JINEOLOJÎ WÊ DI AKADEMÎ Û ENSTÎTUYAN DE JIYANÎ BIBE

0Shares

Sema AMED

Di jinûve avakirina civakên demokratîk de akademî bi roleke girîng radibin. Di her avabûnên nû de mirov dikare vê rola bingehîn bibîne. Sedsala derbasbûyî, gelek gelên ku şerê rizgariya ji bindestî û dagirkeriya hêzên emperyal dane, bi akademî û enstîtuyan civakên xwe ji nû ve ava kirine.

 

Beriya ku akademî ava bibin bi fikir û teoriyên berfireh bingeh hatine avakirin. Fîlozof, fikirdar, civaknas, mirovên oldar, hunermend û entelektuelên gelan destpêkê zîhniyeteke nû ava kirine. Piştre jî van fikran di akademî, dibistan, perestgeh (dêr, mizgeft) enstîtu, zanîngeh û medreseyan de bi şagirtên xwe dane hînkirin. Civakên xwe bi vî rengî perwerde kirine.

Hema di her dema dîroka şaristaniyê de ev avahî di bin venêrîna desthilatdarên wê çaxê de hatine pêşxistin. Bi rêya vana zîhniyeta civakê bi endazyariya civakî ava kirine. Nirxên civakê, exlaqê civakê di van deran de ji rê derxistine, ji cewhera wan dûr xistine. Her xwendekareke ji van akademiyan derketî bûne xizmetkarên berjewendiyên desthilatdaran. Lê li aliyê din li hemberî van deran, avahiyên perwerdeya civakê yên cewherî jî her dema dîrokê hebûna xwe parastine. Rêber Apo di Sosyolojiya Azadiyê de li ser vê mijarê wiha dibêje: “Zîhniyeta şaristaniya demokratîk ku bi fikar û guman li pergalên dibistanên fermî, akademî û zanîngehan nihêrtine, di tevahiya dîrokê de ji pêşxistina alternatîfên xwe kêm nemane. Ji pergalên pêxembertiyê heta dibistanên fîlozofan, ji tesawûfê heta zanistên xwezayî bêhejmar meqam, dergah, ocax, terîqat, medrese, xelwetxane, tekya, mizgeft û perestgeh hatine avakirin…”

Bi taybetî di 400 salên dawî de desthilatdarên pergala Rojava, (Ewrûpa) di akademiyan de zîhniyeteke bi serdestiya mêr dan avakirin. Zîhniyetekebi tevahî dijminê jin û civakê! Bingeha hemû qirkirinên li ser civakan hatin kirin di van akademî, zanîngeh û dibistanan de hatin danîn. Rê û rêzikên zanistên pozîtîf (fizîk, kîmya, biyolojî, matematîk û hwd.) li ser civakê hatin pêkanîn. Zanistên civakî yên weke civaknasî, psîkolojî, huner, felsefe û hwd. li gor van rê û rêzikan hatin sepandin.Xwestin di bîr û hişê mirovan de serdestî û bindestiyê, kolekirina jinê, di dirûvê rêveberiyan de desthilatiyê bidin çêkirin. Olên ku li dijî zilm û zordariyê derketine li gor xwe şîrove kirin û bi rêya vana qederparêziyê bi mirovan dan qebûlkirin. Da ku ji rewşa xwe tu car gilî û gazinan nekin, bi sernermî xizmeta serdestan bikin.

Em jin, îro êşa encamên vê zîhniyeta hatî avakirin bi awayekî herî dijwar dikişînin. Îdîaya herî sereke ya Jineolojiyê jî sererastkirinek di van zanistên civakî de ye. Ji dîroka şaristaniya bi serdestiya mêr ve hemû nirxên jinê, yên bi mirovahiyê daye qezenckirin careke din li mirovahiyê vegerandin e. Zîhniyeta serdest ku hatî çêkirin bi her aliyê wê ve eşkerakirin, bi mirovahiyê dana naskirin û ji bo avakirina zîhniyeta nû bingehên teorîk avakirin.

Rêbertî ji bo avakirina civaka exlaqî û polîtîk, di serê erkên entelektuelî de avakirina Akademiyan nîşan dide. Dîsa cudahiyên akademiyên civaka demokratîk ji yên şaristaniya desthilatdar bi berfirehî datîne.

