Pîroz Nûda
Avabûna HDP’ ji bo Tirkiyê gavekî pir girîng e. Gelê Kurd bi cihgirtin di nav vê partiyê de girîngiya ku dide yekîtiya gelan nîşan dide. Tevgera Azadiya Kurd hertim xwestiye bi gelê Tirkiyê, kesên çepger û sosyalîst re îtîfaqên stratejîk avabike, ji bo vê jî lêger her tim hebûye. Beriya avabûna HDP’ê bi navê blok tevlî hilbijartinê bûn. Nêzîkatiya bizava Kurd ji gelê Tirkiyê re ne ji bo hilbijartinê ye, nêzîkbûneke stratejîk e. Wê demê jî hat gotin ku blok destpêk e û dê dewama vê xebatê were.
Tê zanîn piştî hilbijartinan HDK (Kongreya Demokratîk ya Gelan) hate sazkirin. Bi vê kongrê re gelek kesên çepger, sosyalîst, demokrat û muxalîf di bin sîwana vê kongreyê de wek muxalefet civiyan. Di van salên dawî jî kar û xebatên HDK’ê di Tirkiyê de atmosfereke pir cuda avakiriye. Nêzîkbûna gelê Tirkiyê jî li pêşberî Tevgera Azadiyê guhertiye. Ji ber ku wan jî dîtin ku li hember desthilatdarî, zilm û zordariya dewletê berxwedanake pir mezin û fedakariyên pir mezin ên Kurdan hene. Kurd vê jî ne tenê ji bo xwe, ji bo hemû gelên herêmê dikin. Bi bûyerên Gezî re jî me dît ku li hember AKP’ê di Tirkiyê de muxalefeteke mezin heye û ev muxalefet bi wêrekî dikare li berxwe bide. Pêwîstiya vê muxalefetê bi rêxistinbûnê heye. Di vî milî de di xwe birêxistinkirina muxalefetê de pirsgirêk heye. Wek Tevgera Azadiyê berpirsyariyên me li hember gelê din jî heye. Em nikarin bêjin ku em tenê tevgera Kurdan in. Hedefê me ne tenê çareserkirina pirsgirêka Kurd e, bi çareseriya pirsgirêka Kurd re pirsgirêkên hemû gelên ku tên wederkirin, wek yên din tê dîtin çareser kirin e. Niha di Tirkiyê de hêza muxalif, hêza herî li berxwe dide, hêza herî rêxistinkirî hêza Kurdan e. Ji bo vê tevgera Kurdan li pêşberî hemû muxalefetan berpirsyar e. BDP ne tenê partiyeke Kurdan e. Armanca me ne tenê deng-girtine. BDP tevlî HDP dibe. Bi vê partiyê re hemû kesên muxalif di Tirkiyê de têkevin hilbijartinê. Ev partî temsîla hemû kesên muxalif dike. Her muxalefet bi rengê xwe di nava HDP’ê de cihê xwe bigre. Bi taybet tevlîbûna jinan û tevgerên jinan di nav HDP’ê de, dê bandorek pir mezin avabike. Ji ber ku partiya HDP partiyeke ku azadiya jinê esas digre û encax tevgerên jinan dikarin di nav vê partiyê de îfadeya xwe bibînîn.
Jina Kurd û yên azadîxwaz di partiya BDP’ê de di siyaseta demokratîk de cihgirtin û di tevlîbûna siyasetê de xwe îspat kirin. Di siyasetê de cihgirtina jinan ji bo me gelek girîng e. Bi taybet di şaredariyan de tevlîbûna jinan, em gelek girîng dibînin. Ji ber ku siyaseta zilam, siyaseta jor û dewletî ye. Lê siyaseta ku em esas digrin; siyaseta civakî ye û ancax jin dikare vê pêş bixe. Wek Tevgera Azadiyê em dixwazin siyaseta jor, siyaseta desthilatdariyê bişkînin. Ji roja destpêkê heya îro di tevgerê û di hemû qadan de tevlîbûna jinan ji bo me esas e. Heya niha pêkanîna kotayê di hemû xebatên me de hebû. Diviyabû di hemû xebatên me de ji sedî çil kotaya jinan hebûya. Lê di halê hazir de jina Kurd ev yek jî derbas kiriye. Ji vir şundetir divê di hemû xebatên me de di asta herî jor de jin jî cih bigrin. Di vê hilbijartinê de ji kotayê zêdetir, hevserokatî ji bo me girîng e. Berê çima kota hatibû dayîn, ji ber ku siyaset wek karê zilam dihate dîtin. Qada siyasetê ji bo jin girtî bû. Ji bo vê kota pêwîst bû. Wek tevger me jî kota zayendî esas digirt. Têkoşîna ku me di qada siyasetê de daye, xwe da îspat kirin. Ji niha û pêve pirsgirêkeke me ya ku em bi kota têkevin siyasetê wek jin nemaye. Jina kurd îro di meclîsê, şaredariyê, meclîsên herêmî û siyasetê de kirdeyekî pêşde ye. Heya îro siyasetmedarên jin bedelên pir mezin dan û hîn jî didin. Di bin navê operasyonên KCK’ê de bi hezaran jinên Kurd hatine girtin. Fedakariyên pir mezin têne dayîn. Heke di bedeldayînê de jin pêşeng be, divê di meşandina qadên siyasetê de jî jin pêşeng bin. Piştî ewqas bedelên giran ji bo jina Kurd ev astengî ku hin derdor bêjin“jin nikare me temsîl bike” nema, ji ber ku jina Kurd bi tevlîbûna xwe ya di nav têkoşînê de xwe îspat kiriye. Lê wek Tevgera Jinê em hîna bêtir girîngî didin siyaseta herêmî.
