Nasnav: Gulbahar Seydo
Nav û Paşnav: Ceylan Geldi
Navê Dayikê: Zelva
Navê Bav: Yusuf
Dîrok û Cihê Tevlîbûnê: 2009/Batman
Dîrok û Cihê Şehadetê: 3’ê Tebaxa 2012’an li Gabar
Ev yek şînekî ya ji bedenên bêhna axê jê tê ya ku li dijberî îxanetê bixwe ye, mîna ruhu zeman bixwe be. Ew di navbera hebûn û tinebûnê de diçû û dihat. Bê ku sînoran dayne di pey xwe de ket li ser rêgan. Rêgan ew şopand. Wê sal bi himêzkirin, bê ku astengiyan nas bike, wê ev yek her şopand. Bê ku di wê de bisekine wê şoreş kir. Nasnameya xwe ya cewherî di kesayetiya xwe de derxistina eşkerebûnê bi mutlaq bû. Dema ew dijiya, bi heyecan û keyfxweşiya ku ji jiyanê digirt, ew bû îfadeya şênber a zanîn û keşifkirinê. Her gava wê di meyzandinên rêhevalan de ji çîrokekî ber bi romanê ve dibir û ji rûpelên dîrokê re bûbû mijar. Hêza fêmkirinê di kesayetiya wê de bûbû rengê bingeha jiyana azad. Wê dizanî, danaheva bîranînên wê jiyankirine hêza herî fêrker a bingehîn di rêgezên jiyana azad re derbas dibin. Jiyana herî birûmet, jiyana di zanistiya mirinê bixwe de ye. Niha yên ku di vê zanistiyê de jiyan dikin, em niha bi hezaran keçên ciwan ên herî xweşik, ên herî wêrek, ên herî fedakar re rê dikevin ber bi bêdawîbûnê ve diçin…
Ey zeman û yên teslîmî zeman dibin!
Min bibihîsin!
Hûn ê vî rûyî qet jibîrnekin!
Li rojê bimeyzîne û wê baş bibîrbîne!
Tu yê siberojan bibînî di şînotiya asîman de
Li rojê bimeyzîne û wê pir baş bibîrbîne!
Şer bi germahiya zikê birçî ve!
Ji yek rengê tenê bêpar nemîne!
Bila hêviyên tiliyan hêma bikin!
Ji bo siberojên azad, bila bedana te mîna meşaleyekî hilbibe!
Li rojê bimeyzîne û wê pir baş bibîrbîne!
Ji bo jiyanekî di tewaraya jinê de bedena xwe ya ciwan
Maf bide ji armancên wan re!
Ji bo temamkirina eşqên nîvçe mayîne
Li xaka xwe dilê xwe lêveşêre!
Li rojê bimeyzîne û wê pir baş bibîrbîne!
Hêviyên di paşerojê de mayîne veguheze ji siberojan re!
Di nav de eşq, hêvî, bawerî, wêrekbûyîn û fedakarî
Bila rêxistinbûyîn û exlaq bixwe hebe!
Hevrêyên Wê Yên Têkoşînê