Bêguman cî û mekanên ku wê Jineolojî van îdîayên xwe jiyanî bike akademî bixwe ne. Li gel akademiyan enstîtu, dibistan, zanko û dibistanên amadehî jî ji bo bi vê rolê rabin wê werin sazkirin.

Civakeke ku wê li gor hêza xwe ya cewherî xwe birêxistin bike dikare bi dînamîkên xwe akademî, dibistan û enstîtuyên xwe jî saz bike. Bi şoreşa Rojava re îro ev derfet hatine avakirin. Civak bi rêya komun û meclîsan di her qadên jiyanê de xwe birêxistin dike. Ji bo ku em bikaribin li gor nirxên civaka xwe sazîbûnên xwe ava bikin pêwîstiya herî lezgînî bi akademiyan heye.

Bi şoreşa Rojava re ev pêwîstî xwe da hîskirin. Civakeke ji her aliyî ve divê were sazkirin û sazîkirin heye. Ev civak di heman demê de ji gelên weke Ereb, Suryan, Ermen, Asûrî û Turkmenan pêk tê,civakeke kozmopolît, pir-rengî ye. Heta niha di bin nîrê dewleta Sûrî de nikaribûye bigihê sazîbûnên xwe yên cewherî. Her wiha di warê aborî, parastin, perwerde, çand û huner, dîplomasî, siyaset, rêveberî, ekolojî, tendirustî, demografyayê de pirsgirêkên civakê yên pir cîdî hene. Rêya çareserkirina bingehîn a pirsgirêkan jî bivê nevê wê di akademiyan re derbas bibe.

Pergala aboriyê ya niha ji ber ku li gor feraseteke serdest a mêr tê birêvebirin civak bi pirsgirêkên pir cidî yên aboriyê re rû bi rû ye. Ya rastî pergala heyî ne aborî pergala talan û diziyê ye. Jin bixwe têde tune ye, cihê ku têde heye jî yan di şert û mercên pir zehmet de tê xebitandin, keda wê tê dizîn yan jî weke  koleyan hemû keda wê tê desteserkirin. Ev jî bi tu awayî aborî nîn e. Destpêkê divê jin rola xwe ya di hilberîn û berdewamîkirina jiyanê de bibîne. Hişmendiya ku li keda xwe xwedî derkeve bigire. Di nav aboriyê de weke berê cihê xwe yê eslî yê berhemdar û afirîner bigire. Di akademiyên aboriyê ku wê bi nêrîneke Jineolojîk were avakirin de ev hişmendî dikare were avakirin. Li gel Akademiyên Aboriyê yên Jinê, Akademiyên Aboriyê yên Giştî jî ji bo înşakirina civakeke bi aboriyeke komunalpir pêwîst in. Mijarên civak wê çavkaniyên xwe yên xwezayî çawa bikar bîne, pirsgirêka bêkariyê çawa ji holê rabe, dewlemendiyên heyî bi çi rêbazan li civakê were belavkirin, mulkiyet û bikaranîna axê wê bi çi şêwazî be û hwd. hemû di van akademiyan de wê werin destgirtin, plansazîkirin û çareserkirin.

Mijara parastina cewherî îro êdî li Rojhilata Navîn pirsgirêkeke bingehîn e. Kîjan gelê xwedî parastina xwe ya cewherî nebin bi êrîş û qetlîaman re rû bu rû dimîne. Qetlîamên Şengal, Mûsûl û hwd. di demên dawiyê de vê pêwîstiyê bi kûranî derxist holê. Wê civak çawa bikaribe parastina xwe bike, bi hêzên derdora xwe re di nav helwesteke çawa de be di Akademiyên Parastina Cewherî de wê werin diyarkirin. Bi taybetî Akademiyên Parastina Jinê pêwîstiyeke herî lezgînî ye. Jin dema di van akademiyan de rê û rêbazên parastina xwe fêr bibe wê parastina civakê jî bikaribe bi cî bîne. Di heman demê de wê tundiya di nav civakê de heyî jî dakeve astên herî jêr.

Civakek çiqas azad be jî ger xwedî pergaleke xwe ya perwerdeyê nebe nikare bi çand û nirxên xwe jiyana xwe berdewam jî bike. Her wiha perwerdeya xwe ne bi feraset û zîhniyeta hinekên din, divê bixwe bike. Di vî warî de bi taybetî civaka me ya kurd û gelên Kurdistanî di nav lepê qirkirineke çandî de ne. Dagirkerên Kurdistanê saziyên perwerdeyê mîna aşê asîmîlasyonê dixebitin, heta şaneyên civakê dagir dikin. Akademî û Enstîtuyên perwerdeyê wê ji vê rewşê re mudaxeleya herî demokratîk be. Perwerdeyeke bi zîhniyet û feraseta jinê wê di sererastkirina civakê de bi roleke bingehîn rabe.