Siyaseta herêmî û şaredarî, zêdetir karê jinê ye. Ji bo ku şaredartiya demokratîk saz bibe berî her tiştî divê em ji siyaseta jor dûr bikevin. Siyaseta civakî erk û qada bingehîn a jinê ye. Bi pirsgirêkên civakê re mijûlbûn, hîskirin û di çareseriya wan de bi hesasî nêzîkbûn jin zêdetir dikare rol bilîze; ji ber ku ev xebat nêzî xwezaya jinê ne. Jin di nav civakê de ye, ruhê jinê civakî ye. Şaredartiyek li gor paradîgmaya me, jin hîna zêdetir dikare baş bimeşîne. Em dixwazin berendamên jin zêdetir çalak cih bigrin. Jin divê ji xwe bawer be. Ji bo tevlîbûna siyasetê,pîvana me ne xwendina dibistanên pergalê ne. Hin kes hene diçin çend zanîngehan xilas dikin, diçin Ewrûpayê dijîn,lê ku tên rastiya civakê, rastiya Kurdistanê nasnakin, pir jê dûr in. Di van qadan de civaka xwe piçûk dibînin. Rojava wek cihê xilasiyê dibînin û wer dihesibînin ku welatê xwe bişibînin rojava dê azad bikin. Em dikarin bêjin bi mêzekirineke oryantalîst nêzîkî civaka xwe dibin. Jina Kurd divê ji xwe bawer be. Dibe ku derfeta me jinên Kurd a xwendinê nebûye, lê jina Kurd ev di berxwedana 40 salî de, ji 40 zanîngehan zêdetir zanebûn qezanc kiriye. Zanebûna demokrasiyê, zanebûna zayendî, zanebûna xwe naskirinê di jina kurd de di asteke bilind de ye. Ji bo qezenckirinê a van hewce nake mirov mektebên pergalê bixwîne. Têkoşîna me berovajîbûna vê ispat kiriye. Îro di Tirkiyê de yên ku herî zêde ji bo azadiyê û li hember pergala zilamsalarî şer dikin jinên Kurd in. Wek jina Kurd xwendin ne pîvan e. Dayîkek me ji jineke ku di fakulteyan de zanista siyasî xwendiye zêdetir siyasetmedar e. Ji ber ku ev dayîk di nav rastiya jiyanê de pijiyaye, berxwedaye, mezin bûye. Hem di siyaseta herêmî, hemjî di ya giştî de jina Kurd di vê pozisyonê deye ku divê pêşengtî bike. Em mêzebikin jina Kurd ji gelek derdoran re jî dibin mînak. Em partiyên dinê jî vedikişin vê astê. Di partiyên dinê de jin ji bo vîtrînê ne. Jin bi cewhera xwe, bi vîna xwe nikare tevlî bibe. Ev tenê ji bo di dîmen de bidin nîşandan ku ew jî jinan tevlî dikin, hejmara jinan zêde dikin. Ji ber ku di tevgerên me de tevlîbûna jinan gelek xurt e, ew jî ji bo xwe demokratîk bidin nîşandan wisa dikin. Partiyên din ji bo berjewendiyên xwe be jî mecbûr man jin beşdarî siyasetê kirin. Ev guhartin di partiyên de çêbû. Elbet em wek hejmar nêzîk vê mijarê nabin. Armanca me pêşxistina naverokê ye.
Di siyasetê de pêşxistina rengê jinê, bandorkariya jinê mijareke sereke ye. Nexwe jin biçe beşdarî rengê zilam bibe, ti cewaziya jinê di vê tevlîbûnê de namîne. Jin bi tevlîbûna vîndar, bi zihniyeta jinê dikare zihniyeta zilam biguhere, siyaseta jor biguherîne. Di van milan de siyaseta me ya demokratîk xwe ispat kiriye. Tevgera me, ne tenê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd têkoşîn dike, tevgera me ji tevgerên femînîst zêdetir ji bo çareseriya pirsgirêka jinê têkoşîn dide. Jina Kurd bi zemînê xwe re sînordar nîne, bi hemû jinên herêmê re dê îtîfaqan û zemînên têkoşînê yên hevbeş avabike û avadike jî. Bi pêşengtiya jinên Kurd Yekemîn Konferansa Jinên Rojhilata Navîn hate lidarxistin. Ev ji bo me pir girîng bû. Di herêmê de pêşengbûna jina Kurd ji hêla her kes ve hate pejirandin. Em dixwazin di Tirkiyê de jî van îtîfaqana pêşbixin.
Wek jin ji her demê zêdetir rol, mîsyon û karên mehane. Wek Tevgera Azadiya Jinê me hamleyek daye destpêkirin. Me bi yek-deng û hemû bîr û baweriya xwe jî da diyarkirin ku hemû rêyên çareseriyê ji azadiya Rêber APO re derbas dibe. Ji bo vê jî em dibêjin ku ‘Jin ji bo azadiya Ocalan di nav çalekiyê de ne’. Emê li her derî çalekiyan pêşbixin û heya azadiya Rêbertî, emê di nav çalekiyan de bin. Em hemû jinan jî vedixwînin van çalekiyan.