Jina Ku Bi Kêmasî Tê Dîtin, Esasê Wê Derewa Herî Rajêr A Mêrê Windakirî Ye.

0Shares

Rêber APO

Di şaristaniya Rojhilata Navîn de hebûna jinê, di çareserkirina hemû pirsgîrêkên civakî de, di rewşa nîvendê de ye. Bêyî ku em pêşveçûna wê ya dîrokî dubare bikin, ji bo dema pêş pêwîste dirûşma me ev be ku em şikandina zayendî ya sêyemîn li dij mêr pêkbînin. Heta ku wekheviya zayendî ya civakî neyê pêkanîn, daxwaza azadî û wekheviyê nayê ti wateyan û ev yek pêknayê. Hêmana herî mayînde û berfireh a demokratîkbûnê, dîsa azadiya jinê ye.

Aliyê lawaz ê sîstema ku jin kiriye mal, dîsa pirsgirêka jinê ye. Herî baş jin di wê rewşê de ye ku rola çîna karkeran a demekê bîne cîh. Berî çînîtiyê pêwîste esîltiya jinê were dahûrandin da ku çînîtî û neteweyîtî were fêmkirin û çareserkirin. Azadiya jinê ya rast, bi rakirina viyan û hestên koleker ên mêr, bav, dildar, bira dost û hwd. encex gengaz bibe. Evîna herî baş, xweyîtiya herî xeternak e. Heta ku em hemû qalibên raman, ol, zanist û huner ên ku bi serdestiya mêr neyêxin bin nirxandineke tund, nasnameya jinê ya azad dernakeve holê. Pêwîste pêşî jin bibe malê xwe heta ku ji malbûnê rizgar bibe. Jina ku ketibe rewşa mal û xweyîtiyê, dê pêşiyê li birûmetbûna mêr jî bigire. Rabûn û rûniştina bi jineke wiha re, ji bo mêrê azad jî asteng e. Jineke ku wiha hatibê daxistin, ji berevajî ve dibe mêrê daxistî.

Girêdana asta azadiya civakê ya bi asta azadiya jinê ve, destnîşankirineke rast e. Dema em ji aliyê xweşikayiyê ve li mijarê binihêrin, diyar e ku kesê ne azad be xweşik jî nabe. Herwiha jiyanake ku nexweşik be, encex li sînorên prîmat pêkwere. Weke nihêrîna li damezraka huner, nîhêrîna li damezraka jinê ê rasteqîntir be. Ne weke mal û milk, ne weke karker û gundiyan. Dîtina jinê ya weke perçeyê hestyar ê xwezayê, fêmkirina ku pîroziyekê hildigire, bangkirina wê ne bi zimanê mêrê serdest, têgihîştina zimanê jinê yê bisir, ji aliyê jiyaneke xweşik ve, pir girîng e. Pratîka civakî ya herî ne baş, serdestiya mêr ku li jinê ferz dike û bêteşeya wî ye. Ti tişt li qasî helwesta mêr a hov ku li ser jina bêçare hatî hiştin, ne qederparêz e. Li gor min mêrê herî bihêz, têgihiştî, hestyar, yê ku ji wekhevî û azadiyê fêm dike, herwiha demokrat û civaka bi wan ve girêdayî, bi pîvanên li hember jinê ku em destnîşan dikin û bicîhanîna pêdiviyên wê dê pêkwere.

Civaka ku herî bêtir di koletiyê de kûr bûyî, civaka ku jinê biçûk dixe ye. Civaka ku herî bêtir ji jiyanê fêm nake jî, civaka ku jiyaneke bêser û ber bi jinê re qebûl dike ye. Dîsa jiyana herî ne baş û ji peroşdarî û watedariyê dûr, jiyana bi jina kole re ye.

Dema em di bin van nirxandinan de li civaka Rojhilata Navîn binihêrin, em ê çêtir fêm bikin bê çima li paş e, bê wate, zalim, kereh û tênegihîştî ye. Ev yek baş diyar e, dema ku civaka mêr hevqasî hêsan, ji xweşikayiyê dûr û weke mêl li jinê binihêre, bextewar nabe û dê ji aştiyê bêpar di nava kerehiyê de bijî. Civakên mêr ên bi vî rengî, nikarin pîroziya jiyanê, bilindayiya welat, rûmeta rast û nêzîkayiyeke bi wate ya li xwezayê biafirînin. Dema ku nikaribin biafirînin jî, wek hêncetê dê “jina şeytan” nîşan bidin. Şeytan û jina ku bi kêmasî tê gotin, dereweke mêrê ku herî bêtir winda kiriye. Hata ku li hember bîrdoziya bi serdestiya mêr, sinc, hêza civakî û takekesan têkoşîneke hêzdar neyê dayîn, jiyana azad nayê qezenckirin. Civakeke demokratîk a ras nayê afirandin. Herwiha weke wekheviyê sosyalîzm jî nayê pêkanîn. Vebijarka polîtîk a gelan tenê ne demokratîk e, civaka demokratîk û zayenda azad e. 

Bi awayek berbiçav têkoşîna azadiya jinê, ji damezrandina partiya xwe heta bi tevgera jinê ya girseyî, heta bi rêxistinbûna civaka sivîl û heta bi damezrakbûna siyaseta demokratîk, pêwîste di nava hev de were meşandin. Jin çiqas ku ji destê civaka bi serdestiya mêr rizgar bibe, bi înisiyatîfa xwe ya azad tevbigere û bihêz bibe, dê hewqasî bibe xwedî  kesayetiyeke azad û xwedî nasname. Sergirêdana jinê ya zûka, koletiya herî zalim e. Negirêdana serî ango “aqil”, helwesta herî esîl e. Em ji çarçef û laçikê bigirin heta bi porno, rajêriya sepandinên ku bi destê mêr li ser jinê tên ferzkirin, ti caran li qasî xirabiya çîn û neteweyan nabe. Herwiha destekdayîna hêrsa jinê, bîrûbaweriya wê ya azadiyê û tevgera wê, nirxê herî bilind ê rêhevaltî û mirovatiyê ye. Rojhilata Navîn liqasî çanda xwedawendiyê, herêmeke şaristaniyê ye ku koletiya jinê herî bêtir lê tê jiyandin e. Pêwîste bi pêkanîna sêyemîn a şikandina zayendî, ji bo jinê meşeke mezin bête destpêkirin. Rabûna ketinên mezin jî dê mezin be. Di vî bingehî de, dema em weke bawermendên ola xwedawendeke nû nêzîk bibin, em ê bigihîjin dayîkbûna pîroz û jinîtiya evînê yên ku em heq dikin.