Akademiyên perwerdeyê divê li her deverê welat; gund, tax, kuçe û bajaran belav bibin. Ji ber ku civak ji perwerdeya xwe bêpar maye hiştin, divê di her qadên jiyanê de seferberiya perwerdeyê were destpêkirin. Rêber Apo her tim bi taybetî ji bo perwerdekirina keçên ciwan enstîtuyên perwerdeyê pêşniyar dike. Dînamîkên wê Jineolojiyê jiyanî bikin di serî de jinên ciwan in.

Tendirustiya civakê di roja me ya îro de di asteke xetere de ye. Dewletên dagirker, pergalên faşîst, bi taybetî bi tendirustiya civakê dilîzin. Mirovên nexweş, nesax, muhtacî xwe dikin. Weke ku bêyî pergalê wê nikaribin bijîn civakê di bin pêkutiyê de dihêlin. Sektorên derman û amûrên tendirustiyê li ser pişta civaka nexweş yekdestdariya xwe her diçe xurt dikin. Akademiyên tendirustiyê beriya her tiştî wê di civakê de hişmendiya jiyaneke bi tendirustî ava bikin. Ji bo vê bernameyên berfireh pêwîst in. Civak, bi taybetî keçên ciwan, jin û dayîk divê werin perwerdekirin.

Li gel van akademiyên bi mijarên ku me rêz kirin Akademiyên Felsefe, Ol, Ekolojî, Demografya, Etîk û Estetîk, Siyaset, Çand û Hunerê û di her qadên ku pêwîstî pê heye de wê werin avakirin. Di înşakirina Civakeke Demokratîk de gel wê di van akademiyan de li gor çand û nirxên xwe yên cewherî werin perwerdekirin. Rêber Apo ji bo akademiyan gelek pîvanên hûr û kûr datîne. Kesên di van akademiyan de werin perwerdekirin ji temenê wan bigire heta rol û karên wan ên di jiyanê de, demên perwerdeyan û mîna vana gelek pîvanên sereke diyar dike.

Akademiyên Jineolojiyê, bi taybetî di zanistên civakî de erkên giran wê bigirin ser milên xwe. Ji dîroka şaristaniya bi desthilatdariya mêr heta îro hema di her qadên jiyanê de zîhniyet hatine çeloxarîkirin. Exlaqê civakan hatine xerakirin. Helwestên wan ên polîtîk hatine lewazkirin. Mirov anîne rewşeke wisa ku êdî nikarin bi vîna xwe tu tiştekî derbarê jiyana xwe de ava bikin. Îro bi vî halî civak di rewşeke aloz de ye. Tu berdewamiya vê tune ye. Sedem jî zîhniyeta bi serdestiya mêr e.

Ev pergal, zîhniyeta xwe bi sedsalan di Akademî û dibistanan de hona û kodên xwe di hiş û bîra mirovan de kola. Xerakirina van kodan, di şûna wan de çand û nirxên civaka xwezayî derxistina pêş, ji nav van qalibên paşverû yên ne aydî mirovahiya xwezayî derxistin, jinê û nirxên wê, civaka wê dan xuyakirin karên pir girîng û giran in. Hişekî zelal, dûrî zîhniyeta serdest, pozîtîvîst, lêkolînên berfireh, nîqaşên xurt dixwaze. Nêrîn û nêzikahiya Jineolojîk ev bixwe ye.

Bi qasî ku ev kar karên akademîsyen, rewşenbîr, entelektuel, mamostayan e ew qas jî aydî gel e. Tu zanisteke ji gel qut were kirin wê nekeve xizmeta gel û civakê jî. Di Akademiyan de akademîsyen û gel bi hev re zanista Jineolojiyê pêk werînin wê demê wê Akademî bigihîjin wateya xwe ya esasîn û bikevin xizmeta înşaya civaka demokratîk. Kadroyên şoreşê jî li gor paradîgmaya Rêber Apo ya Demokratîk, Ekolojîk û Azadîxwaziya Jinê werin perwerdekirin wê di Akademiyan de jî rola xwe ya pêşeng bilîzin.