber weke hêza karê arzan feyde girtin ji KDP’ê li benda zêdetirîn nemayîn dê bibe hişsivikî.
Lê êdî Kurd ne weke berê nin. Pir polîtîk bûn, pir çalaktir bûn, pir bihêztir bûn. Dê derametê van kendan, polîtîkayê mijokatiyan û êrîşan ji malbata Barzanî re jî çêbibe. A rastî di cudabûna rêyekî de nin. Ya dê heta dawî biçe û bi êdî zêdetir zerar dayîna Kurdan dawiya xwe jî bînin yan jî di aliyê berjewendiyê netewîya gelê Kurd de helwest bigirin him dê lekeyên reş yê ser xwe paqij bikin, him jî dê hêz bidin tekoşîna azadiya gelê Kurd. Hêvîdar im ji berî de hilbijartina xwe nekiribin û ji xwe re ji nû de para fikirandinê hiştibin.