Eylem Azad
Bi hilbirartinan re li pişt pergala hevserokatî li ser hesabê pêkanîna lingeke girîng hamleya nêzîkatiya bîrdozî û avakirina netewa demokratîk divê bi girîngî were sekinandin. Ji siyasetê û jiyana civakî weke “eqlê kêm” rastiya jina ku tê vederkirin(dişlamak) di polîtîkayê de, di rêvebertiyê de eqlê zilam pergala ku li gorî xwe avakiriye perçekirin û li şûna wê ya cewherî û şênber bi cih bike divê rûniştandineke sexm ya pergala hevserokatiyê hebe. Çima pêwîstiyeke wisa hate dîtin yan jî çima çûyîna guhertina kotaya jin çêbû? Bersivê van pirsan dayîn a rastî dê bibe girîngiya pergala hevserokatiyê.
Piştî pergala hevserokatiyê Rêber APO weke şoreşa çandekî bi nav kir ji ber derbasbûna derveyî destgirtina wê ya temsîlî û şiklî bi pêvajoya hamleya avakirinê re berfireh, teng divê di hemû rêxistinbûyînan de, di xebatan de were jiyanîkirin. Ya ku wek bituniyekî avahiya civakî kapsama dike, bi elîtbûna civakê re wekî bûye avahiyeke jor, hînkirina feraseta birêvebirin û kesên ku tê rêvebirin û piştî van jî di pêkhateyên pratîkê de valatiya ku derketiye holê an jî avahiya feraseta dewletê divê were şikestin. Di aliyê çêniya dema hatiyî di rewşeke avahiya siyaseta zilam bi hamleya netewa demokratîk ku berdewam dike dij ketin û kapsama nekirinê de ye. Her qad, her gund, her taxa kapsamaya ku lewaz û zilam maye him weke ekolojîk, him weke aborî û him jî weke polîtîk bi paşketinekî re rû bi rû dimîne. Di eynî wextî de hêza jina rêxistinkirî şewqvedanî rêveberiyên xwecihî û şaredariyan lewaz dimîne. Mejiyê zilam ku hespê xwe pir rehet di qada siyasî de dibezîne, aliyek destgînê(dizgîn) wî ji bêrêtiyê re aliyê din jî bi îqtidarê tê girêdan.
Ev aliyeke vê ye. Aliyê din jî di cewhera civakê de jina ku afirînera jiyana polîtîke bi hezar salan e ku hewldanên dijdîtina ji vê qadê berdewam dike. Lewre hilberînên civakî û afirîneriya rengê jinê ku bi siyasetê re nikare hevdîtin bike bi pratîkên li benda dewletê mayînê re hevdîtin dike. Ji bo pêkanîna xweşik û başiya civakî hilberînên jinê kanalîzekirina jiyanê perçeyeke xweza û xwezaya jinê ye. ji bilî vê jî weke ku Rêber Apo di hevoka “ez ji dada jinan bawer dikim” de di rewşeke parvekirineke bêdad, bêrêtî, bihîle û hwd. de refleksên jinan êdî bi hêz bûyîn jî rastiyeke. Weke ku Arendt jî bilev kiriye sedema hebûna polîtîkayê û qada hebûnê jî ku çalekî be qada civakî ku dê derkeve holê qada kamûsal e. dîsa ev çalekî berjewendî an jî başbûna kes esas girtinê zêdetir dê ji bo esenbûna jiyana kolektîf çêbibe. Bi cureyeke din li pişt kilifên demokratîk xwe veşêre jî di esasê de weke monarşîk yanî çalakiya zilam dê yanseima xwe binîne.
Pergala hevserokatiyê bi nav kirina Rêber Apo re weke şoreşeke çandî dikare were destgirtin. Ji derveyî wekhevîtiya hiqûqî ya kaba an jî jinbûyîneke li cem zilam zêdetir temsîleke vînê feraseta ku xwe disipêre hêza cewherî ya jin dê dicîhtir be. Hebûna jin bi hevserokatiyê re tekela îqtîdar ya siyaseta zilam perçe bike, di şikla siyaseta heyî ya zilam rola desthilatiyê dê heşifîne. Û di aliyê lezkirina pêkhateya pratîka diruşima kêm dewlet pir civak de jî dê bibandor bibe. di hemû qadên jiyanê ku bihev re hatiye hunankin de cihgirtina jinan û divê bi şaşker newe dîtin. ji xwe partiya PKK ku bi taybet partiya jin e jî tanikî pêkhateyên fiilî ya vê bûye. Di rêveberiyên xwecihî û şaredariyan de jina ku dê cih bigire ji rêxistinbûyîn û birîma herî jêr bigirin heta birîma herî jor dê bibe resma berpirsiyar û bihev re hereket kirinê. Di meclîsên taxan de, di meclîsên bajaran de, di hemû xebatên komun û kooperatîfan de bi hemû hêza xwe xebatkirinê re divêtiyên di avakirina netewa demokratîk de jî dê were bi cih. Weke hevserok kî/kê hatibe diyarkirin bila hatibe diyarkirin temsîliyeta wê ne bi ferdî dê hêza jineke bi rêxistinkirî bibe. Dê jiyan ne bi feraseta ez bi feraseta em were hunandin. Nêzîkatiya pragmatîst û siyaseta rant ya zilam, li pêşiya sekna jinê hewldana bêbandor kirinê û ya din kirinê rêya set bûyîn ji sistema hevserokatiya rêxistinkirî re dê derbas dibe. Di roja îroyîn de bi kêmasiyan re ji bo şaredarî û rêveberiyên xwecihî me hinek tecrûbeyan girt, di sala 1933’an de di T.B.M.M’ê de ku mafê (seçme ve seçîlme) nas kiriye de li gorî me temsîliyeta xwe di asta herî jor de hatiye pêkanîn. An jî di nokteya hatina şaredariya jinê ne asteke ku biçûk were dîtin e lê ji bo avakirina netewa demokratîk pêwîstiya me ne di asta pêşwazî kirinê de ye. Sedema vê pêkhateya kotaya jin ku bes naye dîtin û ji paradîgmaya wekhevîtiya zayendî derbasbûna paradîgmaya azadiya jin divê weke şoreş weke şoreşeke çand were fêmkirin. Hamleyeke ku pêşiya siyaseta demokratîk vekê ye. Di qadên li siyaseta jin lê bibandor e, ku qad ji birîmên mezin an jî biçûk ferq nake dê berdar û çalak be. Di herêmê de û di cîh de di gund, bajar û taxan de di birîmên ku dê pêk werin de bi diyarkirina biryarên ku werin girtin, pêkhateyên ku dê were çêkirin û pêwîstiyan di rewşa temsîla hevserokatiyê ragihandin cihê xwe dê halkirina gilokên pirsgirêkên ku hatiye ser hev û çareserî naye dîtin zêde bibin. Ji ewlekarî û paqijiya qada me jî asta berpirsiyariya me ya ku pêş bikeve bi nêrîna jinê di çapeke mezin de şewqvedanî qadên me ya rêvebiran dê pozîtîf bibe. Enerjiya îqtidarê ya eqlê zilam di halê baş rûniştandina sîstema hevserokatiyê re enerjiya jin jî dê bi jiyanê re hevdîtin bike. Ji niha de em ji hemû jinan re serkeftinên bêdawî dixwazin.